We dizanibû…? – 27

We dizanibû…? – 27

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…rêwîyekî ûris – V. Î. Massalskî derheqa sazbendîya kurdan da wa nivîsîye:

bi kilam û sazbendîyê va dengbêjê kurd serwêrîyê li hespê qoşê, xebata ga û gamêşan dike. Bi destî sitiranan ew tenêbûnê ji xwe dûr dixe, xem û xîyalêd xwe bela dike… ”Erebeyên Kurdistanê,- rêwîyekî îngilîs – F. Mîlîngên dinivîse,- bi cûrê xwe va gelekî kevin in, lê tê bêjî hêsa diçin. Li welatên pêşdaçûyî şiv û qamçîyan bi kar tînin bona ajotina heywanan. Lê li Kurdistanê… tu lazimayî tune usa heywîn bikutin. Li vira dewsa qamçî sazbendî tê bikaranînê û ew yek zef sade û hêsa tê kirinê. Merivê kurd li erebeya xwe siyar dibe û gava kilama xwe destpê dike, gamêşên wî pêra-pêra dilivin. Gava erebeçî dixweze gamêşan bide sekinandin – ew nastirê û gamêş xwe bi xwe disekinin. Eva hunurekî usan e, ku bê şik, li parên dinyayê yên mayîn tune, vira sazbendî û kilam di nava xebata gundîtîyê da tên bikaranînê…”

…ji nav kurdên Sovyeta berê çar akadêmîk derketine, ku di hêla ulm da navê here bilind e. Yek ji wan Îvanê Omer Farîzov e, ku mamostayê Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya ser navê Lomonosov e. Ew herweha xwedîyê „Ferhenga Rûsî-Kurdî“ ye, ku sala 1967a li Moskvayê çap bûye. Yê din Şekroyê Xudo Mihoyî ye, ku salên dirêj bûye serokê beşa Kurdzanîyê li Akadêmîya Ermenîstanê, paşê jî bûye serokê Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê. Yê sisîyan Nadirê Kerem Nadîrov e, ku di wextê da sêkrêtarê Akadêmîya Qazaxistanê bû û di wê Akadêmîyayê da bi qulixa xwe va mirovê sisîyan bû. Yê çaran Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv e, ku prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Alma-Atayê ye li Qazaxistanê.

…di salên 1980î da ji kovarên kurdî, ku bi kurmancî ronahî dîtine, ya here jîyandirêj “Roja Nû” bû.

…şoreşgerê Sovyetistanê Fêrîkê Egît Polatbêkovê kurd sala 1915an di 22 salîya xwe da li Sîbîryayê bi navê “Xebata me” kovarek derxistîye û berpirsyarîya wê kirîye. Naznavê wî Fyodor Lîtkîn bû. Gundekî kurdan li Ermenîstanê bi navê wî ye – Fêrîk.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev