EŞÎRETÊN KURDAN DI DESTPÊKA SEDSALA XIX DA

Me di 26 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa bi sernavê ”Eşîretên kurdan di destpêka sedsala 19an da” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 27

Di destpêka sedsala XIXa da Kurdistan di navbera du dewleta da hate perçekirinê – Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da. Rehên (kok, binyat) vê perçebûnê hela ji dehsalîyên pêşin yên sedsala XVIa dihatine xanê, gava perça roavayê ya Kurdistanê ji alîyê eskerên sultanê tirka Selîm Yavuz da hatibû dagîrkirinê, lê perça wê ya rohilatê da şahê Îranê Îsmayîlê I yê Sefevîda hukumdarî dikir.

Kurdistan welatekî çiyayî ye, di navbera wê da çiyayên Kurda ne (an jî çiyayên Kurdistanê), ku erdekî di navbera çiyayên Ermenîstanê û Îranê da ne, li rohilatê zincîra çiyayên Kurdistanê ye û axa di navbera gola Rizayê (Urmîya) û gola Wanê da ne, li hêla roavayê -El-Cizîr e (darinda Mêsopotamîya Jorîn), çiyayên Merdînê û parên rohilatê yên Tavrosê, li başûr-rohilatê – para çiyayên Zagrosê ya bakur-roavayê ye. Çiyayên li pey hev rêzkirî, ku bilindayên wan dighîje 1,5-2 hezar metra (tepa here bilind ya çiyayê Reşko ye, ku li warê Cîlodax da ye û 4168 metr e), dorê newalên kûr û teng in, ku bi kanîyên ji çemê Ferêt çê bûne (Bohtan, Zaba Mezin û yên mayîn). Çiya û banî bi daristanên six va hatine nixamtin. Hewa Kurdistanê cûre-cûre ye û gelek şilî dibare.

Jimara kurda digihîje weke 4,5 mîlyonan(1) û ji wana 1,5 mîlyon li Îranê ne (piranî para welêt ya roavayê – Kurdistana Îranê ne û herwiha li navçeyên Qûçan û Deregezê li bakûrê Xorasanê, li ku ew sedsalên XVI-XVIIa dema Sefevîda bi destî zorê cîguhastî vira kirine), yên mayîn – li Împêratorîya Osmanîyê (parên wê yên bakur-rohilatê û rohilatê, ku Kurdistana Tirkîyê ye, û herwiha bi tevî ermenîya û tirka li navçeyên Erzurumê, Qersê, Erzîncanê û wargên mayîn dimînin). Ji ber ku li navçeyên roavayê yên Kurdistana Tirkîyê ermenî jî hene, wê navçê ra carna Ermenîstana Roava jî dibêjin.

Li para bakûr-roavayê ya Kurdistanê da ev qebîlên kurda dijîn: zîlan, sîpikî, celalî, millî, zaza û yên mayîn. Navçeyên navbendî da ev qebîl dijîn: behdînan, zerza, şikakî, xerqî û yên mayîn, li navçeyên başûr-rohilatê – barzan, baban, caf, sencabî, berzîncan, hemewand, hewremanî, bîlbas û yên mayîn. Navçeyên kurda yên bakûrê Xorasanê da qebîlên zeferanlu û şadullu dijîn(2).

Perçekirina Kurdistanê di navbera Îranê û Tirkîyê da qe jî ne dihate wê manê, ku li dewletên wan ra li hev hat destpêka sedsala XIXa li ser eşîretên kurda hukumdarîya xwe testîq bikin. Bi rastî, hukumê li ser eşîreta û qebîla di destê malbetên navdar û serekeşîran da bû. Kurda di nava demeke dirêj da dewletê bendî tiştekî hesab ne dikirin.

Awa, di sedsala XVIIa rex sînorên Îranê û Împêratorîya Osmanîyê hukum di destê derebegtîya “serdar Mukrî” da bû, ku weke sed û pêncî sala serokatî li dewleteke nîvserbest dikir bi navbenda Soûcbûlakê. Piranîya binecîyên wê mentîqê ji eşîra kurdên mukrî bûn, ku ew jî di nava eşîra baban da (an jî soran) bûn. Ev xantî, an jî mîrîtî, ku bi formalî di nava Îranê da bû, di hindava xweda pareveyî ser çend malbetên kurda dibûn(3).

Di Bîtlîsê û wilayeta wê da, li roava gola Wanê, hema bêje temamîya nîveka pêşin ya sedsala XIXa da hukum di destê desthilatdarê kurd Şerîf beg da bû, yê ku hetanî sala 1849a ji bo serxwebûnê bi serfirazî dijî eskerên tirka berxwedan kirîye(4).

Xantîyên derebegên kurda yên nîvserbest li Rewandûzê, Hekarîyê, Behdînanê, Bohtanê û deverên mayîn da jî hebûn(5).

Eşîretên kurda bi erf-edet û toreyên xwe yên eşîrtîyê-malbetîyê va ser dereca civaka derebegî bûn. Wana karê xwelîbêcerkirinê (rêncberîyê), heywanxwedîkirinê, sinetkarîyê dikirin. Piranîya erd û heywanet di destê serekeşîr da bûn. Şûndamayîntîya eşîrtîyê-malbetîyê, ku hetanî îro jî heye, di nava jîyana cîvakî ya vî miletî da roleke mezin lîstîye. Pareke qebîlên kurda jîyaneke koçberîyê derbaz dikir, pareke mayîn riat bûn. Kurdên riat zêdetir bin tesîra dîwana sultanîyê, an jî ya şah da bûn, ne ku eşîretên koçer û nîvkoçer, yên ku di nava jîyana Kurdistanê ya civakî-aborî û eskerî-sîaysî da rola sereke dilîstin.

Çawîşê Înglîs G. Rowlînson, ku di ordîya şah da qumandarî kiribû, sala 1839a elam kiribû, ku piranîya kurdên mukrî, ku li navça ser sînorê Sulduzê da dijîn, “bin tesîra hukumê tirka û farisa, ku ber hev têne guhastinê, dêmê xweyî miletîyê unda kirine û bi tu tiştî va ji gundîyên tirk û faris nayêne cudakirinê”(6).

Lê kurdên riat(7), ku himberî kurdên eşîr dêmê xweyî miletîyê unda kiribûn, ji alîyê derebegên xwe û yên tirka û farisa da bi bêwijdanî dihatine zêrandinê.

Lêkolînerê rûsa yê berî şorişê A. Karsêv, ku zaneyê jîyan û deba kurdên Împêratorîya Osmanîyê ye, dawîya sedsala XIXa li ser evê meselê awa nivîsîye: “kurdên riat – rêncber û heywanetxweykir, ku nêzîkî deşt û beyara dijîn, bi temamî ketine bin hukumê dîwana tirka û hemû daxazên hukumetê pêk tînin, heta qulixkirina di eskerîyê da jî, ji ber wê jî kurdên diha azad navê “kurdên ji garanê” li wan kirine.

Lê di qedera Kurdistanê da ew buhuşt rolek ne dilîst; gotina sereke her dem di dest serekê eşîretên koçer û nîvkoçer da bûn”(8).

Jîyana koçerîyê û nîvkoçerîyê kurda mecbûr dikir bi tecrûbe bin, lê lazimaya parastina xwe, pez-dewarên xwe, milkê xwe, ku dikaribû dema hilgêr-dagêrê û cîguhastinê ecêb bihatana serê wan, ew hînî fesalîyê, hajxwehebûnê, dilsarîyê û zîrekîyê kiribûn. Kurd, ku zarotîyê da fêrî hilgirtina çeka dibûn, ji alîyê eskerîyê da rind hazirkirî bûn. Komên serkarîkir, yên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê dema şera hewil didan, ku kurda bi kar bînin wek eskerên siyarî.

Çend faktor tesîra xwe li ser rewşa sîyasîya hundurîn ya li Kurdistanê dihîşt. Wek pirbûna miletên cihê-cihê, cudatîya di nav dînparastinê da yên miletên, ku li ser axa wê dijîtin. Di nava qebîlên kurda da ne tenê dîndarên du parên îslamê yên sereke hebûn – sunî (piranî) û şiî (kêmanî), lê herwiha yên ji dînên taybetî jî hebûn (êzîdî û yên mayîn), yên ku zerdeştî û dînên Rohilata qedîm diparastin bi êlêmêntên îslamê û xaçparêzîyê û olên usa jî hebûn, ku li rûbarê cihanê li tu cîya tunebûn.

Ji binecîyên cî gelek xaçparêz jî hebûn (ermenî, mexîn {aşûrî} û yên mayîn). Aşûrî li van navçeyên çiyayî yên li ser tixûbê Tirkîyê-Îranê diman: Cûlemêrgê, Gebarê, Mêrgewarê, Tergewarê, Tîyarê û cîyên mayîn. Serekê dînê wan keşîşê Nêstorîyanî ye ji malbeta mar-şîmûn; dîwana wî hetanî dawîya şerê cihanê yê yekemîn li wilayeta Hekarîyê bû. Pey êrîşkirinên li ser aşûrîya, ku di salên şêr da cantirka teşkîl (organîze) kiribûn û rûyê wê da aşûrî ji Tirkîyê revîne bakûra Îranê, dîwana mar-şîmûn jî cîguhastî li wir bû.

Nesafîbûn û nezelalbûna sînorên di navbera Îranê û Împêratorîya Osmanîyê da, ku di nav erdê Kurdistanê bû û ew jî tenê li nîveka duda ya sedsala buhurî da (ew jî ne bi bawerî) hatîye kivşkirinê, tesîra xwe li ser rewşa sîyasî ya wê mentîqê dikir.

Lê pey xetkişandina sînora jî gelek qebîlên kurdaye koçer ew yek bendî tiştekî hesab ne dikirin. Ewana xwe sînor dixistin, derbaz dibûn û ew wetendaşî qebûl dikirin, ya ku wê demê da ji wan ra dest dida. Konsûlê Îngilîs Rohilata Tirkîyê da Teylor bi vê yekê ra girêdayî nivîsîye: “… wetendaşîya tevlihev û bêzagûnîya li ser tixûb dibine sebebên gelek nerazîbûnan di navbera Farizistanê û Tirkîyê da. Kurd, ku li vî berî jî, li wî berî jî xwe wek li mala xwe da dibînin, kengê kêfa wan dixweze, an jî ew yek ji bo wan kar e, xwe li sînora dixin, derbaz dibin…”(9).

Di dema, ku em li ser disekinin da, malhebûna qebîlên kurda bi piranî xas bû, lê di çend navça da malê wê “rengê” ji bo firotanê distend (xwesma xalîçe, ber û eşîyayên mayîn yên ji rîs çêkirî). Nav û dengê sinetkarên kurd di alîyê terişandina nexş-nemûrên ser hesin, xemil û xişrên zêrîn da belav bûbû.

Çiyayên Kurdistanê bi binerdê xwe va gelek dewlemend bûn (neft, komir, sifir, hesin, kromît û yên mayîn), lê ew hema bêje qet ne dihatine lêkolanê. Xwesma gûzên taybetî û kakilên wan gelekî kêrhatî û bi qîmet bûn, ku ji bo firotanê li çiya dihatine berevkirinê.

Dûrbûna Kurdistanê ji rêyên bazirganîyê yên cihanê, erdê bi kevir-kuçika, tunebûna rêyên baş dibûne sebebê pêşneketina kirîn-firotana bi rêk û pêk. Di dawîya sedsala XIXa konsûlê Rûsîyayêyî sereke li Tewrêzê Ponafîdîn nivîsîye, ku wilayeteke here ekindar û rêj li Roava Îranê – wilayeta Mukrî (Soûcbûlakê), li ku 750 gund hene, rûyê rêyên xirab da nikare hasileta malhebûna xwe bifroşe. Xwedîmilkên wira mecbûr dibin “buhayê hasileta xwe pir kêm bikin û bi qîmetekî usa arzan difroşin, ku qe ber heqê xebata wane kirî jî dernayê…”(10).

Bawerbikî hema bi wî awayî konsûlê Rûsîyayê li Dîyarbekirê M. Yakîmanskîy derheqa Kurdistana Tirkîyê da gotîye: “Dûrbûna wilayeta Dîyarbekirê ji îskelên deryayên Reş û Navwelatîyê û rêyên xirab, carna jî tunebûna riya, dibine sebebê deranîna (prodûksîon) kevintirîn, ku di nav qebîla da (qebîlên kurda – N. X.) tê firotanê…”(11).

Rewş ne tenê li Dîyarbekirê û Soûcbûlakê, lê herwiha li navçeyên Kurdistanê yên mayîn jî usa bû. Hukumetên sultanîyê û şah bawerbikî qet guh ne didane duruskirina riya, û eger ev îzbatîyên jorgotî derheqa dehsalîyên dawîn yên sedsala XIXa da nin, dema dîwanên merkezî li Sitembolê û Tehranê hêzên xwe li navçeyê mehkem dikirin, wê demê dijwar nîne texmîn bikin ku nîvê pêşin ya wê sedsalê da rewş hîn xirabtir bûye.

Lê sebebên giringtir jî hebûn, ku ne dihîştin aborî û çanda eşîretên kurda bi pêş bikeve. Pêşketina kurda û gelên mayîn yên Împêratorîya Osmanîyê û Îranê ya aborî û yên civakî, sîyasî, çandî, ku bi wê ra girêdayî bûn, ji alîyê “hukumdarîya bi cûrê rohilatê” da dihatine berbendkirinê.

Bêzagûnîya berk ya dîwanên sultan û şah û hêsîrkirina ji alîyê derebegên “xwe” da, hêza gelê kurd ya deranînê di nav wan da dixeniqand, ne dihîşt kirîn-firotan pêşva here, deranîn pirî-hindikî bê nûjenkirinê. Merivên welatên Awropayê, ku li Kurdistanê bûne mêvan, an jî li wir mane, bi vî awayî rewşa li Împêratorîya Osmanîyê û Îranê anîne zimên: “…li cîyên bin destên tirka da ne qeyde-qanûn heye, ne arxayîntîya, ku wê ecêb neyê serê te, ne jî weke misqalekê wetenwarî heye”(12),- Î. Bêrêzîn nivîsîye, ku çûye gelek navçeyên Împêratorîya Osmanîyê. Lê pey çend sala ra, gava sala 1879a li Dîyarbekirê konsûlxana Împêratorîya Rûsîyayê hate vekirinê, konsûlê wê M.Yakîmanskîy derheqa halê giran yê binecîyên wira da elamî baylozê Rûsîyayê li Sitembolê A. B. Lobanov-Rostovskî kirîye. Wek ku Yakîmanskîy nivîsîye, wilayeta Dîyarbekirê bi binerdê xwe va gelekî dewlemend e jî, lê para “binecîyên vira” ji wê tune, ji ber ku “ne jîyana wan kefîl (garantî) kirîye, ne xebata wan, ne jî parastina wan ji destdirêjayan û zordestîyan. Sîstêma derebegîyê, gava xwedî dîndarekî fanatîk û bêterbîye ye, hewasa karkirina binecîya dişkêne, êgintîya wan şerpeze dibe ku bona pêşeroja xwe qe na hinekî xweştir bike; gişk di destê milkedar da ne, carna heta emir û şexsîyeta malbetê jî”(13).

Konsûlê Brîtanî li Erzurumê D. Brandt, ku di havîna sala 1838a da çûye Kurdistanê, ser wê bawerîyê ye, ku “serokatîkirina xirab û tunebûna garantîya jîyanê” hasêgeha tek-tenê ye li ser riya pêşketina aborîya wilayeta Wanê, ku bi binerdê xwe va gelekî dewlemend e(14).

Bertîlxwerin, dizîya milkê dewletê hinkûfî împêrîyayên derebegî yên Îranê û Tirkîyê ne, durustkirina aparata dewletê ya dij xebatkara – ev hemû bi awakî gelekî xirab tesîr li ser jîyana binecîyan dike. Cêribandinên qewînkirin, pakkirin, guhastina aparata hukumetê, ku car-carna çend sîyasetvanên Tirkîyê û Îranê pêk dianîn, mefayên baş ne didan û tenê hinek rêform dibûn û ew jî hîç ziyan ne didan dezgehê hukumdara. Lê warguhastinên usaye biçûk jî ji alîyê zordesta gelek cara bi bêxemî dihatine qebûlkirinê û li ser kaxez diman. Lê ew kesên, ku pêşnîyarên veguhastinê dikirin, serê wan dihatine jêkirinê. “… Tirka li Konstantînopolê di dema xweda şoriş ne kirin”(15),- K. Marks awa zelal sebebên bingehîn yên sistbûna aborî û eskerîyê-sîyasîyê ya Împêratorîya Osmanîyê û warguhêzîya wê, ku bûye wek dewleteke kapîtalîstîyêye nîvkolonîyal anîye zimên. Ev qîmetkirin bi temamî derbarê Îranê da ne jî.

Lêkolînerê rûs V. Dîttêl jî azirûkirineke balkêş anîye, yê ku di salên 40î yên sedsala XIXa da çûye Îranê.

“Koma merivên bi cilên pînekirî, bi qayîşên sipî, ku her yekî ji wan avîtibûne ser pişta xwe – a ev e bengz û dêmê serbaza, a ev e ordîya ku nayê rayê!… Destûra her tiştî dane van parastvanên dewletê: ewana dikirin-difiroşin, didizin, dema ji wilayetekê derbazî yeke mayîn dibin, milet talan dikin – heynese, tiştê usa dikin, ku kesîbîyê, feqîrtîyê, tiralîyê pêşda tînin (xudan dikaribû gotina xelayî jî di ser da zêde bikira – N. X.). Binecîyên gunda, ku ji vê xweserîtîyê ditirsin, gava dibînîn ew serbaz nêzîk dibin, virda-wirda direvin, çi ku dikarin, bi xwe ra dibin, ji bo eşîyayên xwe ji têrnexwarên alayê xilas bikin; lê mal û holikên wan, baxçe û bostanên bi pincar û fêkîya va dimînin û ji alîyê serbaza da bi temamî têne talankirinê”(16).

Ordîya sultanîyê ji ya şah ne kêmtir e,- xût ew xudan (avtor) dibêje: “Li Tirkîyê esker bêy destdirêjayê nikare bijî. Ew tu tiştî bi hîvîkirin naxweze, lê bi destî zorê hildide” (17).

Çi ku derheqa “cûrên serokatîkirinê da nin”, ji bo nimûnê, ku ji alîyê hukumetê da li Kurdistanê dihatine pêkanînê, derheqa vê yekê da rêwîyê ji Înglîs V. Ramzay dibêje. Ew bi hewaskarîke mezin va derheqa wan hovîtîya da şirove dike, ku qaymeqamê tirk bi alîkarîya wê di nava qebîla kurdaye heynam da “qeyde-zagûn” testîq dikir: “…Hilbet, destûra wî tunebû yekî ji wana darda bike, lê bi hovîtîke nebînayî li wan kesa dixist, yên ku wek girtî diketine ber destê wî, û hinek cara usa dibû, ku ji lêdan û kutana hinek dimirîn…” (18).

  1. Dîttêl, ku di salên 40î li Mûsilê qesidîye, şirovedike, ku li meydana bajêre navbendî kurdek bona tevbûna nava xwepêêşandina dijî hukumetê ser derzîya hatîye rûniştandinê û “ji zêrandinên nemirovane ruhê xwe daye”.

Hukumdarêm îranî di alîyê hovîtîyê da bi tirka ra ketibûne qoşê (lecê). Li Kurdistana Îranê xût ew Dîttêl dîtîye, ku çawa kurdekî bona wê yekê daraxacê dixin, ku ew tevî serhildana ji bo azadîyê bûye: ew bi saxî nava teleloka (kuçikê agir yê bilind) sincirî da şewitî (19).

Bin menîya şerkarîya bi “şorişgera” ra, dîwanên Tirkîyê û Îranê li her dera dû merivên am û tam digerîyan, hebûna wan talan dikirin. Têror û xweserîtî, ku bûbûne “xemla” Împêratorîya Osmanîyê û Îranê, hindava xweda pêşketina aborî didane bendkirinê.

Dubendî û dutîretîyên di navbera derebegên kurd, şerê birakujîyê û pevçûnên di navbera serekeşîrên kurd û mîrên malbeta da tesîra xwe ya malwêran li ser bilindbûna deranîntîya Kurdistanê dikirin. Ev şerê di navbera kurda bi xweda wî çaxî hîn xurttir bû, gava Sitembol û Tehran dixwestin quweta serekeşîrên kurda sist bikin, biteribînin û hukumê xwe li ser eşîrên kurda testîq bikin.

Sîyaseta bi hevdu ra qayîlkirî, ku hukumetên sultan û şah bi riya çekdarîyê pêk dianîn, ku xwesma dehsalîyên pêşin yên sedsala XIXa hatine aktîvkirinê, bûne sebebê berxwedana kurda ya bi hêz, yên ku ji bo serbestîya xwe şerê man-nemanê dikirin. Qebîlên Kurdistana Başûr, ji bo nimûne, bi serokatîya Ebdulrehman paşa Babanê ji Suleymanîyê bawerbikî sê sala (1806-1808) bi fêrizî ber êrîşên eskerên tirk ber xwe da. Dîwana sultanîyê bi dijwarîke mezin, ew jî rûyê xayîntîya serokeşîrên dijî Ebdulrehman, zora wî birin. Kurê Ebdulrehman paşa-Mehmûd paşa li Rewandûzê serokatî li serhildana dijî tirka ya nû kir. Pêşmerga hema bêje temamîya Mêsopotamîya Jor xistine bin destê xwe, bajarên mezin – Kîrkûk û Erbîl (Hewlêr – N. W.) azad kirin. Di nava çend sala da di vê wilayetê da temamîya dîwanê bin destê serokên kurda da bû. Sebebeke serketina wana ew bû, ku Împêratorîya Osmanîyê tevî dewletên Awropayê (Rûsîya padşatîyê û Brîtanîya Mezin) ketibû qal û cengê û piranîya hêza wê li wir bû.

Tirkîya serdestîya xwe ya eskerîyê-aborî bi kar anî û ser demekê Kurdistan bindest kir. Lê gava eskerên xwe ji wira derxistin û xebata di nav pareskeran (beşên ordîyê) da sist kirin, ku her bajarekî mezin û cî-warên giring da hebûn, gelê kurd dîsa rabû serhildanê.

Tevgerên kurdên Tirkîyê di dema têkoşîna eşîrên kurdên Îranê yên dijî hukumetê destpê bûn û haya wana ji hev hebû. Sala 1815a qebîlên kurda yên Êrîvanê û Naxçiwanê, ku diketine nava xantîya Îranê, hatine hewara kurdên mîrîtîyên Wanê û Bitlîsê, ku di bin destê Împêratorîya Osmanîyê da bûn û dijî wê serhildan dikirin(20). Pêşmerga 12 hezar çekdarên sîyarî û gelek leşkerên peya amade kiribûn, di nava wan da ermenî û nûnerên gelên din jî hebûn, ku wan mentîqa da diman.

Pey wê yekê ra, gava serleşkerê Erzurumê hêzeke eskerîyêye mezin şande Rohilata Tirkîyê, ew serhildan bi hovîtîke nebînayî va hate hincirandinê. Lê hema destxweda pey wê ra Sitembol rabû dijî şerê nû yê qebîlên kurdaye li başûr, ku bi pêşengîya serokê miletîyê – welîyê Kurdistanê destpê bûbû. Mixabin, navên mêrxasên miletîyê û hûrgilîyên tevgera qebîlên kurda, ku salên dirêj kişandin, ne ketine ber destên me. Lê îzbatîyên bin destê me da heyî jî gelek tişt dibêjin derheqa berxwedana gelê kurd ya dijî sîyaseta talankarîyê û zordestîyê.

Kurdzanê Sovyetî O. L. Vîlçêvskî bi helalî daye kivşê, ku eger di nava serhildanên di destpêka sedsala XIXa da “tenê wê yekê bibînin, ku ew daxaza derebegên kurda bû, ku xwe ji zordestîyên dîwana merkezî biparêzin, her tiştî bi rûyekî usa destnîşan bikin, ku xudêgiravî ew serhildan nerazîbûnên di navbera çend axa û begên kurda da bûn – tê wê manê, ku di nav wan da ya here sereke nebînin: gelê hişyarbûyî nebînin, yê ku ne tenê ji alîyê milkedarên xwe da dihate zêrandinê, ku ew jî berdevkê dewletên Îranê û Tirkîyê bûn, lê ew serhildan usa jî rûyê wê yekê da bûn, ku danûsitandinên aborî di navbera welatên Asîya Pêş da ew hîn bindest dikirin…”(21).

Carna şerê qebîlên kurda dijî zordestîyê rengê taybetî – talankarîyê werdigirt.

Pêwîst e diha bi hûrgilî li ser vê pirsê rawestin. Gelek serkanîyên Awropî, ku derheqa Kurdistanê da nin di dema sedsala XIXa da, navê “talankara û qaçaxa” li kurda dikin. Ev yeka ji rastîyê gelekî dûr e(22).

Xudannivîsên bûrjûwazî ji bîra dikin, an jî bi taybetî faktorên giring înkar dikin, û rûyê wê yekê da qîmetdayîn bi binyatê xwe va tê guhêrandinê. Wek hate kivşkirinê, di nava kurda da wan dema paşmayînên jîyana eşîrtîyê-qebîltîyê pir bi hêz bûn. Û ew dewraneke usa bû, ku wek Êngêls dibêje, “gava şer û amadebûna bona şer dibine… fûnksîyonên herdemî di jîyana gel da”, dibine “sinetekî herdemî”(23). Gerekê bê gotinê, ku gelek miletên cihanê, herwiha awropî jî, ji wê rê ra derbaz bûne. Em dikarin êrîşkarîyên talankirinê yên vîkîngên Skandînavîyayê, halla, gunna, kelta, anglosaksa û yên mayîn bi bîr bînin.

“Êrîşkarîyên” kurda, wek ku yên gelên mayîn, piranî bi daxaz û serokatîya giregirên derebegîyê û koma dora wan pêk dihatin. Piranîya gelê kurd, xebatkarên sade bi karê heywanxwedîkirinê û rêncberîyê va gîro bûn.

Ji bo çi dîroknivîsarîya bûrjûwazîyê fikra derheqa “gelê qaçax û talankar” da propoganda dike, yê ku nikare li ser axa xwe qeyde-qanûna garantî bike û hewcê wê ye, ku dewleteke kapîtalîstîyê serokatî lê bike, ew fikir zelal û ber çava ye. Ew fikra dagîrkarîyê bona wê ye, ku ji alîyê dewletên împêrîyalîstîyê zevtkirina welatekî din efû bikin û binecîyên wî welatê bindestkirî bikine dîl û qûlê (hêsîr) “dewleta mezin”.

Alîgirên wê riya pîre-pîrekirinê naxwezin faktoreke giring hildine ser hesêb: komên serokatîkir yên Îranê û Împêratorîya Osmanîyê bona dewlemendbûna xwe carna kurda mecbûr dikirin êrîşî li ser axa cînar bikin. Serokên hukumdar yên Împêratorîya Osmanîyê, an jî Îranê bi her awayî piştgirîya wan derebegên kurda û serekeşîra dikirin, yên ku hebûna ji êrîşkarîyê hatibû dizîn, didane wan û nav hev da parevedikirin.

Îzbatîyên van gotina di nav dokûmêntên cihê-cihê da hene. Konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. P. Kamsarakan derheqa talankirina li wilayeta kurdaye Hekarîyê da awa elamî baylozxana li Sitembolê kirîye: “Dezge-dîwana Tirkîyê eşkere piştgirîya wan kurdên dewlemend dike, ku gunehkarî kirine, lê di hêleke dinê va jî dewsa wana kurdên feqîr û belengaz digre, dide mehkemê. Eva karekî dîwana Tirkîyê yê herdemî û taybetî ye, ku di zû da bi cerdên wira va hatîye girêdan û bi hev ra kar dikin”(24).

Hevtê sala berî Kamsarakan rêwîyê firansî Gaspar Druvîl dema çûyîna xwe ya li Îranê tiştên ha dîtîye. Ewî derheqa “merivên çekdar” da nivîsîye, ku “xwedîyê” wî, ango derebeg, ew nan û av dikir. Ew “xwedî carna mirovên xwe dişandine talanê, û wana temamîya tiştên dizî (guhastina cûrê herfa me kirîye.- N. X.) ji wî ra dianîn û paşê ji wî para xwe distandin, ku ewî soz dabû”(25).

Bi awakî mayîn, gilî derheqa êrîşkirinên usa da ne, ku îdî bûbûne sinet û pêşek (profêsîya), yên ku bi destî derebegên tirka-farisa-kurda hatibûne sazkirinê û dihatine meşandinê. Bi vê yekê ra tevayî piranîya kurda – him yên koçer, him jî yên riat – sibê heta êvarê dixebitîn, di nava xûdanê da diman, bi nano-ziko kar dikirin bona bikaribin erdê xwe bêcer bikin, pez-dewara xwedî bikin, sinetekî va mijûl bin(26).

Hukumetên Tirkîyê û Îranê, ku hêzên wan yên aborî û eskerî-sîyasî ser dereca pêwîst nîbûn, ku bikaribûna hukumdarîya xwe li ser eşîretên kurda testîq bikin, hewil didan bi destî berîhevdana qebîla, hukumê xwe li Kurdistanê bidne mehkemkirinê. Dewleta helan didan, ku derebegên kurda rabine hev û dijî hevdu şer bikin, ji bo ku bi hêsanî daxaza xwe bi situyê wan va bialînin. Sitembol û Tehran “gelekî sist in, ku bikaribin bi destî çeka kurda bînine rayê,- Ksavyêr Raymon di nîveka pêşin ya sedsala XIXa da daye kivşê, gava bi rewşa li Îranê û Tirkîyê ra bûye nas,- ji ber wê jî herdem hewil dane tevî hemû pevçûnên di navbera eşîrên kurda da bibin, helan didane yekê, soz didane yeke din ku wê piştgirîya wan bikin, hetanî birayên hev jî radikirine rûyê hev, ji hemûya de`wa amaneta (dîl.- N. X.) dikirin û her cara tiştekî da bi ser diketin”(27).

Dewleta Tirkîyê wî çaxî kêm cara tevî nerazîbûnên di navbera eşîreta dibe, gava kara wan tê da tunebe û hîç cara ji bo lihevanînê jî tev nabe,- zanyarê rûs V. Dîttêl nivîsîye, ku gelek cara çûye Kurdistanê. Hela di ser da,- ew berdewam dike,- hukumet “şa dibe, ku ew eşîret zora hevdu dibin, ji ber ku ew yek ji bo rehetîya Tirkîyê baş e”(28).

Dewletên kapîtalîstîyê anegorî pêşketina sîyaseta xwe ya dagîrkarîyê li Rohilata Nêzîk û Navîn, bi her awayî dicedandin (hewil didan) nerazîbûn û pevçûnên di nav Kurdistanê da bona kara xwe bi kar bînin. Gelek cara dagîrkara bi xwe ew tevlihevî çê dikirin bona bikaribin bikevine nava karê Kurdistanê yê hundur.

Taybetîyeke balkêş: hema bêje hemû avtor, ku usa “bedew” ew “cerdhizîya kurda” nitirandine, bi wê ra tevayî jî derheqa mêvanhizî û dilpakîya wan, beşerxweşî û qencîya wan da şirove dikin: “Ew miletên, ku li ser riya talana û dizîyê dikin, destê xwe nadine xerîba û di hêleke dinê va jî ew gelekî mêvanhiz in; ji ber wê jî rêwîyê bi tecrûbe li Rohilatê li wî welatî bê tirs digere, li ku kesên usa hene: îzbatîya vê yekê kurd in. Gava ewana çav li xerîbekî dikevin, ku motacê (hewcê) tiştekî ye, çend kes berbi wî diçin û dibêjin: “Roj baş! Li vir xwe wek di mala xwe da bibîne. Em bê sebir benda wê demê ne, gava em bikaribin qedirê te bigrin”(30). Amêdêy Jobêr awa nivîsîye, ku Napoleon bi xwe ew şandibû bona hevraxeberdanên tevî şahê Îranê (1805-1806 s.s.). Dû ra ew derheqa wê yekê da elam kirîye, ku kurd bi xemxurîke çawa qedirê mêvanê nenas û hespê wî digirin, hetanî nanê ji bona rê û hedya jî didin.

Îzbatîyên aha hindik nînin(31). Bi vê yekê ra tevayî tu dîtindarek, ku derheqa “cerdbaşîyên kurda da” şirovedike, nikare nimûnekê bîne, ku li ber çavê wî kurda talan û dizî kirîye, an jî ew bi xwe hatîye şêlandinê.

Nivîskar û ronayîdarê ermenîya yê herî bi nav û deng Xaçatûr Abovyan, ku demeke dirêj di nav kurda da maye û rind haj ji wana heye, nivîsîye, ku “eger kurd sond xwer amanetekî xelqê bal xwe sitar bike, an jî soz da, ku sura wî dîhar nake, wê diha zû xwe bikuje, ne ku wê xayîntîyê bike”(32). Li her dera kurda cil û xwerina xwe dane wan kesa, yên ku hewcedar bûne(33). Kurd gelekî qedirê jina digrin, û ev yek ne hinkûfî hemû miletên Rohilatê ye. Abovyan hatîye ser bîr û bawerîya usa, ku “kurd dikaribûn bûbûna cindîyên (xweşmêr) Rohilatê, eger jîyana wan ya koçerîyê û koçbarkirinê nîbûya”(34).

Hîç şik tune, ku gava şertên jîyana wan paktir bibin, ev nav û nîşanên xeysetê wan yên baş wê hîn baştir bibin (û wê ew roj bê!). Hilbet, desthilatdarîya sultanê Tirkîyê û şahê Îranê li ser vê rê bûne asteng.

Komên serokatîkir, yên şah û xwesma yên sultanîyê dixwestin pirmiletîya Kurdistanê bi kar bînin bona qewînkirina hukumdarîya xwe. Wana milet berî hev didan, dijminaya dîn-olî pêşda dianîn, bi her awayî hewil didan, ku quweta wan mileta di tevgera dijî hukumetê da nebe yek.

Lê cêribandina dîrokî ya şerkarîyê gelên Kurdistanê da bawerkirinê, ku lazime hemû hêzên xwe bikine yek bona bighîjine armanca xwe. Merî dikare di ser riya temamîya sedsala XIXa texmîn bike, ku çawa serokên tevgera kurda ya ji bo azadîyê yên dûrdîtî dicedandin gelên Kurdistanêye mayîn jî tevî karê serhildanên ji bo serxwebûnê bikin.

Wek ku xaldêyên nêstorîyanî dibêjin, berî ku dewleta Tirkîyê salên 40î yên sedsala XIX a kurd û nestorîyanî rakirine dijî hev, ev herdu milet 400 sala bi tevayî kêleka hev bi aşîtî jîyîne û navbera wan gelekî xweş bûye(35).

Serhildanên bi tevayî yên kurda, ermenîya, aşûrîya û netewe û gelên Kurdistanêye mayîn ji bo zordesta gelekî bi xeter bûn. Ji ber wê jî Sitembolê dawîya sedsala XIXa planek amade kir, ku gelên Împêratorîya Osmanîyê, ku li rohilata wê da diman (û ne tenê wana), rakine dijî kurda.

Dewletên kapîtalîstîyê jî dixwestin pirbûna eşîretên Kurdistanê û cudatîya di navbera dînên cihê-cihê da bona sîyaseta xwe ya zevtkarîyê bi kar bînin. Di wî alî da xwesma dewleta Înglîs gelekî bi aktîvî kar dikir, ku di sedsala XIXa da dewleteke kolonîyale here mezin û zor bû, lê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî, Rûsîya padşatîyê, Fransa, Almanîya û welatên mayîn jî ji wê paş ne diman.

  1.  Malûmatîyên rasttirîn bona wê demê û herwiha bona vê demê jî, tunene.
  2.  “Miletên Asîya Pêş”, rûpel 243-244.
  3.  O. L. Vîlçêvskî, Kurdên Mukrî (Nivîsên êtnografî),-“Berevoka êtnografîyê ya Asîya Pêş”, dîwan I, rûpel 182.
  4.  X. F. B. Lînç, Ermenîstan. Qise û êtyûdên rêwîtîyê, rûpel 191-192.
  5. [C. J. Edmonds], Kurds, Turks and Arabs. Politics, travel and research in North-Eastern Irak 1919-1925, p. 8.
  6.  H. C. Rawlinson, Notes on a journey from Tabriz..,-“The Journal of the Royal Geographical Society of London”, vol. X, pt I, 1840, p. 65 (dû ra – JRGS wê bê karanînê).
  7.  Têrmîna “riat” tê mana “garan”, lê bi fikra diha fire – “berbihêr”, “bêdeng” (binhêre gotara A. S. Trêrîtînov: Derheqa pirsa gundîya û xwelîbêcerkirina gundîtîyê li Împêratorîya Osmanîyê (sedsalên XV-XVI),-“Malûmatîyên zanyarî yên Înstîtûta Rohilatzanîyê”, cild XVII, sal 1959, rûpel 15.
  8.  A. Karsêv, Fikrên derheqa kurda da, rûpel 22-23.
  9.  Trottêr, Kurdên Asîya Biçûk, rûpel 13.
  10.  Arşîva sîyaseta der ya Rûsîyayê (dû ra – ASDR), Sankt-Petersburg, arşîva navbendî., 1-9, dokûmênt 20, sal 1887, belgeyên 17-20. Malûmatîya Ponafîdîn, ku ji dêpartamena Asîyayê ra şandîye, ya 21ê gulanê sala 1887a.
  11.  ASDR, dokûmênt 517, malûmatî 1798, belge 9. Malûmatîya M. Yakîmanskîy, ku 3-ê hezîranê sala 1879a ji baylozê Konstantînopolê A. B. Lobanov-Rostovskî ra şandîye.
  12.  Î. Bêrêzîn, Riya xeter,- “Pirtûkxana ji bo xwendinê”, cotmeha sala 1858a, rûpel 11.
  13.  ASDR, dokûmênt 517, malûmatîya 1798, belge 8-9.
  14.  J. Brant. Notes of a journey through a part of Kurdistan in the summer of 1838,- JRGS, vol. X, pt III, 1840, p. 396.
  15.  K. Marks, Derheqa pirsa Rohilatê da,- K. Marks û F. Êngêls, Berevok, cild XV, sal 1933, rûpel 380.
  16.  V. Dîttêl, Qisa derheqa rêwîtîya li Rohilatê ji sala 1842 hetanî 1845a.,- “Pirtûkxana ji bo xwendinê”, cild 95, perçe I, sal 1849, rûpel 11.
  17.  Hema li wir, rûpel 30.
  18.  W. M. Ramsay, Impressions of Turkey during twelfe years wandering, p. 115.
  19.  V. Dîttêl, Qisa derheqa rêwîtîya li Rohilatê ji sala 1842a hetanî sala 1845a. Kurd û Bedir-xan beg,- “Pirtûkxana ji bo xwendinê” cild 95, tîrmeh, sal 1849, rûpel 200.
  20.  Binhêre O. L. Vîlçêvskî, Aborîya olka (dîyaspor-N. W.) kurdên Pişkavkazê û navçeyên dora wê ya malhebûna gundîtîyêye koçerîyê di nîveka duda ya sedsala XIX a.,- “Êtnografîya Sovyetî”, sal 1936, hejmar 4-5. rûpel 158.
  21.  Hema li wir.
  22.  Avtorên bûrjûwazîyê gelek cara gelên Rohilatê bi nav kirine wek nezan, berçûyî. Di pirtûkên dîrokzanên bûrjûwazî da merî dikare rastî nivîsarên werimandî û serdazêdekirî bê derheqa “talanhizîyê” da, ku xudêgiravî nêzîkî ruhê turkmena, qazaxa û qirgiza ne û di nav wan da cerdbaşî belabûyî ye.
  23. F. Êngêls. Pêşdahatina malbetê, arzîtîya şexsî û dewlet,- K. Marks û F. Êngêls, Berevok, weşana 2, cild 21, rûpel 164.
  24.  ASDR, Baylozxana li Konstantînopolê, malûmatîya 1568, belgeya 23. Malûmatîya K. P. Kamsarakan ya 26-ê tîrmehê sala 1882a.
  25.  G. Drûvîl, Rêwîtîya berbi Farizistanê di sala 1812a û 1813a, rûpel 165-169.
  26.  Derheqa wê yekê da binihêre: Trottêr, Kurdên Asîya Biçûk, rûpel 10.
  27.  Ks. Raymon, Kurd û welatê, ku ew lê dijîn,- “Lawê Welêt”, Sankt-Petersburg., sal 1839, hejmar 12, rûpel 68.
  28.  V. Dîttêl, Qisa derheqa rêwîtîya li Rohilatê ji sala 1842a hetanî sala 1845a. Kurd û Bedir-xan beg,- “Pirtûkxana ji bo xwendinê” cild 95, tîrmeh, sal 1849, rûpel 200.
  29.  Binhêre, ji bo nimûnê: J. B. Frasêr, A winter`s journey (Tatar) from Constantinople to Teheran; with travels through various parts of Persia, etc., vol. pp. 256-257; G. Fowler, Three years in Persia; with travelling adventures in Coordiston, vol. II, p. 26.
  30.  [A. Jober), Kurdistan,-“Arşîva bakûr”, sal 1826, hejmar XIV û XV, rûpel 181.
  31.  Binhêre, ji bo nimûne, qisa derheqa rêwîtîya V. Dîttêl, û herwiha J. C. Buckingham, Travels in Assyria, pp. 170-171.
  32.  X. Abovyan, Kurd.- “Berevoka rojnama “Kavkaz”, nîveka duda ya sala 1848a”, rûpel 227-228.
  33.  Hema li wir, rûpel 218.
  34.  Hema li wir, rûpel 216.
  35.  E. B. Soane, To Mesopotamia and Kurdistan in disguise. With historical notices of the Kurdish tribes and the chaldeans of Kurdistan, p. 156.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev