Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Koroxlî gorî zargotina me -2”

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema bîstûheftan a bi sernavê “Koroxlî gorî zargotina me -2” me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Beşa pêşin berî heftêyekê di rûpelên me da hate çapkirin.

Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 27

Sibe safî bû, di seheta padişa gotibûyê da Koroxlî siyar bû, bi xulamên wezîr ra çû. Gava şeher çav bi Koroxlî û hespê wî ket, padişa û wezîr jî ew dîtin, lê nihêrîn Koroxlî mîna qitîtkê mêrê kulê ser pişta hespê ye. Hesp hespekî wisan e, ku ewiran pervedike, mîna kewên gozel çavê wî lê ye bifire, bi çiyan keve.

Paşa bi dilekî na, bi bîstûpênc dilan hespê wî heband, got:

– Ev hesp hespê canê min e.

Li çiyê lê nihêrîn refde xezal hatin. Heta wezîr û padişa bi xulamê xwe va xezalek hildan, Koroxlî du xezal hildan. Padişa go:

– Ev hunurê hespê ye, heta min û xulaman va xezalek hilda, ewî du xezal hildan. Welle ev hesp hespê min e. Îdî ez nadim Koroxlî.

Zivirîn, her kes dîsa li warê xwe peya bûn, padişa xulamê wezîr şande pey Koroxlî. Koroxlî hat dîwana padişa, li ber wî temene bû. Cî nîşan dayê, Koroxlî rûnişt. Padişa got:

– Koroxlî lawo, tu zanî, min seva çi şandîye pey te? Min bona wê yekê şandîye pey te, ku tu gerekê hespê xwe bidî min.

Koroxlî got:

– Padişa sax be, hespê min hespekî dîn e, tu were rojekê li xulamê te xe, ew tu kesî nahemilîne, dibe rojek ji rojan li yekî xe, ez xûnî Xwedê bim.

Go:

– Lawo, tu bide, karê te pê neketîye.

Koroxlî hespê xwe kişand anî ber derê padişa, bir di tewila padişa da girêda. Ê, Qiratê Koroxlî dihêle evd-îsan ser da here?! Fêza serê wî qul kirin, ava wî, alifê wî tê ra didanê. Hema hespê Koroxlî bê tîmarkirin dibe? Ewqas pirç bi ser ket, ku gazî wezîr kirin, gotinê:

– Wezîr, gerekê xulamê te here gazî Koroxlî bike.

Xulam çû gazî Koroxlî kir. Nihêrî Koroxlî digirî.

– Koroxlî, kuro, tu çi ra digirî?

Go:

– Ji derdê hespê xwe.

Go:

– Were, padişa gazî te dike.

Koroxlî çû cem padişa. Padişa jê ra got:

– Koroxlî!

Go:

– Belê, padişê min.

Go:

– Kuro, xebera te ye, bi rastî jî hespê te dîn e, tu kesî nahemilîne, tu gerekê rojê du, sê caran bêyî, bi îzina min û bi destî min tu bêyî hespê alif bikî, tîmar bikî. Lawo, ezê heqê te bidim.

Koroxlî got:

– Padişa xweş be, dibe ez wextekî bê heyam da bêm ber derê dîwanê, tewlexana hespê, tu kaxezek bide min, ku tu kes tevî karê min nebe, an na dikare wisa bibe ku hinek kes min bikujin.

Padişa kaxez dayê, tê da nivîsî: “Tu çi çax bêyî, tu kes nabêje na, kes nikare ber te xeberde”. Koroxlî kaxezê padişa kire cêba xwe. Royê sê denan dihat, ne gîder, baxdan gîder, baxvançîdan ne gîder? Hesp wisa xwey kir, ji ronahîya çavên xwe zêdetir, wakî dinê di nav şeher da digerîya. Hema merivên xwedî derd di nava şeher da gelek hebûn. Wan merîyan bihîstibû, ku hespê Koroxlî bi destî zorê jê sitendine. Ew jî digerîyan ku belkî Koroxlî bibînin. Wan û Koroxlî di nav bajêr da hev dîtin. Çiqas merivên xwedî derd, belengaz hebûn, weke sî-çil merivî wî dîtin. Wan û Koroxlî dizîkava ya xwe kirin yek, bi sond, bi qewil û qirar: “Koroxlî, tu çareyekê bi me ra bibînî, mezinê me tu yî, bavê me tu yî, tu çi bikî, emê gurra te bikin”.

Go:

– Gelî lawikan, her yek ji we here mala xwe, çi di malên we da heye, bifiroşin, bikine pere, hema ezî ne ji vî welatî me, kîjan çiya bilind e, hasê ye, cîyê qaçaxan e, ji min ra bêjin.

Yekî hilda got:

– Çardaxlî Çamlibel; çiqas bazirganên dewlemend hene, ji vê rê ra diçin, ez li wî erdî beled im.

Koroxlî got:

– De herin malên xwe bifiroşin, bikine pere.

Wek ku Koroxlî gotibû, wan merîyan wisa kir, tivdarekê xwe dîtin, hatin bal Koroxlî gotin:

– Koroxlî, me wek ku te gotibû tivdarekê xwe dîtîye.

– De herin, êvarê filan sehetê berevî li cîkî bin!

Êvarê, wek ku gotibûn, berevî li ser hev bûn. Koroxlî çû nav wan, got:

– Hûn li vir bisekinin.

Çû Toratê xwe bi zîn kir, bavê xwe lê kir, anî bal hevalan, got:

– Gelî hevalan, hûn li vir bisekinin, heta ez diçim û têm.

Wexteke şevê Koroxlî kaxez hilda da qerewilê ber dêrî. Kaxez xwendin, lê nihêrîn, ku padişa weha tê da nivîsîye: “Koroxlî, şev nîvê şevê li hespê min siyar be bigerîne, ku kes jê xeber nede”.

– A qurba, Koroxlî, padişa emir kirîye, em nikarin emirê padişa şûnda bidin.

Koroxlî çû hundur, Qirat tîmar kir, zînê wî lê kir, lê siyar bû, ajot nav hevalan, got: “Ya Allah, ya Xwedê” û berê xwe dane Çardaxlî Çamlibelê. Wextekê derketin serê çiyê. Koroxlî lê nihêrî çiyakî wisan e, ku tev mêşeyê six e, cîkî zehmet e, hema bona qaçaxan e, di binî da deşt e, çayîr û çîman in, av in, çavkanî ne, riya çûyîna ber bi Adirbêcanê ye. Çadirê xwe li wêderê lê xistin, bira xwe ra li wêderê holikan çêkin, avayan çêkin.

Padişa pê hesiya, ku Koroxlî bavê xwe û çend heval hildane, qaçax bûne, hespê xwe jî birîye. Ê, kî diwêre pey Koroxlî keve.

Koroxlî ji bavê xwe ra got:

– Bira qirar be, ez mexserê serê xan û xanleran, tucar û bazirganan bim.

Diha Koroxlî kes ne hişt, hûr û mûr dikişand serê Çardaxlî Çamlibelê.

Rokê Koroxlî lê nihêrî bazirganekî giran hat, çû. Koroxlî çû pêşîya wî bazirganî, jê pirsî:

– Bazirganbaşî, tu bazirganê kîderê yî?

Go:

– Ez bazirganê Stembolê me, yê padişê me.

Koroxlî bazirganbaşî girt, hûr û mûrên wî jê hilda, çi eşîyayên wî hebûn, jê sitend, gotê:

– Bazirganbaşî, here ji padişa ra bêje, hergê qul-qevatê wî heye, bira bê, ez li Çardaxlî Çamlibelê me. Eger mêr e bira hespê min ji min bistîne.

Koroxlî bazirganbaşî berda; bazirganbaşî bira here wî gilîyî ji padişê ra bêje. Qewata padişê eger heye, bira derkeve bê Çardaxlî Çamlibelê, Koroxlî bigire. Koroxlî nav ket, di dinyayê da çiqas egît hebûn, berevî ser hev kir. Îtinde Kose Kenhan anî, dû ra Kose Sefer anî, dû ra Edî Geyan Nal Qiran Demirçîoxlî anî, dû ra jî Elî Baratlî, Çivt Qiliç Qolî Qobetlî, Kose Hesen Qedirdî, evan merîyan ku qoçax bûn, gihîştine Koroxlî. Îcar li kêderê dewletî hebû, Koroxlî lê dixist danî, çiqas çiyayê bilind hebû, kela lê çê dikirin. Ewan qoçaxan, mêrxasên wî îcar milet ji tu kesî nedikişandin, kîjan qîzeke dewletîyan ya baş didîtin an jî navê wê dibihîstin, ji keleşlerên xwe ra dianîn.

Koroxlî rokê keleşlerên xwe hildan, berê xwe dane Telke-Tuyê. Bi dûrbînê lê nihêrî, dît ku li kanîya Zêwayê bazirganekî giran derket; hema bazirganbaşî bihîstibû ku li gelîyê Pernewutê qaçax hene. Ser kanîyê dûrbîn da ber çavên xwe, li bazirganbaşî nihêrî, dît ku Telke-Tuyê mînanî teyrekî dixwêne. Bazirganbaşî got:

– Kuro bisekinin, pêşîya deve û delûlan bigirin, li Telke-Tuyê meriv hene, meriv dixwênin.

Koroxlî got: “Belê, wî bazirganbaşî dît”. Bazirganbaşî bazirgan da eglekirinê. Koroxlî hevalekî xwe şand, wî kulavekî bona terkûya zîn anî, heskek tijî qatix kir, girt ew kulavê terkûyê zîn avît, heska qatix li dû avît, xwe teland. Bazirganbaşî got:

– Lawo, teyr bû, zîrç kir, firî çû.

Bazirgan bira bê, Koroxlî peya bû, hat nav keleşlerên xwe, got:

– Gelî hevalan, bazirgan hat, de siyar bin, li Pernewuyê peya bin.

Ew bi xwe jî çû pêşîyê. Bazirgan hat, derket tanga wana. Bazirganê giran bazirganê şah e, heniz yê çavên bavê wî kor kirîye, ew e. Keleşleran dor lê girt. Bazirganbaşîyê wî zîya bû; lê nihêrî, got:

– Sed carî Xwedê ji bavê min ra hilneyne, diya min û bavê min ji xwe ra di otaxê da rûniştibûn, gilî dikirin. Ez cem diya xwe bûm. Bavê min gazî min kir, ez pêxas hatime orta otaxê, derbazî cem bavê xwe bûm. Lema min tu ji hev nebijartî, ronahîya çavên min kêm bûbû.

Koroxlî got:

– Bazirganbaşî, ez ji bo wê xebera te, te nakujim, ezê nîvê malê te jî bi te dim.

Rima xwe kire helebî ji xwe ra çiqas kerman hebû, şelê kerman hebû, çiqas qumaş, etles, fatoya hebûn bi rima xwe ols kir (pîva), nîvî ji xwe ra hilda, nîvî da bazirganbaşî, got:

– Tu herî bêjî şah, bêje ew Koroxlî Ûrîşan e, kurê wî merivê beytarê hespên te bû, yê ku te kor kir. Ji vir û wa da ez mexeserê wî û bazirganê wî me, heta çavên bavê min dikeve bîra min; de îcar here.

Bazirganbaşî bira şûnda bizivire. Pirsa ku Koroxlî gotibû, çû ji şah ra got. Koroxlî û keleşmêrên wî siyar bûn, berê xwe dane Çardaxlî Çamlibelê. Rokê daxilî Çardaxlî Çamlibelê bû. Keleşmêr ew hûr û mûr, eşîyayên biribûn, şam û qutnî, şelên kerman, etles, qinawiz, fetfûya li keleşmêrên xwe parevekir; bira bibin ji jinên xwe ra kêf bikin. Îçke danîn ji xwe ra kêf kirin. Hevalekî wî li ser îçkê hilda got:

– Canim, em ne camêr in. Koroxlî em gişk zewicandin, Koroxlî bi xwe jî nezewicî ma. Gerekê em Koroxlî jî bizewicînin.

Yekî hilda got:

– Emê ji Koroxlî ra qîzeke layîq ji ku bibînin?

Yekî din hilda got:

– Qîza Cewarlî paşa – Nîgar Xanim ji Koroxlî ra layîq e; em li ku bibînin, emê jê ra bînin.

Koroxlî eva pirsa ku bihîst, got:

– Gelî keleşmêran, heta ez qîzê nebînim, ez nastînim.

Koroxlî tivdarekê xwe dît, Qirat kişande der va, li Qirat siyar bû, berê xwe da şeherê Stembolê. Ber derê mala pîrekê banz da, ji hespê hate xwarê. Qirat li mala pîrê da girêda.

– Pîrê, go, han ji te ra van zêrên han, gerekê tu kes neyê mala te û Qirat nebîne.

Koroxlî hergê rokê, hergê du rojan li mala pîrê sekinî. Pîrê gelek kar jê dî. Koroxlî rokê ji pîrê ra got:

– Tu zanî, ez ji bona çi hatime? Ez ji bona Nîgar Xanimê, qîza Cewarlî paşa hatime. Gere tu Nîgar Xanimê nîşanî min dî, ez bibînim.

Pîrê got:

– Xwedê malik xirabkiro; hezar hebên mîna te hebin, nikarin Nîgar Xanimê bibînin.

– Çawa, go, pîrê?

Go:

– Tu xortekî temiz î, delal î, ber bi çavî, hema Nîgar Xanim tu kesî nahemilîne.

Go:

– Pîrê, yan tuyê di mala xwe da serê min bidî jêkirinê, yan tuyê çareyekê bikî, Nîgar Xanimê nîşanî min kî.

Pîrê got:

– Ezê serê xwe bidim rihîna te, hema nizanim çi çax Nîgar Xanim diçe nav bêx seyranê. Gava diçe nav bêx, çadira xwe lê dixe, sê rojan di nava bêx da disekine, ezê lê bixebitim. Bira em li benda wê rojê bisekinin.

Pîrê şivika xwe girte destê xwe, ber bi koçik û sera wê çû; nihêrî carîyeke wê li ber dêrî ye. Bi carîyê şa bû, go:

– Lawo, ezê pirsekê ji te bikim, tu ji diya xwe ra rast bêjî. Nîgar Xanim çi çax wê ji şeher here xewletbaxçeyê seyrangeh bike?

Hilda got:

– Diya pîr, Nîgar Xanim roja înîyê diçe hewzê mermer, avê li xwe dike, sê rojan tê da rehet dibe, paşê dizivire tê.

Pîrê hema riya bax zanibû, zivirî hat, ji Koroxlî ra got:

– Roja înîyê Nîgar Xanim diçe xewletxaneya bax, hewzê mermer da dikeve avê, sê rojan di nava bêx da radizê, digere, paşê tê mezîla xwe.

Koroxlî got:

– Diya pîr, tu riya bax zanî?

Go:

– Erê welleh, ez zanim!

Koroxlî derxist du zêr dane pîrê. Kincên xwe guhêrîn, deste kincên kevin li xwe kir, ew û pîrê berê xwe dane bêx, çûn ber derê bêx, derî vekir, çû hundur.

Pîrê lê nihêrî ku Nîgar Xanim ji hewzê derketîye, kincên xwe li xwe kirîye, digere. Carîyekê pêşî lê girt, go:

– Pîrê, tu û ev der?

Pîrê hilda got:

– Lawo, hazir bibîne, ez hatim cem xanimê, şuxulê min pê heye.

Carîyekê cab da xanimê, xanimê got:

– Belengaz e, bira bê cem min!

Pîrê çû cem xanimê. Koroxlî jî situyê xwe xwar kirîye, li wan deran sekinîye. Xanimê ji pîrê pirsî:

– Pîrê, ev çi belengaz e bi te ra?

Go:

– Ev merîkî feldar e,seba bext û mirazan felan vedike.

Carî li dorê berev bûn, gazî Koroxlî kirin. Koroxlî ji carîyên wê ra got:

– Tuyê bi qismetê filankesê bî, ya hanê wê qismetê filankesê be.

Keçik kenîyan û pirsîn:

– Lê ev xanima me ya delal û nazik wê qismetê kê be?

Koroxlî hilda got:

– Wê bi qismetê Çardaxlî Çamlibelê Koroxlî be.

Nîgar Xanim kenîya, go:

– Belengaz, go, Koroxlî bi xwe ji me qaçax bûye, hema min Koroxlî bidîta, min hiz dikir ez bibim jina qaçaxê wisa, merivê wisa.

Pîrê hilda got:

– Nîgar Xanim, ku ez rojekê Koroxlî bînim, li hespê siyar bikim, tev girêdana xwe, sîlihên xwe va, tuyê çi bidî min?

Got:

– Hergê dilê min girt, min begem kir, tu çi bixwezî, ezê bidime te, ku dilê min begem ne kir, bira lêxe here.

Pîrê got:

– Nîgar Xanim, ji min zêde ye ez ji te ra bêjim. De tu were ad bike, ku tuyê bi qelpî li Koroxlî nenihêrî.

Go:

– Pîrê, ad be, ku bi dilê min be jî, ne bi dilê min be jî, ez bi qelpî lê nanihêrim.

Jê ra sond xwar. Pîrê, go, îro înî ye, ez her înî tême nav bêx, baxê xewletxanê. Înîya dinê ezê bêm nav bêx, gere tu wî bînî.

Koroxlî bi xwe jî dibihîze.

Koroxlî bi pîrê va zivirîn mala pîrê. Nîgar Xanim bi carîyan va çûn otaxa xwe. Ewê înîyê heta înîya din. Înîya din temam bû. Koroxlî xwe xemiland, li hespê xwe siyar bû, ajot ber derê baxê xewletxanê. Nîgar Xanim rûniştîye, carîyên wê pêş va sekinîne. Koroxlî çû hundur, Nîgar Xanim lê nihêrî Koroxlî li hespekî wisa siyar e, ku ewiran parevedike. Gava Nîgar Xanim çav bi Koroxlî ket, bi bîstûpênc dila heband, go:

– Keremke, peya be!

Koroxlî got:

– Ez peya nabim. Qewilekî min heye; hergê tu ji min ra bêjî, bidî min, dibe ez peya bim, yanê na ez peya nabim.

Go:

– Qewilê minî rast ji te ra ye.

Koroxlî milê Nîgar Xanimê girt, avîte terkuya xwe, û “haydê!”. Ro ew ro bû, Nîgar Xanim derxist serê Çardaxlî Çamlibelê. Ê, talaşa Qirat e?

Mîndim Qirat, aldim mûrad2.

Dewata Nîgar Xanimê û Koroxlî keleşleran kir. Ew bi mirazê xwe şa bûn, tu jî bi mirazê zarên xwe şa bî.

Riataza.com

2 Li Qirat siyar bûm, gihîştime mirazê xwe.

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev