Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rewşa zimanê kurdî li Sovêta berê

Guhdarên ezîz, fermo, guhdarîya beşeke bernameya radyoya Ria taza derheqa rewşa zimanê kurdî nava kurdên Sovêta berê, bi taybet kurdên Gurcistanê bikin. Her wiha di weşanê de derbarê vê mijarê da hûnê guhdariya hevpeyvîna min di gel kesekê waletperwer, zanyar, nivîskar, rojnamavan û karmendê civaka kurdên Gurcistanê yê bi nav û deng mamosta Keremê Anqosî bikin.

Kîye Keremê Anqosî?

 Keremê Anqosî, wek ronakbîrekî kurd û wek xizmetkarekî wêje û çanda kurdî, herwiha di pêşketina kurdeyetîyê da, bi kurtî di van hemû waran da, bi saya kar û barên wîye bi dehan salan, emekekî bêhampe daye. Gava gilî tê ser çanda kurdên Yekîtîya Sovêta berê, bi taybet kurdê Gurcistanê, berî gişkî navê Keremê Anqosî tê dayîn..Gelek navendên kurdî yên kûltûrî, çandî, komên stran û reqasê, yên ku dema Sovêtê hatibûn demezirandin, bi saya hêz û xizmeta wî bûn. Cîyê gotinê ye, ewî alîkarîke mezin daye ji bo pêşketina têatroya kurdî ya Tbîlîsî.

Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û, rast e ew êdî 78 saliya xwe temam kirîye, lê heta roja iro tê de kar dike û berpirsyarê wê yê. Ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek stiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografiya, folklor, dînê êzdiyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî amade kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdiyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye. Helbest û serpêhatiyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendiya çend stiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên “Lêxin, birano”, “Hola Êzîdê Sor e”, “Ax, kuştim Şirînê”, ku li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatiye sêwirandin, ango sazbendiya wê hatiye sazkirin.

Ew bi xelat û mêdalyayên dewletê va hatiye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdên Gurcistanê“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azirî û miletên din jî.

Keremê Anqosî gelek salan li Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Gurcistanê karmendê zanyarî bûye. Sala 1979an ew di Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar dibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya “Gêlawêj” kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1998an cara yekemîn bi înîsîatîva wî “Yekîtiya êzdiyên Gurcistanê“ hat damezirandin. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya UNECKOyê li Gurcistanê“ saz kir.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû gelek konsêrt û êvarîyên şahîyê, pêşengeh, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendîyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhanîyê yên kurdan dane derbazkirin.

Niha mamosta Keremê Anqosî li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê dijî. Zewicîye, di keçên wî hene.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev