Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Xaylaza Reşîd: “Helbestvanên kurd tev birîndar in, tev Welatê xwe dixwezin

Xaylaza Reşîd: “Helbestvanên kurd tev birîndar in, tev Welatê xwe dixwezin, tev tên ser kanîkî, ser kanîya ava hizretê, kanîya azadîyê, tev azadîya Kurdistanê dixwezin. Kula me gişka yek e, jana me gişka azadîya Kurdistanê ye, em tev birîndar in, birîndarêKurdistanê ne…”.

Guhdarên ezîz, guhdarîya beşeke bernameya radyoya Ria taza “Ji rûpêlên edebiyetê” bikin. Di vê beşê de emê nasîya we bidin şayîr û nivîskarên kurd yên dema me û herwiha efrandinên wan. Fermo, em çend deqeyan niqoyî li nav dinya hest û hizrên kûr, çîroka jiyana berhemdaran yên balkêş, xeberên xweş û sazbendîya bedew bibin. Vê carê emê nasîya we bidin yekem helbestvana jina kurd a xweyşuret û dilsoz ya Gurcistanê Xaylaza Reşîd û çend berheman ji pirtûka wê ya bi navê “Kaniya dilê min“. Ji ber ku Xaylaz helbestvaneke xwediya hesteke germ û dilşewat e, carek min ji Xaylaza Reşîd pirs kir: Xaylaz xanim, kengê ez helbestên te dixwînim, difikirim, gelo Xaylaz evîndar e? Ev hastên evînê, ev kela dilê xwe tu didî kaxezê, gelo mirov dikare evîndar nîbe û wisa binivîse?Xaylaza Reşîd wiha got: Belê, ez evîndar im, ez evîndara zarê xwe me, evîndara malxwêyê xwe me, evîndara Welatê xwe me, evîndara ziman û çanda gelê xwe me, evîndara tebiyetê me ”…

SMLXL

 Dema mirov berhemên Xaylaza Reşîd dixwîne û babetên wan analîz dike, mirov dibîne ew zimanê berhemên we wek ava kanîya paqij û sade, wek efrandinên gelî, wek gotinên pêşîyan, dewlemendîya jîyana folklorî, rastîya jîyanê, şerê xiravîyê û pakîyê, xweşî û nexweşiyê nişanî me dike. Di helbestên xwe de Xaylaza Reşîd pesinê delalîya jina kurd, qencî, helalî, xebathizî, femdarîya wê dide… Ew her wiha wek jina kurd derdkêşîya van bûyerên bedbext ser mirovan û li ser civakê re derbaz bûne di efrandinê xwe de bi ruh û hestên kurdewarîyêye zelal diyarî xwendevanan dike.

Kurtejînenîgarîya Xaylaza Reşîd? Kê ye Xaylaza Reşîd?

Xaylaza Reşîd Mîrzoêva Mexsoyî di sala 1964an da li gundê Pampê ya navçeya Elegezê ya Ermenîstanê ji dya xwe bûye. Xaylaza Reşîd bişkorîke malbeteke êzidî ya binav û qedir e. Bavê wê Reşîdê Reşîd Mîrzoêv xwedî xwendina bilind bû. Bi rabûn û rûniştandina xwe merivekî bi qedir û hurmet bû. Muxdarîya salên dirêj li ser tertîba bilind xebitîye, endamê partiya komunîstiyê û navkarê şerêWeteniyê bu. Bavê Xaylazê serwertiya gundên Çongermezê û Pampê dikir. Remetîyê Reşîdê Mîrze layîqî navê dersdarê Ermenîstanê yêemekdar bû, ewî gelek şagirtên hêja û navbilind milet re mezin û terbet kirin. Dayka Xaylaza Reşîd – Zadîna Seydo, xwe ji bajarêTibîlîsîyê bû, kevantîya mala giran dikir, ewana 9 zarok mezin kirin. U ji ber ku malbeta Xaylaz xanimê gelek qedirê xwendinê digirt, hemû zarokên wan di jiyanê de riya xwe dîtin, xwendina bilind dest anîn.

Bêtirî 30 sal in ku Xaylaza Reşîd helbestan dinivîse. Helbestên wê yên pêşin sala 1985an di rojnama kurdî “Rya teze” da neşir bûn. Xêncî şiêran, ew wisa jî bi nivîsara kurteçîrokan, pîyêsa û skêtçan mijûl dibû. Helbestên wê li ser zimanê gurcî hatine wergerandin. Sala 2007an pirtûka wê ya helbestan bi navê “Kanîya dilê min“ hate çapkirin. Xaylaza Reşîd herwiha karê civakîyê jî dikir, di komela Yekîtîya Êzdiyên Gurcistanê de serwêra beşa çandê bu. Xaylaz mêrkirî ye, du kurên wê hene. Vê demê li paytextê Gurcistanê Tibîlîsîyê dijî.

Çend berhemên Xaylaza Reşîd:

Rabe Şengal
Rabe Şengal
Dinya ber te kerr e û lal
Rabe Şengal
Heya kengê, tu wa bedhal…
Rabe Şengal
Bê goristan hîştin bavê teyî kal
Rabe Şengal
Kaş kirin, kezî-gulîyê dayîka teye extiyar…
Rabe Şengal
Şuhurandin keçê teye hê ne kamil bûyî
Rabe Şengal
Bi destê zorê birin, bûkê teye rû bi xêlî…
Rabe Şengal
Dergûşê sava colanga da behecandin
Rabe Şengal
Çiqas çiqas, zarokê te fetisandin…
Rabe Şengal
Qe zanî çiqas xortê teye tûre kuştin
Rabe Şengal
Dewsa warê te, tenê toz û xubar hiştin…
Rabe Şengal
Dê û bav, xwûşk û bira, nevî, nevîçirkê te saxesax binax kirin
Rabe Şengal
Xwelî, li serê kurd û Kurdistanê kirin…

Ez jineke Serhedê me

Ez jineke Serhedê me,
Qîza bavê şêr Êzdî me,
Dotmama xortê kurdî me,
Ez dayîkek Serhedê me.

Gul û sor da xemilî me,
Omida şêra delalî me,
Kinêza egîta kubarî me,
Ez xwe bi xwe azadî me.

Minet nakim ez tu kesî,
Safî dikim ez her pirsî,
Nabim guleke çilmisî,
Bona mine text û kursî.

Top û tiving ser milê min,
Zar û ziman li devê min,
Qelema tûj di destê min,
Serê dijmin bin pîyê min.

Ez jineke Serhedê me,
Qîza bavê şêr Êzidî me,
Xwûşka birê şêr kurdî me,
Ez dayîkek Serhedê me.

Pamp
Pamp ziyaret bû
Pamp cunet bû
Pamp hurmet bû
Pampa min.

Pamp Hecî bû
Pamp Fêrîk bû
Pamp Wezîr bû
Pampa min.

Pamp Emo bû
Pamp Ezîz bû
Pamp Miraz bû
Pampa min.

Pamp bedew bû
Xanim, Xatûn bû
Almast, Ruhan bû
Pampa min.

Pamp bi ol bû
Dîn û don bû
Bîlan zane bû
Pampa min.

Pamp ne hur bû
Lal û dur bû
Kurdistanek bû
Pampa min.

Îro em bi te
Ewledên te
Pir kubarin
Pampa min.

Serêşa min, tuyî, tu
Serêşa min, tuyî, tu,
Derman dîsa, tuyî, tu,
Ruhê ber bêynam, tuyî, tu,
Çima bawer naki tu…?

Rondikê cevêm tuyî,tu,
Kenê ber lêvam, tuyî, tu,
Bêxewbunam tuyî, tu,
Çima bawer naki, tu?

Dihbezim, lezam, tuyî, tu,
Sebir u sikanam, tuyî, tu,
Zarinîya dilêm, tuyî, tu,
Çima bawer naki tu…?

Dimirim, ruhistîn, tuyî, tu,
Sax dibim, ruhdar tuyî, tu,
Emrê min sirin tuyî, tu,
Gelo bawer diki tu….?

Alan
Ku te hebûya welatekî
Kal û bavan
Tu nedibûyî
Xurê mesîyê
Av û behran
Ez bawerim
Alan
Tu bêxeda
Nedibûyî
Talan…
Emire shirî tuyî, tu
Alan
Ku dinyayê tunebûya
Şerê pêtrolê
Û hişkan,
Ku dinya mezin
Nebûya
Sisê û çar paran,
Hukum neketa
Destê du û sê
Serokê weletê
Bê wijdan,
Ez bawerim
Alan
Tu nedibûyî
Talan….
Alan
Em jî di hêrsa
Xweda sebeb
Dibînin
Her
Welatê xweyî
Bindestan,
Welat
Ku kîjan jî,
Em nav dikin
Kurdistan
Ku serbestbûya
Ez bawerim
Alan
Tu dibekî
Nebûyayî
Talan…

Gul sebeb e
Ez derketim baxçeda
Min dît bilbil distira
Min xwe ji bilbil teland
Bilbil hêsir dibarand….

Min got çima bilbilo
Bilbilo tuyî dil bi kulo
Bêje çima xemgînî
Tu dilê min dihelînî…

Bêje çîye derdê te
Melhemkim birîna te
Bêje ka çima dinalî
Bo çi tu usa bedhalî…

Te dinya tev xirav kir
Rondikê te gul şil kir
Rabe gulê hembêzke
Derdê dinyayê bîrke…

Got, gula min xeyîdîye
Gulê berê xwe guhêrîye
Wê serî berjêr kirîye
Malka min xirav kirîye…

Gul nazike pir naze
Nizam çi min dixwaze
Bengz melûle geş nabe
Ji koka xwe ranabe…

Şev û roj diqîrînim
Dil û hinav jorda tînim
Ça bikim gulê navînim
Kerba ez har û dînim…

Gul ku nîbe çîye jîyan
Jîyana vik û valan
Jîyana vir û derewan
Ku lê nîbe karê xezalan.

Daxwezim…
Dixwezim hinek qewat
Ji kevira,
Hinek dilsarîyê
Ji şeltê bûzê,
Hinek sertayê
Ji debê çolê hildim,
Û
Hinekî bişidim
Ji bo jîyanê…
Lê ez mirovim,
Însanim,
Însan,
Ez,
Bê hemdê xwe
Germaya
Dilê we dixwazim…
De bêjne min
Ka,
Ez çi bikim,
Ez kuda herim,
Çawa bim???….

Baran barî
Baran barî bi sibehda
Avê avît ber çokêda
Har bûm ketme çolêda
Keçik minra were yolêda.

Yêrî yêrî, ha bi yêrî
Lêlê carek min nanihêrî
Bese hestîyê min bihêrî
Çima min rehet nahêlî.

Çevêm çevê te nakeve
Bese, bese min bihewe
Te min stand şîrin xewe
Aqlêm te kir av û dewe.

Yêrî yêrî ha bi yêrî
Lêlê carek min nanihêrî
Bese hestîyê min bihêrî
Çima min rehet nahêlî.

Here neyê xewna minda
Hêsir bûne cew kanîda
Heya sozekê nedî minda
Min ji bîr bike jîyanêda.

Yêrî yêrî ha bi yêrî
Lêlê carek min nanihêrî
Bese hestîyê min bihêrî
Çima min rehet nahêlî.

Ez Cizîr im
Ez Cizîrim, Cizîrim
Xweyî raw û tivdîrim
Ezim begim û mîrim
Serbixwe ne hêsîrim.

Ez Cizîra Botame
Warê qîz û xortame
Ezim Mem, ez zevame
Zîn Xatûne dota me.

Qeretajdîn lawê min
Çekan qehremanê min
Beko binê piyê min
Welatê kal-bavê min.

Azadî dawxaza me
Namire dijî gelê me
Kurdistan welatê me
Her bijî Cizîra me..

Hey mirovayî
Hey mirovayî
Gelo te çima nedît rohnayî
Gelo tu çima ruhberek usa undayî
Gelo tu çima usa bê xof û bê Xwedayî
Gelo bo çi tu usa hema derd û belayî.

Hey mirovayî
Tu çima usa serhişk û qalmestî
Te çima jîyan kir derew û qestî
Tu xwe bi destê xwe çima bindestî
Her zarê teye bê feyde û bê hestî.

Hey mirovayî
Ma qe tu çendik, çend mîlîon sal
Tu zarok dibî, cahal dibî, pîr dibî, kal
Tu çima bi xwe xirav dikî emir û hal
Tu bê wijdanî rehma dilra nabî heval.

Hey mirovayî
Heta tu ev bî, wê ahabe halê te
Derdê te jî dîsa derman jî destê te
Paqijke ruhê xwe ew sebebê te
Sûcdar tuyî tu, guhnê te stûyê te.

Wey baranê, ça hûr têyî
Wey baranê, ça hur têyî,
Digirîî tu mîna min,
Ber dilê min da nayêyî,
Dibarî wek hêsirê min.

Çilkê te gelekê hûrin,
Dinyalîkê şil dikin,
Wek birînêm usa kûrin
Birîna hê tûj dikin.

Roja min jî wek roja te,
Naxwaze qe bikene,
Bêje kê razî ye ji te,
Wê te dixin pir tene.

Dilê te jî wekî heye,
Çi zanibû min qirikê,
Hêsira te jî bê feydeye,
Hê gur dikî çirikê.

Were negirî, bese bigirî,
Hêsabe tu deqekê,
Belghewêzê neke herî,
Nebar heya şebeqê.

Ne dermane belgehewêz ,
Bihêl biçinim ji bo xwe ,
Cew tijî biye davê hevrêz,
Şer dike li çîmgana ra.

Çîm roda çû belghewêz bir,
Axîn kete kenara,
Te dî baranê te çi kir,
Te barana bahara.

Lê baranê tu jî hêrsî,
Dibehecî mîna min,
Qe çima halêm napirsî,
Were bive xûşka min.

Dostê min û te tunene,
Kesek ji me hiz nake,
Tişte nabe de barane,
Xelq lomana ji me dike.

Wey baranê, ça hûr têyî,
Digrîyî tu mîna min,
Ber dilê min da nayêyî,
Dibarî wek hêsirê min.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev