Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ÎRO ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YA NAVNETEWÎ YE

ÎRO ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YA NAVNETEWÎ YE

Haluk Öztürk

21ê Sibatê ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YA NAVNETEWÎ ye.

1) Roja 19ê sibatê bi şagirdên dersa zimanê kurdî yên gîmnazîyûmê (lise) em li serdana Kitêbxana Kurdî ya li Stockholmê ne. Serokê Kitêbxanê kek Newzad Hirorî agadarî da ciwanên kurd.

2) Duh, 20ê sibatê, civîna nasandina pirtûka zarokan ya nivîskara Amêrîkî, bi esliê xwe va îrlandî-beljîkî xanim Elîzabet A Nolan ya bi navê “Hêstirên Granîayê” bû. Çîrok li ser koçberiya mecbûrkirî û li ser bingehê çîrokeke kurdî ya folklorî û fantazîyên nu yên nivîskarê hatîye avakirin. Orjînal bi îngîlîzî ye, lê xwedîyê Weşanxana APECê Alî Çîftçî ew bi zaravayên kurdî (kurmancî, dimilî û soranî) daye wergerandin û çapkirin.

KITÊBXANEYA KURDÎ: Kitêbxaneya Kurdî di sala 1997 li Stockholmê bi destek û piştgirîya Dayîra Çandê ya Swêdê û bi serwerîya rehmetî Nedim Dağdeviren hatiye vekirin.

Berî ku pirtûkxane bê vekirin rehmetî Nedim dest bi komkirina pirtûkên kurdî kiribû. Hat Komkar-Swêdê jî, me ji hemû Weşanên Roja Nû, KOMKAR û Rîya Azadî ji her pirtûkekê du nusxe bexişandibû. Îro, li gor agahdariyên berpirsiyarê kitêbxaneyê kek Hirorî:
– Bi 22 zimanan 13.000 pirtûk, kovar û rojname hene.
– %50 bi kurdî ne. Yên din ser kurdan û Kurdistanê ne.
– 700 kovar û rojname (wek nav) hene.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev