Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Nivîskar, helbestvan, dramatûrgê bi nav û deng

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “Helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û destaneke Wezîrê Nadirî bikin, ku şayîr û nivîskarekî navdar bû, gelek salan li Ûnîvêrsîteya Rewanê mamostatî kirîye. Ew xalê akadêmîsyenê kurd Kinyazê Îbrahîm bû.

Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Elîyê Ebdilrehman derheqa Wezîrê Nadirî da

Wezîrê Cebarê Nadirî 10ê gulanê, sala 1911an li gundê Boralanê, welatê Romê, di maleke kurdan ya koçer da ji diya xwe bûye. Hela sê salên Wezîrê biçûk temam ne bûbûn, bavê wî – Cebar wefat dibe. Dû mirina malxwêyê malê ra, halê kulfetên wî zef çetin dibe. Nûra diya Wezîr di malên dewlemendan da berdestî bû, birêd wî – Salih û Ûsiv berxvantî dikirin. Lê Şero hela biçûk bû.

Diya Wezîr – Nûrê, jineke gelekî bi aqil û mêrane bû. Ew dibîne, ku mêla kurê wê – Wezîr, li ser xwendinê gelek e, lema jî ew her tiştî dike, ku kurê wê di hucira, ango mekteba ruhanîyê da bixûne.

Dû gelek dijwarîyan ra Nûrê digihîje mirazê xwe. Wezîr di hucrê da tê qebûlkirin. Di hucra gund da xên ji dersên ruhanîyê, dersên zimanên tirkî û farizî jî derbaz dibûn. Hema sala xwendinê ya pêşin da Wezîr di nava temamîya şagirtên dersxanê da alîyê xwendinê da cîyê pêşin digire û komekê dide zarêd hevalêd xwe.

Dû dersan ra Wezîr gelek kitêbên edebîyetê dixwend. Evê yekê zanebûnêd wî diha didane dewlemendkirinê û huba wî ber bi xwendinê zêdetir dikir. Ewî hela ji wî çaxî da dest bi nivîsara şiêran kir.

Sala 1926an 1700 malêd eşîretên kurdan yên Birûkan, Şewlikan, Beşkan, Banokan û yêd mayîn ji destê zulma Romê revîyane Yekîtîya Sovyet. Di nava wan mihaciran da neferên mala Cebar jî hebûn. Li vî welatê aza ber kulfetên Cebêr dergehên xwendinê û pêşdaçûyînê vebûn.

Wezîr sala 1928an di mekteba gundê Sêderekê da dikeve dersxaneya 10an, ku li navçeya Naxçiwanê da bû. Ew wê mektebê sala 1929an bi qîmetên zef baş va xilaz dike û hema di wê salê da di mekteba mentîqa Şewlikan da dibe dersdarê zimanê kurdî. Wezîr bi xebata xwe ya baş dibe hizkirîyê cimaeta kurd ya gund. Paşê ew heta sala 1933an wek serwêrê wê mektebê kar dike.

Sala 1933an, payîzê Wezîrê Nadirî tê Ermenîstanê û li zanîştgeha Rewanê ya kurda da derbazî ser kar dibe wek dersdarê zimanê kurdî. Ew bona zanebûnên xwe yên pir û xeysetê xwe yê milahîm dibe hizkirîyê dersdar û xwendkarên xwendinxaneyê.

Wezîrê Nadirî sala 1935an dikeve Înstîtûta pêdagogîyê ya ermenî û Înstîtûta pêdagorîyê ya rûsî û wan herdu înstîtûtên Rewanê sala 1939an xilaz dike.

Di sala xwendinê ya 1939-1940î da li Ûnîvêrsîtêta Rewanê ya dewletê dibe dersbêjê zimanê farizî. Wan salan ew dikeve aspîrantûrayê. Bi serkarîya zimanzanê eyan – Hraçya Açaryan ew dîsêrtasyonê dinivîse û kuta dike. Hindik dimîne, ku Wezîr bibe doktor, lê heyf, ku 26ê meha çirîya paşin sala 1946an qezîya tê serê wî û ew wefat dibe. Tirba wî niha li merzelê bajarê Rewanê yê Toxmax Golê da ye, li roava merzelê dewletê.

Wezîrê Cebar Nadirî nivîskarekî kurdên Sovyetê yê bi nav û deng e. Rast e, emirê wî kurt bû, lê bi qewimandinên berbiçav û qîmetlî va dewlemend bû. Ewî temamîya emirê xwe pêşkêşî wetenê xwe yê Sovêtîyê û xebata kûltûr û edebîyeta kurdan kir.

Wezîrê Nadirî di nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da eyan e wek şayîr, prozaîk, dramatûrg. Ji sala 1933an destpêkirî şêr û nivîsarêd wî yên din di rojnameya kurdî “Rya teze” da û “Sovêt Êrmenistani” da, ku bi azirî bû, hatine neşirkirinê.

Sala 1935an ji alîyê Neşireta Hukumeta Ermenîstanê da berevoka wî ya bi nav û deng “Nûbar” çap bû. Pey ra pîêsa wî ya eyan, di nava edebîyeta me da ya pêşin – “Reva jinê” ronahî dît.

Nivîsarêd Wezîrê Nadirî ji alîyê cimaeta kurd da bilind hatine qîmetkirinê, çimkî ewî zef zelal, bi zimanê cimaetê derheqa emirê wan yê berê û wedê niha da nivîsîye. Di wan nivîsaran da herdu emir himberî hev dibin û elbê ra mîna roya şemaldar emirê niha yê bextewar tê kivşê. Sala 1947an kitêba wî ya “Zimannama kurmancî” tê neşirkirinê. Bi vê yekê va Wezîr îdî bû zimanzanekî berbiçev.

Wezîrê Nadirî wextê şerê Wetenîyê yê Mezin qulixî cimaeta Sovêtîyê kirîye û bi mêrkîmî tevî cimaeta Sovêtîyê ya pirmîlyon Weten xwey kirîye. Ewî di salên şêr da gelek şiêr û destanên qîmetlî nivîsîne, wek destana wî ya bi nav û deng “Nado û Gulîzer”. Ew di nava wê destana xwe da dide xuyakirin, ku çawa Nado û Gulîzera kurd tevî wekîlêd miletêd mayîn wetenê xwe bi mêrxasî xwey dikin. Ev destan îzbata hostatîya wî ya şayîrîyê ye.

Wezîrê Nadirî di nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da cîkî meşûr digire û bûye hizkirîyê xwendevanêd kurd. Derheqa vê yekê da şayîrê kurd Qaçaxê Mirad ha dinivîse:

Wezîrê Nadirî ji alîyê cimaeta kurd da ne tenê çawa nivîskar, lê wisa jî zanyar, dersbêj û hevalekî ezîz hatîye hizkirinê. Navê Wezîrê Nadirî wê hertim di bîra me da bimîne.

Niha jî perçeyek ji destana Wezîrê Nadirî ya bi sernavê “Nado û Gulîzer” bixwînin.

Nado û Gulîzer

Xwelî dê ye, bona her benî-însan

Her tişt jê ye û mirin her zeman,

Welat bav e, ne tê firotan, ne kirîn,

Azayî nav e, kûltûr boy tarîqa mêzîn.

Derb ya dayan e, hûn bikin bawerî,

Nav boy gişkan e, xof ku neke serkarî.

Ew şêrê şêr, mêrxasê pir navdar,

Tarîqê da bi hubra zêrîn tê nivîsar.

Esman jî wê danizile, boy seyrangê,

Bi xûnê xemilandîye cîyê cengê.

Binhêre situxar li egîtê minî bi emel,

Nadoyê kubarî, bê xofî bê ecel.

Ba dewet e, hêsirêd ewran jî – baran,

Her şayê şînek heye, her wisan.

Tim pêşê însên e hub û hizkirin,

Şîn û şayî ji hev nayên kirin.

Min dî Gulîzer di şeveke tarî,

Ber kanîyê rûniştî nav komek zerî.

Hinek dûr bû cîyê bindarûkê-dibêjin,

Dêst da teşî, dor wê keç dilîzin.

Di wê da hinek kulîlkan diçirpînin,

Distirên û ber bi wan tînin.

Mizgîn heye, ez fikirîm heman,

Sekinîm, min mêze kir bi dil û can.

Li min qelb ronik bû, dil bû guldan,

Guhan dibihîst, çevêd min îşiq dan.

Ku rind texmîn kir ew bejina wê ye,

Ez ber bi wê çûm, selam da wê ye:

-Selam, selam, têlî Gulîzer!

Û nêzîk bûm, ku jê bikim xeber,

Dilê min ketin sed pêncî xencer,

Xûn jê diçe, keser bûn bager.

Min dî, ku ezî xalifî, bûme şaş,

Di nav koma zerîyan yeke dine baş

Kevotkeke şuxulkar e, dest bi emel,

Ku selam venegirt, ez hîştim metel.

Ji jêr ew hilkişîne hindava,

Kirin heqîn, hatine pêşîyê kome zava,

Kulîlk raber kirin û tev rûniştin,

Dîsa rabûn destê hev girtin û lîstin.

-Nado, Nado, Nado can!

Gund bela bûn, mêr tê ne man,

Ew çi xewn e te dîbû,

Yar ewravî, Nado sî bû.

-“Nado, Nado, Nado can!

Gund bela bûn, mêr tê ne man”.

Got û dîsa lîstin “Tenzere”,

Çi kilam hatine dêv, navê Nado li ser e.

Min çev vekir, ku ez nav xewna

Çiqa hiş berev kir, wane bê sewda

“Ka Nadoyê dilşewatî, meriv hebandî,

Gula govenda, maqûlê cêribandî”.

Bilind fikirîm, hişê min tev hev dibû,

Min xwest ku herim, yek ji ber min rabû.

Min ruh firî, ku ew jî Nado nîbû,

Mîna dewrêşekî bi kel û bîn bû.

Min nas ne kir ewî di nav tarîyê,

Bejina wî bilind ez kirime bin sîyê.

Pê ra qîzek, wî çeva da pir niyaz,

Destan tiştek, rû dirêj bûne nîv gaz.

Rabû û sekinî, ku ser min da xar bû,

Wî ziyan da min, tevizîk canê min da çû.

Paşê selam da û yanî ji min pirsî,

Rûnişt, “Rûzan were” – wî kire gazî.

Hate bal wî qîzeke zerîne biçûk,

Reng lê çilmisî, der da bû hedûk.

Hûn kî ne, ku pirsa Nado ji min dikin,

Derheqa wî çi zanin, li min eyan kin?

Ezî xalifî me, hûn min hişyar kin,

Ku westa bidim, riya we ronik kim.

Min got, wî titûna xas deranî,

Cixarek pêça, caw haya danî:

“Tu kî yî, wekî dilê rêwîyan dipirsî?

Meriv î, yan decalvanekî nes î”.

Wî çev fire bûn, sîya rûyan livîya,

Li Rûzanê nihêrî, ku xwe da girîya

Û got – herkê rastî gelo dizanî,

Ku tarîq kûr e, wê ne ser e, ne binî.

Wê qinyatî pir e, bi xwe ecûze nîr e,

Dinyake mezin ji tiştê hûr e.

Ku berê bê bîn, paşê bînber û xwelî çê bûn

Û xwelî bû dê, û hin meriv jê bûn.

Tê da hatin û çûn bê zên, aqilbend,

Her yekî heyê tarîq yan fersend.

Eva jî tarîq e – wî nîşan da Rûzan,

Êtîm maye, direve ji şerê însan.

Bavê wê bû Nado, Konstantîn undakirî,

Fikirên wan yek bû, ji hev hizkirî.

Wê Gulîzer bû dê, kes cî nizane,

Yar in heqîqî, ji hev dûr mane.

Yek bûn, çawa erd-esman ji hev qetîyan,

Çêbû av û recayî, ku çem kişîyan.

Û şewitî ro, erd li dorê zivirî

Û difire her tişt pêşdaçûyîn di nav,

Wê nîv meriv e boy qenc û xirab.

Poêt, tu jî meriv î, bistirê boy însan,

Tarîq mêzîn e, poêt hostayê ruhan,

Tu jî çêke kilamêd xêr û şeran,

Kêş pir in, tu bibe persenga wan.

Tu jî bistirê şaxne şerê Wetenî Mezin,

Ku ronik bikin serhatîya efatê evîn.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”Helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û destaneke Wezîrê Nadirî kir, ku şayîr û nivîskarekî navdar bû, gelek salan li Ûnîvêrsîteya Rewanê mamostatî kirîye.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev