Hostayê wergerê: Elî Paksêreşt

Hostayê wergerê: Elî Paksêreşt

Mehmed Salih Bedirxan

Şairê gewre Qadirê Motî ji bo helbestvanan dibêje: “Şair, tacê dewletan e, eşqa dilê milletan e.” Bêguman wisa ye. Şair û helbestkar tacên dewleta û eşqa dilê milletan e. Ew halê civakê, pêlên sîyasî yên li nava cemîyetê bi peyvên bijarte li lênûskên xwe zêde dikin. Lêbelê wergêr çî dewlet û miletan in? Em ê wan çawa pênase bikin û qedrê wan bi kîjan gotinan bînin ser zar û zimanan? Em ê çawa balê bikşînin ser xebatên wan û pirtûkên ku wan li kitêbxaneya kurdî zêde kirine eşkere bikin? Di edebîyata hemû welatan de rola wergêran, cihê wergêran di edebîyatê tê nîqaşkirin. Rola Ehmedê Qazî jî di nava edebîyata farisî û kurdîya soranî de gelekî tê niqaşkirin û bê guman ew ê nîqaşên li ser rola wergerî û nivîskarîya Ehmedê Qazî berdewam bike. Pismamê Pêşewa Qazî Muhemmed – Ehmedê Qazî sernivîskarê rojnameya Kurdistan û Sirweyê, weke destpêka wergêrîyê Don Kîşot û Gil Gamêş ji îngilîzî tercûmeyî kurdî kirîye û dû re jî Jana Gel a Îbrahîm Ehmed tercûmeyî farisî kirîye. Ehmedê Qazî zêdetir ji 20 berhemên sereke yên edebîyata îngilîzî tercûmeyî farisî û kurdî kirine: Geşteke Ecîb a Mark Twain, Don Kîşot a Cervantes, Destana Gilgamêş, Mişk û Mirov a John Steinbeck, Soneyên William Shakespeare berhemên sereke ne ku Ehmedê Qazî tercûmeyî kurdî kirine. Dema di nava edebîyata farisî û kurdîya soranî de qala wergerên serkeftî tê kirin navê Ehmedê Qazî berîya yê hemû kesî tê hildan û berhemên ku wî tercûme kirine yek bi yek tên rêzkirin.

Geşedanên ferhengî yên li Rojhilatê Kurdistanê jî destnîşaniyê bi wê yekê dikin ku ew ê rêwitiya Ehmedê Qazî di ber kurdîyê de daye berdewam bike û wisa xwîya dike ku wergêr Elî Paksêreştê ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê bi xebatên xwe û wergêrîya xwe ew ê navê xwe jî li cem ê Ehmedê Qazî tomar bike. Elî Paksêreşt li gundê Elîkando ku ser bi bajarê Makûyê yê li quntara Çîyayê Agirîyê di sala 1976an de hatîye dinyayê. Paksêreşt dibistana seretayî li gundê bi navê Rindê û dibistana navîn jî li Ûrmîyê bi dawî dike. Di dibistana navîn de Paksêreşt kedeke mezin li ser îngilîzî dide û di dibistanê de weke kesê herî serkeftî yê di warê îngilîzî de tê hilbijartin û mafê xwendina beşên zimanên bîyanî bi dest dixe. Her wiha ji bo xwendina lîsansê diçe Zanîngeha Tewrêzê û li Zanîngeha Tewrêzê beşa mamostetîya fransî kuta dike. Piştî kutakirina lîsansa fransî li Tewrêzê Paksêreşt li Tehranê xwendina xwe domandiye û li Zankoya Tehranê jî lîsansa bilind û doktora xwe wergirtîye û weke mamosteyê fransî dest bi kar kirîye. Li gel xwendina fransî û îngilîzî Paksêreşt li ser kurdî jî gelekî kar kirîye û zimanên ku hîn bûne destê wî dirêjkirine da ku xizmetê di ber kurmancîyê de bike. Paksêreşt ji îngilîzî û fransî 16 pirtûkên sîyasî û dîrokî li ser kurd û Kurdistanê wergerandine û di wergera berheman de karê xwe berdewam dike. Hin pirtûkên ku Paksêreşt wergerandine û çapbûne jî ev in:

  • Ferhenga Kurmancî-Farisî
  • Ferhenga Wênekî ya Îngilîsî-Frensî-Kurmancî
  • Rêzimana Kurmancî ya Joyce Blau û Veysî Barak
  • Berhemên M. Chyet, Clemence Scalbert Yucel
  • Kurteçîrokên Semed Bêhrengî, Sadiq Çûbek
  • Rêzimana Kurmancî, Mîr Celadet û Rojê Lêsko
  • Dibistan Hînbûna Kurdiya Kurmancî

Di havîna 2013an de min li navenda Lijneya Kurdên li Tehranê Elî Paksêreşt dît û ez bûm mêvanê wî. Wê demê Lijneya Kurdên li Tehranê yekem cihê hînbûna kurdîya kurmancî bû li Îranê. Paksêreşt li Lijneya Kurdên li Tehranê de ji kurdên ku dixwestin xwendin û nivîsîna kurdîya kurmancî hîn bibin re dersên kurmancîyê digot. Ez beşdarî fêrgeha wî bûm û min xwînerên wî nas kir. Paksêreşt bi israr ji xwînerên xwe re eşkere dikir ku divê ew xizmetê di ber kurmancîyê de bikin û wergerê ji kurmancîyê re bikin. Paksêreşt di wê bawerîyê de bû ku werger ziman rewantir dike û geşedaneke mezin dide zimên. Wî hewl dida ku komekê ava bikin û berhemên di derbarê kurdan de tercûmeyî kurdî bikin. Daxwaz û awada wî her ew bû.

Di havîna 2015an de min dîsa serdana navenda Lijneya Kurdên li Tehranê kir û ez bûm mêvanê Paksêreşt. Em dîsa ketin nav galegala kurdîyê û meseleya wergerê. Min pirsa xwînerên wî û keda wî ya li ser koma wergerê kir. Paksêreşt radigihand ku ew hêdî hêdî digihên armanca xwe û ew xwînerên wî du sal berê dest bi wegerê kirine. Ez ji wî dibihîzîm ku ciwanên bi navê Ebas Ferhadî Tûpkanlo, Avdilê Arxa, Nahîdê Ekberzade, Mecîd Baqirî, Tahir Agor, Karwan Nehrî berhemên farisî û gelek zimanên din tercûmeyî kurdî dikin û berhemên kurdî jî tercûmeyî farisî û zimanên din dikin û şair Yehya Ellewî Ferd jî berhemên ku ew tercûme dikin di Weşanxaneya Emmû Elewî çap dike û pêla ferhengsaziyê û rewşenbîrîya rojhilatê welat a di ber kurdiyê de jî roj bi roj geş dibe û belav dibe.

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev