Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

SERPÊHATIYA ÎNCÎLA KURDÎ

SERPÊHATIYA ÎNCÎLA KURDÎ

Salihê Kevirbirî

Di pêvajoya gengeşiyên li ser zimanê kurdî de, ez li “Şirketa Kîtabi Muqaddesê” qesidîm. Piştî bixêrhatineke germ a li saziya li Stenbolê, ji gerînendeya saziya navborî Tamar Karasuyê dixwazim ku ew bi hevokekê behsa rêjeya wergerên Încîlê bo min bike. Tamar Xanim diyar dike ku heta niha, pirtûka pîroz bi temamî an jî qismek jê li 2.479 ziman û zaravayan hatiye wergerandin. Helbet di nav van ziman ziman û zaravayan de kurdî û zaravayên wî jî hene.

Tarîx bi me dide selmandin ku ev 159 sal in Încîl li kurdî hatiye wergerandin. Wisa xuya ye hewldana wergera kurdî ya Încîlê, ji wê demê heta niha berdewam e.

Kîtabi Mukaddes tevahiya Kitêba Peymana Nû, bi navê “Încîl/Mizgînî”di Îlona 2005’an de çap kir. Di sala 2008’an de jî tevî kitêba Mezmûrê hate çapkirin. Şayanê gotinê ye ku şirketa navborî, li Tirkiyeyê xwediya mafên weşandinê ya “United Bible Societesê” ango “Şirketa Yekbûyî ya Încîlê” bi xwe ye.

Wergerên Kurdî yên Încîlê / 1857-1923

Pirtûka Pîroz a Ola Xirîstiyaniyê Încîl, heta niha gelek caran li zimanê kurdî, nexasim li zaravayê kurmancî hatiye wergerandin û belavkirin. Li gorî agahiyên ku me ji Şirketa “Kîtabi Muqaddesê” wergirtin, Stenbol di pêvajoya xebatên wergera Încîla Kurdî de bingeh û navendeke sereke ye. Li ser vê yekê rêzenivîseke nivîskar Mehmet Bayrak ku sala 2003’yan di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de hatiye weşandin, gotina me piştrast dike. Li gorî agahiyên rayedarên KîtabiMuqaddes û Mehmet Bayrak em di navbera salên 1857-1923’yan de, pêrgî 6 wergerên kurdî yên Încîlê tên. Li gorî van agahiyan, Încîla yekem di sala 1857’an de, li Çapxaneya Kayolê ya li Stenbolê, bi alfabeya ermenkî hatiye çapkirin. Li ser Încîla navborî wiha hatiye nivîsandin: “Xodeê Me Îsa el Mesîh e/ Nivîsandin; Bi Destê Madteos-Markos-Lukas û Hanna”

Încîla duyem a kurdî jî bi alfabeya ermenkî hatiye nivîsandin û di sala 1872’yan de hatiye çapkirin. Kunyeya orjînal a vê Încîlê wiha ye: “Peymanê Nûyê Xodeê Me Îsa el Mesîh/Li Basmahaneê A. H. Boyacıyan Tab Bû, Li İstanbulê.” Dîsa li Stenbolê, di sala 1891’an de, Încîla Madteos a Kurdî, bi alfabeya ermenkî ronahiyê dibîne.

Di sala 1919’an de, li New Yorka Amerîkayê, ji hêla “American Bible Societyê” ve, bi alfabeya osmanî Încîleke kurdî tê weşandin. Li ser vê kitêbê jî wiha hatiye nivîsandin: “Încîla Luqa / Rabb û Xalaskarê Me Îsa Mesîh / Kê Le Zimanê Eslî Yewnanî Tercûmekirin.”

Her wiha li gorî heman agahiyan, di sala 1922 û 1923’yan de du Încîlên din, ji zimanê eslî yewnanî bo kurdî hatine wergerandin û çapkirin. Her du kitêb jî, ji hêla Civata Kitêba Muqeddes a Amerîkayê ve hatine weşandin. Kitêb bi alfabeyên erebî ne û ji Çapxaneya Agob Martirosyan derketine. Încîla sala 1922’yan ya Matta ye û ji 104 rûpelan pêk hatiye. Lê belê Încîla 1923’yan, Încîla Luqa ye.

Wergera kurdî-zaravayê kurmancî di nava 10 salan de tê kirin.

Li gorî bilêvkirina Tamar Karasuyê, wergera Pirtûka Pîroz bi xesasiyet û baldariyeke mezin tê kirin: “Xebatên salan a komeke ku şarezayê zimanên îbranî û yewnanî ne, ji hêla kesekî/a  pispor a mijarê ve, bi maweyên diyarkirî û rêkûpêk ve têne kontrolkirin. Tekstên temambûyî ji hêla kesên pispor ên wî zimanî ve têne xwendin û piştî kontrola stîlîstîkê ji bo weşanê têne amadekirin.” Karasuyê diyar dike ku ji kitêba Vejînê heta kitêba Wahiyê, wergera kurdî-zaravayê kurmancî ya tevahiya Kitêba Pîroz di nava 10 salan de tê kirin.

Gelo gava Pirtûka Pîroz tê wergerandin, ji pêvajo û merhaleyên çawa derbas dibe? Zelal û berbiçav e ku ji gelek wergeran sûd tê wergirtin. Tamar Karasu diyar dike ku teksta orjînal bingeh e: “Lê belê ne mimkûn e ku her wergêr bi yewnanî û îbranî bizanibe. Di navbera dema nivîsandina teksta bingehîn û niha de gelek sedsal derbas bûne, lewre jî em ji wergerên berê jî îstîfade dikin. Her wekî îngilîzî û fransizî, em serî li zimanekî din jî dixin ku wergêr waqifê wî zimanî ye. Bo nimûne di wergera kurdî de, ji teksta tirkî gelek zêde tê îstîfadekirin.”

Tamar Xanim diyar dike ku her çiqas rêjeya kurdîaxêfan zêde ye jî, hejmara kesên ku zimanê kurdî di nivîsandinê de bi kar tînin gelek kêm in: “Kesên di vî warî de şareza ne jî, em nikarin ji bo xebatên herdemî yên 10 salî de qane bikin.” Gerînendeya  Kîtabi Muqaddesê dibêje ku ligel pisporiya wergerê, pêwîst e ku wergêr li ser lîteratûra Kitêba Pîroz jî şareza be. Karasuyê ligel van kêmasiyan diyar dike ku ew di warê fînansê de jî zehmetiyan dikişînin û ji ber ku proje temendirêj e, peydakirina kesên piştgir ne hêsan e.

Lê belavkirin û firotin? Li ser vê yekê jî em guh didin Tamar Karasuyê: “Di ofîsa me ya firotinê û li tevahiya fûarên kitêban ku em beşdar dibin de, em kitêbên xwe, bê pirsgirêk belav dikin. Em firotineke mezin nakin helbet. Dema ku kurd Încîlê bi zimanê xwe dibînin, kêfxweş dibin. Lê dema mijar dibe kirîn, hewçend bi xwestek tevnagerin. Yek ji girîngtirîn sedemên vê yekê ew e ku daxweza kurdan a xwendinê tuneye û di xwendinê de jî zehmetiyan dikişînin.”

Li Beyogluya Stenbolê û Edeneyê 2 ofîsên firotinê hene. Her wiha seranserê salê, heta ji şirketê tê, beşdarî li fûarên pirtûkan dike. Her wiha mirov dikare li fîrmayên mezin ên kitêban û kitêbfiroşan Încîla kurdî peyda bike. Tevahiya Pirtûka Pîroz bi 30 Lirayê Tirk tê firotin. Beşê Încîlê bi tenê, di navbera 7-10 Lirayê Tirk de tê firotin.

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev