Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rîsipî û xizmetkarê edebîyet û çanda kurdî: Ahmedê Şewêşê Mîrazî (1899 – 1961)

Navê Ahmedê Mîrazî di rêza pêşin yê hîmdarên edebîyeta kurdî li temamîya Sovyêtistanê li gel navên wek Emînê Evdal, Erebê Semo, Hecîyê Cindî, Wezîrê Nadirî, Cerdoyê Gênco ber serkanîya edebîyet û çanda kurdî de ciyê xwe girtîye. Em dikarin bêjin ewan camerên comerd rîsipîyên edebîyeta me kurdî ya Sovêta berê ne û bi wan ra hîmê edebîyeta kurdî li temamîya Sovyêtistanê hate danîn. Ahmedê Mîrazî yek ji wan ronakbîrên kurdên Kafkasyayê ye, ku bi kar û barên xwe di warê pêşketina çand û edebîyeta kurdan ji destpêka salên 20-î bingeh girt, ewî kedeke hêjayî asta bilind kir nava warên xwendin, perwerda gelêrî ya bi zimanê kurdî, avakirina komên şanoyê, reqasê, sazbendî û dengbêjîya kurdî yên nifşa pêşin û her wiha çend warên çanda kurdî yên dinê.

Ev hemû kar û barên, ku nivîskar, hunurmend û çalakvanê civakî Ahmedê Mîrazî di warê pêşxistina çanda gelê xwe da bi cî anîne, mirov dikare beje, ku her bi tenê ronakbîrên weke wî mezin û dûrbîn, şahidê zeman û qonaxa xwe dikarîn karekî wa giran, lê bi rûmet pêk bînin. Dibên Ahmedê Mîrazî mirovekî milethiz, şereza, zarşîrin û xeberxweş, dengbêj, zargotinzan bû û wisa jî ewî gelek beyt-serhatî, metelok û çîrokên cimaetê zanibû, guhdarvanê wî ji gotinên wî têr ne dibûn.

 Û ji ber vê yekê jî navê Ahmedê Şewêşê Mîrazî wê ne ku tenê li zemanê bihurî, lê bi zemanê bê sînor di nava dîroka gelê wî da û ya çanda milet da bi taybetî bimîne û her ciqas sal û zeman derbaz bin, ev nava wê diha giranbaha be.

Bele, Ahmedê Mîrazî ji wê silsileta nivîskarên kurd yê pêşin ya Sovêta berê ye, ku em dihesibînin wek “silsileta rêvekir”. Rast e Ahmedê Mîrazî kêm berhemên edebîyetê pey xwe hîştine, lê hema bi wan jî ewî cîyê xwe yê layîq girtîye di nava efirandarên me yê pêşin da û tu şikberî tune, wekî navê wî di nava bedewnivîsara kurdaye Sovêtîyê da cîyê xweyî hêja girt.

Radyoya Ria taza gelek bernameyên derbarê jîyan û berhemên helbestvan, nivîskar, çîroknivîs û dengbêjên kurd belav kirîye û paşerojê de jî wê belav bike, ji ber ku em hîvîdar in, dê ji xwendevan û radyoguhdarên Ria taza re balkêş be ku navên hemû berhemdar û xizmetkarên gelê xwe bizanibin. Dibê em xwedî dewlemendîya xwe derên.

Kerem bikin, agahdarîyên diha berfireh û hewaskar derheqa jîyan û efrandinêd Ahmedê Mîrazî û du kilamên wî di bernameyê me ya îroyîn de guhdarî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev