ȊRO YEKȊTȊYA KURDAN, NOLȊ NAN Û AV, PȆVȊST E!

ȊRO YEKȊTȊYA KURDAN, NOLȊ NAN Û AV, PȆVȊST E!

Tosinȇ Reşȋd

Li Rojhilata Navîn bûyarên metirsîdar rû didin. Gor nêrînȇn gelek pisporên sîyasî; rewşa îro li wȇ herȇmȇ, bi taybetî li Sûrȋya pêk hatîyê, rewşa berî Çenga Cihanîye Yekemîn bîr tîne. Usane, ev rewşa dikare bigihîne Cenga Cihanîye Sêyemîn. Em hêvîdarin, wekî serok û berpirsên dewletên mezin, berî gişkî DAY û Rûsîya, wê nehêlin rewş bigihîje wê radeyê. Û gotûbȇjȇn di navbera wezȋrȇn wan herdû deletan de ser agirbesta li Sûrȋyȇ, wȇ bawerȋya me xurt dikin.

Li Sûrîya, bi dehan hêzên mezin û biçûk, ku giranîya wan dewletên der in li piş wan, di nava şer de ne. Piranîya wan hêzan, niha di du enîyan de cîh digrin û ew herdu enî şerê hev dikin. Enîyek ew DAY, YE, çênd dewletên ereba bi seroketîya Erebistana Sawûdîyê û Tûrkîya di tê de cîh girtine. Ev enȋ guhastina rȇjȋma Beşer Esed dixweze. Enîya duyemîn ji rêjîma B. Esed, Rûsîya, Îran, Îraq, Hizbulla Libnanê pêk tê. Ev jȋ pişgirtina rȇjȋmȇ dikin. Gor gotina berpirsekȋ hukumata Sûrȋyȇ, YPG jȋ beşekȋ artȇşa Sûrȋya ye. Lȇ berpirsȇn YPG ev gotin red kirin. Dȋsan jȋ, eger usan be, ew jȋ dikeve nav enȋya duyemȋn. Ev herdu enȋ hin şerȇ hev, hin jȋ şerȇ Daîş û enîya Nûsra dikin.

Ȇdȋ bi seda hezaran kuştȋ, bi mȋlȋonan birȋndar û peneber hene.

Şerȇ dijȋ Daȋş li Ȋraqȇ jȋ berdewem e, ser sȋnorȇ navbera hȇzȇn Pȇşmerge û Daȋs de, ku dirȇjaya wȋ bȇtirȋ 1000 kȋlomȇtrȋ ye, şer û pevçûn kȇm nabin. Artȇşa Ȋraqȇ çend dever ji Daȋş rigar kirine û niha jȋ xwe ji bo rizgar kirina Mosûlȇ amide dike.

Di vî şerî de kurd aktorên berbiçev in; pȇşmergên Başûra Kurdistanê, bi hevkarîya balefirên hevpeymanîya, ku DAY seroketîya wȇ dike, karibûn Daîş ji piranîya axa Başûra Kurdistanê der bikin, niha tenê çend navçên ne mezin di dest Daîş de mane.

Hêzên YPG bi piştgirtina balefirên hevpeymanȋyȇ û pêşmergeyên Başûra Kurdistanê, karibûn ne tenê li Kobanȋ rê ber Daîş bigrin, lê piranîya navçên kurdan ji wan rizgar bikin. Ew destkevtinên YPG di şerê dijî Daîş de, naskirineke navnetewî ji wan re anîn. Rûsîya bi şêweyekî vekirî piştgirîya YPG dike. DAY, daxweza Tûrkîya, wekî PYD û YPG wek rêxistinên têrorîst nas bike, red kir. Wezareta DAY ji Tûrkȋya dixweze, wekȋ topbaran kirina deverȇn di bin destȇ YPG de, rawestȋne.

Mêla seroketîya Başûra Kurdistanê alê hevpeymanîya bi seroketȋya DAY ye. Enȋya çend partȋyȇn kurdȇn Sûrȋyȇ; ENKS jȋ bi wan re ne.

Di dȋroka mirovayȇ de, gava gel, yan netewek, rû bi rûyȋ xetereke mezin dibe, ew hȇzȇn xwe dike yek û himberȋ dijminȇ giştȋ radiweste. Di dema me de ew yek gelek caran li Ȋsraȇlȇ pȇk tȇ. Ȋsraȇl welatekȋ pirpartȋ ye, di gelek pirsan de ew partȋ li hev nakin. Lȇ gava ji derva, ji bo dewleta Ȋsraȇlȇ xeter, qezȋya heye, ew partȋ gişk digihȋjne hev, hukumata parastina netewȋ ava dikin û bi şȇweyekȋ yekgirtȋ derdikevin pȇş dijmin.

Ȋro sȇ perçȇn Kurdistanȇ di nav şȇr de nȇ. Serbarȇ ser de li Başûra Kurdistanȇ qeyranȇn sȋyasȋ û darayȋ jȋ hene, ku jȋyana rojane li wȋ perçȇ Kurdistanȇ kirine bin xetereke mezin.

Salekȇ zȇdetir e, wekȋ hukumata Ȋraqȇ ye navendȋ para Herȇma Kurdistanȇ, ku 17% budcȇya Ȋraqȇ ye, nade. Heta mûçȇ pȇsmergeyȇn di nava şer de jȋ, hukumat Herȇma Kurdistanȇ, nikare bide.

Û niha hȇzȇn ser bi PKK lûlȇn gaz û nefta Herȇma Kurdistanȇ, ku ser Bakûrȇ Kurdistanȇ re diçin Tûrkȋya, diteqȋnȋn. Ew teqandin zirareke mezin digihȋne aborȋya Herȇma Kurdistanȇ û qeyrana dareyȋ, hȇ kûr dikin. Pȇwendȋyȇn di navbera PDK û PKK, ku usan jȋ sar bûn, niha xirabtir dibin. Di vȇ pirsȇ de, Gorran jȋ ji PKK ne razȋye.

Ji bo tȇkbirina pȇwendȋyȇn PKK û rȇxistinȇn Herȇma Kurdȋstanȇ ye sȋyasȋ, bi taybetȋ PDK, propaganda Tûrkȋyȇ jȋ roleke nȇgatȋv dilȋze. Awa, serekwezȋrȇ komara Tûrkȋya, A. Davûtoxlû, çiqwes ser pirsa kurda bipeyivȇ, wȇ bȇje, wekȋ pȇwendȋyȇn wan bi Herȇma Kurdistanȇ re gelek baş in, di navbera Tûrkȋyȇ û Herȇma Kurdistanȇ gelek girȇbestȇn aborȋ hene. Ew kurdȇn Başûr wek dostȇn xwe dibȋnin.

Gava artȇşa Tûrkȋyȇ bajarȇn kurdan bombaran dike, xelkȇn am û tam di jȇrzemȋnan de, ji birȋnȇn sivik, yan jȇ bȇ xurek û av dimrin, gotinȇn A. Davûtoxlû dilsarȋyȇ dikin navbera kurdȇn Bakûr û Başûr.

Çawan me got, hukumata Sûrȋya, YPG wek beşȇkȋ artȇşa xwe dibȋne. Ji alȋyȇ mayȋn ve, berpirsȇ hȇzȇn, ku DAY, YE û çend welatȇn mayȋn pişgirȋya wan dikin û şerȇ rȇjȋma B. Esed dikin, dȋyar dike, wekȋ wȇ 4 hezar pȇşmergeyȇn ENKS hildin nav hȇzȇn xwe. Usan dertȇ, wekȋ hȇzȇn YPG û ENKS di enȋyȇn dijber de cȋh digrin û dikarin şerȇ hev bikin.

Li Herȇma Kurdistanȇ qeyrana sȋyasȋ çiqwes diçe, kûr dibe.

Piştȋ bûyarȇn 12 ȇ Cotmeha sala par, PDK ji bo bi bizava Gorran re rûnȇ, şert danȋbû, wekȋ Gorran gerek lȇborȋnȇ bixweze. Min wan rojan di hevpeyvȋneke bi radio 2000, ya Sydney re, daxweza lȇborȋnȇ zȇde dȋt. Bi rastȋ jȋ, wekȋ hingȇ daxweza lȇborȋnȇ nebûya, PDK û bizava Gorran dikaribûn hev bikirana û ev qeyrana sȋyasȋ wȇ hȇsantir bihata çareser kirin.

Niha jȋ Gorran şertȇ xwe datȋne; gerek serokȇ Parlamȇntȇ û 4 wezȋrȇn wan vegerin ser karȇ xwe, paşȇ wȇ biryarȇ bidin, ka beşdarȋ civȋna hȇzȇn sȋyasȋ, ku serokȇ Herȇma Kurdistanȇ berev dike, bibin, yan na. Di van şertȇn giran de, ev jȋ astengeke zȇde ye.

Ji alȋkȋ mayȋn ve, gor hinek çavkanȋyan, berpirsekȋ Gorran çûye Qendȋlȇ, wekȋ ji PKK alȋkarȋyȇ bixweze û bi wȇ alȋkarȋyȇ parȇzgehȇn Silȇmanȋyȇ û Germȋyanȇ tȇke bin desthilata xwe. Li parȇzgeha Silȇmanȋyȇ pȇşmergȇn YNK ne, li Germȋyanȇ pȇşmergȇn YNK û PDK bi hevre ne. Ve carȇ Gorranȇ bi alȋkarȋya PKK çawan wan parȇzgehan bike bin desthilata xwe? Şerȇ birakujȋyȇ?

Rojhilata Navȋn ber bi guhastinȇn mezin diçe û ew guhasinȇ tesȋreke mezin ser kurda bihȇlin. Ji bo ew tesȋr di berjewendȋyȇn kudan de be, divȇt kurd yekgirtȋ bin.

Ez dawȋyȇ dixwezim gotinȇn serekwezȋrȇ Brȋtanȋya, yȇ berȇ, Toni Blair bȋnim. Ew di hevpeyvȋna xwe ye bi ‘Rûdaw’ TV re dibȇje: “Mirov nikare berê tevahîya Kurdan bide pêşerojeke ne dȋyar, ev xetereke dijwar e. Di vê pêvajoyê de tiştê herî girîng ew e, ku Kurd li dijî dijminên xwe yekîtiîya xwe ava bikin û hînî jiyana hevpar bibin.”

Dengȇn me nagihȋjin serokȇn kurda, hȇvȋdarim dengȇ Toni Blair bigihȋje wan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev