Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 28

We dizanibû…? – 28

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…Eznîva Reşîd, Keremê Seyad û Sêvaza Evdo bi tevayî weke 100 salan di rêdaksyona radyoya Yêrêvanê ya kurdî da wek bêjer (spîkêr) kar kirine.

…ji bo kurdan bikişînin bal xwe û ji bo pêşîya komûnîzmê bigrin, da ku kurd nekevin bin bandûra wê, kolonîyalîstên înglîs û fransiz dest pê kirin zimanê kurdî wek navgînek propogandayê bi kar bînin. Li Îraqê baylozxana Înglîs kovara “Dengî Getî Taza” (1943-1947) weşand, li Filîstînê di radyoya Rojhilat da beşa kurdî vekirin, li Sûrîyê û Libnanê firansizan rê da ji bo derçûna çend rojnameyên kurdî.

…çend salan berê pirtûkxaneya malê ya here dewlemend li Sovyetistana berê ya rojnamevan û zanyarê kurd Şamilê Selîm Eskerov bûye, ku gelek salan serwêrê mûzêya êtnografîyê ya bajarê Kelbecarê (li Azirbêcanê) bûye. Di pirtûkxana wî da 11 hezar pirtûk hebûne. Ewî herwiha “Mem û Zîn” a Ahmedê Xanî wergerandîye azirî, ferhenga ”Kurdî-azirî û azirî-kurdî” amade kirîye û çap kirîye.

…li Kurdistanê rojnameya “Peyman” ya pêşin bûye, ku cî daye nivîsa kurdî (sal 1909, Dîyarbekir). Rojnameya “Roja Newe” jî ya pêşin e, ku cî daye nivîsa bi zaravê dimilî (sal 1963, Stenbol).

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev