Kurdistan – welatê kal û bavê me ye!

Guhdarên delal! Em hergav dibêjin em kurd in, welatê me Kurdistan e. Lê belê derheqa dîroka kurdan û Kurdistanê da em kêm dizanin, yanî em kêm dixwînin, yanê jî em pirtûk û gotarên capkirî kêm dest dixin. Kurdistan welatê kal û bavê me ye, zanîna me gere pê re hebe. Hinek pir yan hindik haj wan gilîyan hene, lê em dixwezin dîsa carekê têkine bîra we û ji we re çend meselên derbarê Kurdistanê û miletê kurdan da şirove bikin.

 Hewce ye ku em ser wê mijarê zêde binivîsin û biaxivin û disa jî wê têrê neke. Bêguman, azadî û serxwebûna Kurdistanê û bûyerên rojane di dîroka wê de ne û lema pirsên ji dîroka kurd û Kurdistanê pir zêde balê dikêşin ser xwe. Bêy wê zanebûnê, zanîna me ne tam e û em jî nikarin xwe bi serbilindî û bi kubarî xwey kin. Di belavkirinên xwe de em dixwezin gorî îmkana xwe bi belg-belg dîroka Kurdistanê we ra vekin û bixwînin. Îro emê ji we ra derheqa cografîya Kurdistanê da bes bikin, ku me ji pirtûka seydayê mezin Cegerxwîn a bi navê “Tarîxa Kurdistanê” (weşanxaneya “Roja Nû”, Swed, 1985) deyn kiriye.

Fermo, guhdarîya beşeke bernameya radyoya Ria taza “Ji rûpêla dîroka Kurdistanê” bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev