Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1829an da

Me di 27 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê em ji pirtûka P. Avêryanov beşeke pir balkêş raberî we dikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 28

Zivistanê tirk bi ciddî karê şerê teze didîtin, senceqa Erzurumê da gelek xurek danîbûne ser hev, parastina Erzurumê dabûne xurtkirinê û li der-dorê wê da ordîya 80 hezarê û 60 top dabûne cîwarkirinê. Baharê ew ordî gerekê paşalixîyên Qersê û Axalsîxê li Tirkîyê vegeranda, ku sala 1828a ji dest wê hatibû hildanê. Taxbûrên kurda yên Wanê û Mûşê gerekê dijî Êrîvanê şer bikirana.

Mîrlaw Paskêvîç biryar kiribû bi du alîyan va êrîşî li ser Erzurumê bike: ji Qersê, bi riya Soxanlixê û ji Toprax Kelê bi riya Karaderbendê. Piştî hildana Erzurumê gerekê êrîş bibira li ser Dîyarbekirê û Sivasê, “bona Tirkîya Asîyayê bikine du perça”.

Di amadekirina wê planê da hêvîyeke mezin danîbûne ser wê yekê, ku kurdên Tirkîyê wê bighîjine me bona em bi tevayî êrîşî li ser tirka bikin. Eger kurd bi a me bikirana, ango bi me ra bibûna yek, di dema êrîşa me ya li ser Erzurumê dikaribûn ji ordîya tirka ra asteng çê bikirana, ku ew nikaribe xwe bigihîne Dîyarbekirê û Sivasê. Bilî wê, eger kurd bigihîştana me, ji ordîya tirka gelek eskerên siyarî wê kêm bibûna(1).

Ji ber wê jî mîrlaw Paskêvîç temamîya zivistanê hewl dida kurda bîne alîyê me û dema vegerîya Tîflîsê, destxweda bi wan ra rûnişt.

Di destpêkê da pêwendîyên me yên bi kurda ra bi ser diketin. Di meha çileya paşin da serekên eşîrên kurda yên bi nav û deng Suleyman axa û Huseyn axa (eşîra Zîlan, ku li senceka Bûlanliyê, paşalixîya Mûşê dima) pêşnîyarên me hema bêje qebûl dikirin. Emîn paşayê Mûşê jî xwe li ser me digirt. Paşayên Qersê û Bayazîdê, ku li Tîflîsê wek dîl (hêsîr) hatibûne girtinê, bi me ra bûn û alî wê yekê kirin, ku hevraxeberdanên me bi kurda ra serketî derbaz bûn. Emîn paşayê Mûşê hela meha çileya paşin sala 1828a ermenîkî şandibû bal serekqumandarê me bona daxazên xwe bighîne wî, û soz dida ku wê di şerê himberî tirka da tam alî me bike, eger navê paşatîyê li ser bimîne û eger ew bona amadekirina desteyan (ji kurdên bin hukumê xwe da) alîkarîya pera bistîne(2). Wî çaxî mîrlaw Paskêvîç çawîş Vaçnadzê şande Mûşê (bi navekî din û bi kincên ermenîkî bazirgan) û sipartibû wî bi surî serîkî li Emîn paşa xe û ber wî pêşnîyaar bike bona ew ji kurda desteya 12 hezar siyarîyan amade bike bona bi tevayî şerê tirka bikin. Mîrlaw Paskêvîç soz dida her meh 12 hezar çêrvonêsa (perê zêr) bide û pere wê wî çaxî da bikevine destê wî, dema ew destbi wî karî bike.

“Em dewa wê yekê ji we nakin,- mîrlaw Paskêvîç ji Emîn paşa ra dinivîsî,- ku hûn berî me bigihîjine Soxanlixê û destbi şêr bikin; daxaza me her tenê ew e, ku hûn gerekê nêzîkî me bin û bi me ra tevayî êrîşî li ser tirka bikin, ji bo ku em bikaribin zûtirîn wext wana ji Erzurumê derînin û dû ra jî emê pêşenîyeke tevayî çê bikin û berê xwe bidne Sivasê û Toxatê”.

Piştî gelek dijwarîyan û xeteran Vançadzê gihîşte Mûşê, lê hema di çevpêketina pêşin da Emîn paşa elam kir, ku tu cara di fikra wî da tunebûye derkeve dijî tirka û gef xwar, ku ewê Vançadzê bigre û wek casûs bişîne Erzurumê. Lê zûtirekê ev pelepistûkî ji holê rabûn û paşa bi hemû pêşnîyarên mîrlaw Paskêvîç ra qayîl bû û soz da, ku wê hemû daxazên wî bi cî bîne û ew gotina xwe piştî demeke kurt dubare kir.

Ji bo pêwendîyên bi paşayên kurda û tirka ra serekqumandar ji împêrator 100 hezar çêrvonês hîvî kir(3). Maqûl împêrator hemû pêwendîyên mîrlaw Paskêvîç yên bi kurda ra bilind qîmet kir û ferman da ku vir şûnda jî her tiştî bikin bona wana bînine alîyê me û emir kir, ku ji bo wî karî ji serekqumandar ra çiqas pere lazim bibe, ewqasî bidinê(4).

Bi wî karî ra tevayî her tişt dihate kirinê bona ji binecîyên paşalixîyên ku me zevt kirine, ordîya xwe bi siyarîyên musulman va bidne xurtkirinê. Di desteya Qersê da çar alayên musulmana hatine sazkirinê û ji wana eskerên alaya hejmara 4a hemû kurdên paşalixîyên Qersê û Axalsîxê bûn (400 siyarî). Li desteya Êrîvanê da kurdên êzdî yên bin hukumê Hesen axa û herweha kurdên ji eşîra Celalîya diketine nav alaya musulmana, ku li xantîya Makûyê da koçer bûn û ew yek bi hajpêhebûn û razîbûna xanê Makûyê dihate kirinê(5).

Kêmbûna jimara eskeran li meydana şêr ya li Qersê mîrlaw Paskêvîç mecbûr kir plana xwe ya berê biguhêre. Hela zivistanê pareke eskerên desteya Êrîvanê gihîştibûne alaya Qersê û êrîşa me ya li ser Erzurumê hema xût ji Qersê destpê bû, lê li paşalixîya Bayazîdê me tenê xwe diparast.

Kurda soz dabûn, ku wê alîkarîya me bikin, lê xwedî li sozên xwe derneketin. Lê berî wê paşa û serekeşîrên kurda gelek soz didane me û me hêvîya xwe gelekî bi wan ra girêdabû. Lê tenê bin zordarîya çeka me ewana hatine rayê û destpê kirin alîkarîya me kirin.

Çi jî hebe, ji hevraxeberdanên me yên bi Emîn paşayê Mûşê ra em hinek karê ketin. Me ji wî alîkarîya rastene ne sitend jî, lê bêkaretîya wî di demên, ku bona ordîya tirka pir giring bûn, ji me ra dest didan. Ango, piştgirîya me ne kir, lê hema xwe neda alîyê tirka jî.

Hema ku nerazîbûnên me yên bi Farizistanê ra hatine helkirinê, ku bi kuştina baylozê me yê li Tehranê ra girêdayî bûn, mîrlaw Paskêvîç ji Qersê ser Soxanlixê ra destbi êrîşê kir û berê xwe da Erzurumê. 19 û 20ê hezîranê mîrlaw Paskêvîç di şerên ji bo Soxanlixê(6) (rex Melîdûzê) zora alaya Hekkî paşa ya 20 hezarê û alaya seresker Salih paşa ya 30 hezarê bir.

Seresker dew ji Emîn paşayê Mûşê kir, ku bi 7 hezar kurdên xwe va bê hewara me bona bikaribin bi eskerên tirka va tevayî, ku li wir mabûn, Erzurumê biparêzin. Lê Emîn paşa bi bahaneyên cûre-cûre xwe paş xist û negihîşte ordîya tirka, ne çû Erzurumê biparêze. Û di wan dema da ew bi surî bi me ra dihate girêdanê.

Bi vî awayî, riya berbi Erzurumê vekirî bû, me milê pêşenîyê yê ji alîyê Mûşê va xistibû bin destê xwe û 27ê tîrmehê, piştî ku me çend agirên topa reşandin, me Erzurum zevt kir.

4ê tîrmehê parlamêntarên ji herêma Xinûsê hatine Erzurumê. Wana kilîta kela Xinûsê bi xwe ra anîbûn û hîvî dikirin, ku em wana biparêzin. Mîrlaw Paskêvîç desteya serhing Lêman şande Xinûsê (taxbûrek, 200 kazak, 4 topavêj) bona binecîyên wira ji cerdên kurda biparêze. Herweha ji serhing Lêman ra hatibû gotinê, ku bi awakî nazikayî binecîya bînine alîyê me û bi paşayê Mûşê ra bikeve nava pêwendîya. Çawîş Vaçnadzê jî bi çend kurdên bi me ra amin şandine Mûşê bona alî Emîn paşa bike, ku ew ji kurdên wira sê alayan amade bike (bi weke 1500 siyarîyan va).

12ê tîrmehê Îbrahîm beg – apê Emîn paşayê Mûşê, hate Erzurumê. Hela baharê ew şandibûne Konstantînopolê bona Mûşê da partîyake ji kesên dijî Emîn paşa saz bike, ji ber ku ji sultan ra hatibû gotinê, ku pêwendîyên wî bi rûsa ra heye. Binecîyên wira ji Emîn paşa ne razî bûn jî, lê xwe ne dane alîyê Îbrahîm beg.

Îbrahîm beg texmîn kir, ku di wî karî da bi ser nakeve, berê xwe da mîrlaw Paskêvîç û ji navê kurdên bin hukumê xwe da ji wî hîvî kir, ku wî bike paşayê Mûşê. Mîrlaw Paskêvîç, ku wî çaxî daxazeke usa ji Emîn paşa jî sitendibû, Îbrahîm paşa bi dilgermî qebûl kir û hedyayên giranbuha jî dane wî, lê daxaza wî bi cî ne anî, tenê hêvî kire dilê wî, ku belkî di paşdemê da ew daxaza wî bê sêrî, ew jî bi şertê, ku wê tim bi rûsa ra amin be. Bi vî awayî, serekqumandar di hêlekê da gef li Emîn paşa dixwar, ku neyarê wî dikare dewsa wî bigre, di hêleke mayîn da jî qedir û hurmeta Îbrahîm paşa digirt, û bi wê yekê va usa kir, ku binecîyên paşalixîya Mûşê, ku gelekî şervan û mêrxas bûn, di cîyê xwe da rehet bisekinin. Kurdên paşalixîya Mûşê bin hukumê Emîn paşa da tevlihevî û xiringêle çê nekirin.

Di wê dema, ku mîrlaw Paskêvîç bi hêza bin destê xwe va Kilkit-Çiftlik zevt kir, û li Erzurumê desteya gênêral-çawîş Pankratêv tenê mabû, ku jimara eskerên wê jî hindik bû, Mustefa paşa (ewê ku me sala 1828a rex Axalsîxê zora wî biribû) ev firsend bi kar anî û eşîrên kurda yên Hesenî, Zerekî, Cebrî û Belikî, ku ne ji paşalixîya Mûşê bûn, derxiste dijî me û di dawîya meha tîrmehê da jimara eskerên siyarî gîhande 5 hezara, berê wan da Bîngolê û gef dixwar, ku wê kela Xinûsê zevt bike.

P

areke kurdên ji wê desteyê 1ê tebaxê 30 kîlomêtra dûrî Xinûsê êrîş bire li ser bêlûka me ya kazaka (30 merî) û 12 kes ji wana kuştin. Wî çaxî gênêral-çawîş Pankratêv emirî li ser alaya Lêman kir, ku bin menîya belabûna nexweşîya çopilmê ji Xinûsê derên, berbi gundê Kullîyê herin (ew gund 40 kîlomêtra dûrî Xinûsê ye û 50 kîlomêtra jî dûrî Erzurumê ye). Hema di wan dema da behs gihîşte me, ku kurdên Mustefa paşa dixwezin êrîşî li ser kampa me ya li Erzurumê ya li rex girên Lezgî-Çayîrê bikin, ku 35 kîlomêtra dûrî Erzurumê bû. Bona parastinê serhing Basov bi bêlûkekê, alayîke kazaka û bi du topavêja va şandine wir.

Ev paşdavekişandina serhing Lêman ji Xinûsê berbi Kullîyê û ya serhing Basov ji Lezgî-Çayîrê berbi Erzurumê gelekî bi dilê Mustefa paşa bû û ewî ew firsend bi kar anî û bi 2 hezar kurda va berê xwe da Erzurumê, lê 3ê tebaxê, dema ku serhing Basov bi eskerên xwe va teze xwe gîhandibû besta rex riya Erzurumê ya sereke, ku 15 kîlomêtra dûrî Erzurumê bû, eskerên alaya kurda ya siyarîyan nişkêva ji şikeftan derketin û êrîşî li ser alaya me kirin. Ji dengê gullên topa gênêral-çawîş Sêrgêyêv bi du taxbûra, 500 kazaka û 2 topavêja ji Erzurumê hate hewar me. Ew alîkarî di wextê da û pir giring bû. Me zora Mustefa paşa bir, ji eskerên wî 200 kes kuştin, ku nav wan da du zabitên kurd jî hebûn û di nav birîndarên giran da Omer axa jî hebû, ku ji eşîra Hesenî bû û merivê nêzîk yê Emîn paşayê Mûşê bû. Kurdên hûrxweşbûyî mecbûr man her tiştê talankirî û hespên xwe di cî da hîştin, xwe li riya revê girtin. Ji me 30 merivî ne zêdetir hatine kuştinê û birîndar bûn.

Malûmatî hatibûne sitendinê derheqa wê yekê da, ku kurd êrîş birine li ser binecîyên Xinûsê û Emîn paşayê Mûşê hewl dide kîlerên li Xinûsê zevt bike û ji bo wî karî gelek kurd bi serokatîya birayê Emîn paşa – Xurşîd beg şandibû wira. Ji ber wê yekê gênêral-çawîş Pankratêv desteyek (6 bêlûk, alayîke kazaka û 6 top) bi serokatîya gênêral-çawîş Sêrgêyêv ji gundê Kullîyê şande bajarê Xinûsê û ewê desteyê xwe bi kurda ra gîhand û piştî pevçûneke kurt ra kurda pez-dewarên xwe hîştin û xwe li riya revê girtin. Desteya me careke din Xinûs xiste bin destê xwe û heta 15ê tebaxê li wir ma. Piştî ku ew nanê me ji gundîya kirîbû şandine Erzurumê, me çek û sîlihên xwe hildan û em çûne gundê Kullîyê.

Tu eşîreke kurda ji vê ceza ku me dabû wan, ders ne girtin. Kurda wek berê bi serokatîya pêşîkêş û serekeşîrên xwe – Mustefa paşa, Porte beg Keskanî û Muhemmed beg Kuxîn ew hemû navçe talan û wêran kirin, ku me li wan dera nan dabû ser hev. Civînên kurda pir cara li senceqa Kuxînê, rex gêdûka Keşmîrê dihatine derbazkirinê, ji ber ku ew cîkî çiyayî bû, her kes nikaribû xwe bigîhanda wan dera û eger em bi dû wan ketana jî, ewê bi hêsanî xwe veşartana.

Dema sê taxbûrên me hatine Erzurumê, firsend kete gênêral-çawîş Pankratêv, ku himberî kurda diha arxayîn şer bike.

Êkspêdîsyonek berbi senceqa Kuxînê hate şandinê, ku 120 kîlomêtra dûrî Erzurumê bû. Gênêral-çawîş Sêrgêyêv 21ê tebaxê bi 3 bêlûka, 300 eskera û 4 topa va ji gundê Kullîyê çû wira. Ew gerekê rex çemê Erez ra berbi hevraz biçûya, ji Bîngolê derbaz bûya û li gundê Bermakê (ku li ser riya Kuxînê ye) bigihîşta desteya serhing Mîklaşêvskî, ku bi taxbûrekê, 150 kazaka û 4 topa va ji gundên Tatosê û Altinê (Altûnê) gerekê derbaz bibûya û bigihîşta Erzurumê.

23ê tebaxê, berî ku ew herdu deste bigihîjine hev, serhing Maklaşêvskî rex gundê Çagondurê zora kurda bir û 3 hezar serî heywanên gir ji dest wan hilda.

25ê tebaxê, dema ku ew herdu deste gundê Bermakê da gihîştine hev, pevçûneke nû bi kurda ra qewimî û di wê pevçûnê da kurda têk da, lê vê carê kurda bi xurtî ber xwe da.

Serketina desteya gênêral-çawîş Sêrgêyêv hêrsa kurda gelekî rakir. Wana neferên malên xwe verêkirine berbi gêdûka Keşmîrê, bona ew xwe li wan dera biparêzin, lê bi xwe jî bi serokatîya Kuxîn begê, Mustefa paşa û Porto begê livîyane berbi gundê Melîkon, bona rastî gênêral-çawîş Sêrgêyêv bên, yê ku ew hemû rê girtibûn, ku diçûne berbi gêdûka Keşmîrê.

25 û 26ê tebaxê desteya me gava xwe nêzîkî li gêdûka Keşmîrê kir, bi riya gelek zehmet ra derbaz bû, hat gihîşte gundên Holankê, Başkoyê û Qerebegê û hemû pez-dewarên kurda ji dest wan girt, lê 27ê tebaxê berbi gundê Melîkonê livîya.

Ber dervezên Keşmîrê, li ser xaçerêyekê desta me rastî 600 kurdên siyarî û ewqas jî kurdên peya hat û destxweda me ji sê alîyan êrîş bire ser wan. Kurd bi gef û gurr ketine nava şêr, lê dû ra me ji hemû alîya zora wan bir, ew şikestin û xwe li riya revê girtin. Ji kurda gelek kes hatine qirê. Kazaka heta gêdûkê da dû wan kurdan, ku direvîyan. Ji me weke 15 merî hatine kuştinê û birîndar bûn.

Piştî wê binketinê serekeşîrên kurda qasidên xwe şandine bal gênêral-çawîş Sêrgêyêv bona ew wana bibaxşîne û soz didan, ku wê gema kurdên bin hukumê xwe bikişînin, ku ew êrîşa nebine ser we û digotin, ku ewê bi xwe bêne Erzurumê bona aminaya xwe hindava rûsa da dîyar bikin. Gênêral-çawîş Sêrgêyêv texmîn kir, ku eskerên me nikarin bi topên giran va ji gêdûka Keşmîrê derbaz bibin, qasidên kurda qebûl kir û ji wan ra got, ku tenê ji bo xatirê qedirgirtina wan ew îdî berê desteya xwe nade gêdûka Keşmîrê.

31ê tebaxê desteya me berbi sencaqa Terecanê livîya, bona wira jî koka her tiştî bîne, ji ber ku hukumdarê ewê sencaqê Mehmûd beg yek ji neyarên me yê sereke bû. Li ser rê serekeşîrên kurda û hukumdarê sencaqê yê nû hatine bal gênêral Sêrgêyêv û jê lava-dîlek kirin, ku ew meşa desteya xwe bide sekinandin, ji ber ku Mehmûd begê neyarê wan îdî revîye Keşmîrê, lê temamîya binecîya soz dane, ku nan berevkin û bişînine Erzurumê. Ji ber ku di desteyê da tenê xurekê bona du roja mabû, ji ber wê jî gênêral Sêrgêyêv daxaza serekeşîran bi cî anî û berê desteyê guhêrand, berbi Erzurumê va çû. Ewî êkspêdîsyona berbi Terecanê heta ser demekê paş xist.

Desteya me li ser riya dagerê ya berbi Erzurumê 400 kurdên çekdar ji hev bela kir, ku berî wê gundekî huruma (yûnana) şêlandibûn. Rojtira dinê, 1ê îlonê 200 siyarîyên kurd bi serokatîya Porto begê rex gundê Çagondurê êrîş biribû ser maleke xaçparêza, ku hevalbenda me bû. Gênêral-çawîş Sêrgêyêv eskerên xwe yên peya di cî da hîştin û tenê bi kazakan va êrîşî li ser kurda kir, zora wan bir û berî wan da, ji gund derxist. Lê 800 kurdên siyarî yên mayîn nişkêva bi me va derketin û êrîşî li ser kazaka kirin. Em rabûne hev. Kazak paşda vekişîyan, hatin gihîştine eskerên me yên peya û me bi alîkarîya wana kurd ji wan dera raqetandin û em mezîleke dirêj bi dû wan ketin. Ji kurda 100 kes hatine kuştin, lê ji me 12 merî hatine kuştinê û birîndarkirinê. 2ê îlonê desteya me vegerîya Erzurumê.

Di nîveka meha îlonê da, gava hêzên me yên sereke piştî emelê li Baybûrtê destpê kirin vegerîyane Erzurumê û seresker behs bela dikir, ku em xudêgiravî ji zeîfîya xwe paşda vedigerin, li sencaqa Terecanê careke din pevçûn çê bûn, ji ber ku Mehmûd beg carek din çûbû wira. Vê carê desteya serhing Mûravyêv gundê Pûnê zevt kir, ku cîyê derbazkirina civînên kurda bû û cîyê cerdbaşîyan bû, yên ku temamîya deşta Terecanê di nav tirs û sawê da hîştibûn. Mal û hebûna Mehmûd beg hatine şewitandin û piştî wê dîsa bêdengîyek peyda bû.

A bi vî awayî bûn pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan li meydana şêr ya sereke da. Niha em berê xwe bidne meydana şerê li Êrîvanê.

Di adara sala 1829a di desteya Êrîvanê da serhevdu 2 taxbûr, 7 bêlûk, alayîke kazaka, 12 top û taxbûreke mîlîsên ermenîya hebûn. Ew li Bayazîdê, Toprax Kelê û Dîadînê da bûn. Destûr dabûne serekê desteya Êrîvanê gênêral-çawîş Popov, ku dema neyar bi hêzeke mezin va êrîş bîne ser me, bingehên li Dîadînê û Toprax-Kelê biteqînin û hêzên xwe bikine yek, bi tevayî tenê Bayazîdê biparêzin.

Sistbûna hêzên desteya Êrîvanê hêvî kiribû dilê tirka, ku ew dikarin Bayazîdê paşda vegerînin û seresker ferman da paşayê Wanê ji kurda şervana berev bikin bona emelên himberî Bayazîdê û mentîqên Êrîvanê, lê zivistana sur û serma, ku wê salê heta dawîya meha gulanê kişand, firsend ne da tirka bi aktîvî karê tivdarekdîtina şêr bikin. Lê talanên kurda hela derbaharê da destpê bûbûn. Wek mînak, cerdbaşîyên kurda di meha nîsanê da çend gundên di navbera Dîadînê û Toprax Kelê daa şêlandibûn, lê bi destî desteyên me hatibûne hincirandinê û ji hev hatibûne belakirinê.

Di dawîya nîsanê da malûmatî gihîştine me, ku paşayê Wanê bi fermana seresker îdî 3 hezar eskerên kurda yên peya, ku ji eşîra Hekarîyan bûn, û 4 hezar siyarîyên kurd yên paşalixîya bin hukumê xwe da berev kirine bona êrîşî li ser Bayazîdê bikin, lê temamîya meha gulanê da ew neyarên me bêdeng man. Seresker çend cara ferman dida, ku paşayê Wanê dijî Bayazîdê destbi şêr bike, lê paşa her cara bi bahaneyên cuda-cuda ew kar paş diêxist. Şik birin, ku dibe paşayê Wanê bi rûsa ra nava pêwendîyan da ne, bi wan ra hatîye girêdan. Deng bela bû, ku dibe dewsa wî yekî dinê kivş bikin. Eva bûyera li paşalixîya Wanê tevlihevîyek çê kir, ji ber ku ew yek ne bi dilê binecîyên wira bû. Paşa bi awakî eşkere hukumeta tirka gunehkar kir û evê yekê ser demekê ew xeter li ser eskerên Bayazîdê yên kêmjimar da hilanînê, ku berê li ser daliqîyabû. Ser demekê bîn hate ber binecîyên sencaqa Bayazîdê yên musulman.

Û ya dawî, di destpêka meha hezîranê da paşayê Wanê ferman û gefxwarinên seresker da ber çevê xwe û destbi şêr kir.

6ê hezîranê 3 hezar kurdên siyarî nişkêva li rex kela Toprax Kelê dîyar bûn, ku bi 2 bêlûka, 100 eskera û 2 topa va dihate parastinê, û li wir destbi karê talanê kirin. Serekê eskerê me yê li wira zû pê hesîya û pêra gîhand eskera rake himberî kurda. Piştî ku kurda dengê topên me bihîstin, lezo-bezo xwe li riya revê girtin, lê bi xwe ra weke 1500 heywanên gir birin.

20ê hezîranê paşayê Wanê bi 9 hezar eskerên peya, 5 hezar siyarîya û 74 topa va êrîşî li ser Bayazîdê kir. Em wê jî bêjin, ku hemû binecîyên musulman derketine dijî me, ji malên xwe gulle berî me didan. Rast e, hêza me ji hêza kurda kêmtir bû jî, ji ber ku bin destê me da tenê 1482 eskerên peya, 339 kazak, 500 mîlîsên ermenîya û 17 top hebûn, me ber wê êrîşê û êrîşa 21ê hezîranê bi serfirazî ber xwe da. Ji me û dijminên me gelek kes şehîd ketin(7). Piştî wê paşayê Wanê paşda vekişîya berbi gundê Qazi-Gyolê.

Behsa derheqa rewşa bi xeter ya li Bayazîdê û hîvîkirina derheqa alîkarîyê da hema piştî serketina di şerê bona Melîdûzê gihîşte mîrlaw Paskêvîç. Mîrlaw Paskêvîç li Soxanlixê bû, ku 200 kîlomêtra dûrî Bayazîdê bû. Serekqumandar bersîva gênêral-çawîş Popov da û got, ku alîkarîya ji bo eskerên me yên li Bayazîdê bi wê yekê va girêdayî ye, çika piştî serketina me ya li Soxanlixê çi dikeve destê me û gorî wê jî emê hesabê alîkarîyê bikin. Dû ra bêlî bû, ku dema paşayê Wanê pê hesîya, ku ordîya seresker bin ketîye, turuş ne kir carek din êrîş bike û piştî têkçûna Erzurumê, bi lez berbi Wanê paşda vekişîya.

Lê paşayê Wanê dît, ku piştî hildana Erzurumê em arxayîn bûne û desteya Êrîvanê jî diha sist bûye, ji ber ku li Bayazîdê nexweşîya tayê bela bûbû, destbi êrîşa nû kir û 18ê tîrmehê îdî gelekî nêzîkî Bayazîdê bûbû. Lê me alaya Bayazîdê bi eskerên korpûsa mîrlaw Paskêvîç da xurtkirinê (bi 1 û nîv taxbûrê, 4 bêlûka û alayîke kazaka va) û me paşayê Wanê mecbûr kir cara duda paşda vekişe. Û tenê 11 hezar kurd wek berê li ser riya Wanê man, ku 45 kîlomêtra dûrî Bayazîdê bû, ew jî piranî ji bo wê bûn, ku cerdên xwe bişînin bona gundên ermenîya yên li sencaqa Bayazîdê talan bikin.

Di nîveka îlonê mîrlaw Paskêvîç bi daxaza ku Emîn paşayê Mûşê ceza bike ji bo kar û emelên wî yên durûtîyê(8) û ji bo dewsa wî Îbrahîm beg wek paşa kivş bike, ku bi me ra amin bû, ser navê gênêral-çawîş Rêût nameyek nivîsî, ku ew bi perçekî hêza garnîzona Bayazîdê li paşalixîya Mûşê da êkspêdîsyonekê bide derbazkirinê û bi alîkarîya desteya serhing Kasprîskîy, ku li gundê Kullîyê hêwirîbû, Mûşê zevt bikin û Emîn paşa ji wir biqewirînin. 22ê îlonê gênêral Rêût Melazgir zevt kir, lê serhing Kasprîskîy Xinûs zevt kir. 5ê çirîya pêşin me Mûş xiste bin destê xwe û Emîn paşa ji wir revî. Kurdên paşalixîya Mûşê rehet sekinîn û paşayê xwe ne parastin.

10ê çirîya pêşin desteya gênêral-çawîş Rêût bi riya Melazgirê paşda vegerîya paşalixîya Bayazîdê.

Mîrlaw Paskêvîç pelepistûkî û durûtîya Emîn paşa bi vî awayî şirovekir: “Sebebê sereke, ku paşayê Mûşê nişkêva guherî ew bû, ku behsa derheqa wê yekê da bela bûbû, ku baylozên Îngilîs û Fransîyayê, ku hatibûne Konstantînopolê, bi karê navçîgarîyê û girêdana peymana aşîtîyê va mijûl in. Deng bela bûbû, ku ew bayloz li Konstantînopolê gotine, ku ewê hewl bidin bi Rûsîyayê ra peymana aşîtîyê girêdin û gorî wê ji axa zevtkirî ji hukumeta Rûsîyayê ra tu buhustek jî gerekê nemîne. Ji ber wê jî hemû paşa û begên kurda, ku serokatî li sencaqên xwe dikirin, zanibûn, ku wê dîsa berê xwe bidne hukumeta tirka û ji ber wê jî ditirsîyan alî me bikin”(9).

Kar û emelên desteya Êrîvanê hindava kurda da sala 1829a bi êkspêdîsyona berbi Mûşê va xilas bû.

Şer betilîbû û peymana aşîtîyê hatibû girêdanê, lê ji kurdên ku li Kurdistana Başûr diman, ser navê mîrlaw Paskêvîç pêşnîyar dihatine sitendinê, ku ew dixwazin bi rûsa ra bibine yek û derkevine dijî tirka. Wek mînak, di dawîya sala 1830î, gava mîrlaw Paskêvîç li Tîflîsê bû, ermenîkî bi navê Pêtros Xazarov hate bal wî, ku Mîrze axayê serekê êzdîyên Dîyarbekirê, ku li rex bajarê Rindwanê diman, ew şandibû. Mîrze axa ser wê bawerîyê bû, ku qasidê wî wê li Erzurumê xwe bi mîrlaw Paskêvîç ra bigihîne, û wê ji navê wî pêşnîyar bike, ku ew dikare 1500 siyarîyan û 5 hezar eskerên peya bide wî, dema ku eskerên rûsa ji Erzurumê berbi Bîtlîsê va herin. Eskerên pêşin, ku Mîrze axa wek qasid şandibûn, bi destî tirka hatine kuştinê, ji ber wê jî ew pêşnîyar derengî ket. Hûrgilîyên pêşnîyarên Mîrze axa û kar û barên qasidên wî di daxaznameya Xazarov û nameya Mîrze axa da hene, ku em li jêr raberî we dikin(10).

Bona nivîsa me diha tam be, em gerekê wê yekê jî serda zêde bikin, ku dema mîrlaw Paskêvîç bi wan pêşnîyara ra dibû nas, (ku baştir dibû di dema girêdana peymana aşîtîyê raberî Tirkîyê bikirana), xwesma li ser wê pirsê sekinîbû, ku Bayazîd bi hemû sencaqên xwe va gerekê bikeve nava axa Rûsîyayê, ji ber ku eger Bayazîd bikeve destê me, hukumê me wê li ser Kurdistana Jorin bê testîqkirinê û dema şer derkeve, ew dikare gelek eskerên siyarî derxe meydana şêr, ku ew esker dihatine hesibandinê wek yên here baş li Asîyayê, lê eger usa nîbe, dijminê me dikare wan eskera berev bike û derxe dijî me”(11).

  1.  Bangawazîya mîrlaw Paskêvîç ya 21ê çirîya paşin sala 1828a (Rûpel 766-773 yên cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

Nameya mîrlaw Paskêvîç ya ser navê mîrlaw Nêssêlrodê, ya 3ê hezîranê, sala 1829a, hejmar 187 (Rûpel 785, ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

Bangawazîya mîrlaw Paskêvîç ya 11ê çileya paşin sala 1829a (Cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

  1.  Di kampanîya sala 1828a da Emîn paşayê Mûşê piştgirê tirka bû û bi hezar sîyarîyên kurda yên bijare va çû hewara eskerên tirka, ku li Axalsîxê bûn, lê derengî ket û berî hatina wî me Axalsîx zevt kir. 17ê tebaxê desteya Bêkovîç-Çêrkask xwe bi paşa ra gîhand û wan dema ewî binecîyên ermenî ji Erdehanê û Erzurumê derdixistin. Paşa, ku ne hîvîya hatina me bû, zendegirtî ma, ermenî hîştin û revî (Ji bangawazîya mîrlaw Paskêvîç ya 28ê tebaxê sala 1828a. Rûpel 766-773 yên cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

Bi bîr û bawerîya mîrlaw Paskêvîç Emîn paşa sala 1829a ji bo wê yekê berê xwe ji hukumeta tirka guhart, “ji ber ku hukumeta wî bi dû wî ketibû”. (Ji bangawazîya mîrlaw Paskêvîç ya 26ê tîrmehê sala 1829a. Rûpel 809 ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

  1.  Ji wan pera tenê 4 hezar çêrvonês ji bo wê armancê hate bikaranînê, lê 96 hezarên mayîn li ser xweşkirina rewşa ermenîya hatine xerckirinê, ku di dawîya kampanîya salên 1828-1829a ji Tirkîyê derbazî Pişkavkazê bûbûn.
  2. Binhêre serdazêdekirina hejmara 3a. Bangawazîya mîrlaw Paskêvîç ya 11ê çileya paşin sala 1829a (Cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

Binhêre serdazêdekirina hejmara 4a. Nameya mîrlaw Çêrnîşov ji bo mîrlaw Paskêvîç, ya 30ê çileya paşin sala 1829a, hejmar 40 (Ji cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

  1.  Her alayîk ji 400-500 siyarîyan bû û her sed esker jî bêlûkek bûn. Di her bêlûkekê da wekîlek û du beg hebûn, ango serekê sed eskera û cîgirên wî. Her cîgirekî ra di mehê da bi xwerinê ra tevayî 37,5 rûblê bi perê zîv diket. Serekê sed eskera ra (sultan an jî beg) her meh 25 rûbl diket, cîgirî wî ra – 20 rûbl, wekîl ra 5 rûbl, lê siyarîyan ra her yekî – 2 rûbl di mehê da. Xênji wê wan hemûya xwerina nîvro jî belaş dixwarin. Carna van kesana dişandin nav alayê: Melle – bona derbazkirina eyd-erefatên dînê Mehemedîyê, mîrze – bona nivîs û xwendina nameyan, zabitek bona çareserkirina pirsên cuda-cuda û h.w.d.
  2.  Di şerên desteya me ya li Qersê bi ordîya Tirkîyê ra yên li Soxanlixê di eskerên herdu alîyan da jî sîyarîyên kurd hebûn û di nav wan da alaya me ya kurda ya hejmara 4a ser gişka ra bû. Piştî şikestina tirka li Melîdûzê, di dema ew ji Qereurganê berbi Hesen Kelê diçûn, Paskêvîç xwe gîhande begên kurda û ji wan pirs kir. “Ev serketina me gelo bi dilê we ye?”. Kurda bersîv dan, gotin: “Em hela ji ecêbmayînê ser hişê xwe da ne hatine û em tenê niha bawer dikin, ku ew rastîyek e”. Gava mîrlaw Paskêvîç ji wana pirs kir, gelo kurdê bêne alîyê me û gelo paşayê Mûşê wê bigihîje me, kurda bersîv da, got: “Bi lez pêşda herin, Erzurumê zevt bikin û wî çaxî her tişt wê bi dilê we be. Aminaya eşîrên kurda bi wê yekê va girêdaye”.
  3.  20 û 21ê hezîranê ji me 24 zabit û 790 esker hatine kuştinê û birîndarkirinê, ango hema bêje nîvê garnîzonê, lê ji neyara ew jimar gihîşte heta 2 hezara. Polîsên ermenîya tu alîkarî nedane me. Ewana wek berê dema êrîşê ji hev bela dibûn û direvîyan û tenê kêrî wê yekê dihatin, ku piştî êrîşa me xwe berdidane nav bajarên musulmana bona zordestîyê li wana bikin.
  4.  Bangawazîya mîrlaw Paskêvîç ya 23ê tebaxê sala 1829a (Rûpel 809, ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).
  5.  Bangawazîya mîrlaw Paskêvîç ya 26ê tîrmehê sala 1829a (Rûpel 823 ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).
  6. Binhêre serdazêdekirina hejmara 5a. Nameya mîrlaw Pêtros Xazarov ji bo mîrlaw Paskêvîç ya 17ê çileya pêşin sala 1830î. (Cild 7 ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).
  7.  Nameya mîrlaw Paskêvîç ji bo mîrlaw Nêssêlrodê, ya 3ê hezîranê sala 1829a, hejmar 187. (Rûpel 785 ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî). Nameya mîrlaw Paskêvîç ji bo mîrlaw Nêsêlrodê, ya 26ê tîrmehê sala 1828a, hejmar 209. (Rûpel 758 ya cilda 7a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev