Şîxadî: Rastî û nasîn (xeleka 3an)

Şîxadî: Rastî û nasîn (xeleka 3an)

Amer Çelik, lêkolîner

Wekî ku me li di xeleka 2an da lêkirbû, hinek di lêkolînên xwe de dibêjin ku Êzidî celebek ji ola Îslamê ne û hinek dibêjin ku celebek ji Babiliyan ne, hinek dibêjin ku Êzidî Xirîstiyan in, Asûr in, Kildan in, Şîe ne, Faris in, Ereb in, Teter in… wekî çawa bi dehan navên Erebî bi Şîxadî ve jî girêdane.

Gelo sedemên van derew û bêbextîyan û reş rûpelên dîrokê çi ne..?! Emê bersiva vê pirsê bihêlin xeleka dawî. Di ola Êzidiyatiyên „cih-war“, yan em bibêjin “wargeh” evradariyeke-Pîroziyeke xwe ya taybet di Êzidiyatiyê da heye wekî LALIŞ. Ev wargeha li ba Êzidiyan wargehekî herî pîroz e. Her çiqasî mezar û Tewafên Êzidiyan hene jî, hima-hima li hemu gund û bajarên Êzidiyan mezarên kesên navdar û Tewafên bi Êzidiyatiyê û Êzidiyan ve eleqedar re hene û pir in, lê yek jî ji wan cih û evradariye (Pîroziya) Laliş nagire. Laliş cihekî xwe yî herî bilind û evradare di nava Êzidiyan de heye.

Ji rastteqînên ku kesekî di lêkolînên xwe de, di girfariye (Mesele-Qediya) Êzidiyatiyê de, neketiye tora evradariya wargehê. Sembola wargeh (Laliş) peywendiyeke xwe taybetî bi perestin û baweriyê ve heye û Êzidî di wê baweriyê de ne ku giyan li ezman li ser vê wargehê de kombûne, ev cih di hemu rengên perestinê de heye, di çîrok û çîvanokan de, di qewl û beytan de, di sirud, xizalok û heyîranokan de. Navê Laliş Êzidiyan di peristinê de dike yek peristin û bawerî. Lalişa ku qasê Êzidiyan di perestina xwe de dike yek û yekbûna peristina Êzidiyan diefrîne. Evradarî û pîroziya Laliş lêkolînvanan xisp kirine ku ew jî (Laliş) bikin ber pênûsa lêkolîn û zaniyarên xwe. Di şirovekirina gotina Laliş de jî lêkonînvan û zaniyarên dîrokî bûne celeb-celeb. Hinek dibêjin; ku gotina Laliş gotina Kurdî ye ji du gotinan pêk hatiye yek bi weteye “Newala bê deng” û ya duwemîn di Avista de rast tê bi weteye “hêza Gêtî-alxelîqa” û hineke din gotina ku di Avista de tê bi weteya “yaseya yezdan“ û hineke din gotine ku gotina Laliş bi weteya “çira ronahiyê”. Ya herî girîng, bi kêmasî ji bo min, gotina Laliş bi weteya Êzidiyan ku dibêjin; berî çend hezar sal (Dem û bedîlan) ne erd hebû û ne jî insan, Tawisî-Melek hatiye Lalişê û li ser dara herherê (Her û Her) danî û dir avêtiye nav avê, erd çêbûye (Qewlê Efrandina dinyayê). Lê ya ji bo me xerab ku lêkonînvanên dîrokî û taybetî yê Îslamiyan li ber xwe dane ku Pîrozî evradariya Laliş ya kevnar winda bikin ku pîroziya Laliş bi hatina Şîxadî ve girêdidin. Êzidî û gelek zaniyarên xwedî pirensîb kesên wekî Êzidîwekî: Dr.Xelîl Cindî, Pîr Xidir Sulêman û hinek ji nivîskarên kurdên Êzidî ji Sovyeta berê wekî Prof: Qanatê Kurdo û hineke din. Ji dostên Êzidiyan wekî Zûhêr Kazim Ebûd, Demelocî û heta Dêwecî û her weha gelekên din ku dibêjin Şîxadî ne pêxember û endamê damizrandina ola Êzidiyatiyê ye, belê ew nûjendar û birêvebiyê ola Êzidiyan ne. Laliş berî hatina Şêx Adî (Şîxadî) bi hezarê salane wekî qewl dibêje berê efrandina insana heye.

Her weha li ser perestina wargeha Lalişê gelek derew û bêbextî di hinek rûpelên dîrokê de hatine tomar kirin wekî hineka gotiye Laliş dêreke Xirîstiyanan bû û ji aliyê Şîxadî ve hatiye qebhet kirin. Hinekên din ku dibêjin Laliş wargeheke Misraî ye, lê ya herî rast ku em bibêjin bi dehên caran Laliş ji aliyê Îslamê ve hatiye qebhetkirin nimûne, di dema Abdil-Hemîd (Osmaniyan) de, Êzidî ji Laliş derxistine û Laliş kirine dibistaneke perwerdekirina ola Îslamî.

Em vegerin ser babetê xwe ku ew jî rastî û naskirina wek ku Êzidî dibêjin; Şîxadî xwedanê keremetan. Ev ola Kurdistanê ya kevanr bi hezaran salan li pişt xwe hiştin û pêşde dageriye bi hiş û zanîna Şixadî ev ol bi nûjenî birêve biribû. Şîxadî bû ku di baweriye Êzidiyan de ku ew çûye Êzman.

Heger em hemu lêkolînên ku li ser jiyan û malbata Şîxadî careke din di ber çavan re derbaskin ku piraniyên lêkolînvanan li ser wê yekê ne ku Şîxadî di Laliş de jiyaye û piştî 90 salîye xwe kiras guheriye û çûye ser dilovaniya xwe. Sedîq Demelocî dibêje ku di 555 koçî de miriye. Ebas Al-Ezawî dibêje ku di salên 558 an de miriye. Deyewecî û Ahmed Teymûr dibêjin ku di sala 557an de kiras guheriye. Ev yek dike ku em têkevin wê texmînê ku Şîxadî di salên 1073-1163 an. Z de li Laliş bûye. Ez bi xwe li gorî van lêkolînan texmîn dikim ku Şîxadî di 20 saliya xwe de hatiye Laliş û heta kirasguherîna xwe li Lalişê maye. Li gorî wan lêkolîvanan ewî nav û dengekî ciwan û zane di nava xelkê herêm de standiye. Lê nizanim çima ez Erebiye Şîxadî ne bawer dikim û ne jî qebûl dikim..!!? Helbet sedemên vê neqebûlkirinê hene… Ji ber vê yekê em çend pirsan bikin û her usa emê bersivê jî bidin:

  1. a) – Rastiya ku lêkolînvanan ji bo lêkolîniye xwe kirine hîm û sîstem…?
  2. b) Ne bêtuxmîye (Hiyadî-حيادي) lêkolînvanan
  3. c) Sedemên windabûna rastiyê çi ne?

Ez bawer im ku ev hersê pirs bes in ku merov bigihê baweriyekê ku piraniyê lêkolînvanan ji bo berjewendî û terefdariye olî lêkolînên xwe peyde kirine.

Heger em ji pirsa yekem dest pê bikin û bibêjin; ew hîm û sîstema ku wan lêkolînvanan ji bo xwe kirine bingeh, di hîmê xwe de şaş in û yeke sedemên ber bi aqil ve ji aliyê lêkoînvanan ve û bi taybetî lêkolînvanên Îslamî ve nehatiye dîtin û nikarîbûn me bi lêkolînên xwe bi bawerî bikin. Mixabin gelek ji lêkolînvanên din jî lêkolînên Îslamî ji bo xwe kirine bingeh. Heger usa ye bêtumiya lêkolînvanên Îslamî helbet tuneye û wek me gotî ku ewan lêkolînvanên din jî ew Îslamî ji bo xwe kirine bingeh, wihabe bêtumiya piraniyê wan tune.

Gelo ne ji mafê me ye em bi hevokekê pirsyarê pirsa di nava pirsê de bipirsîn:

Wekî ew lêkolînvanên ku dibêjin Şêxadî merovekî Ereb e, emê çawa rastiye vê yekê bizanîbin..? Di baweriya min, me pêwîstî bi çavkaniyê dema jîndariyê Şîxadî heye, ewjî ibin Al-ESÎR e qelenderekî (Sofîzm) Îslamiye. Di dema Şîxadî de jîndar e.

Me di xelek 1 û 2an de gotiye ku qelenderî-derwêşî ne li Îslamê ten heye, yan qelenderî ne ji bo Îslamê bi tenê hatiye bikar anîn, belê herwiha Xirstiyanî, Cihotî û piraniya olan di nav wan de Êzidiyatî jî qelenderî kirine.

Cih û warê Şîxadî piraniyê dîrokzanên Îslamî dibêjin ku ew ji Balbekê (Libnan) ye, helbet dema bibêjin ku Şîxadî Ereb e, gerekî ji waletekî Erebî bînin Kurdistanê. Ji mafê me ye em jî vê pirsê ji wan bipirsin: Sedemên hatina vî Şêxî wek ku hûn dibêjin Îslamî û Ereb, nav Kurdan ji bo çi ye..? Di nav wan de bijî, nexasim ew lêkolînên Îslamî bi xwe dibêjin ku Şêxekî pir zanebû û navekî xwe herî berz di nava xelkê de peyde kiribû, lewma em dipirsin sedemên hatina wî li nav Kurda, di wê herêmê de ku piranî Êzidî bûn, ku Xiristiyan û Ciho jî hebûn, belê Misilmanî bi zexm derbasî herêmê bûbû, piraniya kurdan dînê Îslamê qebûl kiribûn… Heger ji bo sedemên ku dîrokzanên Îslamî dibêjin ku Şîxadî dixwest dema Emewiyan Êzidiyan ber bi dînê Îslamê ve dagerîne!!.. Heger ev yeka han tev rast bin jî, ewî çawa bi zimanê wan rêka xwe û ola Îslamê bi Êzidiyan dida famkirin..?! Ewî û wan (Êzidiyan) çawa ji hev û du dighîştin…?! A… ewî (Şîxadî) çend salan li Lalişê nav Êzidiyan mabû bê ku biaxive!!!… Heta fêrî Kurdî bûbû û paşê bi wan re axiviye!!!…. Gotinek pir û pir dûre ji rastiyê.

Ji bona ku em rastiyê bizanin û bersiva wan lêkolînvanên Îslamî bi çavkaniyên durust bidin, pêwîst e em zaniyarên hêja ji xelkên cih bistînin û bipirsin, yan jî çavkaniyên dema jîndariya Şîxadî û herêma Kurdên Êzidî bi taybetî herêma Hekarê cogirafî û civakî wê herêmê binasin, da ku em bighîjîn rastiyê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev