Barzanî û stirana ”Mêrê Mêrxas” (audio)

Îro salvegera mirina serokê netewî Mistefa Barzanî ye

Têmûrê Xelîl

Welatparêzîya kurdên Sovyetistana berê ji bo gelek kurdan bûbû nimûneya çavdayînê û jêhînbûnê. Em bi dehan salan berê ji Kurdistanê derketibûn, peywandîyên me bi welêt ra tunebûn, sînorên Yekîtîya Sovyet hetanî ji bo welatên Ewropayê jî girtîbûn, lê me her firsend bi kar dianîn ku bi koka xwe va bêne girêdan.

Rêyeke li ber me jî ew bû ku em roja Newrozê diçûn Moskvayê û bajarên mayîn, me cejna xwe ya netewî bi kurdên Kurdistanê ra derbaz dikir ku li Ûnîversîteyên wan bajaran da dixwendin. Carina jî kurdên Kurdistanê dihatin Yêrêvanê, me hisreta welêt ji wan hildida.

Û rojekê jî, sala 1958-an, kurdê herî mezin Mistefa Barzanî hate Yêrêvanê. Bû mêvanê radyoya kurdî ya Yêrêvanê jî. Ji ber ku bavê min Xelîlê Çaçan Mûradov serok û berpirsyarê radyoya Yêrêvanê ya kurdî bû, derheqa rasthatina bi Barzanîyê Mezin ra ji min ra gelek tişt got. Ji gotinên Barzanî du tişt rind di bîra min da mane, ku bavê min ji min ra gotibû. Yek ku gotîye di pêşketina şoreşa Kurdistanê da rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê gelek e. A dinê jî dema bavê min, Barzanîyê mezin û Erebê Şemo ketine odeyekê û çend deqeyan li wir bi tenê mane, ser meseleya radyoya kurdî a Yêrêvanê xeberdane. Sê mehan piştî xeberdana wan hersê mezinahîyên kurdan dema weşana radyoya kurdî ya Yêrêvanê ji berê du caran dirêjtir kirin. Pişt ra ez pê hesiyam ku bavê min û Erebê Şemo nameyek dabûne Barzanî ku wê bigihîne serokatîya Sovyet bona dirêjkirina wextê radyoya kurdî.

Paşê bavê min ji gera bi Barzanî ra bîranînên xwe ji min ra digot. Rojekê jî çûne gundê Elegezê, erebeya wan ketîye nava herî û çamûrê. Barzanî ji erebeyê peya bûye û bi gundîyan ra tevayî erebe ji herîyê derxistine. Gundî zendegirtî û şaş mane, gotine ku çawa dibe Barzanî bikeve nava herîyê û karekî wisa bike, lê Barzanî li wan vegerandîye gotîye: “Em her tiştî gerekê bi hev ra, yekdest bikin”.

Sala 1975-an ez di nav komeke ermenîyan da ji bo gerê bi trênê diçûme Çêkoslovakîyayê. Mêrekî rûs hat bal me, bi hevalên komika me ra bû nas, paşê vegerîya li ser min û got: “Bi bawerîya min, hemû endamên komika we ermenî ne, lê tu qet ne wek ermenîyan î. Gelo tu çi milet î?”. Pêşîyê ez şaş û metel man ku ew ji kû zane, lê dû ra ez him şa bûm ku ez ji gelên mayîn cuda dibim, him jî kêfxweş bûm ku firsendek çê bûye gelê xwe bidime naskirin û min got ku ez kurd im. Ji ber ku wan salan gelekan kurd nas ne dikirin, wî jî pirsî: “Kurd kî ne, li kû dimînin?”. Min got ku niha jî kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe Kurdistanê dijî desthilata Îraqê şer dikin. Ewî xeberdana min birî û got: “Ha… Barzanî, Barzanî!!!”.

Ango, gelekan navê kurdan ne bihîstibûn, lê navê Barzanîyê Mezin bihîstibûn.

Tiştê herî balkêş ku ez derheqa Barzanî da bêjim ew e ku di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da stiraneke derheqa Barzanî da bi navê “Mêrê Mêrxas” heye, wê jî ez distrêm. Pêşîyê ew stiran dane Aramê Tîgran ku ew bistirê. Lê Aram nexwest bistirê, ditirsîya ku ermenî wê bêjin tu ermenî yî, lê pesinê serokê kurdan didî. Her rojên yekşemê, dema sitiranên bi daxwaza radyoguhdaran didan, ew stiran hebû. Xelqê ew ser teypê jî nivîsîbûn û wek tiberk li mala xwe da xwedî dikirin. Lê çi mixabin ku sîyaseta Sovyetistanê di hindava kurdan da wisa zû dihate guherandin ku hinek caran ji serokatîya radyoya Moskow têlêfon dikirin (di eslê xwe da radyoya me ya Moskow bû, lê ji ber ku Ermenistan nêzîkî Kurdistanê bû û kadroyên kurd jî piranî li wir bûn, lema jî radyoya kurdî weşanên xwe ji Yêrêvanê dikir) digotin: “Stirana “Mêrê Mêrxas” ya derheqa Barzanî da çend mehan bi radyoyê nedin, hetanî em carek din we haydar bikin”. Piştî çend mehan digotin ku ewê stiranê her ro bidin. Ango, me ji wê stiranê texmîn dikir ku sîyaseta Sovyeta berê di hindava Îraqê û Kurdistana Başûr da çawa bi xweşbînî û nêgatîvî dihate guhêrandin.

Piştî bavê min (bavê min ji sala 1957-an hetanî mirina xwe sala 1981ê, serokê radyoyê bû), sê salan jî ez di radyoyê da wek berpirsyar xebitîm, hetanî sala 1984-an û paşê Sovyet hilweşîya, antêna (satelît) ku Kurdistan pê radyoya me guhdarî dikir, rakirin, wextê radyoya me ji sehet û nîvekê daxistin kirine nîv sehet, her tişt tevlihev bû û ew stiran jî kêm digihîje milet. Lê di malên xelkê kurd da ew stiran heye.

Gelek serokên kurdan çêbûne, lê belê di dilê piranîya kurdên Sovyetistanê da heta roja îro jî navê Barzanî û cîyê wî serê herî jorîn da ye. Heta gelek kesên ji miletên dî jî navê Kurdistanê ne bihîstibûn, lê navê Barzanî baş zanibûn. Em bi saya serê wî û navê wî li her derê serbilind û rûsipî bûn. Me digot: “Dewleta me tune, lê Barzanîyê me heye û ewê welatê me rizgar bike”.

Barzanî kurd ji eşîrtîyê veguhast bo miletînîyê. Lê çi heyf ku ne her tişt di destê aqilmendîyê, jêhatinê, zîrekîyê da ye. Hinek tişt jî di destê xayîntîya kesên ji gelê me, bêbextîya dijmin û neyartîya emperyalîstan da ye. Lê dîsa jî ku îro li Kurdistana Başûr hema bêje dewleta me çêbûbe, ew bi saya serê wî ye jî û lawê wî û hemû lawên welatê min yên welatparêz û dilsoz karê wî dimeşînin. Gotina pêşîyên me “Gîha li ser koka xwe şîn dibe” li vir di cî da ye.

Kurdên Sovyeta berê sond xweribûn ku bi navê Barzanî sond bixwun. Û piranîya wan heta niha jî li ser sozê xwe mane. Ji xwe mêrê rast di jîyana xwe da di pirsên weha da carekê sond dixwe û li ser soza xwe dimîne. Yên bi Barzanî ra amin man, kurd man, zimanê wan kurdî ma. Lê yên dane dû serokên çêkirî, ji berê va asîmîle dibin û zimanê wan jî ji xwe tirkî ye.

Ev jî helbesta helbestvanê me yê herî navdar Fêrîkê Ûsiv e li ser wefata Barzanîyê Mezin.

Ji Mustefa Barzanî ra
Me mal-miletî nekir şîn-girî,
Şîna şehîdîya te merdemêrî.
Me li roja ava nihêrî,
Wekî ku emir dide rojek din…
Me li toximê şovan nihêrî,
Wekî ku zevîyan dide gîhandin.
Me li serê wan lawan nihêrî,
Ji kîjanan ra dibên Barzanî.
Û me bi sebirê girî guherî,
Me bi hêsiran nekir arzanî…
Bira ew milet hêsiran birêje,
Yê ku nikare birêje xûnê,
Yê ku çewdera rizî davêje,
Dixweze gênim hilîne şûnê…
Lê me aqa xûn meydanan da rêt,
Wekî em pêda bûne Cegerxûn,
Em bûne Hejar, Şivan, Celadêt,
Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd.

¤¤¤
Bîst mîlîyon meriv… û qurna bîstî…
Beyanîyên cûnglîyan diha bûn dewlet…
Bela serê me ket, lê em nagirîn,
Şîna te nakin, bavê cimetê,
Emê mînanî kurikê dêmbirîn
Bigirîn, bikenin ber hemêza dê.
Dayka Kurdistan… kengê xwe ragirt,
Kengê merema te hate sêrî,
Hingê wê nava şaya me ya gurr
Bihele şîna te merdemêrî.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev