Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Komara Kurdistanê destkeftî û berxwedanek li dû xwe hişt

Komara Kurdistanê destkeftî û berxwedanek li dû xwe hişt

Siwar Bedirxan

Di 22yê Çileya 1946an de Komara Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin. Avabûna Komara Kurdistanê di dîroka modern a kurdan de bû pêngaveke nû. Lewre bi destê partîyeke sîyasî, li ser bingeheke niştîmanî komareke kurdî hat ava kirin. Her çend konjunktura wê serdemê û rikberîya Yekîtîya Sowyetê û DYA’yê weke hokarên rûxandina Komara Kurdistanê bên destnîşankririn jî  serkirdeyên wê serdemê awatên gelê kurd bi cih neanîn. Komara Kurdistanê ya ku xwedî temenekî 11 mehî bû ji kurdan re gelek gencîne hişt. Berîya ku em bên ser Komara Kurdistanê û gencîna ku wê hiştîye di nezera min de pêdawîstî bi wê yekê heye ku mirov di der barê Qazî Muhamed Serokê Komara Kurdistanê de çend gotinan bîne ser ziman.

Qazî Muhammed ji binemala qazîyan Mukrîyanê ye. Navê binemala Qazî Muhamed di nava cemîyata kurd de bi dadwerî, piştevanî, aştîxwazî û rewşenbîrîya wan tê hildan. Rêz û hurmeta hemû gelê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ji binemala Qazî re hebû. Binemala Qazî Muhameed weke navendeke zanîn ilim û rewşenbîrîyê dihat destnîşankirin. Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhemed jî xwendin ilim û zanîna xwe ji destê bavê xwe û rewşenbîran malbatê werdigirt û bi gelek ilimdar û rewşnebîrên kurd ê wê serdemê re danûstendinên wî çêdibûn. Danûstendina wî ya bi “Komeley Jîyanewey Kurdistan” (Je-Kaf) jî re bi rêya danûstendinên ilmî û zanistî dest pê dike.

Avabûna Komeley Jîyanewey Kurdistan

Kurdên Mukrîyanê yên ku bi hatîna Sowyetê ya Îranê dest bi karên rewşenbîrî kiribûn di wê serdemê dest bi karê niştimanperwerî jî kirin. Çend niştimanperwer, alim û zanayên kurd di 16ê Tebaxa 1941ê de Komeley Jîyanewey Kurdistan ava kirin û nerîn û gotarên xwe bi govaran li nav xelkê Kurdistanê belavkiribûn. Alim û zanayên JK’ê gihiştibûn wê armancê ku peywendîyê bi Qazî Muhamed re durist bikin da ku ew jî beşdarî wan bibe. Lewre Qazî Muhammed di nava avakarên JK’ê de nebû. Piştî çend danûstendin û civînên bi avakarên JK’ê re Qazî Muhammed jî beşdarî nava desteya JK’ê bû. Danûstendinên Qazî Muhammed ê bi JK’ê re tesîreke mezin li ser cemîyeta Mikrîyanê kir. JK’ya bi 9 kesan dest bi karê sîyasî kiribû di di nava çend mehan de hejmara endamên xwe kir hezar û hemû dildarên Kurdistanê li dor xwe kom kir.

Ragihandina Komara Kurdistanê

Her wiha ji 1941ê heta 1945an gelek karên sîyasî hatin kirin gelek govar hatin belavkirin. Govara Niştiman jî yek ji wan govaran bû û di wê govarê de di derbarê rewş û siberoja Kurdistanê gelek gotar hatin belavkirin. Di sala 1945an de Komeley Jîyannewey Kurdistan hat feskirin û Partîya Demokrata Kurdistanê hat ragihandin.  Bi xebatên partîya sîyasî komele û bernameyên dewletbûyînê jî dihatîn danîn û li ser bername û siberoja Kurdistanê gelek kar birêveçûn. Her wiha piştî jêrxaneke qewî di 22yê Çileya 1946an de  Komara Kurdistanê ji alîyê Qazî Muhammed li Meydana Çarçira hat îlankirin. Di roja îlankirina Komara Kurdistanê de ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek zana rewşenbîr û şervan li Meydana Çarçirayê amadebûn. Ji Bakûrê Kurdistanê Ekrem Cemîlpaşa, ji Başûrê Kurdistanê Melle Mistefa Barzanî, ji Rojavayê Kurdistanê gelek serkirdeyên eşîra Hevêrka amadebûn.

Jêrxana Komara Kurdistanê

Bi ragihandina komarê re xizmetguzarîyê dest pê kir. Wezîrên ku ji bo karûbarê komarê hatibûn tayînnkirin dest bi danîna bername û çaksaziya welatekî kirin. Di vê çarçoveyê de Destûr û artêşeke niştimanî hat avakirin û Melle Mistefa Barzanî weke Serfermandarê Artêşa Komarê hat tayînkirin. Di warê çand kultur û perwerdeyê de gelek kar hatin kirin. Rojname û govar hatin derxistin. Rojnameya Kurdistan weke rojnameya fermî ya komarê derdiçû. Bi serperiştîya jina Qazî Muhemmed Mîna Qazî, Yekîtîya Jinên Kurdistanê  hat sazkirin. Ji bo perwerdehîya kurdî gelek sazî hatin danîn. Gelek mamoste hatin gihandin.

Piştî şerê cihanê yê duyem ewrên reş bi ser Komara Kurdistanê jî de hatin. Yekîtîya Sovyetê leşkerên xwe ji dorûbera Kurdistanê kişandin. Piştî çûna leşkerên Yekîtîya Sowyetê Îranê û Brîtanyayê berê xwe dan Komara Kurdistanê û bajarê Tewrezê. Li Tewrezê, azerîyan Komara Azerbaycanê ragihandibû. Leşkerên Îran û Brîtanyayê serkiredeyên azerî yê we serdemê hemû girtin û bi hezaran kes kuştin. Piştî bajarê Tewrezê bereya hevpar a Îranê û Brîtanya bi ser Komara Kurdistanê de hatin. Di 17ê Kanûna 1946an de, Komara Kurdistanê hat dorpêçkirin û Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhemed, Wezîrê Parastina Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku lê Komara Kurdistanê hatibû îlankirin de, di 31ê Adara 1947an de hatin sedarekirin.

“Ala Kurdistanê û Pêşmerge mîrasên Komara Kurdistanê ne”

Endamê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Selîm Zencîrî, ji BasNûçeyê re axivî û  li ser mîrata Komara Kurdistanê rawestîya Zencîrî eşkere kir ku her çend Komara Kurdistanê temen kurt be jî ji her çar parçeyên Kurdistanê re gelek tişt hiştine û wiha berdewam kir: “ Komara Kurdistanê, ji Kurdistanê re gelek tişt hiştin. Ala Kurdistanê ku îro li Başûrê Kurdistanê bilind dibe, Pêşmergeyên Kurdistanê, peywendîyên navdewletî, yekgirtin û pêşkerina jinan hemû mîratên Komara Kurdistanê ne.” Di berdewamîya axaftina xwe de Zencîrî daxuyand ku Komara Kurdistanê xizmetguzarîyeke mezin û destkeftîyên bilind ji kurdan re hiştine û di serdema komarê de ji bo kurdan dibistan vekirine. Li hêla din Zencîrî, amaje bi wê yekê jî kir ku binemala Barzanî jî roleke mezin di Komara Kurdistanê de girtine û di parastina Kurdistanê de bi erka xwe re rabûne û ev yek jî cihê kêfxweşî şanazîyêye bo hemû kurdên her çar parçeyê Kurdistanê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev