Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Radyoya RIATAZA derheqa dengbej Bemalê Keko da

Bi dewr û zemanan gelek dengbêj hatine û çûne, her yek ji wan kubir û awazek e, reng û xemlek e xweş pey xwe re hîştine û nenihêrî gelek dijwarîyan, zordestî, kuştin, talan, fermanên dewranan, koçberîyê, rev û bezê gelek efrandin ji windabûne xilaz bûne û bûne dur û cewahirên xezîna dengbêjî û zargotina gelerî. Gel jî berhemên aşiq, dengbêjên xwe bi hizkirin xweykirine. Hinek kilamên wan bi zar bîra gel da mane, ji nifşekê gihîştine nifşeke din, lê heyf navê hinek kilaman di gel navê efrandarên xwe hatine jibîrkirin û jî silsileta ra nemane..

Yek ji wan dengbêjan ku bi deng û kubra xwe ya xweş û nazik, bı wan kilamên xwe yên resen, gotina bav û kalan ya serdema xwe gîhande me, gorbuhuştî Bemalê Keko, yek ji dengbejên radyoya kurdî ya Yêrêvanê ye. Dengbêjê xweyşuretî mezin niha li dinê nîne, çûye li ser dilovanîya xwe, lê çawa cimaeta me dibê: dengê wî li dinê ye. Bêmale Keko ji wan dengbejên kurda yê xerîbyê yê pêşin bû, deng, awaz û kilamên kîjanê ji alîyê malbetên gelê me bûne şirîtên hizkirî. Ev him kilamên dîrokî , yên mêranîyê, him jî kilamên evîntîyê, govendê, xerîbîyê, xebatê, şinê û şayê digot. Dengbêjê remetî ji wan kesan bû, ku emirê berê, jîyana man û nemanê, rev û bez, xelayê û celayê ber çavê xwe dîtibû. Deng û kilamê Bêmalê Keko tesîrek mezin li ser hesta mirovan dihêle û dema dengê wî dibhêyî, bi xem û xiyala xwe ve, bi mitala diçî gundê xwe, çiya û zozana, zarotî û ciwanîya xwe bibîr tînî. Ciyê dilşadîyê ye kilamên wî yê bi navê “Delane”, “Wey Têciro”. “Elî Xwarzîya”, “Hêdî Bajo”, “Gulê Dêran”, “Rinda Min”, “Qulîxanê Heso”, “Eyşanê”, “Dînê”, “Eman, eman”, “Şaro”, “Mem û Zîn” û hwd di fonda kilaman ya radyoya kurdî ya Yêrêvanê de hatine xweykirin.

 Bêmalê Keko bi kubreke xweş ji ruhê gel distirê, her wiha bi wî ra tevayî kul û derdê xwe ro dike. Wisa xweş û şîrin ji kilamê evîntîyê distirê, dengbêj bi zarê xortê bengî bedewîya domamê wisa tîne ber çavan, wekî guhdaran ciqas jî ew domam nedîtibin jî heyr û hijmekara wê dimînin. Lê ji gişka zêdetir Bêmalê Keko li ser welatê xwe bengî bû, her serkeftinên wê re şa û firnaq bû, bi dil disêwirand û bi dil distira. Dengbêj sêkindarê dila bû, gula govenda, beşer û eşqa cimaetê. Bêmalê Keko, çawa min got, ne ku tenê kilamê mêranîyê, her wiha di şîn û şaya de sitiraye. Guhdarên delal, eyane ku her merî gorî kar û emelê xwe di nava gelê xwe de xwe re nav û hurmet û sîanetê qazanc dike. Yek ji wan dengbêjê gelê me yê hêja Bêmalê Keko ye, ku bêguman cîyê xweyî layîq di nav dengbêjîya gelê xwe da girtîye.

Sed heyf û mixabin derheqa jîyana Bêmalê Keko de agahdarîyeke bi nivîs bi dest neketîye. Herwiha dema jîyana wî jî di tarîtiya dîrokê de maye. Ya dilêşe ev ku navê gelek dengbêjên xerîbîye winda bûne û negihîştine me û hilbet jî armanca bernameya me ev e ku radyoguhdarên me navê berhemdar û dengbejên xwe û herwiha hemû alîyên jîyana gelê Kurd binasin. Ev agahdarîyên ber destê me hebûn em raberî we dikin.

Fermo, guhdarîya beşeke bernameya radyoya Ria taza “Asiq û dengbêjên xerîbîye ” bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev