DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP – 1

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP – 1

Şemoyê Memê. lêkolîner

Balkêş e, gelek rohilatnas û gerok pesnê zargotina Kurdan didin, “Rohilatnasê Sovyeta berê  Î.O. Farîzov pêşgotina ku wî ji bo pirtuka V.B.  Nîkîtîn ê bi navê “Kurd” nivîsî bû de dibêje, “wekî zargotina Kurda piraniya nimûne û babetên xwe ve nava zargotina miletên Rohilata Pêşîn û Navîn de cihê pêşîn digirê.”[1] Ev ne pesne, rastîyekî berbiçav e.   Zargotina Kurdan  behrekî kûr û fireh e. Hema  bixwazî kîjan babetê binêrî,  dikarî rast bêyî.  Sînorên zargotinê nîn in. Ji mêj ve hebû û heya dawiyê jî dê hebe. Li gor demê, çandê û erdnîgariyê dirûv û naverok  piçekî diguhere.  Zargotin di çandekî de dikare nexşên çandên din jî  bigire, ango têkildarê hevûdû ne. Lema em gelek çandan de rastî heman lehengan tên; wekî Rustemê Zal. Faris lê xwedî derdikevin lê belê zargotina Kurdan de cihekî gelek giring dadigire û Mîr Şerefxan dibêje ew Kurd e.

Zargotina Kurdan behrek be, ev mijar  jî çilkek(dilopek) ave. Meriv vî dilopa avê de dikare bixeniqe, sînor fireh  û kûr e. Ji Bozê Rewan destpê dike, Rexşê Belek dibore, rastî Sosikê, Bilîcanê û Hidman tê û hê jî neqediyaye. Gelo ji bo Kurdan hesp tê wateya çi? Ew çawa destanan de, çîrokan de,  stranan de û jiyana rojane de bikaranîne? Kîjan cure hesp li ber dilê wan payebilind in?

Hespinê Kurdan biesil in, lê wekî hevalên xwe dihewînin. Hesp zanetiye,  mêraniyê, serketinê, ragihandinê û pevgihandinê dinimîne. Ew herdem li bal siwarê xwe amade ye.  Kurd  gelek  cureyên(cisnên) hespan xwedî dikin. Wek hespê kihêl, hespê çale, hespê qule, hespê kumêt….hwd. Lê belê hespên  ku li ber dilê wan binirx in  “Kihêl” in. Mêrê Kurd hespê/a xwe pir hezdike, lê nawestîne,  nakûte  ji bo hezkirina ji dil, hespê wî jî li gorî xwedîyê xwe tevdigere. Zanistên ajalan dibêjin hesp xwedî hestekî kûr û hûr in.  Di dilê siwarê xwe de çi heye dizan in . Lê divê siwarê wî/wê jî  yekî camêr, maqûl an jî mêrxas be. Jinên Kurda jî  siwar in. Hema bêje gelek jin mêran re têkevin pêşbirkê/qayîsê  ew ên serkevin. B. Nîkîtîn  dibêje,  “hema bêje hemû kurd siwarên şareza ne û gerok çiqas  pesnê mêrxasî ya siwarên Kurdan bidin jî  ne bes e”.[2]  Mella Mehmûdê Beyazidî jî dibêje “Kurd xwedî hespên  baş in. Çar cure hespên wan hene;  Kihêl , Hed, Seglaw û Mûanag. [3]

Li şahîyan de be, li şînan de be,  hesp berbiçav e. Dawetên Kurdan de vexwendeyan (dawetî) re dibêjin “Siwarên Bûkê.” Dewat û şahîyan de mêrên Kurd xwe li ser hespên xwe yên xemilandî nîşan didin. Bavê bûkê  hepsekî/ê wekî  xelat pêşkeş dike. Wexta ku kesek mir li nav rêûresma wî ya xakkirinê de hespê wî jî  pey cinazê wî giran giran tê. Ger mirî xort be hespê wî xweş tê xemilandin, li ser zîn,  şûr û xençera wî tê daliqandin. Ger mirî kal be cawekê reş didin ser pişta hespê wî. Jina mirî an jî dê-xwişka wî li ser wî zêmaran distrên û gelek caran mêrxasî û hesp ajotina wî dipesînin. Gelek cihan hatiye dîtin ku li ser gorên wan temsila hespan hatiye çêkirin. Li ser kêlikên wan,  hespên wan hatine neqişandin.   Mêre Kurd  navên baş û delal hespên xwe dikin. Hespên xwe dişon, tîmar dikin û alifê wan qet  kêm nakin. Gotineke kal-bavan heye dibê:” Hespê kihêl qamçiyê xwe naxe.” Rast gotine. Çawa merivên çê jî hene yên qeşmer jî hene, wekî wê hespên çê jî hene, hespên xirab jî. Mêrê Kurd hespê xwe wek namûsa xwe dihesibîne û nahêlê kes bi zorê destê xwe bide ser. Tê gotin  li gundê Kizîroxlî(Qersê)  ku şêniyên wî gundî Tirk in, axayê gund Şamil Axa çav kirîye hespê Mîrza Beg. Mîrza Beg ji gundê Omeraxa merivekî maqûl bû ye. Wexta ku qasidên Şamil Axa tên ber derê Mîrza Axa dibêjin, axayê me hespê te dixwaze, Mîrza Beg, ruyê xwe tirş dike, awirên xwe tûj dike û dibê, “herin Şamil Axa re bibêjin, hespê min qelenê diya wî ye, bila diya xwe bişîne , paşê ez ê hespê xwe bişînim.”

Ji dewrên qedîm wê de di dîrok û zargotina hemû milletan de  hesp, cihekî giringtirîn dadigire. Ew jîyana mirovan hêsantir û bilêztir  kirine. Ji ber  esilî, bilezî, çalakî, kûrfikirî ya wan ; pehlevan, çiya ( Rexşê Belek), bayê bezê( Bozê Rewan), biperûbask(Duldul) ….hwd hatine nasîn. Diroknas destnîşan dikin ku hesp berê ewil li Medyayê, dewrana Kassîtan de  hatine kedîkirin. Hesp li vir derbasî cihên din bûne. Di mîtolojiya hîndûyan de, destana aferîşê de hesp li nav ava abadîn de wekî agirekî derketiye. Cihê wî av e.

Di vê xebatê de me hewl da ka zargotina kurdan de motifa hespê çawa hatiye bikaranîn. Ji ber ku mijar gelekî kûr û firehe me çar destanên kurdan yên sereke sûdwergirt.Em dê  Destana Memê Alan û rola Bozê Rewan dest pê bikin, Rustemê Zal û hespê wî Rexşê Belek biqesidin, destana Kerr û Kulik û Bilîcanê  raçav bikin û Dewrêşê Evdî û Hidman guhdar bikin. Dawiyê de tekiliya hespên mîtolojîk û  dirokî, li ber hespên zargotina Kurdan binirxînin. Çend nimûneyên zargotina Kurdî rapêşî xwendevanan bikin. Berê ewil destana Kurdan  ya giranbiha Memê Alan dest pê bikin.

Bozê Rewan: Hewreyê Mem

Hesp bûne babetên gelek destan, çîrok, stran û efsaneyan. Li seranserê Kurdîstanê kes tune ku destana Kurda ya ji mêj ve tê gotin û  binyata xwe ve digihêje dewra antîk, Memê Alan nebihîstibe. Hema em dikarin bibêjin lehengekî destanê jî “Bozê Rewan” e. Hespê Memê Alan yê ku  ji  golê derketiye. Ye ku riya şeş mehan di nav panzdeh rojan de  qedandiye.  Ew hevalê Memê yê dilsoz e. Hevalê roja tengasîyê ye.   Wexta ku Memê digihêje Cizîra Botan, xelkên bajêr li bejn û bala wî, timtêla hespê wî hijmekar dimînin û wê padişahê Kurdan binavdikin.

Em  bala xwe bidin destana Memê Alan û peyda kirina Bozê Rewan:

Rojekî din nava xortan de bû şorê cenawerê behrê û eceban e

Hinekan dianî behsa hûtane

Hinekan vedikir şora marane

Hinekan digot: ”Di behrê de heye hemberî hemî rû erdane”

Hinekan digot:  “Heywanek heye di binê behrê de di şiklê hespane”

Kalekî digot: “Eger ku yê lê be bextê mêrane”

Rojekî têkeve dest ev cenawerê wekî hespan e

Merî lê sîwar be, pê qonaxên rojan dibire bi saetane

Ne dixwe avê û ne dixwe êmegê  cotane

Tim lê sîwar bî û li ser piştê peya nebî bi roj û bi şevane

Darê hikmê wî heye heya şeş mehane”

Hinekan digot: “heye hikmê wî heya salekê û didiyane!”

Zarokê piçûk guh didan kalan

Di bin çavan ve dikenîn û bi destan dikin şaretane

Digotin:  “Hele binihêrin ji vê derewa kalane!

Ma işê hespan çi ye di binê behrane.”

……………………………..

Wê rojê, Beglî dibîne ku di nav bajara Mixribiyan , galegûrteke girane

Herkes direvine ber vê behrê, dengê qîreqîr û gotinên wane

Beglî yek şande ber behrê, got: “ Law here  binhêre çi dehwa wan xelkane.”

Ew xort li Beglî vegerî piştî çend deqîqan, jê re dike şorane

Beglî li ber Mem de direve û dibêje. “dibêne bêtarek hate serê torvanane”

Memî got: “Çi ye? Çi bêtar e?” Beglî got: “Îro torvanan tora xwe avêtine behrê

bi çend ciyan e

Ketiye nava torê tiştekî girane

Xelkê bajêr gişk xwe didine werîsane

Ne derdikeve û ne jî dilive bi kişandina xortan û peyane”

………………………………………………..

Ben kişandin bû hûfe hûfa pêlan û çirkeçirkê ben û şirîtane

Bi der ket binaniyê torane

Ditin ku di şebekê toran de cenawerek dixewîne di şiklê hespane

Tevla mîna gotina rîspî û kalan hinga Memî digot: “ Şorê kalan tu cewher e, divê

navêjî bin lingane.

Di kendala behrê de avadikin dozdeh ode bi kevirê mermera, û hespê dikin paş dozdeh oda û derî li ser de kilît dikin heya şeş mehan. Piştî şeş mehan Mem xeber bela kir,

Got : “kî vî heywanê ji min re terbiye bike, ez ê çavê wî têr kim bi perane”[4]

Kî kir ne kir kesî nikaribû nezî vî heywanê bibe, yên ku xwe ceribandin jî bi gez û simên Bozê Rewan nefilitîn û venegeriyan malên  xwe. Paşê Emer Begê, xalê Memî  destê xwe de li ser heywanê, destê wî de bû wekî miha. Navê wî danîn Bozê Rewan. Paşê Mem,  hespê xwe radestî bîst û pênç seracan dike. Ji bo taximê Boz xezîneya Mixribê vekirin, zêr û zîvên giranbiha terxankirin.  Di destanê de tê vegotin ku bist û pênc seracan şeş mehan xebitîne û taximê Boz amade kirine. Çêkirin û  nexşandina taximê Bozê Rewan de gelek cewahîr bikaranîne. Zengû  bitemamî zêr in, diçirûsin, ji nava rikêban de kevirên elmas danîne,   her yek wekî hebêke tizbîyan e. Hesinê gêm (dizgînê)  ji hesinê birûskê çêkirî ye. Bozê Rewan hespekî bêhempa ye helbet taximên wî ji divê bê hempa bin.

Hespê Memê  di binê behrê de derketiye. Zargotinê de ev motîf gelek caran ber çavê me dikeve. Têbawerkirin ku hespê  di binê behrê derketine, hespên bê mirin, bê xwarin-vexwarin ango hespên bisêhr in;  çawa dîyare wekî  gotina  rîspî û kalên bajara Mixrîbê. Bandora efsaneyan li ser mirovan gelek in. Di nav xelkê de tê gotin di binê Gola Wanê de jî cenawerek heye. Ev galegal deh sala berê bibû mijara medyaya Tirk jî.

Destana Memê Alan û  golê derketina Bozê Rewan bandorekî mezin li ser xelkê kirîye û gelek deveran efsaneyên wekî wê afirandine. Li Qersê gundê Sûbatan ( avnoqîya)  têbawerkirin ku, berê dinya bi avê dorpêçkirî bû. Simên hespê  yên pêşîn  mezin bûn û  bikêrî avjeniyê dihatin.  Wexta ku av kişiya peyrevên wî li ser erdê mane,  dirûv guhertine  û gihîstiye forma îro. Li Sîweregê jî “Gola Hespan” heye. Mirovek rojekî tê ber golê behna xwe dide û mihîna wî beredayî ye. Li nav golê hepsek derdikeve û mihînê tîne fel û ceniyekî pir delal jê çêdibe. Sala din dîsa cenî û  mihîna xwe tîne li ber golê ji bo tovgirtinê , lê belê vê carê hesp avê derdikeve û ceniya xwe direvîne nav golê. Li Qersê  nêzikî  Sûsizê “Gola hespan”  heye û tê bawerkirin ku ev gol bêbin e û  di golê de  bawikê hespên yê herî baş dijî. [5]

Hesp   ragihandinê,  pevgihîştinê, hestên dûr û kûr dinimîne. Li vî destanê de jî pevgihîştina Mem û Zînê bi xêra Bozê Rewan e. Mem li ser pişta Bor çil rojî diçe, Bor bi Mem re dikelime dibêje;

“Memê min î delal,

tu qamçiya di min de netewîne

qet nabêjî halê Borê te çi ye, çi nîn e?

Memê te qet ha ji xwe nîn e”[6]

Mem bi eşqa dilê xwe,  wekî  Bor (Bozê Rewan)  jî dibêje haya wî ji xwe nîn e, hespê xwe wusa ajotiye, ne gotiye gelo ev heywana tî ye, birçi ye? Gelo nelên wî ketine. Paşê bala xwe didê,  rêhevalê wî yê rojên tengasîye ne tu halê de ye. Simên wî birîndar in. desmala xwe ve dipêçe. Ew jî derdê sîwarê xwe zane, dilê wî li Mem dişewite, ew jî dixwaze bi rojekî pêşte bigihîjin bajara Cizîra Botan. Siwarê hespê çiqasî qedrê hespê xwe bizan be, hespê wî jî ewqasî qedrê wî dizane.

Li jorê tiştê ku balkêşe behreya (qabliyet) axaftinê ye. Ev jî nîşaneyekî derasayiya Bozê Rewan e. Axaftin behreya mirovan e, lê belê mirov layê hestan de kêm e. Hesp xwedî hestekî kûr û hûr in, tiştên ku mirov nikare têbigihêje ew  dihesin. Tiştên hê ji nebûyi an jî nepenî dikarin bihesin an jî bibînin. Xwedî van hespan jî,  bi xêra hespên xwe ev rûdanên nebûyî dihesin ji ber ku hespê wan ji wan re dipeyîve. Disa varyantekî Memê Alan de jî,  yê ku şîreta Memî  dike  ne Xizir e, Bozê Rewan bixwe ye. Wexta  Mem digihêje Cizîra Botan, qîza Bekoyê Ewan dixwaze Mem  bixapîne û xwe wekî Zîn nîşanî Mem dide. Lê belê Bozê Rewan bi saya  hesta kûr pê dizane ku ev kî ye. Dikelime û  Mem serwext dike, bila nekeve tora qîza Bekoyê  Ewan.

Rêwîtiya Mem û Xizir

Memê Alan wexta ku pey xewna şevan, Zina Zêdan dikeve, mala bavê xwe, xalên xwe diterikîne,  nizane Cizira Botan li ku derê  ye, rê de rastê kalemerekî  ku emrê wî gihîştiye heftê û pencan,  tê. Hepsekî  wi ye boz heye wekî yê Memî. Ew  dibin rêheval.  Mem hespê xwe dide ber zengûyan,  lê belê merivê kal hespê xwe zengû  nake  jî dîsa Mem pe re nagihîne. Ew kalemêr Xizir û hespê wî Boz e. Hespê wî li ser hespê Memî re ye:

Her du jî  bi hev ra siwar bûn li pişta hespane

Tema  dilê Memî şewitiye, kêlekên hespê xwe dane ber zengûyane

Parxanê heywan çenî kirin, mîna goştê qîmane

Memî dinhêre ku kal zengûyan li hespê xwe nade, dîsa li pêş wî diçe seedek

didiyê  cotane,

Memî di dilê xwe de digot: “hespê min kuriya behrê, Bozê Rewan e

Bi wî ra çûyîn, li dinê ne karê  tu hespan e

Nizam ko eva çi ecêba giran e

Hespê kalo wekî îşê cin û pêriyan e.”[7]

      

Belê Xizir alîkarî da ye Memê jî. Gelek şîretan lê dike, bi saya wan şîretan Mem  nakeva kemîna qîza Bekoyê  Ewan.

Hin hespê Mem , hin jî hespê Xizir, hespên derasayî ne. Hespên bihuştî ne. Lema jî divê sîwarên wan hespan jî  ne merivên sade bûna. Divê maqûl, camêr, mêrxas bibûna. “Xizir(Xidir)  nebî hespekî gewr an jî hespekî boz siwar dibe, mirovekî rûken,  xurt û rûspî ye. Timî kincên spî an jî kesk  li ser in”[8] . Sipî rengê paqijyê,  kesk jî rengê jîyanê, rengê hêşinahîyê(nebatan)  ye. Ev her reng jî  avê an jî jîyanê sembolîze dikin. Destê Xidir ( Xizir jî tê gotin) de rim heye û ew jî birûskê temsîl dike.

Bozê Rewan ji avê çêbûye, taybetiyên xwe ji avê wergirtiye. Lê behrê na ji golê derketiye, ev tiştekî balkêşe. Dinyayê de du curê av peyda dibin ; yek şîrîn e, yê din jî şor e. Ger ava şîrîn nîn be jîyan jî nabe. Hemû canewer (Gîyanewer) wek; mirov, ajal, nebat, çûk  bi avê jîyana xwe didomînin. Mîtolojiya Babilonyayê de ji bo ku gerdûn ava bibe, divê ku ejderha Tîamat  bi destê xwedan Mardûk bê kuştin. Ji ber ku Tîamat okyanûs ( ava şor)  ê. Xwedan Mardûk, Tîamatê dikuje, lê dike du par û dinyayê ava dike. [9] Di gelek efsaneyan de em rastî ejderhayan tên û em dibînin ku jîyana mirovan ango av-kaniyên wan,  destê wan girtine û tirsa wan kes newêre biçe avê bîne. Rojekê mêrxasek li ser hespê xwe  qesta avê-kaniyê dike û ejderhayê dikuje. Hesp xêrxwazê mirovan, ejderha jî berevajî,  neyarên mirovan in.

Av paqijîyê temsîl dike. Tiştên ji avê hatine jî paqij û bihuştîne, wek jiyan bixwe jî muhtaca avê ye.   Feylesofê Yûnana qedîm   Thales ( B.Z. 500-600) bingeha hebûnê ( arkhai) avê destpê dike. Ev prensiba gerdûniye û hemû tiştên din bi cilguhêrina avê derdikevin holê. Av derûdora dinyayê  radipêçe û dinya  li ser vê avê ye û hemû pewistîyên xwe jî vê avê digirê , ger ev nîbe, jîyan jî nabe.[10]

Li nav hemû milletan de, xasma li nav miletê Kurd de av û çawkanî (Jêderk) cihên pîroz û  razdar in. Tiştên ji avê tên jî pîroz û razdar in. Bozê Rewan ji avê rabûye û Memê re bûye jîyan. Gelek taybetî yên derasayî yên Bozê Rewan hene; wekî bayê birûskê  hespekî bi lez ê, hespekî bizar û ziman e  û dibe kû xwêdiyê  per û baskan be jî, lê belê  destanê de ev naxûye. Em ev  xeyseta wî bi lezbûna wî ya rîya Cizîra Botan  de têdigehin.   Hespekî bê per û bask nikare ew qas rêyeke dûr û dirêj  çend rojan de biqedîne. Mem xwe siltanê Kurdan, ava Cizîrê siltanê avê, bayê xerbê (Rojava) sultanê bê  û  kuriya behrê jî  siltanê  behran binavdike.

Riataza.com

[1] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978),   Zargotina Kurda I, Moskva, Çapxana Naûka,   r.26  ( pêgirtin, В.Н и к и т и н. Курды, М., 1964, с. 7.)

[2]  Bazîl Nîkîtîn (1994),  Kürtler,  Weşanxana Deng,  r.95

[3]  Mela Mehmûdî Beyazidî, (1999),   Kürtlerin Örf ve Adetleri, Weşanxana Perî,  r.35

[4] Lescot , Roger (1997)   Memê Alan , Weşanxana Avesta,   r. 25,26

[5] Bender, Cemşit ( 1995 ) Kürt Tarihi ve Uygarlığı, Weşanxana Kaynak,  r. 220

[6] Cindî, Hecîyê; Evdal, Emînê (2008) Folklora Kurmanca, Weşanxana Avesta,  r.347 (  Di berhevokê de navê hespê Mem  Bor e. Wateya Bor  hesp e.)

[7] Lescot , Roger (1997)   Memê Alan , Weşanxana Avesta,  r. 48

[8] Mihotulî,  Selahattîn (1992 ) Arya Uygarlıklarından Kürtlere , Weşanxana Koral,  r.215

[9] Elîade, Mircae ( 1991) Kutsal ve Dindışı, Weşanxana Gece,   r.29

[10] Weber, Alfred(1993)  Felsefe Tarihî, Weşanên  Sosyal ,   r.18

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev