We dizanibû…? – 29

We dizanibû…? – 29

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…rojnameya “Rya teze” sala 1991ê (sala hilweşîna Sovyetê) ji rojnameyên komara Ermenîstanê ya yekemîn bû, ku tîraja xwe ya sala berî wê parast. Ango, xwendevanên wê kêm ne bûn.

…rojnameya pêşin ya xurû kurdî li Tirkîyê “Rojname” bû (sala 1991ê), lê ji kovaran jî “Tîrêj” bû (sala 1979an).

…ji sala 1990î li Ermenîstanê bi zimanê ermenî rojnameyeke ermenîyan ya bi navê “Pyûnîk” derdiket, piranîya nivîsên wê ser kurdan û dijî kurdan bûn.

…li ser rojnameya kurdî “Yenî Ülke”, ku ji sala 1990î li Îstenbolê bi tirkî derketîye, di nav salekê da 55 dawe hatine vekirinê, 30 meriv hatine girtin û kuştin, 18 caran hatîye berevkirin, 2 mîlyar perê Tirkîyayê ceza danê.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev