Şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856an da

Şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856an da

 Me di 28 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov 2 beşên biçûk yên pir balkêş raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi

kurdan ra û karên me yên dijî wan di salên 1828-1829an da

Ev bûyerên di dema şerê Rûsîyayê-Turkîyê yê di salên 1828-1829a da, ku me raberî we kirin, me tînine ser van bîr û bawerîyan:

1) Di wî şerî da kurd hindava hukumeta tirka da ne gelekî bi amin bûn û hewl ne didan bibine parastvanên wê. Xema piranîya Kurdistanê nîbû, ku ordîya tirka têk dida. Tenê ew kurdên koçer, ku nêzîkî meydana şêr hêwirîbûn û bin hukumê eskerên tirka da bûn, tevî parastina Tirkîyê dibûn, bi siyarîyên xwe va ordîya tirka xurt dikirin, lê vira jî sebeb ne hizkirina hindava wetenê xwe da bû, lê ew yek ji bo wan firsend bû, ku dema şêr bikaribin bê ceza binecîyên bê sûc û guneh talan bikin û di hêlekê da jî nerazîbûna xwe hindava eskerên rûsa da dîyar bikin, ku zozanên wana kiribûne bin hukumê xwe. Lê gerekê ser wê yekê da zêde bikin, ku kurdên navçeyên roava Kurdistanê ji kurdên başûrê welêt zêdetir dijminaya rûsa dajotin, ew jî merî bi wê yekê va dikare şirovebike, ku dînê musulmanîyê di nav kurdên roava da xurttir bû.

2) Ji alîkî va dijwar bû, ku bikaribin piranîya kurda bînine alîyê me, lê dîsa jî pêwendîyên me yên berî şêr bi wan ra, hevraxeberdanên me yên bi aqilane gelek kêrî me hatin û em ji wan danûsitendinên bi kurda ra pir karê ketin. Usa xuya ye, ku paşdemê da emê bikaribin usa bikin, ku qe na hinek eşîrên kurda desttewar (bê kar, bêy ku tevî karekî bibin) bimînin û carekê ew yek ji mîrlaw Paskêvîç ra li hev hatiye, gava ewî usa kir, ku eşîrên paşalixîya Mûşê di şêr da piştgirîya tirka nekriin. Lê me nikaribû tam bawerîya xwe bi sozdayînên kurda banîya û gelek cara tenê zoraya çekên me ew mecbûr dikirin bêne alîyê me.

3) Di vî şerî da di pevçûnên me yên bi kurda ra em di hêla taktîkîyê û moralîyê da tim serdest bûn. Kurd di wan pevçûnan da timê jî bi jimara şervana va ser me ra bûne, lê tu cara zora me ne birine. Heta desteya kurda ya paşayê Wanê, ku bi jimara xwe va bi 6-8 cara ser desteya Êrîvanê ra bû, turuş ne kir şerê bi me ra berdewam bike. Degme (kêm cara) kurd heta dawî şer dikirin. Ew tenê wî çaxî dibû, dema mecbûr dibûn malên xwe biparêzin. Wek mînak, di dema êkspêdîsyona me ya li gêdûka Keşmîrê, me dor li wan girtibû jî, lê wana bi mêranî şerê xwe berdewam dikir. Kurd ji binketinan ders digirtin û dest ji ordîya tirka dikişandin, berê xwe didane warên xwe. Piştî ku me li Soxanlixê zora seresker bir, hema bêje hemû kurdên di ordîya tirka da ew terk kirin û vegerîyane qijle û zozanên xwe.

4) Şerê me yê himberî şervanên kurda di wê kampanîyayê da pir bi cesaret, êgin û xurt bû. Nimûneyeke jêhînbûnê, ku dikare paşerojê da kêrî me bê: Dema desteya Êrîvanê sala 1828a bi cesaret êrîşî li ser warên kurda kir, gihîşte heta newala Kiliçê û gêdûka Keşmîrê, kurd şaş û heyrî man û mecbûr man aminaya xwe hindava me da dîyar bikin. Wek me texmîn kir, karên usa kardar bûn û piştî wan emela gelek kurd xwe li me digirtin, dihatine pişta me, an jî bi kêmanî nêytral diman.

5) Ew kampanîya herweha da xuyakirin, ku hêzên zeîf jî dikarin herêma Êrîvanê ji destdirêjayî û şêlandinên kurda biparêzin, lê bi şertê ku parastineke xurt hebe; wek me ew yek dema zevtkirina Bayazîdê û sencaqên wê kir. Heta desteya Çavçavadzê li Agrîdaxê ma, cerdên kurda çend cara avîtine ser herêma Êrîvanê; lê gava me bi êrîşeke xurt Bayazîd zevt kir, kurdên rex sînor milahîm bûn û me bi wî awayî ew mecbûr kirin nêzîkî me bibin.

6) Eger em karê xwe bi aqilane teşkîl bikin, emê bikaribin ji kurdên bi me ra amin alaya siyarîya ya xurt amade bikin. Nimûneke wê yekê heye: ew çar alayên musulmanan in, ku di korpûsa mîrlaw Paskêvîç da nin û bin hukumê me da nin.

Rewşa sîyasî ya Kurdistana Tirkîyê berî

şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1853-1856an da

Di dema şerê di salên 1828-1829a û berî şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856a, ango di nav 24 salan da, li Kurdistana Tirkîyê gelek bûyerên bi xwîn qewimîn: gelek serîhildanên kurda yên dijî desthilatdarîya hukumeta Tirkîyê û hovîtîya ewê hukumetê hindava kurdên bin hukumê xwe da herdem berdewam bûn. Hela di kampanîya salên 1828-1829a da me durûtîya paşayê Mûşê û nêytralîya tam ya Kurdistana Başûr, berbirîbûna piranîya kurda hindava Tirkîyê da texmîn kir.

Piştî wî şerî, ku hurmeta Tirkîyê li Asîya Biçûk êxist, piranîya kurda ji bin nîrê desthilatdarîya hukumeta Tirkîyê aza bûn.

Di destpêka salên 30î da riya di navbera Bexdadê û Konstantînopolê hate girtinê û paytextê xelîfa yê berê ji perçên Împêratorîya Tirkîyê yên mayîn hate birînê. Xênji çend bajarên mezin bi der-dorên wan va, û herweha mezîla daristana û wargên çiyayî yên ku li der-dorên Derya Reş bûn û bona jîyana koçerîyê û malhebûna gundîtîyê bi kêr ne dihatin, temamîya welêt ji Angorayê bigre, were bighîje hetanî sînorên Farizistanê û Erebistanê hema bêje bin destê kurda da bûn. Dîyarbekir, ku wextekê bi navçeyên xwe va şên û dewlemend bû, niha xalî bûbû, ji ber ku kurda binecîyên wira şêlandibûn û ew mecbûr bûbûn ew der bihêlin, derkevin. Hukumeta Tirkîyê ew hukumê derebegên herêman, ku wek berê li ser kurda pir bû, ji dest wan girt. Evê yekê gîhande wê derecê, ku di nav kurda da xiringêleyek çê bû û di nav wan da xweserîtî pirtir bû(1). Di van şertan da Reşîd Mehemmed paşayê bi nav û deng sala 1834a ji Portoyê emir sitend, ku welêt milahîm (aş) bike. Ewî bi ordîya xwe ya bi 20 hezar eskeran va ji Siwasê destbi êrîşê kir û ji ser Xarpêtê û Dîyarbekirê ra derbaz bû, li ser riya xwe her tişt kaf-kûn û wêran kir û bi wî ra li hev hat binecîyên piranîya axa Kurdistanê aş bike û qeyde-qanûna testîq bike. Hema di wan dema da sereskerê Erzurumê kurdên Bayazîdê û Wanê mecbûr kirin dest ji xweserîtîyên xwe bikişînin. Ewî paşayê Wanê Îsahaq ji ser text avît û dewsa wî Temir paşayê bi Tirkîyê ra amin kivş kir. Gelek serekên kurda ji bo xweserîtîya û talana cezayên mezin xwerin(2).

Kurdên koçer yên Farizistanê, ku berê arxayîn ji sînor derbaz dibûn û li ser axa Tirkîyê dihêwirîn, bi destî zorê ji cî û warên xwe hatine raqetandinê û carek din berê wan dane Farizistanê.

Meriv dibê qey piştî ku bi awakî berk ji heq-hesabê Reşîd Mehemmed paşa hatine der, yê ku li Kurdistanê gelek paşa dabû kuştinê, rehetîyek ew dor-ber hilda. Lê di salên 1843-1846a da careke din kurda serî hildan, vê carê bi serokatîya Bedirxan, ku serekê kurdên Hekarîyê bû. Di wê serîhildanê da gelek xaçparêzên herêma Tîarîyê û Thomê hatine zêrandinê.

Bi zordayîna dewletên Awropayê Portoyê fermanên wehîştîyê derxistin û paşayên Mûsilê, Dîyarbekirê, Erzurumê û Wanê careke din bi hovîtî ji heq û hesabên kurda hatine der. Hemû bajarên Kurdistanê yên sereke bi destî garnîzonên tirka yên bi hêz hatine zevtkirinê.

Ev bûyerên bi xwîn kurd şikênandin jî, lê bi wê yekê ra tevayî jî hêrsa wan ya hindava tirka da diha zêde bû. Û gava sala 1853a Tirkîyê dijî me destbi şêr kir, wê demê gelek kurda guh nedane bangawazîyên tirka, ku dest bavêjine çeka, û tenê eşîrên cînarên Rûsîyayê, ku bin hukumê eskerên tirka da bûn û bi hêvîya, ku di dema şêr da wê bi awakî arxayîn û bê ceza talana bikin (ji ber ku me di hêlekê da tivdîra xwe ya şêr ne dîtibû, di hêleke mayîn da jî tirka nişkêva ser meda girt), eskerên siyarî dane ordîya tirka.

Portoyê dît, ku kurdên Tirkîyê piştgirîya wê nakin û qet xema wan jî nîne, ku wê çi bê serê tirka, ewê hewl da, ku kurdên Farizistanê rake himberî me. Ji bo wê armancê konsûlên Tirkîyê û Îngilîs yên li Tewrêzê casûsên xwe şandine temamîya Kurdistana Farizistanê. Karê, ku di nav kurdên Farizistanê da propoganda bikin bona ew derkevine dijî Rûsîyayê, sipartibûne fanatîkekî bi navê Xelîf Seîd Taha, ku li ser sînorê Farizistanê-Tirkîyê da karê cesûsîyê dikir. Berê ewî bi Şamil ra jî pêwendî danîbûn. Berî ku destbi şêr bibe, Xelîf Seîd Taha mir û karê xwe teslîmî birayê xwe – Şêx Salih kir. Evê te hat li Berdesûrê bi cî bû. Ewî ji wira casûsên xwe dişandine di nav kurdên Tirkîyê û Farizistanê û propoganda “cîhad”ê dikirin, ango “şerê dînî” dijî Rûsîyayê. Kurdên Farizistanê îdî hew mabû cerda amade bikin û bikevine axa me. Ji ber ku Berdesûr, ku Şêx Salih lê hêwirîbû, li ser axa Farizistanê bû, Rûsîyayê de’w ji Farizistanê kir, ku ewî şêxî bigrin û eskerên kurd, ku bin hukumê wî da nin, milahîm bikin. Lê Farizistan weke her cara sîyaseta durû derbaz dikir û bersîvên usa dida, ku xwe ji wî karî ta bide û piş guhê xwe va bavêje. Bona çareserkirina wan nerazîbûna bi serokatîya gênêral-çawîş Sankovskî ji Kavkazê komîsyona eskerî-dîplomatî şandine Farizistanê, ya ku di meha çirîya paşin sala 1853a bi hukumeta fariza ra li hev hat, ku ew daxazên me yên zagûnî pêk bîne. Şêx Salih ji Farizistanê derxistin, lê ji bo bikaribin kontrolîyê li kurdên Farizistanê bikin, ser sînorê bi Tirkîyê ra eskerên fariza hatine cîwarkirinê. Piştî wê yekê kurdên Farizistanê rehet man(3).

Di wan dema da di navbera dîwana rûsa û kurdên Rûsîyayê da pêwendîyên baş çê bûn. Rast e, carna ew gazinê xwe ji serokatîya herêma Ermenîstanê dikirin, lê bi tevayî ji rewşa xwe ya li Rûsîyayê memnûn bûn û “şikirbûna xwe bi Împêrator dianîn”(4). Eşîrên kurda yên hemwelatîyên Tirkîyê halxweşîya kurdên Rûsîyayê didîtin û çendik-çend cara hîvî dikirin, ku destûrê bidin ew jî derbazî ser axa Rûsîyayê bibin, û dema daxaza wan pêk ne dihat, ew bi surî xwe li sînor dixistin, derbaz dibûn, carna jî bi zorê derbaz dibûn, lê her cara “bi firsendên cuda-cuda, lê bêy ku xwîn bê rijandin, pêşî li wan digirtin, an jî ew paşda dişandin”(5).

  1.  Trottêr. Kurdên Asîya Biçûk. Werger ya A.S.Zêlenîy.
  2.  Hesabdayîna serleşkerê alaya Ûlanê Mînaskî ji bo maqûl Rozên; 25ê çileya paşin sala 1834a (Rûpel 885-888, ya cilda 8a ya Aktî arxêopgrafîçêskoy komssîî).
  3.  Arşîva Barêgeha eskerî ya herêma Kavkazê. Belgeya hejmara 15a, perça duda, ya sala 1853a: “Derheqa wê yekê da, ku bi serokatîya gênêral-çawîş Sankovskî komîsyona eskerî-dîplomatî bişînine Farizistanê û derheqa wê yekê da, ku çima kurdên ser sînor hindava meda ne amin in”.
  4.  Hesabdayîna Palavandov ya ji bo maqûl Rozên, ya 3ê sibatê sala 1833a, hejmar 6. (Rûpel 504, ya cilda 8a ya Aktî arxêopgrafîçêskoy komssîî).
  5.  Şirovekirina emelên şêr dijî gelên çiyayî (Rûpel 391, ya cilda 8a ya Aktî arxêopgrafîçêskoy komssîî).

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev