Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ji bo çi kurdên Azêrbacanê bişkivtîn, asîmîle bûn?

Ji bo çi kurdên Azêrbacanê bişkivtîn, asîmîle bûn?

Tosinê Reşîd

Wek du hevtîyan berê, keçeke xwendkar ji Bakûra Kurdistanê, ji min re emailek rê kiribû û dixwest bizanibe: “Ka ji bo çi kurdên Ermenistanê û Gurcistanê asîmîle ne bûn, lê kurdên Azêrbacanê û Tûrkmênîstanê asîmîle bûn?”

Min bi sivikayî bersiva wê da, lê paşê fikirîm, wekî ev pirs dikare seva gelek kesan balkêş be û min xwest, nêrînên xwe ser vê pirsê bi xwendevanan re parevekim.

Pir caran ser vê pirsê hatîye nivîsar û min bi xwe jî nivîsîye. Û min timê jî asîmîle bûna wan kurdan bi sîyaseta hukumatên komarên Azêrbacan û Tûrkmênistan re têkel kirîye, ku wan jî wek kêmalîstan, dijî kurdan sîyaseteke şovînî dimeşandin, her tişt dikirin, wekî kurdan asîmîle bikin.

Lê ew bawarî jî heye, wekî kurdên êzdî ne bişkivtîn, asîmîle nebûn ji ber ku dînê wan ew parastin, lê kurdên misilman bişkivtîn, asîmîle bûn, ji ber ku misilman bûn û di nav misilman de diman.

Belê, ew ku êzdî asîmîle nebûn, nebişkivîn, berî gişkî bi saya dînê wan bû. Hema bêjî heta salên 60-emîn, yên sedsalîya borî, civakên êzdîyan xwe dûrî gelên cîran digirtin. Giranîya êzdîyên Ermenistanê di gundên ermenîya, yên deşta Araratê (kû kurdên Ermenistanê jê re deşta Rewanê dibêjin) diman. Wan bêtir karê xwedî kirina pêz û dêwêr dikir, ku hema bêjî ermenîya ew kar ne dikir. Havîna derdiketine zozana û li zozana hama bêjî tenê ew bûn. Heta van salên dawî jî êzdîyên li gundên ermenîyan da diman, têkilîyên wan bi emenîyên cînarên wan ra jî, ne zêde bûn.

Ez bi xwe gelek caran çûme şayê êzdîyên di gundên ermenîyan de diman. Eger 150-200 meriv ber textê şayê rûniştî bûna, ji wan 3, yan 4 kes eremenî dibûn, ne zêde. Lê gava van salên dawî têkilî zêde bûn, ji mêvanên ermenî re textekî cihê, li jûreka cihê dadanîn. Ev jî ji bo wê yekê, wekî ser textê wan her tişt bi gor rê û risma kal bavan be.

Heta di nav kesên xwendî de jî, ku her kesî ji me li şûnekê kar dikir û bêtirî caran cîyê karê me tu kurd tune bûn, lê dîsan jî dost û hevalên me, yên nêzîk, ku me bi malbetî dostanî dikir, em bi jin û zaran va diçûne malên hev, kurd bûn.

Usane dînê êzdîya ew ji civakên mayîn dûr digirtin û ji asîmîle bûnê re dibû hasêgeh.

Ji alîkî mayîn va zimanê dînê êzdîya kurdî ye, ev şertekî gelek giring e, ji bo parastina ziman.

Dînê êzdîya rê nade bikesên ji dîn û miletên mayîn bizewicin.

Lê bi bawerîya min, ji şertên gelek giring, ku nehîştin êzdî bibişkivin, asîmîle bibin, yek jî ew bû, wekî ermenîya û gurca, ku êzdî di nav wan da diman, tu caran nexwestine êzdîya asîmîle bikin. Ev herdu netewe jî bi dîroka xwe, bi çanda xwe serbilind in û tu daxweza gelên nav xwe asîmîle bikin, bal wan tune bûye û niha jî tune.

Usane, ew ku êzdî asîmîla ne bûn, berî gişkî bi saya dînê wan û erf edetê kal û bavên wan bû. Ji alîyê mayîn va jî bal gelên ew di nav wan de diman, sîyaseta asîmîle kirin, bişkavtina gelên nav xwe, ne dihat meşandin.

Pirsa kurdên Azêrbacanê lap teherekî mayîn bû. Bê guman di pirsa asîmîle bûna wan da dînê îslamîyê rola xwe heye. Eger dînê êzdîya rê ne dida civakên êzdîya nêzîkî gelên cîran bibin, dînê misilmanîyê kurd nêzîkî gelên misilmane mayîn dikirin. Gor şertên dînê îslamîyê ji hev zewaca kurdan û azarîyan, tiştekî normal bû. Bi serî van zewaca, çawan dibêjin, komî kulfetên wan diketin malên hev, pêwendîyên wan xurttir dibûn. Bê guman van şertan asîmîle bûna kurdan hêsan dikir.

Lê dîsan jî di pirsa bişkavtina kurdên Azêrbacanê da wan pêwendîyan rola sereke nelîstine.

Şorişvanê kurdî bi nav û deng, beşdarê şorişa Cotmehê, Çîngîz Îldrîm, ku kurdê Azêrbacanê bû, dostanîke wî ye baş bi bolşêvîkên bi nav û deng, S. Kîrov û S. Orconokîzê ra hebû. Salên 30-emîne sedsalîya borî, wan li şunên cihê kar dikirin, lê pêwendîyên wan bi rêya nama, herdim hebûn. Û hema bêjî di namên xwe gişkan da, Çîngîz Îldrîm kurd bûna xwe bîr tîne. Di wan neman de, ku qet bi pirsa netewyê va têkel nabin, ew dinvîse, ‘te kurdê dostê xwe ji bîra kirîye’, yan ‘ber serma Ûralê kurd baş tap dike’. Nimûnên usan di namên wî da pirin. Ev namên salên 30-emîn, yên sedsalîya XX ne. Çawan em zanin, ji bo bolşêvîkên wê dewranê, hema bêjî kesî netewa xwe bi bîr ne dianî, lê wekî Çîngîz Îldrîm her car bîr tîne, usane ew çiqwas bi kurd bûna xwe serbilind bûye, wî kurd bûna xwe çiqwas giring dîtîye.

Û divêt di nav kurdên Azêrbacanê ye wê demê de, kurdên wek wî ne kêm bûna.

Hinek lêkolînvanên salên bîstemîn, sedsalîya XX çûne nav kurdên Azêrbacanê, dinvîsin, wekî di nav wan da pîr hebûne (çawan bal êzdîya, elewîya, yarsanîya). Lêkolînvan zêde ser pirsên dînê wan hûr nebûne û pirsa hebûna pîra zelal nekirine. Çawan dîhar e di sîstêma dînê îslamê da înstîtûta pîra tune. Usane kurdên ‘Kurdistana Sor’ berê yan yarsanî (kakeyî), yan jî elewî bûne. Çawan em zanin, elewî û yarsanî xwe hinekî nêzîkî îslama şiîa dibînin. Kurdên “Kurdistana Sor” dûarojê bûne misilmanên şiîya. Û misilmanîyê bişkavtina wan hêsantir kir.

Di dîroka kurdan da nimûnên usan hene, gava kurdên ne misilman bûne misilman, ji kurdîyatîya xwe jî dûr ketine. Awa kurdên başûr – rojhilata Kurdistanê, ku demên berê yarsanî bûn, zimanê dînê wan zaravê kurdîyî goranî bû, gava dînê xwe hîştin û bûne misilmanên şiîya, gelekan ji wan kurdîtîya xwe jî, zimanê xwe jî ji bîra kirin.

Kurdên Azêrbacanê jî ku berê yarsanî, yan jî elewî bûne, gava dînê azarîyên cîran pejirandine û bûne misilmanên şiîya, ew teherekî ji hewirdora xwe, ya gerdûnî qetîyane, ji koka xwe qetîyane û bişkavtin, asîmîle bûna wan, hêsan bûye. Tiştekî balkêş e, wekî li Azêrbacanê kurdên sunî jî hebûn, ku ji mêj va misilman bûn, lê ji wan jimareke ne mezin asîmîle bûn. Yên bi piranîya xwe va asîmîle bûn, kurdên şiîya bûn. Bi bawerîya me, ew ku kudên sunî li Azerbacanê kêm bişkivtîn, rola pêwendîyên wan e bi kurdên Ermenstanê re jî ne biçûk bû.

Belê, di pirsa asîmîle bûna kurdên Azêrbacanê da rola dînê îslamîyê heye, lê divêt em tu caran ji bîra nekin, wekî sîyaseta hukumata Azêrbacanê himberî kurdan, ya salên 30-emîn e sedsalîya borî, ji kêmalîzmê danedixwar. Qanatê Kurdo bîr dianî, çawan ew sala 1933 an diçe Bakû, wekî ji wir jî here nav kurdên ‘Kurdistana Sor’. Armanca çûyîna wî lêkolîna zaravê kurdên wê deverê bûye. Lê li komîta navendî ya Partya Azêrbacanê ye Kommûnîst, ji wî ra dibêjin, wekî ‘li Azêrbacanê kurd tunene, em gişk yek in, em gişk azarî ne’ û nahêlin ew here wê deverê. Ew jî gava sê, çar sal berî wê, bi fermî navça kurda ye avtonomî, ‘Kurdistana Sor’ hebû. Li wê navçê dibistan bi zimanê kurdî bûn, rojnama ‘Kurdistanî Şoravî’ bi zimanê kurdî çap dibû.

Çawan dîyar e li Ermenistanê tenê bîst û du gundên kurdan hebûn. Ew gundine biçûk bûn û ji kurdên Ermenistanê jimareke lap hindik di wan gundan da diman. Em bêjin gundê me li navça Êçmîadzînê gundê kurdayî tenê bû û dor 70-80 malî bû. Lê li wê navçê gundên ermenîya hebûn wekî 200, 250 malên kurdan tê da hebûn.

Gor zagonên perwerdeyê, yên Yekîtîya Sovêt, eger di dersxanekê, komekê de 8 zar ji netewekî hebûna, dibêt ew zar bi zimanê wanî dê jî bidana xwendin. Lê ev zagûn li kêm şûnan pêk dihat. Di dibistanên gelek gundên ermenîya û azarîyan da jimareke mezin zarê kurd hebûn, lê wan zimanê kurdî ne dixwend.

Sala 1986 an ez û nivîskar, lêkolîner Eskerê Boyîk ji bo vê pirsê ketine gundên Ermenistanê, ew ên kurd lê hebûn. Me xwest bizanibin ka di dibistanên kîjan gundan de çiqwas zarên kurdan hene, wekî li dibistanên jimara zarên kurd têrê dike, ji bo wan xwendina zimanê kurdî organîze bikin.

Em diçûne kîjan gundê ermenîya, bi şabûn em dipejirandin, rûmeta me baş digirtin û digotin wê gelek baş be, wekî zarên kurd bi zimanê xwe bixwînin. Lê li gundên azarîya, ku kurdên misilman nav wan da diman, hema, hema bi me ra şer dikirin. Digotin, wekî em yekin, em misilmanin, pêtivîya xwendina zimanê kurdî bal me tune. Em nahêlin hûn tev karê me bibin.

Ev li Ermenistanê, lê li Azêrbacanê wê çawan bûya!

Payîza wê salê, ez li hotêleke Moskvayê rastî proffêsorekî azarî hatim; pisporê dîrokê bû. Gava min ji bo asîmîle bûna kurdên Azêrbacanê gazinê xwe lê kirin, hema bi carekê ve hêrs bû û got: “Em neteweke nû, ya xort in, divêt em gelên di nav xwe de asîmîle bikin, wekî xwe bigrin, perçe-perçe nebin”. Usane bişkavtin, asîmîle kirina kurdan li Azêrbacanê ne tenê sîyaseta dewletê bû, lê ew usan jî bawerîya rewşênbîrên wan bû.

Belê, êzdî ji asîmîle bûnê hatin parastin, berî gişkî bi serî dînê xwe, paşê jî hukumatên komarên Ermenistanê û Gurcistanê, ku êzdî di nav da diman, sîyaseta asîmîlekirina êzdîyan ne dimeşandin. Lê kurdên misilman li Azêrbacanê asîmîle bûn, berî gişkî ji ber sîyaseta hukumata komara Azêrbacanê, ku her tişt dikir, wekî gelên kêmane di nav xwe da asîmîle bike.

Bê guman, di vê pirsê da dînê misilmanîyê jî rola xwe lîstîye.

Kurdên Tûrkmenistanê ji di roja kurdên Azêrbacanê de bûn.

Piştî ‘Pêrêstroyka’ yê, di nav kurdên Azêrbacanê de, hişîyarbûneke netewî dest pê bûbû, lê cenga Ermenistan û Azêrbacanê ji bo Qerabaxa Çîyayî, ku deverên Kurdistana Sor jî bibûne meydana cengê, bû sebeb, wekî kurdên wê deverê koçber bibin, dero-dero bibin û bişkavtina wan hêsantir bibe.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev