
Amadekirin û wergerandin: Tengezarê Marînî
Rainer Maria Rilke di 4. 12. 1875an li Prag ji dayik bû, bav û dayika wî wê demê navê wî kiribûn René Maria: di şûna navê xwişka wî a mezin de ko miribû û navê wê Maria bû. Diya wî behwer dikir, ko keça wê Maria careke din ji mirinê rabûye, lê vê carê wek kur. Rilke diçû Handelsakademie (Akadîmiya bazirganiyê li Linz) û pey re philosophî, huner û tore li Prag, München û Berlin xwend. Helbestên wî ên pêşî ‘Leben und Lieder’ (jiyan û stiran) di sala 1894î de hatine weşandin. Serkeftina Rilke a pêşî di 1906an de bû, dema helbestên xwe ên pexşane ‘Die Weise von Liebe und Tod des Cornets Christoph Rilke’. (Hişweriya jîn û mirinê a qurnêtvan Christoph Rilke).
Di sala 1901ê de bi xanim a peykertaş Clara Westhoff re zewicî. Vê jinûmêratiyê gelekî berdewam nekir û di sala 1903ê de hev berdan.
Ji sala 1905 – 1906 Rilke li Paris jiya bû: bibû Sekreterê peykertaş Auguste Rodin.
Wê çaxê dest bi nivîsîna bi zimanê firensî jî kiri bû. ji 1910 – 1912 Rilke li keleha Duino nik Triest, û di pey re li Roma. Di cenga cîhanî ya yekem de Rilke li München dijiya û di pey re sala 1919 rûniştgeha xwe veguheste Swîsirayê.
Rainer Maria Rilke ne bi gelekî piştî 51saliya jidayikbûna xwe wexer kir, ew jî di 29. 12.1926an de li Val-Mont bû.
Li se gora Rilkê ev peyvên wî li ser daxwaza wî hatine neqişandin: “Gulê, ox dijpeyv, xweşî, tukes nerazabû, ko di nav hewqasan de be“.
Du fîlosefan kartêkirineke mezin li berhemên Rilkê kirin, ew jî Nietsche û Schpenhauer bûn. Helbest ên Rilke, hundurê mirovî dilivînin, ji bilî ku ew nûnerê moderniteè ya Elmanî û europî ye.
Felsefa Nietzsches di rêka Lou Andreas-Salomé kartêkirineke bihêz li Rilkê kir. Di rêya felsefa Nietsche re, Rilkê pêveçûna civakî ya qûnaxa Romantîkê û di pey re, cîhan fehem kir. Çavdêriya surusştê danûsten û serederiyan mirovan beramber hev û suruştê nêrîna Rilkê û cîhanbîriya wî bihêz kir.
Eger em bihên û li berhemên Rilkê ji sal ên 1902 û sal ên 1910, helbest ên wê yê nû û romana wî „Destnîşankirina Malte Laurids Brigge“, em ê kartêkirina Nietsche eyan bibînin, ku Rilke berê xwe da serpêhatiyên mirovan e û bêguman, simbol bi kar anîn. Lê ew simbol jî, mîna neynika civakê bûn. Rilkehelbestvanê Elman yê di pey Heinrich Heine re, pîroz e. hinek helbest ên wî hene, mîna bihêztirîn helbest ên elmanî yên sedsala 20an de, bi taybetî ev veguhestina Rilkê ji şêweyên destpêkê bo simbolîzmê û heyînê (Gul).
– Aramî
Evîndar, guhdarî dikî, destan hildidim
Guhdarî dikî: gujgujê dike
Ew çi nîşana tenêtiyê ye, ya
xwe nabîne, ko ji pir tiştan lê tê guhdarkirin?
Evîndar guhdarî dikî, ez dergîlkan digirim
Û ew xiştepişt a ko digihişte te jî.
Guhdarî dikî, evîndar, ez dubre wê hildidim..
..lê ji bo çi tu ne li vir î.
Şûna biçûktirîn bizava min
Di bêdengiya min ya hevirmêş de diyar dimîne,
netêkçûn, kêmtirîn hêckirina min
di perdeyeke bi heycana dûriyê de, xwe digivêşe
Stêr xwe li ser kesera min
hildidin û dadixin.
Bêhnên li ser delêv, têne ser lêvên min,
û ez boxaza destên xwe dinasim
ferîşteyeke dûrbûyî.
Tenê ew a dipûnijim: te
Nabînim
2- Helbestvan
Tu xwe ji min dûr dixî, demhijmêr î.
Birîn,
derbên baskên te li min dixin.
Tenê: Çi ji devê xwe bikim?
Ji şeva xwe?
Ji roja xwe?
Evîndara min tune,
ne xanî,
ne cihekî ez lê bijîm
hemî heyokên, xwe dispêrim wan,
ewên dewlemend bibin
û min
xerc bikin.
3- Stirana Evînê
Çawa dikarim giyanê xwe rawestînim,
dako nehingive ê te?
gereke ez Çawa wî
di ser te re hildim,
hetanî heyokên din?
Ax, bi dilxweşî
divêm wî li nik tiştekî winda
di tariyê de vehewînim,
li devereke biyanî, bêdeng, ya
nema bête libakirin,
çaxê kûrahiyên te bihejin.
Belê, hertişt ê bihingive me, te û min,
me pêk ve dibe
mîna kevanlêdanekî,
bi du têlan, ko dengekî dikişîne
Em bi kîjan amûrî ve hatine girêdan?
Kîjan kemanê
em êxistin destên xwe?
Ox.. tu stirana şêrîn.
4-Tenêbûn
Tenêbûn mîna baranê ye
ji deryayê bilindtir dibe,
berbi êvarê ve;
ji deştan, dûrî ye
û ti rê pê nakevin,
bi asîman ve diçe,
yê ko ew herdem heye,
û êdî ji asîmên bi ser
bajêr de dikeve.
Baran bi jêr de tê,
berbi demjimêra nêrûmê ve,
çaxê hemî sikak
xwe li spêdê badidin.
Û çaxê bejnên tiştnedîtî,
xemgîn û hêvîşaş
ji hev xwe berdin;
û çaxê mirov
ji hev nifret bikin,
û naçar bibin,
bi hev re li ser textekî binivin:
hînga tenêtî..
bi çeman re diherrikê.
5- Saeta rastiyê
Kî niha li deverekê, li vê cîhanê bigirî
Bê sedem, di cîhanê de digirî,
bo min dike girî
kî niha li cihekî di vê şevê de bikene,
bê sedem, di şevê de bikene
bi min dikene
Kî niha biçe şûnecihekî li vê cîhanê
Bê sedem, diçe nava cîhanê,
diçe nik min
kî niha li şûnwarekî li vê cîhanê bimire
bê sedem, di vê cîhanê de dimire,
min dibîne.
6- Netebitîbûna mîzana jînê
Netebitîbûna mîzana jînê,
herdem lerzok,
mîna ko kêmcaran
giriyekî çalak tête pîvan.
Ew ên berdewam in,
barê din
li beramberî dahatû dideynin
li berahîka xeberdanê.
Li wir,
pîvana hêmin ya mirinê,
bûye cîgehê li ser herdû
xaçilankên hevxwişk
weha şûnwarekî zor.
Û li nik,
bêbikaranîn in
hemî barên bêhinferehiyê
rêzkirî
diçirisin.
7- Stirana ji deryayê
Ahînên kevnar ji deryayê
deryebayê şevê
Tu nayê nik ti kesî,
çaxê yek hişyar dibe,
weha pêdiviye bibîne, ka çawa
ew li hember te radiweste.
Ahînên kevnar ji deryayê
Ên diêşînin,
tenê mîna ko ji bo qûnaxa kevirînî be
cihekî qelebalix
çalakane, ji dûr ve derbas bibe
oh çawa paldayîyê
darhejîrê li jor, di roniya heyvê de,
pêjina te dike.
8- Şahinşah
Şahinşah şanzedeh salî ye,
şanzedehsalî û desthilat
dinere, mîna ko ji veşargehê
derbasî cem kalekî şîretkar bibe
Di hundurê salonê de
û li deverekê, dibe ko bi tenê ew pêjin
li ser çena ziravî, dirêjî, hişk
xeleka sar ji hiriyê, be
li pêşiya wî ye, fermana mirinê
demeke dirêj bêimze dimîne
û mijûl dibê: ka ew dê çawa ziyanê bide xwe
wan dizanîbûn, ew baş nas dikirin,
ko ew bi tenê
hêdî-hêdî ta bi heftêyî dijmêre
berahîka ko imza xwe li bin bixe.
STIRANA YÊ SÊWÎ
Ez ne çu mirov im û ne jî qet dibim mirov
Niha ne bûn im, ne jî biçûk ;
Lê piştre jî.
Dê û bav
Li ber xwe bikevin ên min:
êrê bêsûdeye cefaya guhdanê
ez dê bimijim
şîr, negerekê kesekî ye: niha hîn zû ye
û sibe derng e.
tenê kirasekî min heye,
wê tenik û rengavêtî bibe,
lê xwe herhayê radigire
hîn berî xud jî belkî
tenê ev pora min î hindik heye
(tim mîna xwe mabû)
ko carekê herî ciwan bû.
Niho tutişt tê de bedew nemaye.
Payîz
Belge wekî ji dûr ve diwerin,
Wek li baxên dûr, belg li asîmanan biçilmisin
Bi çavbelkirinekê diketin
Di şavan axên giran ji me kêm bûn
Ji hemî stêran berbi tenêtiyê ve
Emê hemî bikevin. Ev dest jî li wir
Ji xwe re li yên din di nav tevan de binêre
Di gel wê jî Ev ketin bitinê ye,
Nazdarek, di destan de ye, bêdawî dimîne
Evînê Bide Min
Ev çi mêrg in, ji destên te difûrin?
Hest dikî. mîna di raperîneke xwe de,
bihêztir xwe bifûrînî û bi derve ve xwe digirî
Di ser re, stêr di nav wêneyan de hene
Evînê bide min. Bo devên te nazdar bikim
Ax, pirça te dest di nav re neçûne
Binêre, ez dixwazim te bi te dorpêç bikim
Hêviyên te yên hişkbûyî pirtir bikim
Li qozîka çavên te yê qehewî
Bi stranan dilxweş bikim
Dixwazim te, bi hemî nazdariya xwe re
Berbi çihên nayên dîtin ve bibim