Rexşê Belek: Hespek, Wekî Fîlekî

Xwendevanên hêja, me beşa pêşin a gotara lêkolîner Şemoyê Memê berî heftêyekê raberî we kiribû. Fermo, beşa duduyan bixwînin. Beşa dawî a 3an emê piştî heftêyekê çap bikin.

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP – 2

Şemoyê Memê

Dîsa li Kurdîstanê, Anatolyayê û Ecemîstanê û gelek deverên din kes nîne ku Pelewanê cihanê, Mêrxasê Zabilîstanê, Rustemê Zal û hespê wî yê ji golê derketî “Rexşê Belek” nebihîstibe. Çirok, bi Kurdî berê ewil ji aliyê rojhilatnasên Alman A. Socin û E. Prym di sala 1890î de hatiye berhevkirin. Em ê kurtasî behs bikin.

Wexta ku Rostem mezin bû, çû lay bavê xwe got: “Bavo hespek bide min da ez lê suwar bim. Got: “Kurê min de here tewilê hezar û du menegî wê li tewilê de, bo xwe êkî jê bigrê “Rûstem radibe diçe tewilê hespekî bibijêre, destê xwe dide ser pişta wê tavilê pişta hespê dişikê. Paşê çû li ber rêzê sekinî, herçî destê xwe da ser piştê, pişta wan şikest. Bi vî avayî pişta pênçsed hespî şikest. Paşê sêyîse hespan hat Rustem lava kir, dev jê berde, qira hespa neîne, bila hinekî sebir bike belki Rebbê elemê hespekî jê re bixuliqîne. Wekî rabû ser xwe Rostem fekirî şev e, carek di nivîştekî di xew çû. Milyaket hate ser gote Rostem: “Rabe ser xwe, carek li fecra subehê de here ber gevenda behrê ji xwe re çalekî bikole, hindek qirş û qelaş bavêje li ser xwe û rûnê li wê derê. Gavekî te dî mehînek dê derkevît ji wê behrê, destê xwe neavêje wê mehînê bila biçit, ji xwe re biçêrit, tu ji cihê xwe nelive, paşî wî bihnekî pêl dê kevin behrê behr bibit du qat, hepsek dê ji nav derkevit, ew hespêt çawan a, beleke mînaya pilingan e, punyek sor e, punyek spî ye, punyek reş e,. Wekî te dît derket, tu navê xwe û navê bavê xwe jê re bêje, hesp bi xwe dê êt li ber te sekinit. Rostem veciniqî xewê rabû, kete mitala ji xwe re got ev xewne, careke din çavê xwe dide hev, lê milyaketek dîsa hat ser got: “Rostem rabe ser xwe ew ne xewn e, ez qesîdê Allah Teala me. Rostem ji xewê radibe û sibê diçe ber behrê çawa kû jê re hatiye gotin û wûsa jî dibe. [1]

Dîroknivîsê Kurd yê ewil Mîr Şerefxan, Şerefnamayê de (1597) destnîşan dike ku têgiha ‘Kurd’ tê wateya mêrxasî û xurtiyê, lema ev nav hilgirtine. Dibêje, wextên pêşîn de gelek lehengên navdar û mêrxas li nav vî milletê de rabûne. Wek; mêrxasê binav û deng Rustem bîn Zal ku dewra Keykûwad de jîyaye, Kurd e. Li gor lêkolîneran, Persîyan ji bilî ola Medan, gelek efsane û çîrokên wan jî kirine malê xwe. Ji ber vê, pir eşkere ye ku destana Medan “Rustem”, wekî ya xwe nîşan dane. Li gor Heredot, efsaneyên dewra Kuraşê Duyem de mane, wekî destana Kawa, destana Rustemê Zal berhemên Medan in. Hemû belgeyên dîrokî destnîşan dikin ku di jîyana Medan de hesp cihekî giring girtine û qîmetekê bilind dane hespên xwe[2]. Lema xelkên Medî peyva hespê( Aspa) li ser navên zarokên xwe zêde dikirin. Lohrasp, Goştasp, Tahmasp û h.w.d.

Firdewsî dîrok û efsaneyên Îran û Medyayê daye hev û pirtuka xwe ye bêhempa de zêdetirîn behsa Rustem û hevalê wî yê cengan, şeran “Rexş”ê dike. Dîya wî Rûdabe wexta ku diwelide pir êş dikişîne. Ji ber êşan wextekî jî xwe diçe. Ji ber ku Rûdabe diwelide û êşa xwe xilas dibe* navê kurê xwe datîne “Rustem” , ango ez behnfireh bûm. Meneyekî din jî “min berhem afirandin” e. Rustem merivekî neasayî ye, rojeke wî wekî saleke dibore û zû mezin dibe, hewce hespekî ye. Divê hespê wî jî neasayî be. Firdewsî Şehnameyê de behs dike; gelek hespên kalikê wî Sam hebûn lê belê Rustem zanibû ku ew hespên efsaneyî yên pişt spî nikarin binê wî de bimezin. Hemû cenîyên(kurî) du salî anîn tewlê û Rustem bala xwe didê qet yekî/ê naecibîne. Paşê mehînekê singfireh, navzirav û lezgîn bala Rustem dikişîne. Li kêleka mihînê wekî wê ceniyek dixuye. Jê re gotin, heya niha kes ranebûye wê mihînê û ceniya wê zeft bikin. Mêrxasan qesta wê cenîya efsanewî kiribûn bi geza diranên diya wê û li ber simên wê birîndar bibûn. Kêfa Rustem pê re hat, jixwe hespekê wisa dixwast. Wî ev cenî zeft kir û navê “Rexş” lê kir. Ji wê rojê pê ve qet ji hev neqetiyan. Têbawerkirin ku Rustem bixwe wekî çiyayekî giran bû, gurzê wî 700 pût giran, rima wî jî 80 gaz (50 metre) dirêj bû. Werisê wî pir dirêj bû, zirxê wî yê ji birûskê çêkirî hebû. Ji bo van giraniyan Rexşek pêwist bû. Rexş wekî bayê birûskê bû.

Di berhevoka Socin û Prym de peydabûna Rexşê Belek wekî peydabûna Bozê Rewan e. Mihîn û cenîya(kurî) Rustam avê peyda bûne. Her çiqasî Şehnameyê de behsa derasayî bûna Rexş bê kirin jî derheqa peydabûna wê de tu agahî nîn in. Çiroka zargotina kurdî nêzî efsaneyiyê ye. Rustem, xêra Rexş gelek caran bobelatên xirab filitîye. Li beranberî hev li hember şêran, ejderhayan, hûtan, dêwan û dijminan şer kirine. Wexta ku Rustem di xew de be, hûtek, an jî ejderhayek qesta canê wî dike û Rexş bi serê xwe jê re şer dike.

Lêkoliner dibêjin ku, Rustem hezar sal berî Mihemed Pêxember hatiye dinyayê. Li gor rîvayetan, dibêjin rojekî Hz. Elî şerekî dijwar dike. Hz. Mihemed jê re dibêje “ya Elî! Te îroj şerekî Rustemî kir. Te pîroz dikim.” Hz Elî ew roj gelekî meraq dike, dikeve xeteran ( divê ku mitalan be) û ji xwe re dibêje “gelo Rustem kî bûye ku tewer Pêxember jî nav û dengê wî bihîstiye! Qey ew ji min jêhatîtir bûye!?” Ew şev Rustem tê xewna wî, Hz. Elî dibîne ku, babaegîtek( mêrxas) li hespekî suwar e, li bayê bezê ber bi wî tê. Suwarî tê û silavê lê dike. Lê belê ew suwarî seba ku gelekî gir e û bi heybet e , devê Hz. Elî diqufule û zimanê wî nagere, silava wî bigre. Suwarî dibuhure, ew bîstekî bi şun de tê xwe. Bi xwe re dixeyde, “Ez newêrek im, ziravê min nîn e! …. “ Dotira rojê diçe cem pêxember xewna xwe jê re dibêje. Hz Mihemed wuha bersiv dide wî: “Ya Elî! Dest bi ser desta re heye, suwariya ku hatiye xewna te Rustem e.”[3]

Rexş û Bor dewsa navê hespan tên bikaranîn. Lê ne ji bo hemû hespan. Peyva “Rexş” ê Avestayê de, rohnî, şewq û şemal ê dinimîne. Wateyeke Rexşê “ba”, yek jî “ewr” e. Bayê biharê tê navkirin. Hin ba hin jî ewr tekildarê bilezbûnê û xûrtiyê ne. Hin Bozê Rewan hin jî Rexş wekî bayê bezê ne. Ba û ewr bêgem û zîn in; li her derê ne. Hêzên xwezayîne, di mîtolojîyê de jî hêzên Xwedayî ne. Ba û ewr nîn bin av jî na be û jîyan jî nabe. Me jorê jî destnîşan kir pewendiya av û hespê. Ew hespana jî avê derketine û siwarên xwe re bûne jîyan. Wekî bayê dibezin, li nav ewran re difirin.

Rexş ewqasî enirî ku,

Te digot, per û bask jê derketin.

Motîfa hespên biper û bask destan û efsaneyên Kurdan de ji mêj ve hebû ye. Jixwe hesp jî şûnwarên Mezopotamya û Medyayê de berê ewil hatiye kedîkirin. Paşê ev efsaneyan derbasî mîtolojiya Yûnana qedîm, Asya Navîn, Erebîstanê, Misirê û Ewropayê jî bûne. Hespê ku Hz. Mihemmed şeva mîracê pê siwar bûye û derketiye ewran Bûrak jî xwedî per û bask e. Di mînyaturan de Bûrak li ezmîn biper û bask difire û der û dora wî firîşte(milyaket) hene. Ev bawerî sedsala 7an de derketiye holê lê belê binyata xwe efsane û destanên qedîm digirê.

Li nav Kurdan de wexta ku behsa hespan tê kirin, her kes hespên xwe dişibînin Rexşê Belek û xwe jî dişibînin Rustem. Em dikarin bibêjin Rexş nebûya Rûstem nedibû û ger Bozê Rewan nebûya jî Mem nedibû. Bi gotinekî din, hespê wan nebûya ew nedigihîştin mirazê xwe jî. Mirazê Memî, Zîna zedan e lê mirazê Rustem ne dilrevîn e, mêrxasî û pehlewanî, têkbirina dijmin, şeytan û dêwan e.

Rexşê Belek jî bi qasî Rustem dihate naskirin. Hemû kes navê wî bihîstibûn û bi beramberî wî hepsek nîn bû. Bihaya wî beranberî qîzên qral an paşayan bû. Çiroka jêrê de em tûşî vî rastiyê tên. Rojekî kefa Rustem ê neçîrê te, Rexşê Belek siwar dibe, diçe li ser kaniyekî peya dibe, piçekî radizê. Paşê çavê xwe vedike , urt-ocaxê Rexşê Belek nîn e. Rexşê Belek diçe şeherê Zabîl e. Rustem pey dikeve, tê şeherê Zabil ê, cahilan dipirse, dibêjin hespêk ku forma hespê te de, li mala mezinê vê şeherê Mesihanê Adil de girêdane. Rustem der de çû, cimiet gişk rabûn li ber de, cimietê dena xwe de Rustem, serê wî wekî dolabê aşa, simbêlê wî mîna dûvê rexşa, tiliyê wî wekî bevşa. Cimiet lê hijmekar ma, cî nîşanê dan. Rakirin danîn cihê jor Rustem go ez ê herim. Cimietê go gelo em ê çi peşkeşê vî pelewanê bikin,? Yekî go hespekî bidinê, yekî go; şûrekî bidinê. Jina Mesihan go; canim, hûn tiştekî nizanin, hespê wekî hespê Rustem hûn nikarin bidinê . Rustem hewcê hespê nîn e, qîza min ê piçûk Fireng Şahabî bêhed, bêşik û bêguman e, ez ê bidimê.[4]

Rexş xwedî ferasetekî kûr û dûr bûye. Gelek rûdanan de bi saya vê behreya xwe, sîwarê xwe gelek bobelatan parastiye.Çîrokekê zargotina kurdî de têgotin, Rustem û xwarziyê wî Bêcan dikevin dilqê dewrêşan û li bajarekî diqesidin, li wir bi navê Semdiyanê Sidîn kesê ku tûfê serçavê bavê wî Zal kiribû re şer dikin. Eskerê Semdiyan qir dikin û dor tê wî, lema Semdîyanê Sidîn Canpolayê xwe, xwe dike. Ji ber ku Canpola kirasê sêrê ye qet derbek lê nagire. Rustem bi destê Semdîyan birîndar dibe, nale nala Rustem e. Rexş li mala bavê de maye, bi hesta xwe ya kûr pê dihese ku siwarê wê tengasîyeda ye, lema alifê li ber xwe bela dike, êxur de selên li bin simê xwe pêkolm dike, hire hîra wê ye. Li ser vî ya dîya Rustem dizane ku kurê wî tengasiyê de ye. Rexşê ber dibe, bi bayê birûskê tê digihîje Rustem, dêna xwe didê birîndarê bê hal e. Devê xwe dike birînên Rustem, dadilêse, paşê dide pey Semdiyanê Sidîn Canpolayê wî serê wî dişiqitîne û serê wî dike nav diranên xwe, lê dikuje.

Ferasetekî rexş jî axaftine, wekî Bozê Rewan. Di berhevoka Socin û Prym de tê vegotin; wexta ku Rustem xewnê de jê re hatibû gotin kir, li behrê mihînek derket. Lê Rustem gotinên milyaketê bîr dike û werisê xwe davêje mihînê, navtenga wê dişidîne, lê belê mihîna behrê zora wî dibe. Rustem ji hespê heyran ma û got, “Mala bavê mihînê Xwedê ava bikit.” Rustem dest û lingê wê girê dide. Benda ceniya wê dimîne. Paşê Rexşê Belek ji behrê derdikeve. Rustem dike nake nikare lê zewt bike. Sibehê heta nîvro, hev tînin û dibin lê yek zora yê din nabe. Paşê Rustem dibê , “ger ez Rustemê Zalê bim…” hespê hema her du simên xwe li ser piyên Rustem berda û got, “Ya Rustem wekî te navê xwe û navê bavê xwe saeta ewil, te bi min re gotibiya wê gavê ez dê derkevim, ez dê li ber te sekinim, çinku Rebbê alemê ez ji te re xuliqandime.”

Birayê Zilfînazê yê Serwext: Cilfîferaz

Hesp di efsane û destanan de canewer (giyanewer)ên biaqil û xwedî hêzekî nuqtedilî (pêşbinî) ne. Gelek çirokan de siwarên xwe li ber bobeletan û bêbextiyan serwext dikin. Ev çirok pir balkêş e û dilsoziya hespê rapêşê me dike. Çîrok sala 1957an li Ermenîstanê ji zarê Gula Xudo hatiye girtin. “Padşahek hebuye lê belê zarokên wî tunebûn e. Padşa bi halê xwe dişewite ji nişke ve kalek ji diqeside.[5]Kalê sêvekê dide padşa, dibêje, evî sêvê[6] kerî ke, kerî kî bide jina xwe, kerî kî jî bide mihîna xwe. Hespê te yê avis derkeve, jina te yê ducan derkeve. Lê nav li wan neke heta ez têm. Jina wî radizê(diwelide) Xwedê qîzekî didê, mihîna wî jî dizê cenîyekî nêr tîne. Gelek sal derbas dibin ew bê nav dimînin paşê kalo tê navê wan didê; Zilfînaz û Cilfîferaz. Ji vir pê de jîyana her duya bi hev re didome. Padşa dibêje, kî navê qîza min û hespê min bizanibe ez ê qîza xwe bidimê. Dêwek bi fêlan navê wan hîndibe û Zilfînazê bi xwe re dibe. Lê dilê keçikê qet lê nakele. Cilfîferaz, pê re diaxive û pirsa xwe dikin yek, mecalê dest dixin dêw dikujin.

Hesp sembola hevgîhandinê û mirazê te, li vî çirokê de jî hesp siwarê xwe digihîne mirazê wê û kurê padşakî re dike yar. Ew rêya xwe didomin rastî koşkekî tên. Li wir dibin mêvan. Lê Zilfînaz bi gotina Cilfîferazê kiriye û kincên mêran xwe kiriye.[7] Her êvar berê xwarine Zilfînaz diçe hespê xwe dişewire, bi şîretên wî raza (sira) wî eşkere nabe. Rojek tê kurê padşê li ser mêvanê xwe û hespê wî dikeve şikê û diya xwe re dibê, çi hebe sêra hespê wî ye. Mecelê nade ku ew here hespê xwe tîmar bike. Zilfînaz bê serwextiya hespê xwe dimîne û dawiyê de sira wî eşkere dibe û pê dihesin ku ew qîze. Kurê padşê pê re dizewice. Dawiya çirokê de Cilfîferaz canê xwe pêşkesî xwişka xwe û her du xwarzîyên xwe dike.[8]

Bilîcan û Kulik: Hepsek Serê Şêrekî Dixwe

Pevçûneke mezin jî li ser hespê Hesê Dûdê “Bilîcan-Bêcan” e ye. Ew, ku her du bira Kerr û Kulik seba qîza Emer Axa ya rû bi xal Pêrîşan ê, rabûne pêşberî xalanên xwe şer kirine û axiriyê de Kulik canê xwe dest dide, ye. Kulîk sîwarê Sosikê ye. Kulîk sîwarekî çê ye. Xortekî li ser xwe re ye. Li ser Pêrîşanê bengî bûye. Wexta ku Emer Axa ji bo destxistina “Bilîcanê” li ser fîncana zîv qawê dide gerandine, ew kesên ku êla Emer axa digotin “ Em Beran in, em şêr in” , culet nekirin fincana qawê ranekirin. Kulik û Kerro binê vî barî de rabûn.

Li vî destanê de tişta balkêş temiyên Werdekê ne ji her du kurê xwe dike. “ were rê û dirba ji te re bêjim; diçî girê Bedeliyê hişalka te ye. Wê derê wekî dibe berbenga sibê, hûn sîwar bin, bayê samînê radibe, lê dixe tûmê hevşanê dihejîne. Dibe çirpîna karxezala, nebe tu Sosikê pey bixînî. Deşta girê Bedeliyê ji kevirê çeqmeq e, alaf agir dide ew kevira, lingê hespê we dibire, hespê we xirab dibin. We ji nava dijmina hilnajînin. … wekî deşta Bedeliye diçin Golegenîa nebî nebî Sosik ava şor nexwe lê miqate be.”

Kerr û Kulik temiya diya xwe “Werdeka reben” nekirin. Kulik ji ber ku li ser Pêrîşanê bengî bûye, qet tiştek li ber çavê xwe û qet tiştek jî li ber guhê xwe nahesibîne. Hevala xwe ya nazik û nazenin, Sosikê li ser zinaran û kevirên çeqmeq re digerîne, dide pey karxezala Sosikê badilhewa dibezîne, şevê lê miqyat nabe û Sosik ava golegenîya dixwe û diperçife, taqet tê de qet namîne. Ev bû tekçûna Kulik. Pey hespê xalê xwe ketibû lê Sosik hal de ketibû û nekarî cowê derbasbûya, kete erdê Kulîk jî ser re, xalanê wî, her yek donzdeh zerg lêdan. Tiştê negotinê ye, hespê mêra navê mêra, xîreta mêra ye, lema Kulik naxwaze Sosik bi vî halî nava ereban de bimîne û wekî kera lê sîwar bin û tiranê xwe sîwarê wî re bînin, şûrê xwe dixe her çar pîyên Sosikê jê dike û Sosik jî hema li wir canê xwe ji dest dide, Kulîk jî.

Kulik go: “Kero tu xema nekişîne min sê roj û sê şeva ser pişta Sosikê şer kiriye, rojdenek Sosikê here rojdenek bila bimîne.[9]

Meydanek da Sosikê, Sosik di bin Kulik de nikisî. Kerr go:

Hingî felek yar bû

Sosik bin birê min de teyar bû,

Felek berî guhast

Sosik bin birê min de xirav bû.

Varyantekî din yê çîrokê wisa ye; bavê Kerr û Kulik dimire û dêya wan Werdek herdu zarên xwe digire nezi konên Emer axa bicih dibin. Kulik Sosikê siwar dibe, wê dibezîne tavilê çavê Emer Axa lê dikeve dibê “eva çi sîwareke, xwe jî hespê wî çi hepsek e” li wê derê mirtivekî ji êla Emer Axa Bixdo dibê “hela ev çi ye, heye Bêcana Hesê Sadiqê Gêsî ku ev nabe nîvê wê”. [10] Emer Axa divê xwedî Bêcanê be, ji bo Bêcanê qîza xwe dike mezatê. Ji bo xwedî bûn û zevtkirina hespê baş, Bêcanê, Emer Axa ji Xwedê netirsiye û xwarzî şandine li ser xalan û Werdeka dê çavbihêsir û dilbiqul hîştiye.

Hidman û Dewrêşê Evdî: Xortekî Bêmiraz:

Dewrêşê Evdî, ji bo Edûlê li ber Hafirê Gesî û eskerên wî şerekî mêranî bi saya hespê xwe Hidman dike. Lê dawî ye de, çiqas eskerê Gesan bikuje jî, nigê Hidman dikeve qulên mişkan, Hidman hol dibe erdê û Dewrêş jî ser re. Hafirê Gesî, Ecil Brahîm ligel pêncî siwarî ajotine ser canê Derwêşê Evdî. Edûlê dema ku kuştina Dewrêş dibihîze, ser hinarê rûyê xwe re digirî û dilûbîne:

Ez ê rabim Xilxalê lingê xwe bişkênim, li Hidmanê bikime coteke nel e,

Ez Xizemê pozê xwe derxim, jê re bikim hûr bizmêr e,

Ez ê kezîyê xwe bibirim, ji Hidman re bikim gulik û rîşî û du hevsêr e.[11]

Edûle dildarê xwe re dibê: “Derwêşê Evdî, siwarê Hidman.” Ger Hidman neşiqitiya, Dewrêş têk nediçû. Edûle dibêje “ Ez ê pey Dewrêşê Evdî, siwarê Hidman, lawkê ezdî re navê mêra naynime ser xwe.”

Xelkên Êzdî qîmetekê mezin didin hespên xwe, li ser gorên mera peykerê hespê wan tên daliqandin. Vî dunyayê de hevalê merxas hespê wî bû, bi saya hespê xwe navê xwe belavkiribû. Şinên kurdan de qeîdeyek heye ku dengbejek li ser kesê mirî kilama dibêje, gelek caran jina yê mirî an jî xwişka wî li ser kilamên şînê(zemar) dibêje. Kilamê de pesindayîna mirî te dayîn wekî siwarekî çawa bû ye. Piştî mirina wî êdî kesek nikare hespê wî siwar bibe.
Riataza.com

[1] Socîn &Prym , Rostem. Berhema neçapbûyî.

[2] Goodrich, Norma Lorre(1999) Sam,Zal ve Oğlu Rustem, Weşanxana Pêrî, r.6,10

* Ji ber ku laşê Rustem pir mezin bû, Rûdabe nedikarî biwelide. Lema bi rênîşandana teyrê Sîmurg zikê wê diqelişînin û Rustem bi şeweyekî nû tê dinê. Vî şêweyê re Sezeryan tê gotin. Sezar jî bi vî şêweyî hatiye dinê. Sezaryan li wir maye. Lê belê bingeha wê şêweyê Medyayê tê.

[3] Polat, Edîp(2004) Ristemê Zal, Weşanxana Evrensel, r. 8

[4] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978), Zargotina Kurda II, Çapxana Naûka, Moskva , r. 103

[5] Ev merivê kal Hz. Xizir( Xoce Xizir) bixwe ye û navê Memî jî wî lêkiribû. Sêvek dabû bavê Memî û apanê wî. Rê nîşanî Memî kiribû.

[6] Mirov û hesp du keriyên sêvekî ne. Her du jî yek in. lema jiyana wan bê hev du nabore. Cêwî ne.

[7] Şerefnameyê de tê gotin ku jinên Kurd hespan siwar nabin. Mir Şemseddîn jinekî Tirkmen re dizewice. Rojekê jina wî ya Tirkmen li hespê sîwar dibe û di nava Bedlîsê de digere. Mîr Şemseddîn bi van gotinan jina xwe hişyar dike; “Em ji milletê Kurd in, di nava Tirkmenan de edetekî normal e ku jin li hespê siwar bibin lê li cem me eyb e.” li vê meselê em têdigihêjin ku Zilfînaz gelo çima cilên mêra xwe kiriye.

[8] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978), Zargotina Kurda II, Moskva, Çapxana Naûka, r.305-312

[9] Cindî, Hecîyê; Evdal, Emînê (2008) Folklora Kurmanca, Weşanxana Avesta, r. 59

[10] Cindî, Hecîyê; Evdal, Emînê (2008) Folklora Kurmanca, Weşanxana Avesta, r. 110. Gelek varyantên çirokê hene. Hinekan de navê xwedî Bilîcan-Bêcanê Hesê Dûdê, hinekan de jî, Hesê Sadiqê Gesî ye. Dibe kû çîrokbêj şaşîtî kiribe, an jî çiroka Dewrêşê Evdî de jî Hefirê Gesî heye, dê tevlihev kiribe.

[11] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê (1978), Zargotina Kurda I, Moskva, Çapxana Naûka r.289

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev