Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Helbestvanê bêkes û belengazan: Qane

Helbestvanê bêkes û belengazan: Qane

Xwedîyê helbesta “Qane û Tawis”

Mehmed Salih Bedirxan

Nav û helbestên hin şairan her tim li ser zimanan e û di galagala helbestê de navê wan şaira gelekî tê hildan. Kesên ku bi kurdî re eleqedar dibin Cegerxwîn, Ebdullah Goran, Ferîkê Ûsiv, Hêmin Şêx Riza Talabanî nas dikin û gelek ji wan helbestek an du sê helbestên van şairan jiber dikin. Lêbelê hin şairên me hene ne navê wan tê li ser lêvan û ne jî helbestên wan tên jiberkirin. Ew aqûbet li ser Qane jî heye. Li gor zanyarîyên li ber destan Qaneyê helbestvan di 1898an li mintiqeya Şahrezorê ji dayik bûye û di 1960î jî de koça dawîyê kirîye. Prof. Dr. Qanatê Kurdo di berhama xwe ya bi navê Tarîxa Edebîyata Kurdî de eşkere dike ku navê eslî yê Qane, Mihemed e û kurê Şêx Evdilqadirê Dalaşî ye. Li aliyê din em ji berhevkarê Dîwana Qane Borhan Qane û lêkolîner Koçer Bîrkar hîn dibin ku bavê Qane di çilrojîya Qane de koça dawîyê kirîye. Her wiha piştî demekê dîya wî jî emrê Xwedê kirîye û Qane “bêkes û aware” maye. Mirina bav û dîya Qane tesîreke mezin li jîyana wî kirîye. Ew li medreseyan mezin dibe û li medreseyan hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Li Şahrezor, Mêrîwan, Silêmanî û Seyid Sadiqê melatî kirîye û li dibistanan dersên kurdî gotîye û hewl daye balê bikşîne ser jiyana hejar û belengazan.

Bêkesî, belengazî, hejarî, jîyana civakî û olî, fişarên axa û began a li ser civakê di helbestên Qane de gelekî cih girtine. Li ser zordarîya axa û şêxan gelekî helbest gotine û ji ber wê helwesta xwe rastî gelek êş û azaran hatîye û sirgûnî gelek deveran bûye. Hejarê hemdemê wî jî di bîranînên xwe de cih daye Qane. Û ragihandîye ku Qane peyva xwe danediqurtand û zilm û zordarî her ji alîyê wî ve dihat gotin û helbestên wî her li ser civakê bûn. Heta niha hemû helbestên Qane nehatine berhevkirin û belavkirin. Borhan Qane yê lêkolîner nevîyê Qanê helbestvan e. Borhan Qane, hin helbestên bapîrê xwe Qane, di 2002an de li Tehranê li Çapxanaye Dalavo çap dike.

Li alîyê din lêkolîner Koçer Bîrkar jî li ser Dîwana Qane ya ku Borhan Qane tomar kirîye kar kirîye û şerha hin helbestên wî kirîye. Helbestên Qane bi zimanekî şêrîn û durist hatîye pê. Qane di helbestên xwe de balê dikşîne ser jîyana xelkê û hewl dide ku hişyarîyê û zanînê din ava civakê de bi cih bike. Bi kêşeya arûzê û forma xezelê û her wiha formên din ê helbesta klasîk rengînîyek daye helbesta kurdiya soranî. Taybetmenîyeke din a helbesta Qane jî ew e ku ji şêwaza fablê îstîfade kirîye û heywan û kel û pelan di helbestên xwe de dide axaftin û hostayîya xwe di helbestê de nîşan daye. Qane û Şiwan, Qane û Kerekey, Şarezay Kurd im, Merîwana Min, Hejarî, Qane û Tawis… navên hin helbestên wî ne û di nava xelkê de tên zanîn. Di helbesta Qane û Tawis de dîyalogek ecêb di navbera Qane û Tawis de derbas dibe. Tawis û Qane bi ser hev de dinalin. Ji ber bêkesîyê Qane rastî gelek nexweşîyên jiyanê bûye û wisa xwiya dike ku tawisê nayê hebandin û her tim hesûdiya wî tê kirin jî ji xwe re weke rêheval dibîne.

QANE Û TAWIS

Tawis, ez û tu, em herdu pîrr in,

Yek ji yek bedtir in, mat û zivistan,

Ez dia bo te, tu dia bo min,

Tawis têne ser me çi cuda ye dijmin,

Tawis dizanim, halê te ne hal î,

Qet xem mexwe, vê nîvê salê jî

Pênc-şeş mehê din bi îzna Xweda,

Ya cotê hêstir, ya jî cotê ga,

Bixime zevîyê, pê cot bikim,

Bi fikar û xem nanê te jî bidim,

Ku wa rê çûn heft sal temam,

Qet kes nizanebe biçî dirûnê.

Sala din bikim cil û berg ber tê,

Ku kulinc nebî, ez ne li ser te.

Lê nika vê demsala zivistan e,

Wextê kilîta berfa çîyastan e,

Ku te bibînim ey şêrê min ,

Kêwrişk û rovî çawan digirin bo min,

Menêre wa li min, kizî û damawim,

Heta min bibînî, aşiqî bi raw im,

Tawis got: Qane, kes mîna min nîne qet cî,

Ji min xerabtir, herdem birçî.

Ne şêx, ne mela, ne sofi, ne beg.

Tu bi xwe nan bide çi te daye seg.

Tu kevnefeqeyê, perwerdeya mizgefta,

Ewqas te ditîye ji jar û çewta,

Sed hezar sir im, tu nîvê sir î,

Destê min bi gune koteka kurê tî,

Wî wextî min zanî, ku bê nanî

Ji min xerabtir, dil perişan î,

Xêra serî, ser ji nexbet e,

Jîna şêran gelek zehmet e.

Ta tu şair bî, ez feqîyê te bim,

Ji vê xerabtir her rehber bim.

Va ez xeriqîm, ji birçîya bimirim,

Şûna kêwroşkê me ya gon bi te bigirim.

 

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev