MEDRESEYA KURDÎ Û ROLA WÊ DI WÊJEYA KURDÎ DE – 1

MEDRESEYA KURDÎ Û ROLA WÊ DI WÊJEYA KURDÎ DE – 1

Lêkolîner Zeynelabidîn Zinar ji bo malpera me rêzenivîsa derheqa medreseyên kurdî da amade dike. Emê her heftê yekê ji wana çap bikin. Îro emê beşa pêşin raberî we bikin.

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Ji sedê salan ve ye ku ew saziya bi navê Medreseya Kurdî hebûna xwe li nava Kurdan domandiye û xwe kiriye devera perwerdekirinê.

Gelo ew sazî çi tişt bû, çi dikirin û tê de çend texlît şaxên zanistiyê dihatin xwendin, heta niha jî bi awayekî rêkûpêk nehatiye zelalkirin. Ev nezelalî jî, ji ber ku ziman û çanda kurdî hatine qedexekirin, derfeta ku rewşenbîrên Kurd karibin vê saziyê rind binasin û bi nivşên xwe yên nûhatî bidin naskirin, li holê nemaye.

Ev babeta Medreseya Kurdî, babeteke pir fireh e û têgehandina wê ne hêsan e jî. Ji ber ku serpêhatiya Medreseya Kurdî di dawiya çarîka Sedsala Bîstî de hate nixumandin û heta niha jî nehatiye vekirin. Îro jî pir kêm agahdariya zanayên Kurd û Tirk li ser vê saziyê heye û bi awayekî vekirî derbareya wê kêm kes pê dizanin.

Lê îro di serê vê Sedsala Bîstûyekê de, ew Medreseya Kurdî, ew şaxên xwendina ku tê de dihatin kirin, awa û tewrên wê saziyê, ji pir kesan re bûye meraq û gelek mirovên şareza, pispor û hunermend hene ku dixwazin rind babeta wê bizanibin. Lê mixabin heta niha jî, kesî ji lêkolog û kurdologan zêde hewl nedaye xwe û lêkolîn li serê nekiriye. Her çiqasî li ser wê babetê eger hinek tişt hatibin nivîsandin jî, piraniya wan bi kêmasî, bi çewtî û bi awayê sehkirina ji devan çêbûye. Yan jî derheq Medreseya Kurdî de li ser şopa hin baweriyên cuda û bi dîtinine çewt hatiye nivîsandin û ewê bi paşverûtî, bi kevneperestî nirxandine. Îcar ji ber hindê min pêwîstiya nivîsandina pirtûkek bi navê Xwendina Medresê dîtiye û ew tiştên ku min bi çavên xwe dîtine ango yazdeh sal jiyana min tê de bihurîye, piştre jî ew lêkolînên ku min li serê kirine, bi kurtî nivîsîne û wek pirtûk di 1993an de li Stockholmê daye çapkirin.

14- Zeynelabidin Zinar, Xwendina Medresê, Kurdî/kurmancî, Şrovekirin, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3

Demekurtek piştî derketina vê pirtûka min a bi navê Xwendina Medresê, bala pir kesan kete ser Medreseya Kurdî û lêpirsîn ji aliyê pir kesan ve lê hate kirin. Ev pirtûk li Zanîngeha Sorbûn (Parîs) û li yeke Londonê jî wek berhema dersê ji bo xwendevanên înglîz û fresiyan hatiye bikaranîn.

Di 1998an de jî li Parîsê esntîtuyeke Navnetewî bi navê INSTITUT NATIONAL DES LANGUSE ET CIVILISATIONS ORIENTALES, LES ANNALES DE L`AUTRE ISLAM, No 5, kurtiya vê pirtûkê hem bi zimanê îngilîzî û hem bi zimanê frensî nivîsiye û xistiye nava pirtûkeke 400 rûpelî, bi navê Islam des Kurdes (2) û weşandiye. Herweha wêneyê bergê pirtûka Xwedina Medresê jî li ser bergê Islam des Kurdesê xistine. Piştî vê yekê, pirtûka min Xwendina Medresê û Medreseya Kurdî hêj zêdetir bala saziyên çandî yên Ewrûpî kişandiye ser xwe.

(Bergê pirtûka Islam des Kurdes)

(rûpel 39 ji pirtûka Islam des Kurdes)

Herweha wêneyê bergê pirtûka Xwedina Medresê jî li ser bergê pirtûka Islam des Kurdesê hatiye bicihkirin. Piştî derketina vê pirtûkê, îcar hem pirtûka min Xwendina Medresê û hem jî Medreseya Kurdî hêj zêdetir bala saziyên çandeyî yên Ewrûpî hatiye kişandin Medreseya Kurdî ji bo wan bûye mereq.

Ew saziya bi navê Medreseya Kurdî, ji sedsalan ve ye ku li Kurdistanê hebûye û şaxên wê li her bajarekî, hema bêje li her gundekî hatiye avakirin û xwendin tê de hatiye domandin. Ji sawiya xwendina dibistana ku îro tê xwendin bigir hetanî sawiya xwendina zanîngeha ku îro li piraniya welatan tê dîtin, tê de dikate xwendin.

Pir kesên zana û rewşenbîrên hêja, ji şaxên cuda yên wê Medreseyê derketine ku hêjayê pesn û serbilindiya Neteweyê Kurd in. Ji zarûkên Kurdan zêdetir gelek Turkmen, Ereb û Faris jî hebûne ku di Medreseya Kurdî de xwendine.

Îcar bi hêza wê Medreseyê ye ku ev e bi sedê salan e zimanê kurdî xwe bi reşbelekiyan ve rûqalê mêjû kiriye û rewneqa xwe pêşkêşî mirovatiya dinyayê kiriye, heta niha jî her bi wê ye ku dike.

Zanayê Kurd herweha bavê robot û computerê ku îro van herdu bûjenan dinyayê li ser nigan ragirtine, projeya wan ji aliyê Îsmail Cizîrî (1136-1206) ve di Medreseya Kurdî de hatiye çêkirin.

Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Wek Medresa Sitrabasê (Diyarbekir), Merdera Sor (Cizîra Botan), Medresa Bazîdê, Medresa Şemdîzan, Medreseyên Bedlîsê wek Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiyeyê. Medresa Hîzanê, Medresa Miksê, Medresa Bêdarê, Medresa Findika Botan, Medresa Axtepeyê, Medresa Norşênê, Medresa Oxînê, Medresa Qerekoyê, Medresa Farqînê, Medresa Hawêlê, Medresa Sêrtê, Medresa Heskîfê, Medresa Amêdiyê, Medresa Paloyê û bi sedan medreseyên wisa yên din…

Di wan medreseyan de ji xwendina bi zimanê kurdî-erebî û hinek jî zimanê farisî zêdetir, felsefeya Yûnanî jî tê de dihate xwendin. Herweha ew, devera bicihanîna tore û rêveçûna kurdayetiyê jî bûye. Di wan de wergirtin û edetên kurdewariyê dihatin bikaranîn û şexsiyeta nijadî hertim dihate parastin.

Lê piştî 1925-an, Mistefa Kemal bi navê “Kanuni Tedrisat” ew medreseyên kurdî dane girtin. Yekemîn sedemê girtina wan medreseyên kurdî ev bû; asimilekirina Kurdan û qutkirina Kurdan ji her tiştên wan yên kev, xasma bêxeberhiştina Kurdan ji pêşiya wan. Jixwe amaca yekemîn a Mistefa Kemêl bi derxistina qanûna “Kilik-kiyafet”ê jî ev bûye, da Kurd dest ji wergirtina xwe ya milî berdin û kincên kurdî wernegirin.

Kurdistan cara pêşî jixwe di 1639-an de hatiye dabeşkirin. Lê ji wê demê hetaî 1923-an tu carê ne Faris, ne jî Osmaniyan Kurd û Kurdistanê înkar û mandela nekirine û bi qanûnên taybet asîmîlekirina Kurdan bo xwe nekirine amac. Lê piştî 1923-an ku bakûrê Kurdistanê bû para Tirkiyê, îcar karbidestên dewleta Tirk li pêşberî dîrokê her cûre xirabî kirin û heta niha jî her didomînin.

Ji wan medreseyên Kurdistanê pir kesên mezin derketine ku di nava gelê xwe de, hem jî li Rojhilata Navîn û li gelek welatên dinyayê, xasma jî li cîhana îslamî navûdeng dane û di pîşeya xwe de pir menşûr bûne. Ew şexsiyet, çi di warê olî û rêçikan (Terîqet) de be, çi di warê siyasî û serokatiya serhildanên kurdî de be û çi jî di warê zanistî, vêje û helbestvaniyê de be, karên pir hêja kirine. Wek nimûne, navê çend ji wan kesan li virê tînim bîra xwendevanan:

– Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826), hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî bûye.

– Ehmedê Xanî (1651-1707).

– Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).

– Feqe Reşîdê Hekarî.

– Feqiyê (Mihemed) Teyran (1590-1660).

– Mele Ehmed Huseyn Bateyî (1417-1491).

– Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?..)

– Mele Seîdê Kurdî (Norsî).

– Mele Ûnis Herqetênî (1785-?).

– Mele Xelîlê Sêrtî (1753-1843).

– Mûrad Xanê Bazîdî (1772-1832).

– Pertew Begê Hekarî (?.. -1806).

– Selîm Silêman (Sedsala 16-17).

– Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748).

– Şêx Diyaedîn (Navdarê bi Hezretê Norşênî).

– Şêx Ebdulqadir (1908) Nehrî.

– Şêx Elî Herîrî (1010-10789).

– Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1910).

– Şêx Mela Ehmed Cizîrî (1570-1640).

– Şêx Seîdê Pîranî.

– Şêx Ubeydulah Nehrî (1880).

– Seyîd Taha Nehrî.

– Xaris Bedlîsî (1758-?) û bi hezareha kesên wisa…

Çendî ku ji 1925 heta 1938-an, Medreseya Kurdî bi awayekî xirab hatiye perçiqandin jî, lê piştre dem pir neçûye dewletê dîsa xwestiye ku wan medreseyan veke û têxe binê çavddêriya xwe.

Çendî ku vekirina wan medreseyan li gor qanûna heyî qedexe bûye jî, lê dewletê hin bi hin fersend daye ku vebin. Piştî 1939-40-î li hin deveran medrese vebûne û dest bi jiyanê kirin. Lê belê weke caran dîsa jî her tişt bi tersê daxwaza dewletê hatiye domandin.

Ew medrese di dawiya salên şêstî de ji ber dek û dolabên dewletê, hem ji ber tengasiya rewşa demê, hinek jî ji ber rewşa nûjen a mercên dinyayê, hinbihin teqla xwe sist kirine û di salên heftêyî de ketine nava pêlên deryaya dîrokê û tê de nixro bûne.

Îro gelek rewşenbîr hene ku zêde agahdariya wan bi rewşa wan medreseyan nîne ka çewa bûne, xwendina wan bi çi awayî hatiye meşandin û ev e nehsed-hezar sal in wê saziyê bi çi rengî xwe îdare kiriye. Herweha pir kes hene ku niha meraqeke zêde jî dikin û dixwazin ku bizanibin ka ew medrese çi bûne, çi dikirin û çewa lipikîne. Hin kes jî hene ku dixwazin li ser wan medreseyan lêkolîn bikin, rewşa xwendina di wan de derxînin holê û bi raya giştî bidin zanîn. Lê ji ber nebûn an kêmbûna agahdariyên li ser wê yekê, karê wan hîn bêtir dijwar û zehmet bûye.

Ev yek jî eşkere ye, heta niha tu kesî yan sazgeh û rêxistinekê, hewl nedaye ku li ser medreseyan lêkolîn bike û rewşa wê xwendina kevnare bi nifşên nû bide zanîn. Bêguman çi kesê yan çi civata ku serpêhatiya xwe ya bihurî nizanibe û paşeroja xwe neyne ber çavan, ew nikare pêşeroja xwe jî sererast bike.

Rewşenbîrên Kurd ên kevnare vê saziya medreseyê wek pîroziyeke xwe ya nijadî parastine, nifş bi nifş anîne, ta ku gihandine dema îro û xistine destên rewşenbîr û siyasetmedarên nûjen ên dewra vê cîhana medenî.

Bêguman, çewa ku her welatek an her neteweyek li gor tore, edet û rewşa xwe di demên bihurî de dixwendin û ku niha jî her wisa dixwînin, bi zimanê xwe dinivîsin û dipeyivin, berê li Kurdistanê jî perwerde bi zimanê kurdî, hinek bi kurdî û erebî dibû. Di ber de hindik farisî jî dihate xwendin. Ew xwendin bi sedsalan jî her wisan hatiye domandin…

Belam piştî pejirandina ola îslamê ta bi çarîka sisiyan a Sedsala Bîstî jî, Kurdan di medreseyên xwe de van şaxên zanistiyê yên li jêrê xwendine:

1- Serf û Nehwa Erebî,

2- Tefsîra Quranê,

3- Hedîsa Pêxember,

4- Ilmê Mentiqê,

5- Edeba Behsê (uslûba axaftinê),

6- Hawayên Xweşbêjîyê (waz û nesîhet),

7- Ilmê Belaxetê (ragîhandin),

8- Ilmê Kelamê,

9- Ilmê Hikmetê,

10- Ilmê Qanûnê,

11- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê),

12- Ilmê Wehdaniyetê (Eqîde),

13- Ilmê Usûlê,

14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî),

15- Ilmê Tendurustiyê,

16- Ilmê Hesabê (matematik),

17- Ilmê Felsefê.

18- Ilmê Siyasetê.

19- Ilmê Leşsaxiyê.

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev