Semîner: 30 Saliya Salvegera Koçkirina Selahaddîn Rastgeldî (1927-1986)

Semîner: 30 Saliya Salvegera Koçkirina Selahaddîn Rastgeldî (1927-1986)

Kurdê Kurdistana Bakur yê pêşin ku li Swedê bû penaber

Dr. Selahaddîn Rastgeldî ku di sala 1947an de hatiye Swêdê heta mirina xwe li Swêdê maye. Hukimeta Tirkiyê destûr nedaye vî doxtorê kurd bona here seredana bajarê xwe yê hezkirî Rihayê (Urfa). Bi vê bêrî û keserê çavên xwe dane hev! Roja 12 Adarê 2016 li Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê bi hevkariya Federasyona Komeleyên Kurdistanê semînerekê bi navê “30 Saliya Salvegera Koçkirina Selahaddîn Rastgeldî” tê bi dar xistin. Semîner ji aliyê nivîskar Rohat Alakom de tê pêşkêş kirin. Bi minasebeta vê semînerê bi navê “Bi Xatirê Te Stockholm! Selahaddîn Rastgeldî (1927-1986) pirtûkek jî li ser wî tê weşandin. Li jêr çend rêz ji pêşgotina Rohat Alakom cîh girtine:

“Ev pirtûka piçûk bona 30 saliya salvegera Dr. Selahaddîn Rastgeldî hatiye amade kirin û weşandin. Rastgeldî tam berî 30 salan roja 10ê Adarê 1986an de çavên xwe girtiye û ji nav me bar kiriye. Sala par nivîseke min a dirêj bi kurdî û bi wergera tirkî di du kovarên cihê de (Nûbihar û Kovara Dîroka Kurd) hatin weşandin, bi vî awayî haya xwendevanan, haya nifşên nû ji kesayetiya Selahaddîn Rastgeldî çêbû. Dema Selahaddîn Rastgeldî roja 10/3 1986an wefat kiriye pir mixabin haya kurdên Swêdê qet çênebûye! Gelek dereng be jî cara yekem bona Selahaddîn Rastgeldî rojeke bîranînê (12 Adarê-2016) li Pirtûkxaneya kurdî hatiye amade kirin.  Ez hêvî dikim ku Rastgeldî pêşerojê ji aliyê kurdên Swêdê de wê hertim bê bibîranîn. Ez gotinên xwe bi çend rêzên Samîye Rastgeldî ku bi dengê xwe yê xweş navdar e diqedînim: “Kesê li dêrî dixe kî ye/Veke ka mêze ew kî ye/Birîna min pir kûr e/ belkî ew kes hekîm e!”

Bergê pirtûka lêkolîner Rohat Alakom a “Bi Xatirê Te Stockholm” derheqa Selahaddîn Rastgeldî da (1927-1986)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev