Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 30

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…sala 1930î Kurdistana Sor li Azirbêcanê ne ma, lê rojnameya herêma navçeya Laçînê “Sovêtskîy Kûrdîstan” (“Kurdistana Sovyet”) heta sala 1961ê jî ronahî didît.

…sala 1990î li Tirkîyê gerekê kovara jinên kurd “Roza” derketa, lê gor berpirsyara wê – Fatimayê, ew berî derketinê hatîye qedexekirinê.

…rojnameya kurdî ya pêşin, ku rojane bûye, “Jîn” e, ku ji sala 1920î ronahî dîtîye.

…nûçegîhanê “Rya teze” Egîtê Sinco ji sala 1955a hetanî sala 2000ê, bê navbirî, ser hev ji vê rojnameyê ra înformasyon, rêportaj, miqaleyên cihê-cihê nivîsîye.

…berpirsyarê berê yê radyoya kurdî ya “Dengê Amêrîkayê” Maykil Çayet (Michael Chyet) 29 zimanan tam zane, herwiha kurdî jî, bi sê zaravên xwe va – kurmancî, dimilî û soranî.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev