Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şerê Rostem û Mişriq

Şerê Rostem û Mişriq

Ji nimûneyên zargotina me – 30

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sîyî me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”ŞERÊ ROSTEM Û MIŞRIQ” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Qisa Rostem, Hemzî pelewan û Lengewarî devgenî

Dêmek avayê Zal dûrî şeher çêkirin. Qirarê xwedê neh meh, neh sehet, neh deqe temam bûn. Rûdeve kete tengaê. Sî û sê pîrik anîn hatin, kir û nekir-raneza. Zal dîna xwe daê boşe, berê xwe da dewrêş. Çû cem dewrêş.

– Selam elêkim, dewrêş.

Go: -Elêkim selam, go, Zalê min, dibe kulfeta te ketîye tengaêda?

Go: -Erê

Go: -Ha ji tera vê kêrê, go, ew hemla wêra naê, go, ew Rosteme, go, parxanê wê rastê biqelêşe.

Zal kêr hilda wê hat, pîrik ji cem derxist, orta herdu parxanê rastê qelaşt, Rostem derxist. Derxist, pîrik hatin av lêkirin. Ne zaro dikine qare-qar, zarêd teze: her yek alîkîda pekya. Zal hat, xwe-xwe bi destê xwe Rostem şûşt, kire nava kulavê yekborê (pûtê). Kulavê yekborê bi zincîra girêda. Parxana jina xwe derman kir. Mehekêda Rûdeve qenc bû. Gotina-gotîya salê wî meh bûn, mehê wî roj bûn. Rostem şeş-heft salî bû, ew rojakê rabû çû pişta dîwanê. Dîna xwe daêda du xeleqê gurza xuya dikin. Hat go bavê xwe, go:

-Ew çi xeleqin pişta (odê) dîwanê?

Go: -Rostem, ez bi qurba, ew gurzê kalikê tene, yê Qeremanê kalkê tene.

-Lê, go, bavo, ca carekê nîşanî minde.

Go: -Ez bi qurba, hê salê te kêmin, -paşê bir çû nîşan daêda.

Rostem herçar qulba temene bû, dest avîte gurz, gazî xwedê kir, gurz nola çivîkekê ji erdê derxist.

-Sivî, go, bavo, go, ezê herim şerê kafir, -û çû şer.

Çil cot pelewanê kafirî bi nav kuşt-heta evarê. Êvarê vegeriya hate malê. Bavê jê pirsî:

-Rostem, ez bi qurba, te qe îro çi kir, çi namûs kir ?

Go: -Min îro çil pelewanê Qiralê kafirî bi nav kuşt.

Sivî kafir defa hewarê da, ew û Rostem vepelikîne hevdu, li hevdu dan. Rostem herçê kir, herçê mayîn jî azakir.

Qîza Qiralî kafir Rostem bi zor anî, ew heft sal bû Lengewarî Devgenî bi Qiralî kafirra kire şer: kir û nekir-nikaribû banîya. Rostem qîza Qiralî kafir anî: carya wê jî pêra anî hat. De qismî jin dibêjin, ewê û Rostem xeber dan, ewî destê xwe li xûdana anîya xwe xist, go:

-Teştê bînin, were vê avê birêje.

Carîyê ew av hilda ser xweda kir. Haşa ji hizûra te, ew carî duhala derket. Rostem got: “Teyr nikarin ser avayê minra herin, çika wê carîyê ji ku eva dera girtîye. Go, ezê serê wê lêxim”.

Qîza Qiralî kafir qayîl nebû, go:

-Guneye, berdestîya meye, go, derxe, bira here cem Qiralî kafir.

De eva evda çû cem Qiralî kafir, ew evd wedê wê temem bû, kir û nekir-zaro nebû. Du hêqik, sê hêqik hatinêda, tiştek nola hûrekî ji devê wê kete erdê.

Pîrika anî ew hûr qelaşt. Dîna xwe daê-zaroke navdane. Pîrika cab dane Qiralî kafir, go:

-Qiralî kafir got: -Devê wêra hatîye, yan edeba wêra hatîye?

Carîyê gotê: -Xêr, devê wêra hatiye.

Go: -De usane, xweykin, pak wê zarê xweykin, navê wî zarî daynin Mişriq.

Bû şerê wî û Rostem, çar-pênc sal ketin ortê, ew zaro êpêca mezin bû.

Rojekê eva zara, Mişriq, çû cem Qiralî kafir, go:

-Bavo, ev çi şere?

Go: -Şerê me û Rosteme.

Go: -Wekî tu hespê xwe bidî min, go, ezê sivî herime şêr: go, gelek merivê te qir bûn, go, hema tu dûrbînê bide ber çevê xwe bisekine, sivî îja bi min û wî binhêrin.

Qiralî kafir go: “Ezê ber vî kevim? Hiz dikî bira here ji wêda neyê”. De eskerê Qiralî kafir sekinî. Rostem û Mişriq bi gurza kirine şer: Heta êvarê yekî yek alt nekir. Êvarê vegeriyan, lêdan hatin. Cab dane Qiralî kafir, go:

– Îro, go, eskerê te temam slamete, go, serê çivîkekê jî jê zeyî nebûye.

Rostem êvarê çû malê, ji bavê xwera got, go:

– Ya Zal, go, min îro ecêbek dît. Go, îro gedek hate meydana min. Kire şer. Go, Zal, go, roja xwedê serê min daye, ez tu fikara ji xelqê nakim. Go, ez Rostemim, go, lê ew, derbê ew li min dixe, go, gurzê wî ji cegera min digire. Go, ya Zal, go, bawerîya te ji xwedê bê, go, wekî ez ji destê wî xilaz bim, go, çetin.

Sivî dîsa Rostem û Mişriq heta êvarê repandin hevdu. Êvarê ew vegeriya yêra xwe, eskerê Qiralî kafir go:

-Welle îro tiştek zeyî me nehat, xwedê me bi qurbana vîke, ev ji kuva hat?

Rostem êvarê çû cem Zal, Zalra got:

-Welle, derbê wî ji cegerê min digirin, go, ji minra rêkê bibîne.

Sivî go: -Rostem, go, îro neçe şêr, here cem dewrêş baba, çika çi ji tera dibêje.

Rostem rabû çû cem dewrêş baba. Selam da dewrêş baba.

-Ser çevê min, go, Rostem, go, dibe tu ketî tengaêda, lawo ?

Rostem go: -Raste, gotina teye.

Go: -Here cem teyrê Sîmir, bêje, dewrêş ez şandime cem te.

Rostem çû cem teyrê Sîmir. Selam da teyrê Sîmir.

-Ha, go, Rostemê min, dibe dewrêş tu şandî?

Go: -Belê!

Go: -Êwê tu dibêjî ji nixta mala weye, derbê te lê hukum nakin, go, eva dara te dîtîye, go, ji serê darê, go, tîrekê bibire, qasî helebîkê, go, tîra xwe, serê wê temiz tûj bike, go, bîne were, ezê ji tera bêjim.

Rostem tîr anî hat cem teyrê Sîmir. Dîna xwe daê-rinde, go:

-Ji min derbazbe dera hanê, go, dîsa vegere were, go, binhêre dîkek û mirîşkek wêderê dikine şer. Rostem, go, usa bikî, go, li çevê dîkxî, go, nebî li mirîşkê dixî.

Çiqa xwe avîtê, gazî xwedê kir, li dîk da. Vegerya hate cem teyr.

Teyr jêra got: -Rostem, avê tîrê ji xwera bibe here, go, sivî bibe şerê te û wî. Tîrê, go, bavêjî, ku li çevê wî keve, çevê dinra wê derkeve. Go, ew bi destî mala we naê kuştinê, go, havênê mala weye. -Teyr jêra go, -te ku li çevê wî da, ewê ji tera bêje: “Rostem, min nekuje, heyfa min. Avayîkî usa çêke, dêmek dîwarê wî tunebin. Hesinekî bavêje, serê wî hesinî derîkî têda bihêle, sitûna wî hesinva-pişta min bide wê sitûnê, îdî lêxe, here”. Rostem, ew lema usa dike, dibê-avayîkî ji minra çêke, wekî ew lingê xwe sitûna hesinxe, wê ser teda bê xarê, tu heft tevekê erdêda herî xarê.

Çawa min ji tera got, îja ewê ji cem teyr bê, here şerê wî-Mişriq. Rostem tîr lêda, herdu çevê wî derketin. Mişriq go:

-Rostem, min nekuje, heyfa min. Avayîkî usa çêke, dêmek dîwarê wî tunebin, hesinekî bavêje, ser wî hesinî derîkî têda bihêle, sitûna wî hesinva, pişta min bide wê sitûnê, îda lêxe, here.

Rostem danî yêra wî, jêra çar derî hiştin. Pişta wî da sitûnê, xwe da ber dêrî, go:

-Mişriq, go, min ji tera çêkir, go, ezê têdame, go, gotina te çîye îjar?

Wî Mişriqî lingê xwe li sitûnê da. Rostem derva bû, revî, ew avayê hesin bi carekê serda hate xarê, di binda ma, qurbana te bû.

Rostem vegeriya hate cem bavê xwe, go:

-Hal û hewalê min û ewî bû vî hesavî. Çil cot pelewan, go, ezê ji xwera kar bikim, go, ezê dîsa herime şere Qiralî kafir.

Pelewanê Rostemî xas, brincî, baş Gorgîn, Hemze bû. Kirine şer heta êvarê. Koka şeher anîn. Vegeryan hatine mala xwe.

Wê şûnda Rostem go:

-Ezê îro rehet bim, go, bira pelewan herin. Diçine rew û nêçîrê, çawa dikin, bira bikin, bes qetlîya bikin.

Hemze tenê rabû, ji xwera siyar bû, çû. Çû, bala xwe daêda, çile orta Xêç û Xirdinevî, dîna xwe daê yekî wê bûz şikênandîye, ketîye nava avêda, avê li xwe dike, keravê bûzê li canê xwe dixe, dibêje: “Êz ji germê şewitîm”. Hemze serê wî werimî, go: “Êz hemizî pelewan…”, çû meydana hespê wêda hat, gurzek na, topek topê ezmîn lêda, ewî dest avît gurz, gurz girt, hê ji nav avêdane.

-Kuro, go, ne wextê laqirdîyane, go, ez ji germê şêwitîm, go, bihêle bikevime avê.

Hemze go: “Qewat milê minda nemaye”. Careke dinê çû meydana hespê dirêj kir û careke dinê hat, jorda gurzek lêneda, topek, topê birûska ezmana lêda. Ewî rahişt, gurz dîsa li hewa girt, go:

-Min ha-ha te kiro, ez germa şewitîm, tu tînî laqirdîya dikî, wextê te û laqirdîyane?

Ji nav avê derket, dareke çinarê li ber devê avê bû, kindir avîtê, dest û pîê wî girêda, zor da darê, xarkir, avîte darê, go:

-Min ha-ha te kiro, ji te tirê tu Hemzî pelewanî, tu hatî minra laqirdîya dikî?

Go: -Bide xatirê xwedê, -Hemze gotê, -go, ez xulamê Hemzeme, tu min berdî, eze herim Hemze bînim.

Qirara berê, qirar bû. Jorda dar xar kir, ji darê berda, hespê wî anî hat, go:

-Te qirar kirîye, wekî tu Hemze ji minra bînî bêyî.

Hemzê te rabû, da serê rê, lêda çû. Çû malê, Rostem jê pirsî, go:

-Tu çima medekirîyî?

Ji Rostemra xebera rast negot.

-Kuro, go, dibe tu çûyî rastî Lengewarî Devgenî hatî?

Sivî rabû hespê xwe guhast, kincê xwe guhast, lêda çû ber bi Lengewarî Devgenî. Hat, dîna xwe daê, çadirek wê li berîê danîye: hiltê, datê. Çû bala xwe daê, eva Lengewarî Devgenî, go:

-Hemze, tu hatî?

Go: -Belê, ez hatim.

Go: -Rave, kergedanekî, go, bîne were.

Sikê hespê hesin, barê wî tijî sikê hespa kirin û go:

-De rave, rê kevin, em herin.

Berê xwe dane Qiralî kafir. Terî lê kete erdê. Lêdan çûn ber koçika qîza Qiralî kafir sekinîn.

Çil pelewan qerewile. Lengewarî Devgenî jêra got:

-Hemze, go, ew sikê te anîne, emê dîwarê kelêda bikutin, pêva hilkişin. Go, Hemze, de bikute.

Hemze anî hat pê kevir lêxe.

Go: -Kuro, kuro, xwedê mala te avake, usa neke.

Girt sike danî, destê xwe lêda sike heta nîvî dîwarê kelêda çû xarê. Heta sêrî usa kuta. Çû hundur, serê wî çil pelewanî (razabûn) lêda, ew çil kergedanê wan se´ba, lingê wan girêda, jorda avît.

Go: -Hemze, bigire, ezê jorda bavêjim.

Go: -Bavêje, bira bê.

Jorda avît, ê, Hemzê belengaz dikare bigire? Xwe ber da alîkî. Jorda kire gim, erdê ket.

-Kuro, go, xwedê mala te avakiro, çi dikî?

Go: -Başer nakim, go, tu were jêrê, ezê bêm jorê.

Lengewarî Devgenî hate jêrê, ew çû jorê. Jorda ew çil kergedan girt û avît, ewî jî destekî xwe digirt, danî erdê.

Qîza Qiralî kafir dilê wê Lengewarî Devgenîda hebû. Hilda siyar kir, ji nava şeher derket, hate mixara xwe.

Sivî cab dane Qiralî kafir, defa hewarê dan. Qiralî kafir eskerê xwe berev kir, esker usa hat, nola xwê û xwelîyê, nola siteyrê ezmana.

Hemze ji qîza Qiralî kafirra got, go:

-Nebe, nebe, brê min radikî ji xewa, go, emê şerkin. Brê min tê, bira ji milê rastê bê: nebî-nebî radikî, wekî tê-bira ji milê rastê bê.

Ewan û Hemze usa kire şer, heta nîvro dageriya. Qîza Qiralî kafir girîya. Serê Lengewarî Devgenî li ser çoka wê bû, hêsirek wê li ser sûretê mêrê wêda çû. Serê xwe hilda, go:

-Qîza qenc, go, dibe dilê te minda tune ?

Go: -Xwedê mala te xirab bike, go, sibêda heta nha Hemze tenê dike şer.-Îdî ji bîra wê çû, nego-ji milê rastê here.

Lengewarî Devgenî milê çepê çû. Hemze çiqa kosemisrî avîtê, şingîn ji devê şûrê wî hat, go:

-Mala min xrab bû, welle, min merîkî xwe xist. Hemze nizanibû, dêmek, wekî brê wîye-lêxistîye. Şer vetemirî, eskerê Qiralî kafir çû. Hemze jî vegeriya, lêda hat. Dîna xwe daê, dergîstîya Lengewarî Devgenî wê digirî:

-Xûşkê, go, ka brê min ?

-Ne min cab da brê te, go, hewarîya te hat.

-Hey, go, xwedê mala te xrab bike, go, de rabe em herin.

Lêdan çûn, cinyazê Lengewarî Devgenî dîtin: şûr li hêteke wî ketibû, hêta wî qetandibû, birî bû. Lengewarî Devgenî hildan, anîn hatin.

Qîza qenc go: -Qirara xwedê be, mirazê min û wî hevdu nebû, ez îdî venagerim.

Ewê jî xwe ser şûrda avît. Ew jî rehma xwedê mir, hema berêda go:

-Hemze, gunê min situyê tebe, tu min û Lengewarî Devgenî têkî mezelekîda, me çel bikî, pişta xwe bidî, herî.

Hemze pelewan usa jî kir û çû.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev