Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rabûn û runiştandina kurdan

Radyoguhdarên delal! Îro em dixwezin bi we ra derheqa qirarên terbetê û çend qanûnên jîyanê bipeyîvin. Terbet û edetên baş xemla meriv e.
Her miletek xweyê edetê xwe ye. Lê hene tiştên wisa, ku ji bo hemû bendê terbetdar û miletan yek e. Ji kirinên merivan terbeta wan tê xwîyanê, tê xwîyanê ku li çi malbetê mezin bûne. Kurd jî xweyê merîfet û terbetê ne. Hilbet, îro gelek tişt li temamîya cihanê û her wisa di emirê gelê me de jî hatîye guhartin.
Heyf, rabûn û runiştandin, erf û edet, rê û rismên civakê jî têne guhartin û jibîrkirin. Armanca bernameya îroyîn e çend meselê terbiya malbatê de, ji rabûn û rûniştandina hêja, ji xeysetê miletê me ji we re bes bikin. Bi fikira min her kurdek di jîyana xwe da dibê pey wan şîretan here.
Ji bo babeta bernameya me, ezê nivîseke Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan ku zêdetirîn 80 sal berî wê di kovara Hawarê de bi sernavê “Rabûn û rûnişatnidina kurdan” hatibû weşandin raberî we bikim.

Mîr Kamîran di vê nivîsê de bêhtir li ser xala rabûn û rûniştina kurdan û normên exlaqî ya civakê bi kurmanciyeke sivik û zelal, dîtinên xwe me ra şirovedike û fikir û ramanên xwe ên piralî û kêrhatî di berhema xwe de bicî kirî gîhandîye roja me.

Her wiha di vê bernameyê de hûnê guhdarîya çend gotinên balkêş ji xezîna cimaeta me bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev