Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Serpêhatiya newiyên cinan: Hêstirên Graniayê

Serpêhatiya newiyên cinan: Hêstirên Graniayê

Berhemeke hewaskar ser Îrlandayê û Kurdistanê

Rohat Alakom, lêkolîner

Hêstirên Graniayê navê pirtûkeke ji bo zarokan e ku ji aliyê Elizabeth A Nolan hatiye nivîsîn (Weşanxaneya Apec, 2016). Nivîskar bi xwe ji Îrlandayê ye lê belê li Amerîkayê dijî. Çapa kurdî bi herdu zaravayan – kurmancî û zazakî – ligel swêdî di carekê de wek sê pirtûk li Swêdê hatin weşandin. Angorî agahiyên nivîskar çapa orjînal ya îngîlîzî di demeke nêz de derdikeve. Naveroka pirtûkê li ser bingehê çîrok yan jî efsaneyeke naskirî, efsaneyeke dîrokî ava bûye. Nivîskar mirov dikare bêje ku ji berhemeke folklorîk bi rê ketiye û di dawiyê de bi forma vegotina çîrokî teksteke edebî afirandiye.

Çawa tê gotin Hezretî Silêman qasî 500 kesên mîna cinan sirgûnî Çîyayên Zagrosê kirine, ji lihevzêdebûna van cinan paşê kurd peyda bûne. Di pirtûkê de em rêwitiya wan a berbi Îrlandayê û vegera wan a dilşa ligel 500 periyên îrlandî dibînin. Çawa tê zanîn angorî şaxeke din Hezretî Silêman 40 kesên wek pehliwanan şandiye Ewrûpayê bona 40 jinên here xweşik jê re peyda bikin, bînin. Lê belê dema ew bi van jinan vedigerin tên, dibihîsin ku Hezretî Silêman wefat kiriye. Ev kesan van jinan ji xwe re dikin bermalî. Di dawiyê de angorî efsaneyê kurd wek komeke êtnîkî peyda dibin. Nivîskar Elizabeth A Nolan belkî vê şaxa (guharto, varîant) efsaneya peydabûna kurdan bike mijara pirtûkeke din û xwendevanên xwe vê carê wek mînak li welatên Îskandînavyayê: Swêd, Norweç, Danîmarka û li dîyarê çîrokan Îzlandayê bigerîne.

Niha em êdî dikarin efsaneya Hezretî Silêman berdin, berê xwe bidin naveroka pirtûka Elizabeth A Nolan a bi navê Hêstirên Graniayê. 500 cinên ku di dawiyê de bûne mirov, bûne kurd terkeserî dinê dibin diçin derdikevin Hiberniayê (Navê Îrlandayê bi latînî ku tê wateya Welatê Zivistanê). Lehengê pirtûkê yê mêrîn Tijda di xewna xwe da ev welata dîtiye. Ji ber vê jî ligel 500 kesan bi xalîçeyên xwe yên rengîn sîyar dibin, difirin berê xwe didin Îrlandayê. 500 kurd bi pêşengiya Tijda û 500 rahîbeyên îrlandî bi pêşengiya Graniayê gotinên xwe dikin yek, dizewicin û bi seyranekê vedigerin Kurdistanê. Ziman, dîrok, çand, edet û dezgehên xwe yên xalîçeyan jî bi xwe re tînin. Berî ku dest bi vê seyrana Kurdistanê bikin herdu aliyên evîndar di navbera xwe de peymanekê jî îmze dikin wekî azadiya jinan li Kurdistanê her berdewam û mayende be wek evîna wan, kurd careke din “dînîtiya nekin” û bi cinan re zêde nelîzin! Di zimanê kurdî de îdîom, pêwija “bi cinan re lîstin” tê wateya kirina tişt û bûyerên neçê û bêpîvan. Li jêre jî em ê bibînin vê carê cinekurdheyranîyekê jî peyda dikin.

Ji welatê xwe Îrlandayê derketin gelek diçe zora Graniayê, berxwe dikeve û hêstir ji çavên wê tên xarê. Ev yeka navê pirtûkê jî tayîn dike: Hêstirên Graniayê. Ev hêstiran di pirtûkê de rol û fonksîyoneke din jî dilîzin, li Kurdistanê tovên baxçeyên hinaran pêk tînin. Nivîskar hêstiran dike yaqût, yaqût dike hinar. Ev hersê peyv di pirtûkê de bi tehrekî hunerî dikevin zikê hev, bihûşteke derewîn peyda dikin. Mirov dikare bêje ku nivîskar van baxçeyan bi hêstirên çavên Graniayê av dide. Nivîskar di warê bûyer û mijar bi pevgirêdanê de gelek jêhatî xuya dike. Dizgîna hevahengiyê jî bernade. Êş, keder û nalîna Graniayê li ser vê rêya dûrwelatiyê gelek mezin e. Lê belê tiştekî bike jî tune. Li ser welatê wan jî ewrên reş digerin. Mijara xerîbîyê di pirtûkê de dibe mijareke giring. Ji ber vê jî Elizabeth A Nolanê ev gotinên nivîskarê yunanî Euripides di destpêka pirtûka xwe de wek gotinên xweş, gotinên zêrîn bi cîh kiriye: “Li dunyayê tu eş tuneye ku ji windakirina welatekî girantir be!”

Grania, lehenga jinîn ku di zincîra bûyeran de roleke sereke dilîze, di dawiyê de bi Tijda re mêr dike. Bi tevahiya 499 bûk-zavayên din bi firê dikevin diçin derdikevin serê çîyayên Kurdistanê. Hejmara kesên porzer û çavşîn êdî li Kurdistanê her diçin zêdetir dibin. Bi hatina van îrlandîyan Kurdistan şên û mamûr dibe. Nivîskara pirtûkê vê carê navê fêkiya hinarê (nar) bi navê xanim Graniayê re girê dide, motîva hinarê jî dixe nav mijara pirtûka xwe. Pirtûk bi wêneyên hinaran xemiliye, ji ber vê di dawiya pirtûkê de rengê wêneyan jî zedetir sor dibin. Nivîskar xwendevanan vê carê li baxçeyên hinaran digerîne. Dewran derbas dibe. Piştî gelek salan rojekê rêya lêkolerekî fransî li Kurdistanê dikeve, li wir fêkiya hinarê dibîne û dixwaze navekî lê bike. Gelek difikire. Lêkolerê fransî ku çîroka Tijda û Graniayê bîhistiye hema tîne navê vê fêkiyê datîne: “Sêvên Graniayê” (Pommes de Grania). Îro di gelek zimanên Ewrûpayê de peyva ku li cîhê hinarê tê bi kar anîn ji vê kokê tê.

Ev pirtûka bi wêne wisa xuya dibe bona zarokan hatiye nivîsîn. Lê belê kesekî 60 salî wek min pirtûk di carekê de bi kêfxweşî xwend. Careke din dîsa xwend. Divê mirovên hemû temenan (umir) vê pirtûkê bixwînin. Pirtûka Elizabeth A Nolanê ji çend aliyan gelek balkêş e. Cara pêşîn berhemeke edebî têkiliyên kurd-îrlandî ji xwe re kiriye mijar. Dema rojekê dîroka têkiliyên van herdu gelan bê nivîsîn, bêguman Hêstirên Graniayê wê xwe bide bîranîn. Bi kêmanî niha teksteke ku em bikaribin li ser kar bikin êdî li ber destê me heye. Ew evîn, hesret û hêvîya ku di pirtûkê de dikele, bi alîkariya gotin û wênan Kurdistan û Îrlanda gelek nêzî hev kiriye. Di pirtûkê de ew teswîrkirina şova (show) 500 rahîbeyên îrlandî bi rastî hêjayî pesndayînê ye. Li ser wan de her xweşî dibare. Mirov hew zane ku dinya tenê ji Îrlandayê û Kurdistanê pêk tê. Di wan nexşeyên ku di pirtûkê de hene jî bes du welat hatine nîşan kirin: Hibernia û Kurdistan. Dema kesekî-kesekê ev pirtûka xwend êdî Îrlanda yan jî Kurdistan yekcar li ber dilên wan dikare hin jî şirîntir bibe. Ev rastiya jî nîşan dide ku edebîyat xweyê hêzeke wisa xurt e ku raste rast dikare mirovan –xweyê van rêzan jî- di bin bandûra xwe de bihêle, kêfa wan bîne, enerjîyeke mezin bide wan. Ne tenê bextê van dilketiyan, di pirtûkê de qeder û enînivîsa Îrlanda û Kurdistanê ku dişibin hev jî car car xuya dibe. Di pirtûkê de ewrên reş jî tên diçin.

Di zimanê kurdî de kesên aqildar, çavvekirî û zîrek re jî gelek caran bi çavekî pak dibêjin: mîna cinan. Ew tîpên kurd ku di vê berhema nivîskar de hene (Xêncî Zamoyê tembel) hemû mîna cinan in, cinekurd in, wek mînak ji tunebûnê neteweyek, kurd efirandine. Cinên nivîskar Elizabeth A Nolanê gelek şirîn, maqûl û zîrek in. Nivîskara ku bi salan bi amadekirina vê pirtûkê mijûl bûye jî dişibîne cinan, eger ew mîna cinan nîn bûya, efrandineke wiha xweşik nikaribû binivîsîya, biafiranda!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev