EREBȆ ŞEMO; ÇEND BȊRANȊN

EREBȆ ŞEMO; ÇEND BȊRANȊN

Tosinȇ Reşȋd

Min navê nivîskar û sîyasetmedarê kurdî bi nav û deng, Erebê Şemo, ji salên zarotîyê bihîsibû. Bavê min ew nas dikir û di mala me de bi caran besa zȇn û zȋrekȋya wî dihat kirin. Usan jȋ dihat gotin, wekȋ Erebȇ Şemo, sala 1928 an, çendek ji xortȇn kurdȇn Ermenistanȇ, ji bo xwendinȇ rê kirine Lȇnȋngradȇ û Qanatȇ Kurdo, yek ji wan bûye. Çiqwes jȋ Qanat wȇ demȇ li bajarȇ Tbȋlȋsȋ dima, lȇ ji ber ku wan ji mȇj ve hev nas dikir, Erebȇ Şemo navȇ Qanat jȋ dike nav lȋsta wȇ komȇ.

Lê min Erebȇ Şemo cara yekemîn payîza sala 1959 an dît.

Destpêka meha Îlonê bû, min hê nû dest bi xwendina bilind kiribû, gava ez rojekê pê hesîyam, wekî Qanatê Kurdo, ji bajarê Lênîngradê hatîye Yêrêvanê û mêvanȇ Erebê Şemo ye. Mȋn cȋhȇ rȇveberȋya rojnama “Rȋya Teze” zanibû û ji bo jimara tȇlȇfona Erebȇ Şemo pȇ bihesim, çûme wir. Min jimara tȇlȇfonȇ ji Karlȇnȇ Çaçanȋ hilda û hema ji jûra wȋ jȋ ji mala Erebȇ Şemo re tȇlȇfon kir. Gava min jimara têlêfona Erebȇ Şemo berev dikir, ez hinekȋ tev li hev bûm, min nizanibû, ez ȇ çi bȇjim, ji çi dest pȇ bikim. Cara yekemîn ez bi mirovekî bi nav û deng re dipeyivîm. Erebȇ Şemo bi xwe destkȇ tȇlȇfonȇ hilda. Di dengȇ wȋ de, bi şȇweyekȋ germayȋk hebû û ew yek ji min re bû helan. Min got ez kî me û dixwezim bi apê Qanat re bipeyivim. Got, wekȋ ez bavȇ te nas dikim û bi ken di ser de zȇde kir: “Lê tu naxwezî apȇ xwe, Qanat bibînî jî?” Ez benda van gotinan nȋn bûm û bêdeng mam. Wî gotina xwe domand. “Navnîşana mala me ev e, li navenda bajêr e, kûça Abovyan e. Were mal, tê apê xwe jȋ bibînî.” Min got: “Zef razȋme” û destkȇ tȇlȇfonȇ danȋ.

Cȋhȇ rojnama “Rȋya Teze” jȋ li navenda bajȇr bû û ez peya çûme mala Erebȇ Şemo.

Hingê, dewsa ew xanîyê nihayî xweşik û bilind, xanîkî duqatî bû. Ji devra ve sȋvaxkirȋ û bi rengȇ sorȇ vekirȋ reng kirȋ bû. Nȋvȇ qatȇ duyemȋn, mala Erebê Şemo bû. Xweyȇ nȋvȇ dinȇ, dȋsan bolşȇvȋkekȋ kevn bû, lȇ navȇ wȋ niha nayȇ bȋra min.

Ew hevdîtina min e yekemîn bû bi Erebê Şemo re. Heta apê Qanat li mala wȋ mêvan bû, me her roj hev didȋt.

Roja Şemîyê em tevayî, bi seyara, ku Smend Siabandov şandibû, çûne gundê Kûrekendê, mala me. Piştȋ mehekȇ, meha Cotmehê, şaya Rostemȇ birê min bû û bavê min Erebê Şemo û Qanatê Kurdo vexwendin şayê. Qanatê Kurdo got, wekî wȇ nikaribe ji Lênîngradê bê û Erebê Şemo wê dewsa herduyan bê. Erebȇ Şemo, roja dinȇ êvarê vegerîy Yêrêvanê, lê apê Qanat hevtêkê li mala me ma.

Roja şayȇ, gava Erebê Şemo hate gund, sîyarê bûkê êdî çûbûn. Wȋ got, wekȋ bi xwe dereng hatȋye; ne dixwest ewqas rȇ here û bȇ. (Bûk ji navça Telȋnȇ, gundȇ Gelto bû).

Ji ber ku bavê min û kekê min Rizalî jî çûbûn siyarȇ bûkȇ, Rostem ê bira jî zava bû, karê wî pir bû, usan bû, gerek min mêvan mijûl bikira. Hin jȋ me ȇdȋ hev nas dikir. Me bi qewatîkȇ re kaseke konyak jȋ vexwer, şayȋ bimbarek, pȋroz kir û derketin gerê.

Erebê Şemo gelek xeberxweş û zarşîrin bû. Mirov ji sohbeta wî têr ne dibû. Hemîn jîyaneke bi bûyarên usan ve tijî derbas kiribû, wekî çi jî bigota, balkêş bû. Min hingȇ texmȋn kir, wekȋ ew hiz nake ser salên nefayê (sirgûnê) bipeyive. Lê dȋsan jȋ çend tişt gotin û gotineke wî qet ji bîra min naçe. Got, wekȋ carekê dixwest tiştekȋ wek çȋrokekan binvîse, lê demeke dirêj kaxaz peyda ne dikir. Gava diçe daîra cȋhȇ nefayȇ, kaxeza dixweze, nadinê, dibêjin, wekî tu dijminê dewletê yî, kî zane tê çi binvîsî.

Sohbeta me çiqwes germ dibû, di hundurȇ min de pirsekȇ serȋ hildida û dawȋya dawȋ min xwe berevȋ ser hev kir û hinekȋ şermoke jȇ re got: “Apȇ Ereb, carna xortȇ me 2-3 sala diçin eskerȋyȇ, vedigerin, zimanȇ wan dişkȇ, nikarin kurmamcȋ mȋna berȇ xeberdin. Lȇ te 17-18 salan kurmancȋ xeber nedaye, ew çawan zimanȇ te usan baş maye?”

Demeke kurt bȇdeng bû, paşȇ rawestȋya, milȇ min girt û got: “Min tu xirabȋ ji dewleta Sovȇtȇ re ne kiribû. Hela serbara ser de, min xortanȋya xwe, salȇn jȋyana xwe ye lape baş, bȇ bermayȋ dane avakirina dewleta Sovȇtȇ. Û ez wȇ bawerȋyȇ bûm, wekȋ çawa jȋ hebe, zû, yan dereng, rojekȇ rastȋyȇ derkeve meydanȇ û wȇ min aza bikin. Û ez difikirȋm, ez ȇ hingȇ herim nav ȇl, eşȋra, wekȋ kurmancȋya min şikestȋ be, şerm e. Û min ji xwe re çarek dȋt; roj hemȋn ez betal ne dibûm, me berbanga sibȇ, heta ȇvarȇ dereng dar dibirȋn, lȇ her ȇvar gava diketme nav nivȋna, min di bȋra xwe de çȋrokeke kurmancȋ digot, paşȇ radizam. Car hebûn min qewl û beyt jȋ digotin.”[1]

Ev gotinȇn nivȋskarȇ mezin wȇ salȇn dirȇj ji serȇ min dernekevin û dûarojȇ ez ȇ çȋrokekȇ ser wan gotinan, bi navȇ “Nimȇja ser belgȋ ” binvȋsim, ku di yekemȋn berevoka çȋrokȇn min, “Şeva bȇ xew” de, wȇ bȇ çap kirin.

Lȋ cȋhȇ nefayȇ ew bi jineke rûs re zewicȋ bû û peyvandin di mala wan de bi zimanȇ rûsȋ bû, lȇ çawan bi xwe digot, bi caran diçe bazarȇ, wekȋ bi xelkȇ ji gundan hatȋ re, bi kurdȋ bipeyive. Peyvandina bi zimanȇ kurdȋ, ji bo wȋ wek nan û av pȇvȋst bû!

Ew şayî û gera me, bû destpêka dostanîke dûr û dirêj di navbera me de.

Ez gelek caran diçûme mala wȋ û wȋ pir bi dilgermȋ ez qebûl dikirim.Car dibûn, gava ez diçûm mala wȋ, gazȋ min dikir, dibire jûra xwe, derȋ digirt û ji şikafa xwe bitûlgȇ konyakȇ derdixist, dadanȋ ser masȇ û digit: “Carna temȇ min dikşȋne, hin ya gono hiz nake, gava ez veduxum, (wȋ bi serȇ xwe jûra kȇlȇkȇ nȋsan dikir, yan gilȋ di derheqa jina wȋ de ne), dibȇ seva siheta te ne baş e, hin jȋ nikarim tenȇ vexm, ka her yekȋ ji me pêncîkȋ lȇxe”. Û dikenȋya. Min çi jȋ bikira, çi jȋ bigota, dȋsan ji min re jȋ wek 50 giramȋ dadigirt.

***

Demekȇ navbera wȋ û apȇ Qanat xirab bû. Kurdnasekȋ, ku li kabȋnȇta Kurdnasȋyȇ, ya ȋnstȋtûta Rojhilatnasȋyȇ ye, beşa Lȇnȋngradȇ kar dikir, ku serokȇ wȇ kabȋnȇtȇ Qanatȇ Kurdo bû, ji Erebȇ Şemo re dinvȋse, wekȋ Qanatȇ Kurdo bixweze, dikare seva te ji seroketȋya Akadȇmȋya Zanarȋyȇ, ya Yekȋtȋya Sovȇt re binvȋse û wȇ navȇ akadȇmȋkȋyȇ bidine te. Erebȇ Şemo bawerȋya xwe bi van gotinȇn wȋ mirovȋ anȋbû û ji Qanatȇ Kurdo xeyȋdȋ bû. Ser vȇ pirsȇ ez carekȇ bi apȇ Qanat re peyivȋm. Wȋ ji min re got, wekȋ li seranser Yekȋtȋya Sovȇt, ji nivȋskaran, tenȇ M. Şoloxov e endemȇ Akadȇmȋya Zanȋyarȋ ya Yekȋtȋya Sovȇt, ez çawan rabim, navȇ Erebȇ Şemo bidim, wekȋ yȇn mȋna Erebê Şemo li Yekȋtȋya Sovȇt bi seda hene.

Bi rastȋ jȋ usan bû. Li Akadȇmȋya Ermenistanȇ ye Zanȋyarȋyȇ jȋ, tenȇ nivȋskarek, Avȇtȋk Ȋsahakyan bû endemȇ Akadȇmȋya Zanȋyarȋyȇ.

Lȇ min dȋsan jȋ pȇwendȋyȇn xwe bi Erebȇ Şemo re qut ne kirin. Ez dȋsan diçûme mala wȋ

***

Rojekȇ bûyareke gelek ne xweş li sȇksȋya nivȋskarȇn kurdan, ya Yekȋtȋya Nivȋskarȇn Ermenistanȇ, pȇk hat. Nivȋskarekȋ ermenȋ, niha navȇ wȋ nayȇ bȋra min, wekȋ kesȋ çawan nivȋskar jȋ nas ne dikir, gilȋyȇ Erebȇ Şemo kiribû; guve Erebȇ Şemo tiştek ji nivȋsa wȋ dizȋye. Pirs ew bû, wekȋ salȇn 30-emȋn wȋ nivȋskarȋ şanok bi navȇ “Gur Heso” nivȋsȋ bû. Gur Heso nigarekȋ rast e, ew ji gundȇ Şamȋramȇ bûye. Berȋ Cenga Cihanȋyȇ ye Yekemȋn kurdȇn musilman li Şamȋranȇ mane. Lȇ salȇ cengȇ ew çûne Tûrkȋyȇ, kudȇn ȇzdȋ ye ji ȇla Hesinȋya jȋ, ji devera Surmelȋyȇ hatine û li gundȇ Şamȋramȇ bi cȋh dibin.

Berȋ Şorişa Oktobirȇ, Gur Heso firarȇ dewletȇ bûye û gelek caran alȋ kesȋv û bindestan kirȋye, ew ji zordarȋyȇ parastine. Erebȇ Şemo jȋ çȋrokekȇ ser bûyareke ji jȋyana Gur Heso dinvȋse, lȇ di navbera naverokȇn çȋrokȇ û şanoyȇ de, tu mȋnakȋ tune bûn.

Çend nivȋskarȇ me jȋ, bȇ bingeh Erebȇ Şemo tawanbar kirin.

Apȇ Ereb, de, ȇdȋ mȇrȇ mezin bû, hinekȋ tev li hev bû, zanibû ew gişk şaş in, lȇ kela wȋ rabibû û nikaribû tiştekȋ bȇje.

Ez ji cȋhȇ xwe rabûm, nȇzȋkȋ wȋ bûm, min milȇ wȋ girt û gotȇ: “Apo, guh nede van gotinȇn wan, te tu tiştȇ şaş ne kirȋye. Rabe, em herin mal, li vir çi dixwezin, bira bȇjin.” Cȋhȇ rûniştȋ serȇ xwe bilind kir û bi metel mayȋ li min nihȇrȋ, min gotina xwe ducar kir. “Rabe, rabe, em herin mal.”

Min milȇ wȋ girt, alȋ kir rabe û usa milȇ wȋ girtȋ, em ji hundur derketin.

Piştȋ çûyȋna me, yȇn mayȋn jȋ, bȇyȋ ku tu biryarȇ bigrin, ji hev bela dibin.

***

Hevalekȋ min, ku me bi hev re kar dikir, cȋranȇ Erebȇ Şemo bû, derȇn wan pȇşberȋ hev bûn. Rojekȇ jȋ, gava ez çûme kar, derkete pȇşȋya min û got: “Min ji mala te re tȇlȇfûn kir, lȇ tu ȇdȋ derketȋ bûyȋ, Ereb Şamȋlov çûye ber dilovanȋya Xwedȇ.”

Em bi carekȇ ve çûne mala apȇ Ereb.

Erebȇ Şemo li pantȇona Ermenistanȇ sipartne axȇ. Li goristanȇ mȋtȋnga şȋnȇ pȇk hat û di wȇ mȋtȋngȇ de ez jȋ peyivȋm.

Ji ber ku min di gotara xwe de gotibû, wekȋ wȇjeya kutrdȋ rȋspȋyȇ xwe unda kir û sȇwȋ ma, nivȋskarekȋ me ji min xeyȋdȋ bû. Lȇ ez heta ȋro jȋ wȇ bawarȋyȇ me, wekȋ Erebȇ Şemo rȋspȋyȇ wȇjeya kurdȇn Yekȋtȋya Sovȇt bû.

Erebȇ Şemo şexsȋyeteke geş bû: bi berhemȇn xwe, bi jȋyana xwe, bi xeberxweşȋya xwe…

Bextewerȋke nifşa me jȋ ew bû, wekȋ me Erebȇ Şemo, Qanatȇ Kurdo, Hecȋyȇ Cindȋ û gelek mezinȇn me, yȇn mayȋn, nas kirin, dȋtin.

Erebê Şemo çend pirtûkȇn xwe dȋyarȋ danȇ min, gelek caran ser dinvȋsȋ jȋ. Ez nivȋsareke dȋyarȋ kirinȇ li jêr tȋnim.

Nivîsar bi zimanê rûsî ye. Wergera wê ev e: “Ji bo Tosinê seva min granbiha. Bi dil û can. Xudan (îmze) 27.Tîrmehê 1976s.”

[1] Çawn em zanin, Erebê Şemo şêx bû, sêxê Şêxûbekira. Wî çendek qewl û beyt jî zanibûn. Ji bo romana xwe ye dîrokî “Domdim”, wî ew zanebûn bi kar anîne.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev