Hespê Mehmûd Xan û Ehmedê Şivan

Hespê Mehmûd Xan û Ehmedê Şivan

Xwendevanên hêja, me du beşên gotara lêkolîner Şemoyê Memê berî çendekê raberî we kiribû. Fermo, beşa sisîyan – a dawî bixwînin.

DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP – 3

Hespê ku ji Heq Hatiye, Divê Venegere:

Şemoyê Memê, lêkolîner

Li ber quntara çiyayê Agirîye, Koşka Îshaqpaşa de bi navê Mehmûd xanek hebû. Hespekî wî yê boz rojekê qereberbanga sibê de li ber derê şivanê Kurd, Ehmed disekine. Ehmed çend caran hespê dibe çolê berdide jî, hesp dîsa tê li ber mala wî dihêwire. Mezin û rûspî dibêjin: “Ev hesp ji Heq hatiye û divê yê Mehmûd Xan be jî venegerînî.” Mehmûd Xan berevajî edet û kevneşopîyên Kurdan hespê xwe paş ve dixwaze. Lê belê Ehmed ji ber ku hesp ji Heq jê re hatiye nadê. Mehmûd Xan gelekî aciz dibe, ji bo destxistina Ehmed şênîyên Bazîdê tê xezebê. Rûsipîyê heftê salî Sofî dewsa Ehmed dîl digire û dişîne zîndanê. Ehmed jî dîl tê girtin, paşê zîndanê rizgar dibe, qîza Mehmûd Xan direvîne, lê Xan bêtir tê xezebê. Ehmed û Gulbihar kela Xoşavê dihewin. Xan ji bo qîza xwe mercekî dide pêş wî û Ehmed li ser hespê xwe derdikeve ser çiyayê Agiriyê û agirekî gur vêdixe û bi silamet vedigere. Mehmûd Xan hin hespê xwe, hin qîza xwe, hin jî canê xwe dide der. Xwe, sêdarê ji bo Ehmed amade kiribû de dar ve dike.

Di Baweriyên Pûç (Batil-Boşinan) de Hesp:

Dibêjin mirov dema ji hespê bikeve xwarê, hesp ji ser mirovan naçe û ji mirov re dua dike ku tiştek bi serê mirov de neyê û cihekî mirov tehl nebe. Lê gava mirov ji kerê de bikeve xwarê, ker li pey xwe nanere û nifiran li mirovî dike, dibêje: “Xwedêyo, înşela dest û lingên wî bişikên!” ji ber vê yekê hesp wek heywanekî biesil tê hesibandin û jê tê hezkirin. Lê belê ker wekî heywaneki bêesil û ehmeq tê hesibandin û jê nayê hezkirin.[1]

Dibêjin xwedîkirina hespê boz zehf baş e. Tê bawer kirin, ku hespê boz dewlet e, zengînî ye.

Meriv di xewna xwe de hespê sor bibîne, dibêjin hespê sor mirad e, dibêjin meriv wê bigihêje miradê xwe lê belê meriv di xewna xwe de hespê boz bibîne dibêjin mirinekê çêbibe. Lema pêşiyan gotine “Mirin hespê boz e, li ber deriyê her kesî ye.[2]

Li nav Kurdan de tê bawerkirin elk* (cinek) şevan li axuran de li ser pişta mihînan siwar dibin, wan dajon û heywana belengaz bêhal de dihêlin, guliyên mihînê hev dialînin. Kêfa xelkê pir ji siwarbûna mihînê tê. Lê berevajî vî, hespê nêr ditirsin. Lema hespê nêr kêleka mihînê girêdidin. Li nav gel de gelek çîrokên wisa hene.

Tê bawerkirin ku wexta ku jinek ducanî be, cinên xirab ji bo zarokên xwe yên birçî hewl didin kû dil û hinavên wê derbixînin. Xasma jî dema welidandina wan de tên dora wan. Ji ber kû hespê nêr dikare wan bibîne, wî tînin oda jinikê û cinên xirab hespê dibînin û ditirsin, ji wir dûr dikevin.

Di Metelokan de Hesp

¤Hespên kihêl di binê mêrxasan de dibezin.

¤Hespê kihêl qamçiyê xwe naxe.

¤Hespê çê êmê xwe zêde dike.

¤Mirin hespê boz e, li ber deriyê her kesî ye.

¤Hesp nekiriye, êfir çêdike.

¤Siwarê hespê xelkê timî peyaye.

¤Hespê xelkê meydanek

Jina xelkê ramûsanek

Kincê xelkê ro-danek

¤Hespê çê siwarê xwe nas dike.

¤Êmê hespê merivê zengîn ji kîsê xizan e.

¤Hespê xwe girêde, paşê teslimî Xwedê bike

¤Hespê çê siwarê xwe bi rê de nahêle.

¤Hesp dibeze, siwar pesnê xwe dide.

¤Hespê merivê xayîn heta sêrî nabeze.

¤Hespê bavê, kur veşartin nabe.

¤Merivê dewletî siwar dibe Xwedê bîr dike

Peya dibe, hespê bîr dike. [3]

Di Dîrok û Mîtolojîyê de Hespên Binavûdeng

Di dîrokê de gelek hesp hene, hinek mîtolojîk in, hinek jî rasteqîn in. Ên rasteqîn jî domana demê re aliyê çirokbêj an jî guhdaran ve taybetiyên awarte girtine û bûne efsane. Wexta ku em dibêjin hespên mîtolojîk berê ewil Pegasos tê bîra meriv. Her çiqasî ji xwîna Medûsa çêbûye jî mena navê wî bi zimanê Yûnanîya kevn “Pege” bi kurdî “Jêderka avê” ye. Alaqa (pêwendî) wî bi avê ve heye; wekî Bozê Rewan an jî Rexşa Belek dibe ku ew jî ji behrê derketibe. Hozanê mezin Hesîodos jidayîkbûna Pegasos pirtûka xwe “Teogania” de wiha nivîsîye.

Bi munasebeta Phorkys û Keto Graîa hatin dinê,

Sthenno, Euryale û Medûsa ya bêbext…

Wexta ku Perseus serê wê jêkir

Ji xwîna wê Chrysaor û Pegasos çê bûn.

Yek jêderka okyanûsê,

yek jî destê xwe de şûrê zêrin girtibû

Lema ev nav li wan bibûn.

Pegasos terikand, xaka dayîka garên,

Ber bi abadînan firîya çû.

Qesra Zeûs de rûdinê niha

û jê re brûskan dikişîne.[4]

Pegasos kurê Poseîdon (Xwedayê behran) û Medûsa (dişibe mihîna) ye. Pegasosa ereba xwedanên xwadana Zeûs dikişîne. Li ser çiyayê Helîkon cihê ku Pegasos simê xwe lêxistîye avek derketîye, navê vê çavkaniyê Hippokrene ye. Mena wê “kaniya hespan” e. Poseîdon Xwedanê okyanûsê ye û avê dinimîne. Bozê Rewan û Rexşa Belek jî bi av re têkildar in. A rast efsane û destanên Kurdî berê di mîtolojiya Yunanan da hebûye. Bextê wan hebûye ku efsane û mitosên wan bi destê Hesiodos û Homeros hatine nivîsîn, lê yên me bi domana demê re gelekî reseniya xwe ya qedîm dûrketine û gelek form ji ola Misilmaniyê wergirtine.

Hespê Hz. ‘Elî Duldul jî hespekî bi nav û deng e û bûye mijara gelek menqîbe û çîrokan. Kurd Hz Elî pir hezdihin û çîrok li ser wî û Duldulê afirandine. Di xebata berevkirên zargotinê C. Celîl û O. Celîl ya bi navê Zargotina Kurda de bi navê “Elî Şerê Xwedê” çîrokek heye. Derheqê Duldul de çirokbêj dibêje: “Elî ku dundulê sîyar dibû, wexta zengû davîtê nişkeva difiriya, çevê wê kîderê didît, wê derê jî datanî. Hêrsa Elî rabû, Elî zengû avêta Dundulê, ji derê mala wî Dundul firî, ez bêjim serê Masîsê (li Ermanîstanê ji çiyayê Araratê ra dibêjin Masîs) dibînî wêderê danî, yan serê Elegezê yan Stenbolê kê derê çavê we, dûrbîna didît wê derê jî datanî.” Çirokeke kurdî de jî pesnê Duldul tê dayîn û tê gotin ku Duldul wexta ku dibeze 70 arşin (47 metre) dirêj dibe û difire.

Hz. Mihemmed ev hespê efsanewî wekî xelat daye Hz. Elî. Wî re “Şahê Siwarê Duldulê” hatiye gotin. Hespê kûrê Hz Elî, Huseyn jî hespekî navdar e; Zûl Cenah. Wexta ku Hz Huseyn li Kufeyê hate kuştin, hespê wî xwe xwîna siwarê xwe de velezand (vegevizand) û çû gihîşte nava konan. Yên li wir ji timtêla hespê pê hesiyan ku Hz Huseyn hatiye kuştin.[5]

Hespê bê siwar vedigere xebera reş e û ev motîf gelek stran û çîrokan de û çend filman de jî hatiye bikaranîn. Kurdên ku li ser sînoran dijîn qaçaxçitiyê debara mala xwe dikin. Li vî karî de navgîn ango barkêş hesp e. Lê Sinor bixeter e, carnan hesp bê siwar vedigerin û xebera şînê digihînin mala wî. Di destana Memê Alan de jî piştî mirina Memî, Bozê Rewan radestî pismamê Hesen, Qeretacdîn û Çeko, Mîr Şem dikin û berê wî didin bajarê Mixrîbê.

Cil û şûrê Memî şidan dibûn li terkiyane

Mîr Şem berê xwe da Bajarê Mixrîbiyane

Riya şeş mehan birî bi panzdeh rojane

Gava nêzîkî bajêr bû, heywan dihirîyane

Mihela Emer Begî bi der ketin, gotin “Qey teye Memê Alane.”

Dema hat, nihêrîn ko hesp Bozê Rewan e, lê siwar ne Memê Alan e

………………………………

Hema ko xelkê bihîst, cilê Memî bi der xistin, dane ser pişta Bozê Rewane

Bû qîre qîra girî û şîna wan e

………………………………

Qîz û bûkan guliyên xwe birîn avêtine ser cilê Memê Alane.[6]

Me jorê destnîşan kiribû, hespê bê siwarê xwe vegere nîşana dîlgirtîbûnê, mirinê an jî nîşana li ber sekaretê ye. Cil û bergên siwarê hespê lê dikin û şîna xwe digerînin.

Îskenderê Mezin, xwedî Bûkefalosê bû. Li ser hespê xwe gelek welat û parzemîn dagirkirin. Tê gotin ku, wexta ku Îskender 12 salî bû, bavê wî qralê Makedonî Fîlîpê Dûyem, ji bazirganan hesp kirîbûn. Li nav wan hespan de, hespekî mezin û kaw, lê piçekî hov nahêle kes nêzî wî bibe. İskender ji bavê xwe destûrê dixwaze dest bide hespê. Gotîye ez ê hespê bînim rê û lê siwar bibim, bavê wî bawer nekiriye. Lê belê nexwastiye şeka Îskender jî bişkêne. Lema destûr dayê. İskender gotina xwe kirîye û hesp anîye rayê û lê siwar bûye. Li ser vê yekê Fîlip kurê xwe dihese mêrekî çawaye, lema jê re gotiye, “kurê min here ji xwe re warekî din bibîne ev der ji bo te hindik e.” Bextê Îskender giredayê hespê wî bûye û vê rojê hetanî mirina Bûkefalos ji hev veneqetiyane.

Îskender B.Z sala 344an de rastî Bûkafelosê tê û hîjdeh salan hespê wî jê re hevaltiya şer dike û B.Z sala 326an de li bakura Hîndîstanê piştî şerê Hydaspes dimire. Îskender bajarekî li wir ava dike û navê hespê xwe lê dike; Bûkafelya. İro ev der li nav tixûbên Pakîstanê de ye.

Hespekî din yê biqasî siwarê xwe nav û deng e, hespê Koroxlî; Qirat e. A rast Koroxlî Tirk tê pêjirandin û meseleyên ji bo wî tên gotin ji her çiqasî Anatolyayê diqewimin jî xelkên cînar jî lê xwedî derdikevin û zargotina wan de jî em rastî wî tên. Di berhevoka H.Cindî û E. Evdal Folklora Kurmanca de derheqa Koroxlî û Qirat de sê çîrok hene. Du heb li ser hespê wî ne. Yekî de axayê wî, yê din de jî padşê Romê dixwaze Qirêt ji dêst bigirin. Qirat hespekî pir hêja û bi bez bûye. Ji xwe wexta ku hespê wî Koroxlî zevt dikin, ew ber xwe dikeve û dibê “bê Qirat ez nikarin rojekê toyşbidim.”

Çîroka Qirat jî dişibe ya Rustem û Rexş, Mem û Bozê Rewan, Îskender û Bûkefalosê. Fdi her du çîrokan de jî wexta ku Qirat bin destê neyaran de ye, mecelê nade kes nêzî wî bibe. Koroxlî dikeve dilqê dewrêşa û xwe digihîne hespê xwe lê rizgar dike, navê xwe jî erdê radike. Pesnê hespê xwe dide; hespê min hêjayî 80 qîz î, 80 ga yî, 80 hespî û 80 gamêşî ye.

Encam

Hesp jiyana xelkê Kurd de cihekî taybet girtiye. Şeran de, şahiyan de, rojên fireh û rojên teng de bûye hevalê siwarê xwe. Di dewrên berê de gelekî kêrî mirovan hatine. Lema bûne babetên gelek efsane û destan û çîrokan. Di zargotina Kurdî de destana herî navdar, Memê Alan de pir baş hatiye bikaranîn. Dîsa Destana Rustem da jî heman erk heye. Lehengên mezin li ser pişta wan şeran de serketine, evîndarên hiş ji serî çûyî li ser wan gihîştine dildarên xwe. Qîmetê wan gelek bilind bûye. Bi malê dinê nehatiye guhartin.

Xelkê Kurd dewrên qedîm vê de hesp bikaraniye, hesp jê re carna bûye heval, carna bûye bira, carna jî bûye rêberek. Ji ber hêz û leza wî/wê candarekî derasayî hatiye pejirandin. An ji ezmanan daketiya, yan jî ji nav avê derketiye. Heywanekî dilpak, biesil, zana û xwedî ferasetekî kûr û dûr e. Hebûna wan dewlemendî hatiye hesibandin. Carînan bûye bext û miraz; carînan jî bûye xebera şînê. Her tim li bal siwarên xwe maye û heya mirina xwe jî neyarî jê re nekiriye. Xelkê Kurd jî qîmeteke bilind daye wan û zargotina xwe de cihekî taybet ji bo wan re amade kiriye; destanên xwe yên navdar de, çirokên balkêş de, metelokan de… Tê gotin helbestvanê mezin Feqiyê Teyran jî bi navê “Qewla Hespê Reş” helbesteke dirêj nivisiye lê mixabîn heta roja îro jî dest neketiye.

Çavkanî

Celilê Celîl-Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda I – Neşîrxana Naûka, Moskva 1978

Celilê Celîl-Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda II – Neşîrxana Naûka, Moskva 1978

Celilê Celîl-Ordîxanê Celîl, l Mesele û Metelokên Gelê Kurd, Enstituya Kurdzaniyê-Wien,2005

Roger Lescot, Memê Alan, Avesta, Stenbol 1997

Mustafa Gazî, Ahmed Bengin, Baweriyên Batil ên Kurdan -Enstîtuya Kelepora Kurdî, Silêmanî.

Eugen Prym und Albert Socin- Rostem

Mella Mehmûdê Beyazîdî, Kürtlerin Örf ve Adetleri ––Pêrî, Stenbol 1998

Şerefxan, Şerefname, Hasat Yayınları, Stenbol 1990

Firdewsî, Şehname1.2, MEB Yayınları 1994

Norma Lorre Goodrich, Sam, Zal ve Oğlu Rustem, Pêrî, Stenbol, 1999

Mem, Rastiyên Destana Memê Alan – Enstituya Kurdî ya Stenbolê-2006

Bazîl Nîkîtîn, Kürtler, Deng, Stenbol 1994

M.F.Millingen, Kürtler Arasında Doğal Yaşam- Doz, Stenbol 1998

Cemşit Bender, Kürt Tarihî ve Uygarlığı –– Kaynak Yayınları, Stenbol 1995

Yaşar Eroğlu -Çend Gotin Li Ser Destana Memê Alan – Zend. Zivistan 2006

Alfred Weber, Felsefe Tarîhî, Sosyal Yayınları,Stenbol 1993

Azra Erhat, Mitolojî Sözlüğü, Remzi Kitapevi Stenbol 1998

Joseph Campbell, Batı Mitolojisi, İmge, Enqere 2003

Selahaddin Mihotulî, Arya Uygarlıklarından Kürtlere, Koral, Stenbol 1992

Christine Allıson, Yezidi Sözlü Kültürü, Avesta, Stenbol 2007

Mircae Eliade, Kutsal ve Dindışı, Gece, Stenbol 1991

Cigerwîn, Folklora Kurdî, Roja Nû. Stockholm,1998

Prof. Dr. Nimet Yıldırım Fars Mitolojisi, Kabalci, Stenbol 2008

Perwîz Cîhanî, Bilîcan, Nefel, 2002

[1] Gazî, Mustafa ; Bengin, Ahmed. Baweriyên Batil ên Kurdan -Enstîtuya Kelepora Kurdî, Silêmanî, r.9

[2] B.n.b. r.78

* Elk-Pîrhevok ; Aferînereke nepenî ye. Bela serê mihîna dibe û wan dibezîne. Bi tewrê jineke reş de ye û porê wî dirêj û gijik e. Her du memikên xwe yên dirêj li ser piyên xwe re davêje. Yê nêr re jî “Kawûs” tê gotin.

[3] Celîl, Celîlê; Celîl, Ordîxanê(2005) Mesele û Metelokên Gelê Kurd., Enstîtuya Kurdzaniyê, Wîen.

[4] Erhat, Azra. Mitolojî Sözlüğü,(1998) Weşanxana Remzî,

[5] Yıldırım, Prof. Dr. Nimet (2008) Fars Mitolojisi, Weşanxana Kabalci, Stenbol r.262, 745

[6] Lescot, Roger (1997). Memê Alan Weşanên Avesta . r. 165

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev