Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Îro cejina kurdên êzidî ya Sovêta berê “Kiloçê serê salê”ye

Îro cejina kurdên êzidî ya Sovêta berê “Kiloçê serê salê”ye

Îro, roja carşemê dest bi petina kiloçan kirin, pê ra dibêjin kiloça serê salê, yanê kiloça sala teze, sala nû, roja nû.

Li ser daxweza gelek heval û hogirên min yên facêbookê ezê hewil dim menîya “Kiloçê serê salê” we ra şirovekim. Çi ye “Kiloçê serê salê”? Fermo:

Kurdên ezidî wek peykarê dînekî kevnar, ku koka wan ji kûraya hezeran salan tê, bi gele telî-tengasîya, zulm u zordayînê va erf-edet, rabûn-rûniştina xwe, zargotina xwe ya dewlemend, hilbet ne bi tam, herwiha gele guhastinan va, anîne û gîhandine roja îroyîn. Ji cejnên civaka êzdiyan „Kiloçê serê salê“ cejneke qedîm û kevnar e. Ev eyda di nav ezdîyên Serhedê ji berê-berê da hatiye pîrozkirin, bo wê jî heta niha tek di nava êzdiyên Sovêta berê da maye. Ji ber ku êzdiyên Sovêta berê zuretên êzdîyên Serhedê ne, îro roja carşemê dest bi petina kiloçê kirin, pê ra dibêjin kiloçê serê salê, yanê kiloçê sala teze, sala nû, roja nû. Di pêncşema sisîyan ya meha adarê da, heftêkî berê cejna Newrozê, kiloçê serê salê tê çêkirin. Bi edetî kiloç bi vî avayî tê petin: Ji ar, rûn, hêkan, şîr, mast, şekir hevîrekî mezin cê dikin. Morî davêjin li nav hevîr û rind distirên, usa ku nizanibin morî kî tangê da ne. Paşê wî hevîrî pen dikin, tendurê da dipêjin. Kiloçê petî dikin li sinîyê û dihêlin heta sibê.

Kloçê roja pêncşemê ji aliyê malxwê malê va bi gotina “Destûrî navê Xwedê û Şîxadî” tê kerkirin. Kerkirinê ra dibêjin xeta cot. Gava morî ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketiye.
Wextê ew nîşan li ber xetê dernakeve, vê carê kloçê parvedikin. Li ser navê Heft Mêrê Dîwanê, Xudanê Malê, Gavane Zerzan, Memê Şivan, Xatûna Ferxa datînin, paşê para neferê malê ra datînin. Nîşan (xadim) li nav para kê da derket dewleta salê serê wî dikeve… Qencî û xiravî, bereketa malê ya salê navê wî yan wê neferê va girê didin… Mezin dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal malbetê ra xêr e. Bila kiloçê weye serê salê bimbarek û pîroz be, risq û bereketê we ra bîne.

Badilheva nîne, ji mehê demên salê tu mehek usa nehatiye pesinandin, wek dema biharê. Ne bihar sîmbola, nîşana vejîne, hişyarbuna tebiyetê, dirêjbûna jîyanê û hizkirinê ye. Bihar xwe ra gele eyda anî… Eyda Jinan ya Cihanê, Kiloçê serê salê, Cejna Newrozê… Ev yek gumanê qenc u kêfxweşîyê kire dilê me hemûyan. Xwedê bike miletê me di gel miletê dinyalikê ye mayîn hezaran baharên xweş û bedew bibîne….

Dîsa carekê Eyda kiloçê serê salê û pêjda Cejna Newrozê we hemûyan bi dil û can bimbarek û pîroz dikim. Xêr û bereketê, silametiyê û dilşadbûnê, azadîyê û serxwebûnê we ra dixwezim!

Bêlla Stûrkî

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev