Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

“Kuloçê serê salê” – “Newroz”a êzdîyan e

“Kuloçê serê salê” – “Newroz”a êzdîyan e

Cejina gelê me pîroz be!

Têmûrê Xelîl

Bi sedan salan berê (û hetanî îro jî) kurdên êzdî cejinekê pîroz dikin, ku navê wê “Kuloçê serê salê” ye. Tê gotin, ku ew perçeyek ji cejina êzdîyan ya bi navê “Çarşema hesaban” e. Ew cejin bi vî awayî tê pîrozkirin:

“Çarşema hesaban”, ku êzdîyên Kurdistanê jê ra “Çarşema sor” dibêjin, di destpêka meha adarê da dest pê dibe û sê çarşeman pey hev tê pîrozkirin. Ji çarşema pêşin ra dibêjin Oxirçarşem, çarşema dudan ra – Axirçarşem, ya sisîyan ra – Qereçarşem. Di her malbateke êzdîyan da çarşema yekê û dudan da xwarinên xweş çê dikin. Ji wê xwarinê parek wek xêr ji malê derdixin û dibin mala şêx û pîran an jî cînaran. Herweha diçine ser gorên mirîyên xwe û wê xwerinê wek xêra mirîyan didine kesên destteng û feqîr. Piştî çarşema sisîyan, roja pêncşemê nîvro her malek li ber derê xwe an li ser banên xanîyê xwe kuçikekî dadide, ku jê ra digotin “Gurgurîk”. Neferên malê dora kuçik dicivin, şa dibin, ser êgir ra banz didin, perçên cilên xwe bi wî agirî  dişewitînin. Ango, bi wî awahî nexweşî, tengasîyên xwe yên sala buhurî, gunehên xwe di nav wî agirî da dişewitînin, bona saxlem pêyî li sala nû bikin.

Paşê, ango di pêncşema sisîyan ya meha adarê da, kuloçê (kade) serê salê tê çêkirin: hevîr distirên, morîkî (an jî bişkokekê) dixine navê. Hevîr gerekê ji 7 nemetan be: ar, şîr, hêk, rûn, şekir û h.w.d. Hevîr wisa distirên, ku xuya nebe, ka ew morî kete kîderê. Paşê wî hevîrî dikine tendûrê, dipêjin. Kuloç roja pêncşemê ji aliyê malxwêyê malê va tê kerkirin. Bi kêrê di ortê da dikin dû keran. Ji vê kerkirinê ra dibêjin xeta cot (bereketa axê, ango zêdebûna debarê, rez û beran). Eger morî piştî vê kerkirinê xuya bibe, jê ra dibêjin – morî serê xeta cot ketîye. Ango, wê salê xwelî wê bereket be, ekinê pir be, berekî baş wê bê sitendin (lema gotina pêşîyan dibêje: “Kê dinya dot? –Kê kirî û firot, lê dîsa jî ne gihîşte xeta cot”). Wextê ew morî li ber xetê, ango ji ber devê kêrê dernakeve, vê carê kuloç dîsa par dikin, dikin du beşan. Li ser beşekê navên Mamereşan (milyaketê ewir û esmîn, baran û berfê, birûsk û teyrokê, firtone û bagerê ye. Risqê cotkar û rêncberan bi Mamereşan, yanî bi hewa salê va girêdayî ye), Şêxalê Şemsan (ku bê hewara mirovên di derê teng da: rêwîyên li serê rîyan, serîyên li ser belgîyan, girtîyên hebisan, gemîvanên li behr û deryan û h.w.d.), Xudanê Malê, Memê Şivan (bereketa pêz), Gavanê Zerzan (bereketa dewarên gir), Xatûna Fexran (ew sîmvola hemlebûna jinê, zêdebûn malê ye. Dibêjin „Bira Xatûna Ferxan bê hewarê te“. Ango, bi xêr û xweşî biwelide) û h.w.d. dinivîsin. Li ser beşa dudan navên neferên malê tê nivîsandin. Morî para kê ket, wek êzdî dibêjin, dewleta salê di serê wî da ne, ango, wê salê ew ji hemûyan bextewartir e û dibe alîkar û piştgirê wê malbatê. Piştî nîşankirina navan malxwêyê malê kuloç li ser pişta kurê biçûk dişkêne, dike du paran; ew jî nîşana wê yekê ye, ku ew quwetê dide wî.

Wek me destnîşan kir, rojên çarşeman bal êzdîyan rojên pîroz in. Gorî bawerîya êzdîyan, wê rojê Xudê Melekê Tawis peyayî erdê kirîye. Lema êzdî dibêjin:

Çarşema serê nîsanê,

Gul û çîçek hatin meydanê,

Tawisî Melek serekê îmanê.

Hetanî berî çend deh salan jî kurdên êzdî yên Sovyeta berê nizanibûn, ku cejina “Kuloçê serê salê” – ew cejina “Newrozê” ye. Paşê, gava dengê kurd û Kurdistanê kete guhên me jî û me derheqa “Newrozê” da bihîst, me texmîn kir, ku… Kuloçê serê salê ew ya sersalê ye, sersal jî sala nû ye, sala nû jî roja nû ye, roja nû jî nûroj e, nûroj jî “Newroz” e.

Tiştekî şabûnê ye, ku ev cejina pîroz bi demê ra ne ku tê jibîrkirin, lê herwiha zêdetir tê pîrozkirin. Îro kurdên Sovyeta berê, ku li Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûsîyayê, Ûkraînayê û welatên din dimînin, bi dilxweşî vê cejinê bi cejina Newrozê ra tevayî pîroz dikin. Derheqa vê cejinê û cejinên êzdîyan yên din da gelek caran zanyar û nivîskarên kurdan yên bi nav û deng nivîsîne, di nav wan da Melle Mehmûd Bayezîdî jî.

Hinek caran bi nezanî cejina Newrozê wek cejina musulmanîyê tê binavkirin. Herwiha hinek kes jî ser wê bawerîyê ne, ku Kuloçê serê salê jî cejina dînî ye. Lê ew kesana şaş in, ji ber ku ew herdu cejin jî zêde yên miletîyê ne û kêm tiştên wan bi dîn va girêdayîne. Ango, herdu cejin jî cejinên kurdan in, çi kurdên musulman, çi jî kurdên êzdî.

Li jêr em helbesteke nivîskarê me yê navdar Eskerê Boyîk raberî we dikin, ku ewî sala 1967an nivîsîye û di pirtûka wî ya bi sernavê “Kulîlkê çîya” da çap bûye û ser vê cejinê ye.

Kuloçê serê salê

Kalkêm kuloç datanî,

Dida kêra kalanî

Kêr dida ser û digot:

Eva para xeta cot.

Bira zevî nebin xam,

Xet e bextê evd-îsan.

Wextê kuta dibû xet,

Morî ber dernediket,

Kalkêm kuloç ker dikir,

Xeberne wa ser dikir:

Mamereşan tuyî-tu

Me gundîya ra nan û ruh.

Çevê xetê li te ye,

Çilka te bextê me ye…

Para han jî para te –

Memê Şivan xweyê me,

Bira guher şên bivin,

Nexweş-kulek kêm bivin.

Gavan Zerzan te ra par

Şîr û qatix bikî be’r…

Ev Xudanê malê ra,

Serfinyazîya salê ra,

Ji mal kêm nebin mêvan,

Şermî nebin em ber wan,

Mal da têrbûn û şayî,

Dinyayê ra e’dlayî…

Paşê due’a pê tanî,

Me ra jî par datanî,

Digot: -Sal hat beyara,

Tu car neda bêkara,

Xebat, tifaq û xîret,

Ev in bext û bereket.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev