Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ordîxanê Celîl – xizmetkarê çanda kurdî, lêkolîner, zargotinzanê bi nav û deng

Di demên Sovyeta berê de, çend nav di warê xizmeta tore, edebiyet, dîrok, mûzîk û zargotina kurdî de eyan bûn, yek ji wan malbata Casimê Celîlê Osê ye. Ev malbata kurdan kar û xebat li ser dîrok û zargotina kurdî kirine û di hemî beşên serkanî û xezîneya hişê civakê de zerika xwe tê werkirine û ji nav derxistine û avêtine nav pirtûkên bi nirx. Wekî malbat, hemî neferên wê, eva nêzîkî sedsalekî bêyî navbir xizmeta çand û ziman û zargotina kurdî dikin. Weke malbateke kurdên Êzdî, rewşenbîr û welatparêz Casimê Celîlê Osê û her sê ewledên wî her yekî xwe li beşeke çanda Kurdî girtine û pêş de birine. Bi hezaran nimûne zargotina kurdî berhev kirine, kirine pirtûk, ji windabûnê xilas kirine, derxistine holê û ji gelê xwe re  çavkaniyeke dewlemend, hêja şên kirine. Malbata Celîlan bi tevahî ji 10 hezarî zêdetir stran û awaz berhev kirine û gelek pirtûk xistine nav arşîva kurdan. 

Casimê Celîl wekî gelek malbatên Êzîdiyên Kurd di şerê cihanê yê yekemîn de, ji dest zilma Osmaniyan ji Kurdistanê direve û li Ermanistanê bi cih dibe. Bêguman ji bilî keda zanyariyê, malbeta Caliliyan, hemî keda ji malxuyê malê Casimê Celil ve destpêkir, keda du kurê wê malê Celîlê Celîl û Ordîxanê Celil, keda keça wê malê li ser hev kom kiriye û wekî xezîneyeka çanda kurdî di kitêbxaneya dewlemend Casimê Celîl de li Viyanayê di bin banê avahiyeka nû de raberî kurdan û kesên ku bi pirsen çanda kurdî, lêkolînan di warê kurdolojiyê ve mijul dibin dike.

Belê ev pirtûkxane ye, lê hemen demê, hem jî arşîv e. U çawa birayê Ordîxanê Celîl yê biçûk, doktorê dîrokzanîyê, profêsor Celîlê Celîl di hevpeyvinekê de dibêje: — “Ma me pirtûkxane ji bo çi ava kiriye? … Min di gelek hevpeyvînan de ji gelek televîzyonan re gotiye ko ev mala kurdan e û min ji bo kurdan çêkiriye. Yê ko bixwaze lêkolînekê bike, dîplomaya xwe binivîsîne, doktoraya xwe binivîsîne, yan jî yekî ko bixwaze romanekê jî binivîsîne dikare bêt vî cih û sirûşta xweş û bimîne. Ya cihê kêfxweşiyê ew e ko heta ji Chicagoyê jî xelk tên vêderê. Ji Elmanyayê tên, ji Polonyayê tên û ji gelek cihên dî tên. Journalîst tên, siyasetmedar tên. Di vekirina pirtûkxaneyê de sê prezîdentan pîroz kir: Presîtendê Iraqê Celal Talebanî, prezîdentê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî û presîdentê Awisturyayê Fischer”. ..

Ewledê wê malbetê temamya jîyana xwe pêşkêşî pêşxistina edebyet, berevkirin, weşandin û lêkolînkirina zargotina gel, kurdzanîyê kirine û kitêbxaneke zengîn ji pey xwe hîştine. Bernameya xwe ye îroyin em dîyarî ewledekî malbeta Casimê Celîl, ji malbeta zanyarîya Kurdên Sovêta berê, ronakbirekî bi nav û deng, dîrokzan, lêkoliner û berevkirekî zargotina gelê me, profêsorê berê yê fakûltêta Rojhilatzanyê ya Unîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê Ordîxanê Celîl dikin.

Belê, Ordîxanê Celîl ewledê Casimê Celîl yê mezin e, ji malbeteke rewşenbîr, welatparêz, xweyê ked û emekekî mezin di pêşdabirina zanyarîya kurdzanyê û edebyeta Kurdî da. Wî 50 salî zêdeitr bi lênihêrandin û nirxandina zargotina kurdî ve mijul bû. Her ciqas jî Ordîxanê Celîl 9 sal berî wê di 75 saliya xwe da ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe, ked u emekê wî yê zanîstîyê û efrandarîyê bêhampe bû milkê cimaeta kurd yê giranbaha û navê wî wê heta hetayê di bîra gelê me û civaka zanistîyê de bi dewr û zemana bimîne.

Ordîxanê Celîl di 20. 10. 2007 an de wefat kiriye û li paş xwe bi qasî 60 pirtûkan u berhemên hêja hiştiye.

Pirtûkên Ordîxanê Celîl:

  1. Şiêr û poêm. Yêrêvan, 1959. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  2. Têlî Hemze. (Şiêr û poêm). Yêrêvan, 1963. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  3. Dilokêd cimeta kurda. Yêrêvan, 1964. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  4. Poêzîya Cegerxwîne Bajarvanîyê. (Lêkolîn). Yêrêvan, 1966. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  5. Êposa cimeta kurdaye mêrxasîyê “Xanê çengzêrîn. Dimdim”. (Lêkolîn û têkst). Moskva, 1967. Bi zimanê rûsî û kurdî (latînî).
  6. Mesele û metelokê cimeta kurda. Kitêba I, Yêrêvan, 1969. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  7. Zimanê kurdî. Pirtûka dersxana IV. Yêrêvan, 1969. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).

7 Mesele û metelokê cimeta kurda. Kitêba II, Yêrêvan, 1971. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).

  1. Stranê zargotina kurdaye tarîqîyê. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  2. Zimanê kurdî. Kitêba dersxana IV. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  3. Stranê zargotina kurdaye tarîqîyê. Bexda, 1977. Bizimanê kurdî (soranî).
  4. Zimanê kurdî. Kitêba dersxana IV. Yêrêvan, 1980. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  5. Zimanê kurdî. Kitêba dersxana IV. Yêrêvan. 1985. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  6. Mesele û metelokên gelê kurd. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1972. Bi zimanê kurdî (latînî) û rûsî.
  7. Gulçin. (Nimûneyên bijare yên zargotina kurda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  8. Çîrokên gelê kurd. Yêrêvan, Tevî Celîlê Celîl, 1974. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  9. Sîyarê xeybê. Çîrokên kurdî. Tevî Celîlê Celîl. Vîlnyûs, 1976. Bi zimanê lîtvanî.
  10. Mesele û metelokên gelê kurd. Tevî Celîlê Celîl. Zürich, 1976. Bi zimanê kurdî (latînî).
  11. Zargotina kurda. P’irtûkên I, II. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1978. Bi zimanê kurdî (latînî).
  12. Zargotina kurda. Pirtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1979. Bi zimanê kurdî (latînî).
  13. Zargotina kurda. Pirtûka 2. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1982. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  14. Qisaet hiza al-folklor al-kurdî. Beyrût 1982. Bi zimanê erebî.
  15. Gulançkzêrîn. (Nimûneyên bijare yên zargotina kurda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1983. Bi zimanê kurdî )kîrîlî).
  16. Gulçin. (Nimûneyên bijare yên zargotina kurda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  17. Çîrok, lêgênd û evsûnên kurdî. Moskva, Tevî Celîlê Celîl û Zîna Celîl. 1989. Bi zimanê rûsî.
  18. Mesele û metelokên gelê kurd. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1991. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
  19. Zargotina kurda. Pirtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Bexda. 1991 Bi zimanê kurdî (soranî).
  20. Çîrokên kurdî. Frankfûrt, Tevî Celîlê Celîl. 1993. Bi zimanê almanî.
  21. Destanên kurdî. Tevî Celîlê Celîl. Stambul, 1994. Bi zimanê kurdî (latînî).
  22. Zargotina kurdan. Tevî Celîlê Celîl. Cilda I. Swêden, Bromma 1995
    30.Çîrok, lêgênd û evsûnên kurdî. Tevî Celîlê Celîl û zîna celîl. Heleb,1996. Bi zimanê erebî.
  23. Kurt kahramanlim Destani DIMDIM. Stambûl, 2001 Bizimanê tirkî
  24. /O.Dj Djalilov/ Îstorîêskîyê pêsnî Kurdov Sankt. Pêtêrbûrg. 2003. Bi zimanê rûsî û kurdî.
  25. Cegerxwîn’in Yaşami ve şiir analaysî. Stambûl, 2004. Bi zimanê tirkî.
  26. Zargotina kurda. Pirtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Wien, 2005. Bi zimanê kurdî (latînî).
  27. Zargotina kurda. Tevî Celîlê Celîl. Hewlêr, 2008. Bi zimanê kurdî (soranî).
  28. Zargotina kurda – Gotinêt Mezinan. Ordixanê Celîl û Celîlê Celîl. Veguhartin ji tîpên latînî: Prof. Bedirxan Sindî. Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 182 rûpel, Kurdî/Kurmancî, Bi tîpên Erebî.
    37. Zargotina Kurda. Du cild. Ordixanê Celîl û Celîlê Celîl. Sala 2013an.Weşanxaneya AramêÇavkanî:

Malbeta Casimê Celîl. Paşa Amedî (Nivîskar, Çîroknûs), Avestakurd
Malbeta Casimê Celîl – Xebat Nûce

Familyeya Celîlê Celîl xizmeteke mezin ji bo kurdî kirine û dikin. Arif Zerevan – Nefel
Ordîxane Celîl – Wîkîpêdiya

Fermo, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza derheqa jîyan û xebatên Ordîxanê Celîl bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev