FOLKLORA KURDÎ Û DEWLEMENDIYA ÇÎROKÊN FOLKLORÎ

FOLKLORA KURDÎ Û DEWLEMENDIYA ÇÎROKÊN FOLKLORÎ

Em bi zargotina xwe va dewlemend in

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Çewa ku tê zanîn, Çanda Kurdî dabeşê ser du xalan bûye. Em ji yekê re dibêjin Çanda Devkî (an jî, Çanda Zarkî) û ya din jî Çanda Nivîskî.

Çanda Nivîskî pir hindik jê hatiye nivîsandin.

Bêguman folklor serweteke mezin e, ji her neteweyî re şanaziyeke pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvan çêdibe.

Folklora Kurdî bi çîrok û çîrvanokên xwe pir dewlemend e, di çîrokan de gelek babetên cuda hene ku bi xwendina wan gelek tiştên ku bi hêsanî nayên nasîn, têne dîtin.

Çîrokên Folklora Kurdî, dinyayeke bê sînor li pêşberê mirovan vedikin ku mirov di tarîstaneke bêkevî de li rewşen û ruhniya zanistiyê rast tê. Bi wê yekê mirov nexşeyeke pir mezin li ser sê parzemînan ku Asya, Ewrûpa û Afrîqa ye dibîne.

Aya ev peyvika Folklor çi ye û çewa û kengê derketiye holê:

– Sal 1846 zanayek bi navê William Tomas li Londrayê vê peyvikê bi kar aniye.

– Peyvika Folklor ji du peyvan hatiey holê: Folk + lor.

– Bi kurtî ger bête gotin Folklora Kurdî, nîşan û adana jiyana Çanda Kurdî ye. Îcar em ê lê binerin ka çi di vê xizneyê de hene:

01- GOTINÊN PÊŞIYAN:

Li ser her gotineke pêşiyan çîrokek heye. Ev e çend mînak:

– Şam şekir e, lê welat şêrîntir e

– Jin û mêr, tevr û bêr

– Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.

– Yek ban e, du zozan e

– Diz ku ji malê be, ga di kulekê re derdixe

– Dixwim nan û avê, hilnadim mineta bavê

– Dîtin ez im, nedîtin diz im.

                     

02- Kilam û Stiran:

Ev xal du beş in.

Yek: Bi kêş û qafiye û nikl in.

Dido: Bi kêş û nik lin , lê bê qaffiye ne.

Ev jî dabeşê ser gelek şaxan bûye, hin ji wan ev in:

  • Stranên Dîrokî
  • Stiranên Şînê
  • Stiranên Kêf û Xweşiyê.
  • Stiranên Evîniyê.

03- Heyranok

04- Dîlok

05- Bacî (Lawik li ser keçikê dibêje)

06- Lawik (keçik li ser lawik dibêje)

07- Payîzok (di karê payîzê de tên gotin)

08- Meselok: Ev kurt in: (Mele Elî û limêja gundiyan, tenê limêjek)

09- Pêkenok: (Deve ji ser minarê ket hewşa mizgeftê)

10- Leqemok (davêjin hevudu)

11- Lawij/lawje: (Qesîde ne, bi nik û kêş in lê bê qafiye ne).

13- Xweşbêje:

14- MAMIK:

– Qesreke sipî a bêderî, melayek tê de bêserî? (HÊK)

– Şiva ter, ket guher? (MAR)

– Ez çûm bi ha ve, ecêbek hat pêş min ve; sîtil ji kuç e û agir ji av e? (AŞÊ AVÊ)

– Şonikê qîrê, ket binê bîrê? (Berika Tivingê)

– Dep e, ne dar e. Serhilû ye, ne mar e. Giya dixwe, ne kar e? (Reqa Bejî)

15- BWÊJ/biwêj

– Mêrên berê, siwar bûn li hespên berê, jinên berê avêtin pişt xwe û çûn).

– Adarê, bewrf digîje guliyên darê, lê namîne heta danê êvarê.

– Dar û kulavê min, rehmet li dê û bavê min.

16- ŞÎRET Û NESÎHET

– Ol û Ayîn, nesîhet in

– Dûa çeka bawerhuner e

– Lixwetirsîn, perestin e

– Rastbêjtirîn, têgehejtirîn e

– Baştirînê xweperestinê, nihênî ye

– Baştirînê marbirînê erzanî ye

– Her gunahik jê re seza heye.

17- Serpêhatî:

Bûyerek, bobelatek, rûdanek bi serê yekî ve hatiye û wek çîrok hatiye gotin li nava xelkê belav bûye.

Mînak: Eloyê Nêçîrvan û Dêwê.

18- DESTAN: Siyabend û Xecê, Mem û Zînê, Ferhan û Şêrîn, Hiso û Nazê, Kerr û Kulik…

19- ÇÛROK (û ÇÎRVANOK)

Lehengê Çîrokê Mîrze + Mihemed

Beşa herî edebî, xweş û ku rewşa jiyana mirovan radixêle ber çavan, Çîroka Folklorî ye. Çend şaxên cuda yên çîrokê hene, ev e çend ji wan:

  1. a) Çîrokên Rawilan (fabil):
  2. b) Çrokên Mirovan:
  3. c) Çîrokên Têkel:
  4. d) Çîrokên Kurt:
  5. e) Çîrokên Dirêj:

20- BINGEHA ÇÎROKA KURDÎ: Di bingeha Çîroka Kurdî ya Folklorî de, 133 tişt hene.

21- NEXŞEYA ÇÎROKA KURDÎ:

Bajarê Şerqê û bajarê Xerbê (Diyarbekir û Stenbol) Ayya, Ewrûpa û Efrîka.

22- ÇÎRVANOK: Tev fentezî, derdemî û bêsînor û bêber in.

Berî dawî were, divê bê gotin ku:

– Dema mirov bi têgihîştina folklora xwe rewşen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne.

– Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike.

– Tiştê herî girîng ev e ku mirov êdî xwe ji kirina xirabîyan dide paş

– Herweha bawerîya mirov pir zêde bi mirov çêdibe.

– Mirov pir dixwaze ku şexsîyeteke rind bigire.

– Mirov dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe.

– Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên alîkarîyê dirêjî belengaz bike. Û bi dehan xeysetên baş ên wisa…

Ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro pêdivîya kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin. Xasma jî, dê û bavên kurd, zarokên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin, pêkenokan bibêjin, serpêhatîyan bibêjin, heyranok û payîzokan bibêjin, şîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin, şîroveya Gotinên Pêşîyan bibêjin, klasîkên kurdî bi wan bidin naskirin, herweha xwezaya welatê xwe jî bi wan bidin naskirin.

-Bêguman çi neteweye ku zimanê xwe nepareze û li gor toreya xwe nelipike, ew netewe di ber mirine de ye.

-Herweha çi neteweye ku folklora wî tune be, ew netewe goristaneke bê kelik e.

-Le eger folklora wî hebe û xwedîtî li folklora xwe neke, ew netewe goristaneke

bi kelik e.

Yanî neteweyê bê tore û bê folklor, her mirî ye û warê wî jî her goristan e.

-Le eger ew netewe xwedîtî li tore û folklora xwe bike, hinge ew gulistaneke şên e û di rengê deryayeke bê kevî û bê binî de ye.

 

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev