Hardawan Mahmoud Kakashekh: Ji dewletê re pergal tê danîn

Hardawan Mahmoud Kakashekh: Ji dewletê re pergal tê danîn

Piştî têkbirîna êrîşên DAIŞ’ê û fişara Bexdayê Kurdistan niha jî bi azmûna çaksazîya darayî re rû bi rû ye. Lıjneya Destpakîyê ya bi fermana Barzanî ava bibû, bi Barzanî re civîya û dest bi kar dike. Tê çaverêkirin ku kesên malên hikûmetê derbasî ser navê xwe kirine û beşdarî li gendelîyê kirine bên sezakirin û berîya referandûmê rêya sîyasteke durist bê vekirin.

Rojeva xelkê Kurdistanê bûye çaksazîya darayî û biryarên rêgirîya li ber gendelîyê. Pispor balê dikşînin ser tevgera çaksazîya darayî û didin zanîn ku Kurdistan berîya referandûma serxwebûnê amadekarîyên pergaleke cihanî datîne û ber bi sîyasete pak de bi rêve diçe.

Pispor balê dikşînin ser tevgera çaksazîya darayî li Kurdistanê

Siwar Bedirxan

Jêrzamîna ragihandina Kurdistana serbixwe berdewam dikin. Bi derxistina DAIŞ’ê ji nava xaka Kurdistanê prosyeya referandûma serxwebûnê dîsa dest pê kir. Herî dawî Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistanê (RHK) Meûd Barzanî li Konferansa Ewlehîyê ya Munchê ji cihanê re eşkere kir ku ew ê referandûma serxwebûnê birêve bibin û ew li ser biryara xwe bi israr in û mafê gelê kurd heye ku çarenivîsa xwe dîyar bike. Li gel xebatên dîplomasîyê yên ji bo serxwebûnê li nava Kurdistanê jî gelek amadekarî û xebat bi rêve diçin. Ji bo rêgirîya li ber gendelîyê û çareserkirina qeyrana sîyasî hin biryar ji alîyê Mesûd Barzanî ve hatin wergirtin û Lijneya Destpakîyê hat damezirandin.

Bi damezirandina Lijneya Destpakîyê û hin biryarên din tê çavêrêkirin ku di derbarê mal û milkên endamê hikûmetê û PDK’ê de hin lêkolîn bêkirin û kesên ku beşdarî li gendelîyê kirine bên sezakirin. Komîteya Navendî ya PDK’ê berîya bi çend rojan li hev kombû û piştgirîya xwe ji biryarên Mesûd Barzanî re eşkere kir. Akademîsyen û çavdêrên sîyasî yên geşedanên li Kurdistanê şîrove dikin tekezîyê li ser wê yekê dikin ku jêrzemîna serxwebûnê tê amadekirin û proseya sîyeteke pak li RHK’ê destpêkrîye. Akademîsyenê Zankoya Selahadînê, Hardawan Mahmoud Kakashekh geşedanên dawî yên li RHK’ê, xebatên Lîjneya Destpakîyê, amadekarîyên referandûmê ji BasNûçeyê re şîrove kir. Hardawan Mahmoud Kakashekh destnîşanîyê bi xebat û reformên çaksazîyê dike û wiha dibêje: “Lijneya ku bi serperiştîya Mesûd Barzanî dest bi kar kirîye niha zanyarîyan peyda dike. Ew tiştekî hêja ye. Ji bo dewleta serbixwe pergal tê danîn Lê weke ku min got ji vê merseleyê re dem lazim e. Lewre ev yek proseyeke û divê li gor proseyê biryar bêne girtin û kar li wan bê kirin.

Ew ê çaksazîya darayî bigihê armanca xwe û rêgirî li ber gendelîyê bê kirin?

Çaksazîya darayî ya ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatîye dayîn hewleke gelekî di cih de ye. Pirr hêja ye. Biryarên çaksazîyê muhim în. Ez di wê bawerîyê de me ku eger Mesûd Barzanî serperiştîya wê desteyê neke ew ê çaksazî negihêje armanca xwe. Divê ya Barzanî serperiştîya wê bike yan jî desteyeke ku Barzanî tayîn bike wan biryaran bi rêve bibe.

Gendelî bûye parçeyekî ji qeyranan û bûye hokar ku bawerîya xelkê kurd êdî bi hikûmetê neyê. Rêvebir û gelek rayedarên hikûmetê bi xwe di nava gendelîyê dene. Bi rastî rêgirîya gendelîyê tiştekî dijwar û sext e. Weke ku min got eger îradeyeke bihêz nîşan nedin ew ê gendelî jî berdewam bike. Çareserîya gendelîyê dijwar e. Biryarên ku Desteya Destpakîyê biryarên ji bo Hewlêr û Duhokê sitendîyê divê ji bo Sîlêmanî û Helebçeyî û navçeyên din jî bistîne. Zor e îradeyeke xurt lazim e. Em wisa bawer dikin ku tenê qeyraneke me heye ew jî qeyrana darayî ye. Na, weke din jî qeyranên me hene û arîşeyên me hene. Arîşeyek ew e ku divê em sîstem û pergalekê deynin. Em kesên ji ser binemaya hizbayetî li ser erkên hikûmetê ne dûr bixin. Her wiha hejmareke gelekî zêde heye bêqanûnî mûçe werdigrin. Ew jî arîşeyeke mezin e. Tespîtkirina wan kesan rêgirîya li ber wan kesan karekî sext e. Lijneya ku bi serperiştîya Mesûd Barzanî dest bi kar kirîye niha zanyarîyan peyda dike. Ew tiştekî hêja ye. Ji bo dewleta serbixwe pergal tê danîn. Lê weke ku min got ji vê merseleyê re dem lazim e. Lewre ev yek proseyeke û divê li gor proseyê biryar bêne girtin û kar li wan bê kirin

Bi destpêka êrîşên DAIŞ’ê re li Kurdistanê qeyranan sîyasî û aborî rû dan. Gelo mimkune plangerîyek li ser ji navbirina destkeftên Kurdistanê hatibe danîn?

Durist e piştî êrîşên DAIŞ’ê gelek qeyranên li Herêma Kurdistanê çêbûn. Kurdistan hem bi şerê DAIŞ’ê re rû bi rû ma hem jî bi qeyranên sîyasî û niha jî qeyrana aborî heye. Dihat çaverêkirin ku Peymana Statejîk a di navbera Yekîtî û Partîyê de bê nûkirin û herdu partîyên sereke yên Kurdistanê dîsa di xizmetgozarîya Kurdistanê de berdewam bin û kêşeyên heyî çaresere bikin. Lêbelê heta niha ew peyman nehatîyê nûkirin û kêşe jî berdewam dikin. Yek jî wan kêşeyan kêşeya serokatîya Herêma Kurdistanê ye. Parlementoyê maweya mayîna Mesûd Barzanî dirêj kir. Di nava vî şerê heyî de ji bilî cenabê Mesûd Barzanî tu kes nikare Herêma Kurdistanê îdare bike.

Em ji azmûna Iraqê dizanin ku eger rêveberîyeke me ya bi hêz tunebe ew ê DAIŞ me jî ji nav bibe û ew ê destkeftîyên Kurdistanê ji holê rake. Iraq xwedî gelek çek û taqemenîyên giran bû. Lêbelê nikarîbû arîşeyên nava xwe çareser bike û DAIŞ’ê ew têk bir. Heman tişt li Kurdistanê pêk nehat. Mesûd Barzanî karîbû hemû partîyên sîyasî di şerê li dijî DAIŞ’ê de bike yek. Her wiha dikarîbû hemû Pêşmergeyên partîyên sîyasî di sengerên şer de bike yek. Karê ku Wezareta Pêşmerge nekiribû Mesûd Barzanî kir. Bi dîplomasîya xwe dikarîbû ku piştevanîyeke dîplomasî û serbazî ji Kurdistanê re peyda bike. Di nava vê alozîya heyî ya li Kurdistanê pêdawîstîya Kurdistanê bi Mesûd Barzanî heye. Bi dîpomasîya Mesûd Barzanî Kurdistan li hemû cihanê tê qebûlkirin. Ez nunûmeyekê bidim. Ûrdin, wîzeyê ji Kurdistanê naxwaze lê belê ji Iraqê dixwaze. Di konsolgerîya Ûrdinê de Kurdistan weke dewlet hatîye destnîşankirin û hatîye eşkerekirin ku eger hemwelatîyên Kurdistanê serdana Ûrdinê bikin Ûrdin ew ê wîze ji nexwaze. Ev nîşaneyên wê yekê ne ku welatên cîran ê Kurdistanê dixwazin peywendîyên baş bi Kurdistanê re durist bikin.

Komîteya Aktîvkirina Parlementoyê bi partîyên sîyasî re civîya. Her wiha niha paketên çaksazîyê hatine ragihandin mimkune dîsa parlemento vebe û partîyên sîyasî li hev kom bibin?

Di dirêjahîya dîrokê de partîyên sîyasî yên kurd nikarîbûn hevgirtin û yekgirtineke stratejik durist bikin. Hemû partîyên sîyasî ji hevgirtin û yeksazanîyê dûr bûne. Partîyên sîyasî û şoreşgerên kurd li dijî dagirkerîya li Kurdistanê gelekî şer kirine û bedelên giran dane. Lêbelê li ser hevgirtin û yekgirtinê mixabin ji hev dûr in. Weke ku min got dema temaşeyî dîroka kurdan bê kirin yekser ew ê bê dîtin ku şervanên kurd, Pêşmergeyên kurd, gerîllayên kurd di heman sengerê de şerê dijmin kirine. Lêbelê partîyên sîyasî ji hevgirtin û yekgirtinê dûr sekinîne. Gelek sedemên vê yekê hene. Ez wisa dibînim ku ji ber bîr û boçûnên cuda ji hev dûr disekinin û li ser berjewendîyên netewî nikarin bên cem hevdû. Hinek hewldan tên dayîn da ku partîyên sîyasî li hev kom bibin û yeksazanîyê pêk bînin. Em ê temaşe bikin û bibînin bê ka çi dibe. Gelê Kurdistanê jî bi tenê dîyalog û danûstendinê ji partîyên sîyasî dixwaze. Eger li hev kom bibin û gotareke yekdengî nîşan bidin dikarin hemû qeyranan çareser bikin.

Amadekarîyên rarpirsînê di çi astê dene? Jêrzemîna rapirsînê tê danîn?

Berîya referandûm û amadekarîyên wê divê ez hin tiştan eşkere bikim. Di dirêjahîya dîrokê de hatîye dîtin ku bi zorê û beyî îcazeya xelkên welatekî tu nikarî wî welatî îdare bikî û bi rêve bibî. Gelek azmûnên vê yekê hene. Yekîtîya Soweyetê azmûnek li nav van azmûna ye. Hewlên Yekîtîya Sowyetê hebûn ku yekgirtina weletên Sowyetê saz bike. Lêbelê ew bername bi ser neket. Welatên bi ser Yekîtîya Sowyetê ji wê yekîtîyê qetîyan û hemuyan serxwebûna xwe ragihand. Nimûneya Çekoslovakya heye. Nimûneya Başûrê Sûdanê heye. Bi dehan nimûneyên bi vî awayî hene.

Eger hemwelatî ji pêkve jîyanê razînebûn û xwestin ji hev veqetin rêyên din hene. Du neteweyên cuda dibin bi cîran. Di dema Împaratorîya Osmanî de jî sînorên îro yên Iraqê weke sê parçe hatibûn dabeşkirin. Wîlayet bi wîlayet Iraq hatibû dabeşkirin. Pêkhateyên li Iraqê êdî nikarin bi hevre bijîn. Dîrok û azmûnên 70 salên dawî vê yekê nîşanî me dide. Meseleya referandûmê meseleyekê giring û dema wê hatîye. Ez di wê bawerîyê de me ku niha baştirin deme ku referandûm bi rêve biçe. Gelê Kurdistanê xwe ji referandûmê re amade kirîye. Arîşeyên ji dayikbûna her dewletekê hene. Weletên cîran razî ninîn. Ambargo û fişarê tînin ser wî welatî. Proseya Kurdistanê jî ew ê ji proseya dewletên din ne cuda be. Partîyên sîyasî yên kurd jî li ser rapirsînê û referandûmê xwedî yek gotara sîyasî ne û ew ê bi erka niştimanî rabin. Dema dewletbûyina Kurdistanê hatîye. Baştirin dem jî niha ye. Divê di demildest referandûm birêve biçe.

Amaje li ser wê yekê heye ku hinek partîyên sîyasî ji bo çaresernebûna qeyranan bi israr in û gelek qeyranên heyî bi destê wan hatîye duristkirin. Gelo tiştekî bi vî rengî heye?

Hinek arîşe û qeyran hebûn. Lêbelê şerê DAIŞ’ê jî ew qeyran aloztir kir. Şerê DAIŞ bû sedem ku Kurdistan bibe cihê alozîyan. Weke nimûne di qeyrana serokatîya Herêma Kurdistanê de hin alîyên sîyasî hewl dan ku Kurdistanê tûşî bobeletakê bikin. Berpirsîyarîya Partîyê di vir de giring bû. Berpirsîyarîya Mesûd Barzanî di vî warî de hêja bû. Ji bilî Partîyê, partîyên din hewl dan ku Kurdistanê bê serok bihêlin. Hewl dan ku şerê navxweyî durist bikin. Lêbelê Mesûd Barzanî rêgirî li ber vê yekê kir û berê Pêşmergeyên kurd da sengerên DAIŞ’ê. Barzanî îcaze neda Kurdistan bi êrîşên DAIŞ’ê re û bi hin alozîyên sîyasî ji holê rabe.

Partîyê û Yekîtîyê nikarîbûn ew xala avakirina hêzêke niştimanî bi cih bikin. Mesûd Barzanî ew jî çareser kir. Barzanî kir ku hemû partîyên sîyasî di şerê li dijî DAIŞ’ê de hemû gelê Kurdistanê destê xwe têxin destê hev û bi hevre bin.Ez di wê bawerîyê de me ku ji bilî Mesûd Barzanî kesekî din nikarîbû rêgirî li ber vê rewşa aloz de bikira. Mesûd Barzanî jî terefgirîya wê yekê nîne ku li ser sendelîya serokatîyê bimîne. Barzanî di wê fikrê deye ku ew ê çawa parastina axa Kurdistanê bike. Her wiha ew di wê fikrê deye ku ew ê çawa aramîyê peyda bike ji bo xelkê Kurdistanê.

Piştî şerê DAIŞ’ê çi li pêşîya Kurdistanê ye? Ew ê helwesta Îran û Tirkîyê li hember Kurdistanê çi be? Mimkune milîşeyên Şîe ji Kurdistanê re bibin xeter e?

Berîya şerê DAIŞ’ê jî û piştî şerê DAIŞ’ê jî hin destêwerdanên sîyasî ji alîyê Îranê ji bo Herêma Kurdistanê çêbûn. Îran dixwaze Herêma Kurdistanê nêzîkî wê be û danûstendinên sîyasî û bazirganî yê baş bi Kurdistanê re deyne. Lêbelê Kurdistan bêhtir bi Tirkîyê re di nava danûstendinên baş de ye. Bi taybetî berîya şerê DAIŞ’ê di navbera Kurdistan û Tirkîyê de bazirganîyeke pirr baş bi rêve diçû. Danûstendinên baş hebûn. Rê li ber danûstendinên bazirganîyê hatibûn vekirin. Xeta neftê ya Kurdistanê tê ser Tirkîyê û nefta Kurdistanê ji ser Tirkîyê diçe bazara cihanê. Îran dixwaze ev eleqe ne bi Tirkîyê re bi wê re hebe. Ji ber vê yekê Îran hinekî nerazîye. Îran naxwaze eleqeyeke baş di navbera Kurdistan û Tirkîyê de çê bibin. Lewre sînorekî stratejîk di navbera Kurdistan û Tirkîyê de heye û ev jî dibe hokara wê yekê ku Îran nerazîbûna xwe eşkere bike û dijberîya xwe li hember dewleta kurdî bêje. Komên Îranê piştgirîya wan dike jî hene. Milîşeyên Şîe jî mimkune bibin xeter e. Lê berîya wê divê kurd haya wan ji xetereyên li ser wan hebe û rêgirîyê û parastinê di ber xaka xwe de bikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev