ZAL, ÛŞENGÎ ŞA Û ROSTEM

ZAL, ÛŞENGÎ ŞA Û ROSTEM

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sîûyekê me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ” ZAL, ÛŞENGÎ ŞA Û ROSTEM”raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 31

Zal bavê Rostem bû: çû çiyaê blind nêçîra xezala-heta nîvro. Li wî çiyayî zozana wan hebû, hat dewsa wargê xwe. Wargê wana kanî hebû: rûnişt rihet bive-cîbicî xewra çû. Xewêda nihêrî tiştekî giran lê siyarbûye. Çevê xwe vekir, nihêrî merivekî zefî gire, zefî qewate, kirye orta çongê xwe, lê siyar bûye.

Zal go: -tu çi merivî?

Go: -Ez Ûşengî Şame (Şahim).

Zal go: -Min berde, -ji qewata Zal der bû dest derketa.

Ûşengî Şa go: -Ez te bernadim. Qirarek heye, dest minda qirarke, qirara min bîne cî, ez te berdim.

Zal go: -Qirara te çîye ?

Go: -Qirara min, min bihîstîye kurekî te heye, navê wî Rosteme, herkê tuê bişînî şerê min, ezê te berdim.

Zal hilda got: -Qirarbe, tu min berdî, ezê bişînim, bera bê şerê te.

Zal berda. Zal zivirî hate mala xwe. Kurê wî hela hinekî sivik, zaro bû, çarde salî bû. Rokê-duda negot, qirarkiribû sozê rast dabûyê: “Ezê bişînim”.

Rokê rûniştibû li oda xwe, Rostem pêşiyê sekinîbû, çev bi Rostem ket. Axeke kûr hatê, Ûşengî Şa hate bîrê. Gava axîn hatê, Rostem go:

-Bavo, çira axîn hate te. Kurekî mîna min kure te, tu kêmasiya te tune, hilbet derdê te çîye, axîn hate te?

Bavê go: -Lawo, dardê min tune. -Qêmîş nebû jêra bigota, Rostem zaro bû.

Rostem go: -Bavo, tu axîniya xwe, rastîya wê minra dibêjî, bêje, navêjî, ezê serê xwe hildim herim, çika neynesya axîna te çîye?

Go: -Lawo, min qirar kirîye ez te bişînim şerê Ûşengî Şa. Nha ez te dinhêrim, tu zaroyî, teyamîşî şerê wî navî: lema axîn hate min.

Rostem go: -Zarobim, ne zarobim, ezê herim: tivdarekê min bivînin, sîlihêd min hazirkin: seknandina min tune, ewî tu dayî tobê, gere ez heyfa te jê hildim, yanê bême kuştin.

Bav tivdarek jêra dît: tivdarekê wî çaxî gurz û keben bûn, tîr û kevan bûn, şûr û mertal bûn. Tivdarekê wî hazir kir wê rojê. Wê şevê sekinî, sibe safî bû. Rostem tenê sîlihê xwe hildan, kincê şer li xwe kirin, şeherê Îranê derket; hinekî şeher vêrsekê, duda dûrket, piş wîva dengek hat. Ser stuê xwe fitilî, nihêrî kurê xûşka wî, xwarzîê wî Bêjingo bû, ew jî qasî qewata xwe sîlih hildane, pey ketîye: “Xalo, neçe, heta ez têm.” Rostem tirê ku xûşkê şandîye, wê temîkê lê bike. Rostem sekinî, gihîşt Rostem. Rostem go:

-Lawo, tu çira pey min ketî?

Go: -Xalo, ez jî wê bi tera bêm.

Rostem go: -Lawo, tu zaroyî, kurê xûşka minî: ezê herim welatê xerîb, bikevim şerê giran, tu teyamîş navî-bizvir here, bighîje diya xwe, dibe ez bêm, dibe ez neyêm.

Xwarzîyê wî girîya, go: -Xûna min ji xûna te nesortire: xûna minê ser xûna xalê minê birêje. Herke em sax û slamet hatin, emê bên.

Rostem xwarzîyê xwe hilda, kete rê û çû. Pir çû, hindik çû, wextekê nihêrî erdekî rastî dûze, zozaneke blinde xweşe. Rostem westyayî bû, go:

-Bêjingo, lawo, ezê serê xwe hinekî vi erdî daynim û razêm. Eva welatê xerîbe-meriv dibe bên, herkê hatin, tu xalê xwe rakî.

Bêjingo go: -Xalo çira?

Go: -Lawo, dijminê min zefin: welatê xerîbe, wê xalê te xewda bigirin, wê te jî bikujin.

Xalê serî danî, raza. Bêjingo, tirsa kuştina xalê xwe, xew nekete çeva û hişyar sekinî, herçar alîya guhdarî kir, ditirsiya diha, lênihêrî, serê rastêda hewarîk hat, qîre-qîra hewarîê tê. Esmîn nihêrî, dengê qîzekê esmîn tê, dêwekî qîzek kirîye firindê, li hewa dibe. Sehetekê li wê ortê sekinî, Bêjingo nihêrî eskerekî giran derket. Bêjingo teyamîş nebû, tirsa deng li xalê xwe kir, ji xewê rakir, go:

-Xalo, rabe, eskerekî giran wê hat.

Xal rabû ser xwe, lênihêrî raste, go:

-Bêjingo, usa, lawo, serwextbe.

Sîlihê xwe girêdan, tivdarekê xwe dît. Bêjingo (Bêjengo) go:

-Xalo, zanî, tiştekî din jî hebû.

Go: -Çîye?

Go: -Li hewa dengê qîzekê dihat, di hundurê firindêda, -ez gişkî xalê xwera bêjim, xalê min pê bizanbe.

Eva gilîya devê wanda bû, pêşiya esker gihîştê.

Rostem pirsî:

-Qurba, çi tevaye, çi hele-helaye, çi qerebalixe, hûnê kuda herin?

Ew esker sekinî, merivekî pirsî, go:

-Qurba, pelewanê delal, pirsa etib tê tune, tuyî ji kêdereyî?

Rostem hilda go: -Ez, go, ji Îranême,-Rostem go, -lê hûnê herine kêdarê?

Go: -Em li vira, şeherekî me heye, em kesîb bûn, belengaz bûn, merivek mezinayê li me dike. Vî şeherîda qîzeke wî zef delal heye, qîza mezinê meye: dêw li firindê siyar bûye, ji nava bêx keçik revandîye û birîye-em nha li pey ketîne.

Rostem go: -Hûn cîê wî zanin ?

Go: -Pişta vî çiyaê hanê te dîtye, cîê wîye.

Rostem go: -Wekî hûn miqatî xwarzîyê minbin, hûn li vira bisekinin, ezê herim: hergê min anî, ezê bînim, hergê min nanî, gunê xwarzîyê min li situyê we, em merivê Îranêne.

Mezinê wî eskerî hilda got:

-Ezê pelewana tedim, bera bi tera bên.

Rostem go: -Na, ez dixwezim tenê herim.

Eva eskera li wêderê hêwirî. Rostem berê xwe da çiyê, çû. Pir çû, hindik çû-derket serê çiyê, nihêrî rê serê çiyê berjêr diçe: rê çû kete hundurê gelîkî kûr-dengê evd, însan têda naê, zef-zef kûre. Lênihêrî ji mixarekê dû hildikişe. Çû ber derê mixarê, lê nihêrî zare-zarek, dengê girî ji hundur tê. Rostem çû hundur, lê nihêrî keçik girêdaye. Keçik çev bi Rostem ket, kire qîrîn, got:

-Dibe tu merîyê mala bavê min bî, li dû min hatî ?

Rostem got: -hilbet, ez merîyê mala weme, li dû te hatime, seva te.

Keçikê hilda got: -Zef qalim xeber mede, dêw razaye, wê rabe min bikûje, te jî serda.

Rostem go: -Mexsûs ez bona kuştina dêw hatime: yan ezê dêw bikujim, yan ewê min bikuje, de cî nîşanî minde, çika li kederêye?

Keçikê go:-Ha li wî dergê handaye, derê han veke, xwera têda razaye.

Rostem derî vekir, lê kire qîrîn, go:

-Rave, merivê gûcl­­­­î.

Dêw çevê xwe vekir: pelewanek serra sekinîye, sîlihê wî grêdaye, gava çevê wî pêket, hundurê wî qetiya. Dêw go:

-Mixenet, got, te li derva min bikira gazî.

Rostem got: -Ez ne mixenetim: ez mixenet bûma, minê tu di xewêda bikuştayî. Lema min tu rakirî merd û merdane: ez û tuyê emê teselî hevkin, tuyê min bikujî, yanê-ezê te bikujim.

Dêw hilda got: -Derkev derva, ez û tuyê emê merd-merdane şerkin.

Rostem derkete derva, nehre ser nehrê rahişt (kire qîrîn). Ji nehrê Rostem gelî tijî bû, ji berojê kevir û kuçik gilol bûn, tijî nava avê bûn, av şêlû bû , berjêr çû. Kîjan gund, ew av diçû ser, digo: “Canim, ava me hergav zelal bû, îro çira şêlû bûye ?” Herçê zane, dizanibû, herçê nizanibû, şaş û heyrî mabû. Çûn cem merivê aqildar, çûn cem merivê bilyan jê pirsîn, gotin:

-Îro hal û hewalê ava me eve.

Merivekî kalî belengaz hebû, go:

-Gelî cahilan, qîz û bûkan, hûn çira derketine derva ?

Cahilekî jê pirsî, go: -Bavê kal, go, îro ewr tune, ava me şêlû bûye. Denge ewra tê, dengê ewrê nîsanê tê.

Kalê hilda got: -Bavo qurbana webe, ew dengê mala Zalêye, dengê Rosteme, nehra li dêwa radihêle, dêwa tu mixarada nahêle.

Bera ew usa bi wî halîda bêjin, em ji Rostem xeberdin.

Dêw derket, diranê xwe çirikand, bû sîqîna dêw û diranê wî, agir ji devê wî derdiket, jorda beraşekî aşa li Rostem werkir. Rostem xwe da alîkî, bera beraş vala here. Rostem gazî kirê, go:

-Dora min bû, dora tebû, go, te dora xwe kir, îcar dora mine,-Rostem şûrê xwe kişand, serê dêw xist, dêw serî pekya, çû dera han, cendekê wî mîna qelaxekê ma dera han, bû leme-lema devê wî.

Rostem keçik hilda, du kergedan ji hundur kişand: yek ew lê siyar bû, yek jî keçik. Keçik bir gîhande ordîyê. Wî eskerî lênihêrî Rostem keçik anî hat. Rostem hildan, xwarzîyê wîva birin nava şeherê xwe, birin cem bavê keçikê-mezinê şeher. Şayî kete nava wî şeherî. Dê û bavê keçikê Rostemra gele ezet-îkram kirin, pê şabûn, hilda gotin, go:

-Rostem, pirsa etib tê tune, tuyî ji kêderêyî?

Go: -Ezî ji Îranême.

Ewî mezinî hilda got: -Em jî berê ji Îranê bûne, me hatîye ev şeherê hana avakiriye, ser tixûbê şeherê Ûşengî Şa, niha îdara me destê dêwa-Ûşengî Şa da tune.

Rostem tamarê canê wî tijî qewat bûn: xûna wî zêde bû-navê Ûşengî Şa bihîst. Rostem sê-çar roja wêderê sekinî: ew û xwarzîyê xweva, ew şeher bi derbekê Rostem û xwarzîyê wî şa dibin: gazî dikin, teglîf dikin, ser dikin dilxweşî.

Rokê Rostem dîwana wî mezinîda rûniştibû û civat û cimaet dorê tijî bû, lênihêrî du eytê Ûşengî Şaî derda hat. Cimaet gelek kerr bû-lerizîn û ricifîn, bû piste-pista wana, di guhê hevda gilî dikirin: rengê wan bû rengê heywaê. Rostem wana nihêrî-şaş û metel ma. Ewan eyta kaxezek derxist, danî ser çoka mezinê şeher, wa bi hêrs bi qal û ceng. Mezin kaxez nihêrî, xwend. Ûşengî Şa nivîsîye: “Te dêwê min firinde kuştîye, qîza xwe anîye, gere tu wê qîzê ji bona xûna dêwê min ji minra bişînî”. Mezinê şeher usa belengaz bû di dêstda, rengê wî bû rengê heywaê.

Rostem rabû, ji destê mezin kaxez girt, xwend û got:

-Qîza em bidin Ûşengî Şa-tune,-kaxez hilda, li enya eyta xist, go: -Çi ji destê Ûşengî Şa tê, bera bike,-Rostem got.

Eyte zivirî ber bi Ûşengî Şa. Çûn û şîn û girî kete nava şeher û gotin:

-Xêra xwezil qîz biçûya, eva yeka nebîya: Ûşengî Şa wê koka me bîne.

Rostem go: -Hûn gele ditirsin: ser riya şeherê wî hûn minra bêjin, çadirekê lêxin, bera bê min û xwarzîyê min bikuje, paşê bê we.

Çadir birin jêra lêxistin. Rostem xwarzîyê xweva çûn çadirêda rûniştin. Nan û avê wan jî kîsî mezinê şeher diçe.

Bera ew qerewil bisekinin, ehelîyê şeher malê xwe şeher dûr nexistin: şivan, gavan, rêncber ricifîn. Rêncberê wan, destê wan sar bû. Naha em ji şeherê Ûşengî Şa xeberdin.

Eytê wî kaxezê qelişî bir da destê Ûşengî Şa. Ûşengî Şa go:

-Kê ev kaxez qelaştîye? We çi cav anîye?

Go: -Wexta em çûn, nizanim, pelewanekî xerîbî têda bû, navê wî Rostem bû, go: -“Çi ji destê Ûşengî Şa tê, bera bike, qîza em bidinê-tune”.

Ûşengî Şa go: -Herin bêjin Şeynî Şûn, bera mîna cûcikekê bigire bîne.

Çûn cav dane Şeynî Şûn. Şeynî Şûn li kergedanê xwe siyar bû, sê beraşê aşa ji xwera kirin tizbî: bû reqe-reqa tizbîê wî: kergedan siyar bû, berê xwe da şeherê Rostem têda.

Rokê Rostam çadirêda bû. Bêjingo nihêrî merivekî xurt derket, siyarî hat. Cab da xalê xwe Rostem, go:

-Yê tê merivê Ûşengî Şa ye.

Rabû sîlihê xwe girêdan, Bêjingo nehişt, go:

-Xalo, ezê herim pêşiyê.

Go: -Lawo, tu nikarî, go, wê te bikuje.

-Qirarbe, go, na, xalo, go, ezê herim.

Bêjingo ajote pêşiyê, kêleka şeher lê kire qîrîn, go:

-Dêwê qeher, te ev şeher daye nav dest-piyê kergedanê xwe.

Şeynî Şûn got: -Nevî te kaxezê Ûşengî Şa qelaştîye?

Go: -Hema ezim.

Sê beraşê aşa têwerkirin: bû toz û dûman, erd girt. Şeynî Şûn hilda go:

-Xwelî bû, dîsa bû xwelî.

Bêjingo hilda go: -Na, ez ne xwelîme, tu xwelîyî, te bikime xwelî, go, dora mine îcar, te dora xwe kir, -şûrek situda lêxist, ji kergedan anî xarê, kuşt, kergedanê wî anî li cem xalê xwe, go,-Xalo, te dît, te digo wê te bikuje, te dît min çawa ew kuşt, kergedanê wî anî.

Xalê wî got: -Bive here teslîmî mezinê şeherke.

Bir çû: şîn û girî hêja ket nava şeher. Sê-çar roj ortê çûn. Ûşengî Şa lênihêrî Şeynî Şûn nehat:

-Kuro, go, herin bêjin Peynî Şûn, bera hewariyê here.

Peynî Şûn tivdarekê xwe kir, kergedanê xwe siyar bû, şeş beraşê aşa kirin tizbî, ji xwera çû, kergedanê xwe siyar bû, ber bi şeher ajot. Nêzîkî şeher bû.

Bêjingo lênihêrî mexsûs dîsa wê rêda pelewanekî qeher derket, hat, go:

-Xalo, pelewanekî din jî hat.

Rostem go: -Lawo, go, karê te pê tune, go, ezê herim.

Go: -Na, xalo, sirê sirya mine. -Bêjingo çû pêşiyê, dîsa li pelewan kire qîrîn.

Pêynî Şûn hilda, go: -Nevî Şeynî Şûn te kuştîye?

Go:-Min kuştîye Şeynî Şûn.

Hêrsa Peynî Şûn hat, tizbîyê xwe têwarkir; şeş beraş erdê ketin, dûxan û toz rabû, dewsa beraşa mîna xetêd kotanê erd qelişî. Dûxan sahil bû. Bêjingo lê kire qîrîn, go:

-Kafirê qeher, te dora xwe kir: îcar dora mine.

Gava şûrê xwe Bêjingo li sitûyê wî xist, bû qîrîna wî, ji ser kergedan hate xarê. Kergedanê wî kişand, anî hat cem xalê, dîsa birin tesmîlî mezinê şeher kirin. Şeş-heft ro li wê ortê çû. Ûşengî Şa nihêrî, ku belê Peynî Şûn nehat.

-Kuro, go, herin bêjin Neynikzrav, bera here çika Şeynî Şûn, Peynî Şûn çira nehatin?

Cab dan Neynikzirav, Neynikzirav siyar bû kergedanê xwe, li hewara Şeynî Şûn, Peynî Şûn çû. Bêjingo rokê dîsa nihêrî dêwek derket, hela sê qat ser wanra, go:

-Xalo, dêwekî din jî hat. -Çû pêşiyê, Bêjingo hîn bûbû: semta dêwa hildabû, du dêw berê kuştibû, çû pêşiyê, lê kire qîrîn.

Neynîkzirav serê xwe hilda, nihêrî yek lê dike qîrîn, gazî, go:

-Şeynî Şûn, Peynî Şûn te kuştine?

Go: -Min kuştine?

Go: -Hela were nêzîkî kergedanê min, ez te pak bivînim, çika çawanî.

Bêjingo çû nêzîkî kergedanê wî, ewî Bêjingo şaş kir, girt mîna berxekê. Hine mû ji dêla kergedanê xwe kişand: dest û piyê Bêjingo girêda û kergedan zivirî ber bi Ûşengî Şa. Çû. Bir çû cem Ûşengî Şa, go:

-Ûşengî Şa, evaya hate pêşiya min.

Ûşengî Şa jê pirsî, got: -Çi tevakî?

Go: -Ez Bêjingome, xwarzîyê Rostemim.

Bêjingo da wezîrê xwe, go: -Bibî herî cem qîza min, bera bigire bike zîndanê, ez zanim, Rostemê bê şerê min. Roja min û Rostem gulaş girt, bera ew bigure: eyarê wî tijî ka bike, pencera alîyê meda darda bike: Rostem çev li xwarzîyê xwe keve, wê qewata wî kêm bive, ezê Rostem erdêxim.

Bir tesmîlî qîza wî kir. Keçikê gava Bêjingo dît, dilekî na, bîstûpênc dila heband. Bêjingo hilkişande riştê, bera kêf bike ji xwera, em Rostem bipirsin.

Rostem pey xwarzîyê xwe ket, hat derket şeherê Ûşengî Şa. Nava şeher sekinî, xerîb bû nere ser nerê rahişt: cab dan Ûşengî Şa:

-Merivek hatîye meydana pelewana nere ser nerê radihêle, dibê: “Ez Rostemim, xwarzîyê xwe dixwezim”.

Ûşengî Şa tivdarekê xwe dît: jorda ji avayê xwe hate xarê, emirî ser dêwa kir. Wan û Rostemva li hevdu xist heta êvarê: Rostem jî cot bi cot dikuştin. Evar dibû, Rostem nava şeher derdiket: Mêşe hebû, dikete nava mêşe, xwe xway dikir. Cab dan Ûşengî Şa, “Rostem koka pelewanê te anî”. Ûşengî Şa wezîrê xwe şand cem qîza xwe, go bera “xwarzîyê wî bigure, tijî ka bike, sibê ez û Rostemê guleş bigirin. Rostem bera çevê xwarzîyê xwe keve, qedemê wî bişkên, qewata wî kêm bibe, belkî ez li erdêxim”.

Qîza wî wezîr girt, wê û Bêjingova wezîr gurand, eyarê wî tijî ka kirin, pencerêda darda kirin.

Sive safî bû, Rostem hat dîsa meydanê sekinî, himberê pencera qîzikê, nere ser nerê rahişt. Ûşengî Şa avayê xwe derket, go:

-Rostem, îro dora min û teye,-jorda hate Rostem.

Ûşengî Şa û Rostam dest avîtin hev, ber lingê wan sûr û beden hildişiyan: hevdu ku birin anîn, çawa kotan erdê xam radike, şêp-şêpa radike.

Hema qîza Ûşengî Şa Bêjingova xwe xemilandin: dest sitûyê hevra birin: pencerêda nihêrîn, lê sêrkirin Rostem Ûşengî Şa va. Ûşengî Şa lênihêrî, Rostem zorê lê dike, wê li erdêxe, go:

-Rostem, ezê te li erdêxim, pak şeherê min binhêr, pak bivîne, ezê te li erdêxim, serê te jêkim: tuyê bêjî-nemerd bû, nehişt ez şeherê wî bivînim.

Rostem gava vî alî-wî alî nihêrî, lênihêrî xwarzîyê wî û qîza Ûşengî Şa destê xwe sitûyê hevra birine: wezîrê Ûşengî Şa-postê wî tijî ka kirine, cendekê wî diçe, tê: qewata Rostem zêde bû-xwarzîyê wî saxe, go:

-Ûşengî Şa vî alî, wî alî nihêrî, lênihêrî wezîrê wî gurane, eyarê wî tijî ka kirine, qîza wî wê xwarzîyê Rostemva dest sitûyê hevra birine, laqirdiya dikin: qedemê wî şikestin, qewata wî kêmbû.

Rostem Ûşengî Şa li erdê xist, serê wî jêkir. Zelzele kete nava şeher. Rostem gazî kir, go:

-Yekî wera dengê xwe nakim,-çendekî li wêderê sekinî.

Rostem merivek danî dewsa Ûşengî Şa, kire mezinê wî şeherî. Tifaqa wî şeherî û yê şeherê bavê keçikê kirin yek. Qîza Ûşengî Şa hilda bi qeyde-qanûn, usa hilda bir xwarzîyê xwera, hate wî şeherê ji wê firinde sitendibû, çendek li wêderê sekinî. Mezinê şeher gelekî êlîkî pêra kiribû, rokê Rostem, Bêjingo, qîza Ûşengî Şa-jina Bêjingo bû, hilda, berê xwe da şeherê Îranê, hate nava şeher.

Mizgînî kete nava şeher. Şayî ket dilê Zal, Rûdeba diya Rostem, xûşka Rostem, diya Bêjingo: destê hevdu girtin, dewata Bêjingo û qîza Ûşengî Şa kirin. Ew çûn mirazê xwe şa bûn, tu jî here mirazê xwe şa be.

-Mirazê te jî kurê te be.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev