We dizanibû…? – 31

We dizanibû…? – 31

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…Darîn Zanyarê kurd sala 2004an, di 17 salîya xwe da di pêşbirkeke sazbendîyê (mûzîk) ya bi navê “Îdol” da, ku li paytextê Swêd – Stockholmê hate derbazkirinê, cîyê duduyan girt. Malbeta wî ji başûrê Kurdistanê ye, lê ew bi xwe li Swêd ji diya xwe bûye. Her caran, gava ew radibû ser dikayê (sehneyê), nîşana ala kurdî ya kesk, sor û zer di pêsîra wî va bû. Derheqa wî da Bîlly Buttê ku di branşa muzîkê de 33 salan xebitîye, di nivîsa xwe ya bi sernivîsara “Darîn Zanyar wê di cîhanê da deng bide” da (17.09.2004) weha nivîsîye: “Karîyêra Darîn Zanyar ya artîstîyê wê weke rokêtekê ber bi perrên ezmanan va here. Li Swêdê bêşik “prînsekî” (mîrlawekî) nû peyda bûye”. Di wan hevpeyvînan da, ku gelek rojnamevanan bi Darîn Zanyar ra kirine, ev fikira lawê kurd mînanî têlekî sor derbaz dibe: “Ez serbilind im, ku kurd im û welatê min Kurdistan e”.

…wek ku lêkolîner Rohat Alakom dibêje, dengbêj, artîst, şayîr û hunermendê bi nav û deng Bob Dylan, ku bi esilê xwe va cihû ye, di bîranînên xwe de dinivîse ku ji alîyê dayîka xwe ve koka wan ji bajarê Qaqizmanê ye. Qaqizman li Kurdistana Bakur di nav sînorê Qersê de ye û nêzîkî sînorê Ermenîstanê ye.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev