SHEKHAN FILM xebata xwe ser fîlma “TORN” temam kir!

Fîlma kurdî ya bi navê “Torn”, ku ji aliyê derhênerê kurd Newzad Şêxanî, ku welatiyê Almanîyayê, li bajarê Kölnê dijî û senarîst Casimê Wezîr ev jî niha li Kölnê dijî (welatîyê Gurcistanê yê berê) ve hatiye çêkirin, duh na pêr êdî gihîşte Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê. Fîlma “Torn” bi lîstikvanên gurc yên profêsîonal bi zimanê gurcî û bi wergera kurdî hate pêşkêşkirin û cara yekê li bajare Tbîlîsîyê, di Mala Sînemayê da wê bê pêşandan. Çima li bajare Tbîlîsîyê? Ji ber ku bi fîlm Kînokompaniya Georgian Film Maker kişand.

 Derhêner û danerê îdêya fîlmê: Newzad Şêxanî

Danerê sênaryoyê: Prof. Casimê Wezîr – Jaso Osmanov

Opêrator: Îraklî Naroûşvîlî

Ronayî: Têngîz Gogîbêrîdzê

Prodûser: Prof. Kêtêvan Canêlîdzê û Kaxabêr Qaplanîşvîlî ji kînokompaniya Georgian Film Maker

Rolên sereke: akterên gurcan yên bi nav û deng Îmêda Arabûlî û Zûrab Tsîntskîladzê

“Torn” – fîlmeka Melodrama ye, li ser evîna xortekî kurdê êzidî û ya keça gurc hatiye çêkirin. Xortekî tilbîsvanî anku ji bajarê Tbîlîsî, navê wî Torin e û ew li malbateke êzdîyan da ji dayîk bûye, lê dema dan û standinê tevî dost û hevalên xwe yên gurc hêdî-hêdî dûrî kok û erf-edetê xwe dikeve. Dilê xort dikeve keçika gurc û ew qirar dike pê ra bizewice. Di heman demê da Torin dizane ku heger bi yeke ne êzdî ra bizewice, ji dînê êzdîyan derdikeve. Ser da jî, mala bavê keçikê xaçperestên ortodoks in û pir bi dînê xwe va girêdayîne. Bavê keçikê şertekî dide ber xortê êzdî ku ew dînê xwe bihêle û bê ser dînê wan. Torin qayîl dibe û mehra wî ya zewacê tê birîn, li gorî qanûnê xaçparezên ortodoks li dêra gurcî da. Bi demê ra Torin dibe şêwekarekî bi nav û deng û dema risman disêwirîne, mala bavê wî tê bîra wî, erf û edetên êzdiyan tên ber çava, ew poşman dibe ku dînê xwe guhastiye, ew xwe sûcdar dibîne li ber bav û kalên xwe. Dawîya filmê Torin ji ber nexweşya pir xeder jîyana xwe dest dide, jina wî ya ciwan li gel zaroka xwe tenê dimîne uji bo mêrê xwe pir dikewgire, êş û janê dikişîne.

Di hevpeyvînekê de derhênerê sênaryoya fîlmê Casimê Wezîr behsa wê fîlma xwe dike û dibêje: “Armanca fîlmê ew e, ku bedbextîya jîyana pareke gelê me li yên xerîbîyê dijîn bide ber çavan, çi li serê miletê dûrî welat diqewime, çawa nav kultureke xerîb da meriv dûrî esil û esasê xwe dikeve, dînê xwe dide dîndarê, dihele û bi çi terzî psîkolojiya merivan xirab dibe. Navê pêrsonajê fîlmê Torin e, çi jî tê wateya “esilzade”, “xweyî esil”, “kubarîya malbatê”, lê mixabin, ew li gorî navê xwe dernakeve. Ez bawerim film wê ji hêla temaşevanan ve baş bê ecibandin.”

Fermo, guhdarîya hevpeyvîna dramatûrg, derhêner, peykersaz, profêsorê univêrsîtêya Selahedînê ya fakûltêya sînemayê ya Hewlêrê Dr.Casimê Wezîr bi Radyoya Ria taza re derbarê fîlma “Torn” di gel mijarê balkêşe mayîn, bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev