Çanda bê xweyî

Çanda bê xweyî

Gelê ermenî, yek ji kontirîn gelên Rojhilata Navîn, xwedîyê dîrok û çandeke têr û tijî ye û şopa wî di dîroka seranser mirovayê de dîyar e. Dîroknûsîya ermenîya ji sedsalîya pêncemîn tê û gelek bûyarên dîrokî tenê bal dîroknûsên ermenî rastî me tên. Çêndek berhemên yûnanîyên kon, tenê bi wergera ermenî gihîştine rojên me.

Êdî sala 1711 ermenîya nimûnên folklora kurdî bi tîpên ermenîya nivîsîne û ji unda bûnê parastine.

Lê bindestîya bi sedsalan, zordarîya dagirkeran, ermenî ji pareke çanda wan marûm hîştine. Awa X. Abovîyan (1804 – 48), ku bingeha wêjeya ermenîyaye nûjen danîye, di gotareke xwe, ya di derheqa kurdan de, dinvîse, wekî ermenîya pareke çanda xwe unda kirine, ji knîsê der, her tiştê wan bi tirkîye; heta şîn û şayên wan jî.

Yek ji mezintirîn şayîrê ermenîyayî sedsalîya XX, Parûyr Sêvak digot, wekî ermenîya bîranîna xwe, ya sazbendîyê unda kirîye.

Û ji bo wê valayê tijî bikin, hinek kadroên wan, destdirêjîya folklora kurdî; stran û govendên kurdî kirin. Zanîyarên wan (pisporên sazbendîyê û govendan) xwestin ji wan destdirêjîyan re bingehê çê bikin. Awa mezintirîn pispora govendên ermenîya, prof. Sirbûhî Lîsîsyan dinvîse, wekî govendên kurdaye sivik tune bûne, ew ji ermenîya fêr bûne. Lê ermenî bi pêş ve çûne, ew govend ji bîra kirine û ew bal kurdên ‘şûndamayî’ hatine parastin. Prof. S Lîsîsyanê hêja ne dîtîye bi faktekê, bi nimûnekê wan gotinên xwe, yên bê bingeh, mak bike.

Gotîye û gotina wê kêrta kêvir e.

Strana “Lûrke-lûrke” ku bingeha wê dimilî ye û kurd ji Mendelîyê û Qesra Şîrin heta Tbîlîsî û Alma-Ata yê, her kes bi zaravê xwe distirê, îro bûye strana ermenîya. “Lûrke” bûye ‘Lorîk” ku bal ermenîya navê baldarekê ye. ‘Govend’, ‘goranî’ bûne peyvên ermenî. Ji wan re şroveyên usan dîtine, wekî kenê mirovan tê. Gor nêrînan wan peyva ‘govend’, ku ji peyva kurdîye govek tê, kirine ‘gûnd’, yanê ‘gog’.

Çendek ji zanîyar-folklorîstên ermenîya wê bawarîyê ne, wekî çi ku ser axa Ermenistanê ye, ew ya ermenîya ye. Bi vê têgihîştina bê bingeh, salên 60-emîn sedsalîya XX ketin nav kurdan, xalî, emenî, ber, xurcên bûkan, kofî, kitan, rext û xişrê jinan, kemberên jin û mêran; bi gilîkî çi bal kurdên “şûndamayî” hebû, berev kirin û niha di mûzêxanê wan de wek nimûnên çanda ermenîya tên raber kirin.

Kurdên Yekîtîya Sovêta berê, di berê de û heta îro jî şayê xwe bi duhol, zurnê dikin. Û ermenîya heta salên 1960-70 emîn qerfê xwe li kurda dikirin. Min bi xwe, guhên xwe bihîstîye, wekî digotin: “Cihan gişk bi pêş ve çû, ev kurd hê jî dest ji zurna xwe nakşînin”. Dibû gotinên nerê jî digotin. Lê îro ew zurne bûye ‘zurna ermenîya ye dîrokî’.

Kompozîtorê Ermenîyayî bi nav û deng, Aram Xaçatûryan, ku bi xwe ji bajarê Tbîlîsî bû û kurd ji nêzîk ve nas dikirin, di balêta “Gayanê” de sazbendîya kurdî bi kar anîye û navê çend beşên balêtê bi vî teherî ne; ‘Govenda xortên kurd”, ‘Govenda Eyşe’ û yên mayîn. Lê li Ermenistana îroyîn ew nav guhastine. Bo nimûn: ‘Govenda xortên kurd’, bûye “Govenda bi şûra”.

Li Ermenistanê sala 2004 an CD a sazbendîya ermenîya, bi navê “Gundê ermenîyayî sazbendîyê” derketîye, ku divêt nimûnên folklora ermenîya hilgirta nav xwe. Lê ji 20 nimûnên di CD de cîh girtî, 7 yên kurda ne. Awa stranên “Oy Nazê”, “Melî”, “Kalo”, “Dîlan” û “Nazo” ûsan jî awazên kurdîye bi nav û deng “Cirîd” û “Koçerî” wek yên ermenîya hatine raber kirin.

Bi navê govendên Ermenistana Rojava (ji bakûra Kurdistanê re usan dibêjin), govendên kurda dikin yên xwe. Van demên dawî komên xwe, yên folklorîyê, dişînin deverên wek Dêrsim, Wan û cîhên mayîn û wan govenda wek yên ermenîya raber dikin. Gor planên wan, dixwezin bi stran û govendên ermenîya, gîyana netewî bal ermenîyên bişkivtî (asîmîle bûyî), hişîyar bikin û wan vegerînin hembêza gelê ermenî.

Nêteke baş e, lê bira bi stran û govendên ermenîya bikin, ne bi yê kurdan.

Li Ermenistanê baştirîn hostên zurnê, meyê (dûdûk), bilûrê, fîqê kurd bûn; Şamlê Beko, Egîtê Cimo, Xelîlê Evdile, Tharê Emer… Ermenîyên ber destên wan fêr bûn, bûne navdar, ji ber ku xweyê wan hebûn, lê hostên kurd bê xwedî bûn, usan jî man û heta îro jî dimînin.

Divêt em ji çanda xwe, hunerê xwe û hunermendê xwe xwedî derkevin; malê bê xweyî her kes lê dibe xweyî.

Li dawîyê helbesteke, ku min 47 sal berê nivîsîye, lê tu cîha çap ne kirîye. Ev helbest derdê meyî jorgotî tîne ziman.

HEWAR

Axir çawan, heta kingê

Emê wa ker, lal bimînin,

Reng û nexşên me didizin

Dibên qey hûn baş nabînin.

Çîrokên me diçopînin,

Dibên hûn bê çîrok bûne,

Stranên me dişêlînin,

Guve gişk wana hûnane.

Kal, bavên me bê kinc bûne

Cil û libas gişk bûn yên wan,

Qey me rext-ruşme nedîne

Ew sîyar, em dû wan peya man.

Emenîyên me bi nîk û nexş

Di mûzên xwe da darda kirin,

Gişk hunerên pêşîyên wan in,

Îcar çi bû me çêkirin?

Cacim, zîlî bê xweyî bûn,

Heta ben û pişt jî birin,

Dibên reqas we ku dîne,

Ew pêşîyên me hûn hîn kirin.

Kofî, kitan, şer, şemaqî,

Ka kurda ku girê didan,

Çi bû ew di şûn da mayî

Lewma jî tek bal wana man.

Darkê tayê derxistin ji

Stuyê berxa desteka min,

Heta kingê wa bêşermî,

Wê dest bavên eteka min?

Mîrata me qey bê xweye,

Gişk wê ji xwe ra didizin,

Mîna gurên birçî hela

Beratên wê jî dixwezin.

Axir çawa, heta kingê

Emê wa ker, lal bimînin,

Mal, hebûna talankirî

Emê kingê vegerînin?

Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev