Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Di Êzdîtiyê de zewaca ji bo malê dinê û kuștina jinê qet ne rewa ye!

Di Êzdîtiyê de zewaca ji bo malê dinê û kuștina jinê qet ne rewa ye!

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdiyatiyê

Divê Êzdî û tevaya mirovatiyê bizanibin ku mîtolojiya Êzdîtiyê tu caran zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darê zorê û kuștina jinê napejirîne. Herweha her kes dizane ku mêrên pașverû û zilimkar ne tenê di nav civaka Êzdî de hene…

Vêca ji ber ku ez ne oldarekî Êzdîtiyê me, ez nikarim ji nav ilmê Êzdîtiyê bahsa hinek mînakên li ser babetê zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darê zorê û kuștina jinê bikim. Lê min di nav malpera ilimdarê Êzdîtiyê rêzdar Adnan Xeravîhttps://www.facebook.com/lalish.laish1001?pnref=lhc.friends dît, evî Êzdînasî li ser bûyera kuștina keça Êzdî a bi navê Șîlan, ku li bajarê Hannover‘ ê, di șeva șahiya bextewarî-daweta xwe 13.03.2016 de û li ber çavên 300 berburiyan ji aliyê „pismam“ekî xwe ve hatiye kuștin kiriye.

Li goriya dîtina min, ilimdarê Êzdîtiyê rêzdar Adnan Xeravî di vê axiftina xwe de û bi van mînakên ku di ilm „Qewlê ……“ Êzdîtiyê de li ser babetê zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darê zorê û kuștina jinê hatine gotin baș șîrovedike û dibêje;

„Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser kotekî û zordariyê weha hatiye gotin:

„Hincî kesê zordar e û li rêya Xwedê ne yî guhdar e

Ew li vê dinê û li axretê rûreș û șermezar e“.

Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser evîn û zewacê weha tê gotin:

„Ew zeviya ser zêde û sê gîsna lê de,

Ji wê paș ve tovê xwe bavêje tê de“

„Ne kû tû bikî dînî û tovê xwe li hișk beyara bi reșînî

Da tû li vê dinê û axiretê striya jê ne hilînî„

„Ji qudreta Padșê min î dehêr e

Benî Adem çêkiribû așqek vêr e

Rewa bu ji dilê șahî têr e

Ne bi merc, zor û zêr e“.

Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser zewaca ji bo malê dinê weha tê gotin:

„Min zor tișt li vê dinê dîtin wê bi kifir,

Yek ji wan; hinciyê di mal de sabe malê dinê girtî qîza bukir„.

Ez jî weke ku di mîtolojiya Êzdîtiyê de hatiye gotin û ilimdarê me yê rêzdar daye xwanêkirin, zewaca bi darê zorê û bi taybetî jî kuștina keç/jinê bi tûndî șermezar dikim!

Ji Xwedê û Tawisî Melek hêvî dikim, ku ew Șîlanê bi rahmeta xwe şah bikin!

Ez êșa wan berketiyên rahmetiya Șîlan Hesen, yên ku dixwazin kujerê vê bûyera kirêt di nav xwe da veneșêrin û wî kujerî bibînin, teslîmî hikûmetê bikin parvedikim!

Bila bimre pașverûtî û șîdeta mêrê zalim!

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev