Nûredîn Zaza – “Kurdên Nejibîrkirinê“

Nûredîn Zaza – “Kurdên Nejibîrkirinê“

Salihê Kevirbirî

Ji tevahiya nivîsarên wî –çi helbest, çi kurteçîrok, çi pexşan, çi jî şano- kurdistanîbûn û kurdewariya wî bi awayeke zelal û eşkere xwe dide der. Tevî ku di 5-6 saliya xwe de ji serxetê binxet bûbe jî, heta dawiya temenê xwe devera ku bi neçarî terikandiye bi awayekî zindî daye vejandin. Li Şamê, li Beyrûdê û li Lozana Swîssrayê, heta roja ku serê xwe datîne jî kul, derd, merem û daxwaza wî her serfirazî û serbilindiya gelê kurd bûye.

Kitêba “Kurdên Nejibîrkirinê“ ev yek bi me dide selmandin û portreyeke edebî, hunerî, gelperwerî û civakî ya Dr. Nûredîn Zaza pêşkêşî dêhn û bala me dike. Di kitêba navborî de, hemû berhemên edebî yên Nûredîn Zaza, yên çapkirî û neçapkirî hatin civandin û di nav weşanên Avesta de derketin.

“Kurdên Nejibîrkirinê“ hemû nivîsên Nûredîn Zaza, bi taybetî nivîsên wî yên edebî di nava xwe de dinimîne. Xwedî û Edîtorê weşanxaneyê Abdullah Keskîn derbarê xebatê de diyar dike ku hin beşek ji nivîsên di kitêbê de, ji arşîva jinebiya Nûredîn, Gilberte Favre-Zaza; beşek jê ji nameyên ku wî ji serokê Înstîtûya Kurdî a Parîsê Kendal Nezan re şandine û yên din jî ji nivîsên wî yên ku di kovara Hawarê de hatine weşandin, hatine deranîn û amade kirin. Keskîn li ser heman berhemê balê dikişîne ser agahiyeke girîng û wiha dibêje: “Çend sal berê, gava ku me kitêba “Nûredîn Zaza: Bîranîn -ji destnivîsên wî- amade kir, em di wê baweriyê de bûn ku êdî nivîsên Nûredîn Zaza yên neweşandî nemane. Lê Gilberte Xanim bi me da zanîn ku di destên wê de li ser kasetên kevn hinek deng û çend rûpel jî destnivîsên Nûredîn Zaza hene. Me ew deng guhdarî kir û tevî destnivîsên mayî, li ser kaxidê raxist. Di kasetê de tenê şi‘rek (Derketî) û şanoyek (Stêrk) hebûn. Ên din di wextê xwe de, di Hawarê de hatibûn weşandin û belavkirin.“

Gilberte Favre-Zaza ev agahî, piştî civîna ji bo xelata “Nûredîn Zaza, 2010“, dide berpirsiyarê weşanxaneyê. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, ji sala 1989’an ve ji aliyê Gilberte Favre-Zaza û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve, ji bo rojnameger û nivîskarên fransînivîs ku alîkariya nasandina gelê kurd û pirsa kurdî dikin tê dayîn. Heta niha zêdetirê 15 kesan ev xelat wergirtine. Xwediya xelata 2010’an, rojnameger-nivîskara fransî û swîsrî Ariane Bonzon bû.

Em hinek bala xwe bidin nivîsarên di kitêbê de. “Nûredîn Zaza: Çapa kurdî li Ewropa“ ew nivîs e ku wekî pêşgotin ji bo “Hêviya Welêt, Dengê Komela Xwendekarên Kurd li Ewropayê“, hejmar 1-3 hatiye amadekirin. Sala nivîsa ku di rûpela duyem de cih digire, 1976 e.

Di heman kitêbê de bi navê Newrozeke Xemgîn, Derketî li her derê bi tenê ye û Newroza 1979 sê helbest cih digirin. Sala çapkirina helbesta yekem 1978 e, ya helbesta duyem 1979 e û ji dengê wî bixwe hatiye nivîsandin, helbesta sêyem jî wekî ji nav diyar e, di sala 1979’an de hatiye nivîsandin û weşandin. Di tevahiya helbestan de daxwaza bihevrebûn û yekîtiya kurdan, tevî dagirkeriya li ser kurdan, bi awayê ku wekî “toqa naletê“ be û ketibe stû eşkere dibe:

“Belê dijmin har û jehr in,

Em jî bi xwe re xirûcir in,

Li ba me çi ye partîtî?

Bi rengê bend û eşîrtî,

Çawa pêk tîne yekîtî?“

Xurşîd, Gulê, Keskesor, Stêrk, Perîşanî, Hevîna Perîxanê, Xatûn an piling, Dê an xwişk, Şerê mêşa û Stêrk navên 9 kurteçîrokên di kitêbê de ne. “Şerê Mêşa“ û “Stêrk“ ne tê de tevahiya nivîsan di navbera 1941-1942’yan de di Hawarê de hatine weşandin ku li Şamê derdiket. “Şerê Mêşa“ di Newroza 1965’an de, di Hêviya Welêt, hejmar 3 de hatiye weşandin. Nûredîn Zaza ev çîrok, gava ku ketiye lîsteya reş a Beasiyên Sûrî, li Şamê nivîsandiye. Beriya ku bireve û here Libnanê, li Şamê du mehan xwe vedişêre. Nûredîn Zaza di kitêbê de piştî nivîsê diyar kiriye ku di nava wan du mehan de, ew bûye mêvanê 5 malên camêr û “Çîroka mêşa“ li mala S… derbas bûye. Şayanê gotinê ye ku nivîskar di nivîsê de bi hesasiyet tevgeriyaye û navên endamên malbatê ne bi temamî lê bi herfan daye, bo nimûne: “G… keça S… ya biçûktir“, “Berî ku roj derkeve, S… ji bo nimêja sibê radibû û nema dihat“. Herçî çîroka bi navê “Stêrk“ e, ji dengê nivîskar bixwe hatiye nivîsandin û sala vegotina wê jî 1979 e.

Herçî beşê bi navê “Kurdên Nejibîrkirinê“ ye, navê xwe daye kitêbê bixwe jî. Di beşê navborî de, di 4 nivîsan de, portreyên 5 navdar, alim û lehengên kurd hatine nivîsandin. Cemîlê Seyda, Hemze Begê Miksî, Evdirehman Axayê Eliyê Ûnis, Qedrî Can û Reşîdê Kurd. Nûredîn Zaza piraniya van camêr û maqûlên kurdan li Şamê nas dike, têkiliyên baş bi wan re datîne û di dawiyê de jî li ser wan dinivîse.

Me di destpêkê de diyar kir ku di kitêbê de nameyên ku wî ji Kendal Nezan re şandine jî hene. Li gorî ku di pêşgotina kitêbê de jî hatiye nivîsandin, ji wan nameyan diyar dibe ku Nûredîn Zaza li ser daxwaza Kendal Nezan, dest bi nivîsandina bîranînên xwe yên bi kesayetiyên kurd re kiriye. Beşek biçûk ji destpêka van nivîsan, di kovara Hêvî de têne weşandin. Lê ev kar ji ber nexweşî û paşê jî mirina nivîskêr, sekinîbû. Bi riya vê berhemê, Avesta tevahiya nivîsan daye ber hev û li gorî rêza tarîxê ango bi awayê kronolojîk, li dûv hev daniye.

Hemû portreyên di beşê “Kurdên Nejibîrkirinê“ de ji hev balkêştir in û xwediyê agahiyên hêja ne ku em ji wan bêpar in. Bo nimûne, di nivîsa Evdirehman Axayê Eliyê Ûnis ku mêrxasê Serhildana Sasonê ye, em pê dihesin gava ew terkeserê binxetê dibe û tê Şamê 50-55 salî ye, xwendin û nivîsandina wî tuneye, paşê Osman Sebrî wî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dike. Demek derbas dibe Evdirehman Axa zarokên xwe jî fêr dike û nameyan ji serxetê re dişîne.

Dr. Nûredîn Zaza di sala 1919’an de, li Madenê tê dinyayê. Zarokatiya xwe li Bakurê Kurdistanê derbas dike. Piştî 1925’an, ligel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî binxetê dibe. Ligel temenê xwe yê biçûk jî, di rêxistinên kurdî de berpirsiyariyên girîng werdigire û gelek nivîsên wî di Hawarê de –bi navê Nûredîn Ûsiv- çap dibin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, li Swîssrayê bi cih dibe û li Zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekariya xwe de, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ava dike. Di sala 1957’an de navberê dide çalakiyên xwe yên Ewropayê û vedigere Sûriyê û ji bo yekîtiya kurdên başûrê-rojavayê Kurdistanê dixebite. Di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke girîng dilîze. Di salên 1960’î de gelek caran tê girtin û di zindanên Sûriyê de dimîne. Di sala 1969’an de vedigere Lozanê û li ser zimanê kurdî dixebite. Di sala 1983’yan de dibe yek ji damezrînerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û berî mirina xwe bi salekê Mem û Zîna Ehmedê Xanî werdigerîne fransizî. Di sala 1982’yan de “Ma vie de Kurde“ li Lozanê diweşîne. 7’ê Çileya 1988’an li Lozanê, ji ber nexweşiya pençeşêrê koça xwe ya dawîn dike û xatirê xwe ji me dixwaze.

Kurdên Nejibîrkirinê, Nûredîn Zaza, Weşanxaneya Avesta, 132 rûpel, Kurdî, Stenbol

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev