Bi piştevaniya ”Gazprom Neft”ê pirtûkeke derbareyê dîroka Kurdistanê hate çapkirin

Di çarçova pêkanîna projeyên sosyal li herêmên ku şîrketa Rûsîyayê ”Gazprom Neft” li wan kar dike, pirtûkeke degme derbareyê kûltûr û miletzanîya kurdan de, bi navnîşana ”Xaka efsûnan: kûltûra kurdan bi çavên lêkolînerên rûs”, hate çapkirin. Di pirtûkê de bêtir ji 60 wêneyên kesên kurd di dawiya sedsala 19an destpêka sedsala 20an de, cî girtine. Ew ji arşîva rojhilatnasê rûs yê pêşewa Vladîmîr Mînorskî, lêkolîner û geştîyarên rûs hatine civandin. Her weha gotar û lêkolînên zanyar û geştîyarên rûs ku dîrok û kûltûra kurdan lêkolîn kirine. Pêşgotina pirtûkê jiyana curbecur ya gelê Kurd di dawiya sedsala 19an destpêka sedsala 20an de ronî dike: kelayên kevnar, mizgeft, bajar û dîdemên wê qonaxê, weke V. Mînorskî nivîsand -”mirovên rastîn”.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev