Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

A.S.Pûşkîn – Evara zivistanê

Bager telpê davê e’zmîn

–  Bagerînk t’ev r’akirî

– Ha de’bekî dike zûkîn,

Ha nolanî zar’ digirî,

Ha qesela ser ban dixe,

Dike de’wî û dengî

, Ha li p’encera tam dixe

Mîna r’êwîyê derengî.

K’oxkê meyî ji hev çûyî

Him melûle, him tarî.

– Pîrkê, çima tu ker’ bûyî

Usa ber wî dîwarî?

T’utar ketî ji dengê bê,

Zûke-zûka ba-bager?

Yan ber dengê wê dolabê

Dihênijî usa ker’?

K’a, vexun em, hevala min

Cahilr’eşiyê dilovan.

K’a, vexun em, k’anê fîncan?

We dil derên kul-kovan.

Bistirê ça be’rê wêda

Dijît kewa beyanî…

Çawa qîza gur’a dêda

Sibe-sibe av danî…

Bager bi telp davê e’zmîn

– Bagerînk t’ev rakirî

–  Ha debekî dike zûkîn

Ha nolanî zar’ digrî.

K’a, vexun em, hevala min

Cahilr’eşiyê dilovan.

K’a, vexun em, k’anê fîncan?

We dil derên kul-kovan.

A.S.Pûşkîn (wergerandina Fêrîkê Ûsiv)

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev