Lawikê Kêrê

Lawikê Kêrê

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema nehan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Lawikê Kêrê” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 32

Ez xulam, herçî lawik bû – lawikê Kêrêye; ewî qîzikek ji xwera revand, anî hat li Cizîr û Botanê. Mîrê Cizîrê Mehmed beg lê hesîya. Lawik girt, bire hevsê. Herçî qîzik bû – ma alîyê mêlxanê (deştê). Îjar gede seva çi girtibû? Mehmed beg gotibû: “Ezê qîzikê xwera bistînim, lê lawik dê bihêlim di hevsêda, heta dimire”.

Îjar qîzik xwera sitiran got:

-Herê, herê, herê, wey herê

Dilê mino bi kul û bi kovane

Xwedê xirab bike Cizîr û Botane

Ne mîr pakin, ne axane

Ne hakimê edilî girane

Girtîyê sê roja –

Kirîye sê sal.

Girtîyêd mîr û hakiman an kuştine, an berdane

Herê, herê, herê, wey herê.

Dilê minê wa bi hêre

Dilê kulo wa bi hêre

Wan şivanê koçeran –

Pezê xwe hilgerandin ber bêre

Dosteka min evdalê Xwedê serkoka bêre

Destek didoşî, yê din dide bêre.

Çevê kulmalî bavê yek hîve, yek sitêre

Paxilê kulmalî bavê yek mizgefte, yek dêre

Sîngê kulmalî bavê di herikî kanîhîkî sipî bi pêle

Herçîya nexweşêd heft salan

Donzdeh sala sibhan vexwe

Êvara îşala ber bi xêre

Wey herê, wey herê, wey herê.

Serê Kêrê wê bi dare

Binê Kêrê wê bi dare

Talana gayê belek hat bi bare

Îşale terenca Kêrêda da biçî xare.

Heke biçim arî, dê bêjin dost û yare

Heke neçim arî, dilikê min evdala xwedê nade tu qirare

Mirazê min lawikê min ku hasil be ev care.

Herê wey, herê, herê wey, herê

Ezê berxekê bam ji wan berxan

Ezê gera bam bi wan deştikan

Min şûştiban li wan gerikan

Min bira ba bi wan cewikan

Min şehkiriban li wan şehkan

Min ristiban bi wan teşîokan

Min kiriba ser werîsê wan qîzikan

Qîzikê Xêrîkê bahata batwanî

Da tevda biriba qirşika

Ezê fetila ewil biketama dora zend û bazinan

Fitila duda biketama

Navbeyna herdu zer memikan.

Herê wey, herê, herê wey, herê

Keleko, kelekvano

Tu kelekê xwe bi bake

Tu lawikê min derbazke

Bi kefîl, bi demane

Ezê bidime te xirxalê lingane

Hungustîrê di tilîyane

Xizêmêd di kepîyane

Kembera ber piştêye

Guharê di guhane

Sê zêrê duravê di girane

Tu lawikê min derbazke

Bi kefîl, bi demane.

Mîr çi got? Go:

-Kelekvano, here bêje qîzikê

Pîrozbî ji tera

Guharêd guhan

Hungustîrêd tilîyan

Xizêmêd kepîyan

Xirxalêd lingan

Sê zêrê diravê giran.

Pîroz bî, heft car bimbarek

Tu bide min ramûsanek ji wan rûkan

Ezê lawikê te derbazkim –

Bi kefîl û bi deman.

Qîzikê go:

-Kuro, kelekvano

Çevê te jî, yê mîrê te jî derkevin

Ramûsana wan rûkan arzane, ne girane

Sed çûrê ber cewane

Sed tiştîrê ber nêrîyane

Sed mîyê ser kodane

Sed berdîrê ber berane

Ser gamêşê ber kotane

Sed gayê qizilbaş ber nîrane

Sed hêstirê qeremanî ber barane

Na welle, pişt wanara

Kode şîrê teyrane

Na welle barek sitiruyê kerane

Hêj ramûsana min evdala Xwedê

Arzane, ne girane.

Îcar, mîr çarneçar lawikê wê berda, go: “Ew eşqîya hevin, min ber tiştekî hesab nake”.

Lawikê qîzikê berdan.

Go, herê wey, herê, herê wey, herê…

Qîzikê go:

-Dilê mino helake, bi helake

Ez jinim, hirmetim

Ne min dûzane, ne hesane

Kesek tunîne ji xêra xwere

Rûyê lawikê min kurke.

Îjar mîr go: -Gelî xulama

Lawikê wê bivine himamê

Destek kincê maqûlîyê lê kin

Kelekvano, dayne ser kelekê

Bi kefîl-deman bive ser avê derbazke.

Kelekvan lawik bir derbaz kir

Li milexanê bir da qîzikê

Wê car, car din kilam bêjî keçik.

Herê wey, herê, herê wey, herê

Go, herê mîro tu bide destûre

Ezê biçim terênca Kêrê xanîkî lawikê xwera çêkim

Destek bikim tevir, ya din axê, hêdî-hêdî lêkim

Ezê destê lawikê xwe bigirim

Hêdî-hêdî sitarekê xwera çêkim.

Got: Zêdo Cibraîlyan, 70 salî, nexwendî, emirê xweda gelek şivantî kirîye, ji alîyê Wanêye, niha li Artaşatê (li Ermenîstanê) dimîne, kolxozvane. Zêdo ji folklora kurmancîyê gelekî zane, bi xwe dengbêje jî.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev