Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Newroz aştî û hevgirtin e!

Newroz aştî û hevgirtin e!

Tekoşîn Çelik

Roja netewî ya kurdan Newroz îsal jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bi minasebata Newrozê li gelek qadên Newrozê kom bûn û ew nerîteya qedîm a kurdan pîroz kirin.

Newroz yek ji cejnên gelên arî yê. Kurd, fars, ecem, gîlek, tat, tewaliş, belûç, peştû, tacîk û din ê aryayî Newrozê pîroz dikin. Cejna Newrozê her sal wek destpêka serê salê li welatên weke, Îran, Efxanistan, Tacîkistan, Turkmenistan, Eraq, Tirkîye, Sûrîye, Lûbnan, Azerbaycan, Ozbekistan, Qergîzistan, Qazaqisatan, Pakistan û Kurdistanê, bi şêweyên cûr bi cûr tê pîroz kirin. Li van hemû welatana Newroz, bi navê cejna serê salê yan cejna sala nû û destpêka salê tê pîroz kirin.

Li Kurdistanê dema ku ev cejna pîroz tê, hemû kesên ku li dirêjaya salê de ji hevûdû dilmayî bûne li hevûdû tên. Bi gotineke din Newroz cejna xwenasîn, aşitî, biratî, lihevhatinê ye. Cejna xweşî û pêkve jîyanê, cejna evîn û evîndara ye jî. Akademisyen û nivîskarê kurd Perwîz Cîhanî pirsên BasNûçe’yê yên li ser bersivand û giringîya Newrozê ya ji bo kurdan wiha rave kir: “Yê ku me ji neteweyên din cuda dike wekî neteweyek serbixwe nîşan dide yek Newroza me ye ya din jî zimanê me ye.” Cîhanî her wiha tekezîyê li ser wê yekê dike ku divê kurd li nerîteya Newrozê xwedî derkevin û di wê rojê de aştîyê û lihevhatinê di nava xwe de pêk bînin.

Li ser dîroka Newrozê gelek gotegot hene. Em kurd ji kîjan çîroka Newrozê bawer dikin?

Li ser Newrozê em dikarin bêjin mêjûya wê hatîye tehrîfkirinê û herkesî li gor zanîna xwe, li gor dîtina xwe Newroz şîrove kirîye. Gelek şîrove li ser Newrozê hene mînak, Fîrdewsî di Şahnameyê de dibêje, roja ku Cemşîd ji çîyayê keyanî derkete nêçîrê û di nêçîrê de rastî marekî mezin an rastî ejderhayekî hatîye û kevîrek avêtîye wî ejderhayî, kevirê wî diçe li kevîrek din dikeve, li ber hêza kevirê wî agir ji ber kevir firîya û li pûş ket û agir hate dîtin. Berîya wî mirova agir kişf nekiribûn cara yekem agir hat kişfkirinê. Ji ber wî agirî navê wê roje danîn roja Newroz û sersalê. Lê dîtînek din jî heye dibêjin roja ku Kawayê Hesinkar ku li dijî Dehaqê zalim rabû û çû Dehaq şikand û Ferîdonê Keyanî anî danî ser text, ew roj bu roja Newrozê. Em gelê kurd bi taybetî ya duyem dipejirînin û em dibêjin Kawayê Hesinkar kurd rizgarkirine ji destê Dehaqê zalim.

Roja Newrozê bi zanebûn bûye 21’ê Adarê an tesadufek e? Çawa hatîye hesabkirin ku ew ê 21’ê Adarê be?

Dema mirov li ser Newrozê bi xwe hûr û kûr difikire Newroz tiştekî tesadûfî nîne. Bi hesab û kîtêbê navê we rojê bûye Newroz. Newroz yanî roja nû, yanî roja destpêka salê. Mîxabin îro ji ber şaşîya teqwîma ku îro hikmê wê li erdnîgarîya me heye, em dibêjin 21’e Adarê Newroze, lê 21’e Adarê Newroz nîne. Roja nû nabe 21’ê mehê roja nû 1’ê mehê ye. 1’ê Adarê Newroz e. Ew hesabdarê me yên ku aniha teqwîma kurdî dinivîsin anîne, takvîma kurdî û ya filehan kirine yek, lê ne yeke. Newroz bi hesab û kîtabekî deqîqe. Bi deqîqe û kêlî bi kêlî hatîye çêkirinê. Roj di salekê de du cara dibin yek. Yek destpêka biharê ye, yek jî destpêka payîzê ye. Di van rojan de dirêjahîya şev û ronîyê wek hevin. Em werin ser Newrozê ku çiqas deqiq hatîye hesab kirinê, di we rojê de şev û roj beranberin û destpêka salê ye. Ehmedê Xanî û gelek helbestkarê me nivisandine ku roja birca hemelê yekemîn birca salê sersale,ne ku 21’ê Adarê ye. Newroz tiştekî bi hesab û kîtabekî deqîqe hejmara salê hatîye çêkirinê. Newroz ji me re bûye roja netewî. Binêrin bê Ehmedê Xanê çi dibê je:

“ Danayê mu‘emmerê kuhensal

Evrengehe go ji bo me ehwal

Go ‘adetê pêşîyê zemanan

Ew bû li hemî cih û mekanan

Weqtê wekû şehsewarê xawer

Te‘hwîl dikir di mahê azer

Ye‘nî ku dihate burcê sersal

Qet kes nedima di mesken û mal

Bilcumle diçûne der ji malan

Hetta digehîşte pîr û kalan

Roja ku dibûye ‘eydê Newroz

Te‘zîm ji bo dema dilefroz“.

Em Newrozê û Dehaqê zalim ji zanyarîyên Mîr Şerefxan hînbûne, li gor ku Şerefxan dibêje em kurd nevîyê Kawayê Hesinkar in. Şerefxan çawa gihiştîye wê qanatê?

Nizanim jêdera Şerefxan çi bûye ku em nevîyê Kawa ne, tiştekî ku li ser belge mirov nîşan bide ez lê rast nehatime. Wek ku min got teorî, dîrok û mîtolojîk tevlihev bûye. Wekî din kesê ku li Rojhilatê cara yekem behsa kurda û têkilîya kurdan û Dehaq dikir ew Fîrdewsî ye. Fîrdewsî dibêje ‘Dehaqê zalim ku rojê dû mirova ser jê dikin li her malekî de mêjîyê mirovekî amade dikin. Lê dû aşpejê wî hebûn ev jî Ermaîl û Kermaîl bûn. Du aşpêjê baş bûn, gûnehê wan li wan xorta hatin û xwestin ku wan xortan rizgar bikin, lê divê mejîyê xortan jî bidana marê ser milê Dehaq. Piştî demekê gotine em ê mejîyê xortekî û yê ajalekê tevlihev bikin û bidin maran. Xortek veşartine yek serjêkirine û dewsa yê din de pezek serjêkirine mêjîyê xort û pêz tevlihev kirine dane wan marê ku li ser milê Dehaq. Ew mirovê ku rizgar kirine li cihekî veşartine heta hejmara wan gihîştîye sed, du sedî her yekî kesek birîyê bi dizî derbasî ser çîya kirine.’ Kurd ji nifşê wan mirovanaye li gor Fîrdewsî. Fîrdewsî kevirekî diavêje kurda jî û me kêm jî dibîne.Ji ber vê meseleyê dibêje ’kurd heta roja îro jî nebûne xwedî çand û ferhengek bilind û bajarvan nînin û çîyayî ne.’Û bi vî awayî kurdan biçûk dibîne.

Newroz rastîye an mîtolojî ye?

Bi ya min mîtolojî û rastî tevlîhev bûye, Newroz dibejin ku Cemşîd Şah çû agir kişf kir û ew roja kir sersal û Newroz. Ev hêla mîtolojîyê ye. Dema ku tu têyî ser hesaba û li hesaba mêzedikî, kesê ku roja Newrozê kirîye sersal û destpêka salê bi hesap, kîtêb kirîye û bi hejmar kirîye. Di vê meseleyê de jî mirov edî nikare bêje Newroz mîtolojî ye, Newroz tiştekî rastî ye, tiştekî hesab kirîye û rastî ye, zanîstî ye.

Newroz di çand û folklora kurdan da çawa cîh girtîye?

Newroz di pişka zor ya helbestvanên kurd de heye. Her yekî ji wan Newrozîyek wan heye li ser sersalê û Newrozê helbestek nivisînê û di folklora kurdan de jî heye. Gelek gotinên pêşîyan jî li ser Newrozê hene mînak dibêjin:“Newroze kerê boze, çi şeve çi roje.“

Şev û roj di wê derê de dibin yek. Gelek gotinên pêşîyan hene, meselok hene, Newroz bûye roja neteweyî û nehatîye xerakirin. Niha du tiştên me yên sereke hene ku me ji neteweyên din wek neteweyek hisab dike. Yek çanda me ye, ziman jî heye ziman bi çandê ve girêdayi ye, ya din jî Newroza me ye. Yê ku me ji netewê din cuda dike wekî neteweyek serbixwe nîşan dide yek Newroza me ye ya din zimanê me ye. Ger van tişta ji me bistînin edî kurdîtîya me namîne. Jixwe ziman hêdî hêdî wenda dibe. Lê hin alîyê Kurdistanê kes dibêje ez kurd im lê peyveke kurdî nizane. Loma divê em Newrozê biparêzin. Ew cejna me ye.

Ji Newrozê çi derketîye pêş heta niha? Gelek fîgurên Newrozê hene çima agir di nav kurdan de derketîye pêş?

Agir, dema bala xwe didin ku di pêş de em kurd zerdeştî bûn û agir di nav zerdeştî û rojhilatîyan de bi giştî belkî ji mîtraîzmê jî hatibe, lê agir tiştekî pîroz e, em aniha jî gele kurd bi agir sond dixwin. Em gelê kurd bi piranî misilmanin jî lê misilmanê me bi avê, bi agir, bi rojê sond dixwin. Mînak dibejîn ” Ev tîna roje çave min birijîne min filan tişt nekirîye” sonda wan ya herî mezin li ser tîna rojê ye. Tê wê wateyê ku agir tiştekî pîroz e di nav gelê kurdî de û gel jî wê pîrozbahîyê roja Newroze jî bi hilkirina agir pîroz dikin.

Wekî din di Newrozê de çi derketîye pêş, gelek netew xwe lê dikin xwedî?

Gelek netew xwe lê dikin xwedî, lê Newroz rojeke netewîye ji bo gelê aryayî, gelê ku xwe aryayî dizanin. Jix we ew gelên çanda aryayî jî kar li ser wan kirîye xwe aryayî dihesibînin êdî. Ji bo nimûne ya, gelek welatên der û dora Îranê, wekî Tirkmenîstan, Azerbaycan wan jî xwe dikin xwedîyê Newrozê. Xwe neteweyekî cûda dibînin lê aniha xwe ji Newrozê re dikin xwedî, ve dawîyê Tirkîyê jî xwest ku xwe li Newrozê bike xwedî, gotin Newroz roja me ya netewî ye. Dixwestin ji me bistînin, lê Newroz roja pîroz, roja neteweyên gelên aryayî ku kurd jî yek ji wan gela ye. Newroz taybetî tenê ne ya kurda ye, ya kurd, faris, gêlekin, tahalişin, tat, afganî, tacîk evana hemû aryayî ne, zemanekî dûr ew tevahî yek milet bûne. Newroz belkî ji dewra mîtraîzmê mabe, çimkû dewra mîtraîzm olekî rojhilatî bû, lê belge di destê me de tune. Mîtolojî û rastî tevlî hev bûye.

Newroz berê çawa dihat pîroz kirin?

Newroz berîya bê pîroz kirin gel hemû pîrozbahî, amadehî û berê xwe didan roja çarşemê, ji wê rojê re digotin Çarşema Sûrî, Çarşema Sûrî re êzdîyê me dibejin, ‘Çarşema Sor’, sor reng e, lê sûrî, sûr yanî cejn, çarşema Sûrî yanî çarşema herî dawî ya salê ye. Ji çarşema herî dawî ya salê re dibejin çarşema sûrî, di wê rojê de milet paqijîya xwe dikin, diçin bazarê karê Newrozê dikin û êwara wê jî agir hil dikin û xwe li ser agir de davêjin dibejîn nexweşîyê min çi hebe ji te ra û xweşî û geşîya te jî ji min re. Helbesta dixwînin û du re roja Newrozê, wekî roja aşitîya netewî bû, bi temamîyan kesên ku di nava salê de nexweşîyê wan ji hev hebûn, dilê wan ji hev mabûn û ji hevûdû xeyîdîbûn roja Newrozê dihatin diçûn malên hevûdû, yên sucdar diçû mala ewê din xwe dida êfûkirin, an jî biçûk diçû mala mezinan û li hevûdû helal dikirin. Roja Newrozê rojek pir pîroz e di nav kurdan de, di edebîyata me ya klasîk de roja Newrozê Mem û Zîn digihîjîn hevûdû. Mem û Zîn, Tajdîn û Sitî roja Newrozê hev dibînin, Ehmedê Xanê di wê derê de xwestîye pîrozîyekê bide Newrozê, Xanî di Mem û Zînê de behsa behsa cejna, cejna rojîyê, cejna qurbanê nakê, lê serê xwe li ber mezinayi ya Newrozê ditewîne. Rêzeke pir bilind ji Newrozê re digre. Di wê rojê de jî evîndara digihine hevûdû. Mirov dikare bêje Newroz roja pêgihiştina evîndara û roja aşitîya netewî ye. Aşitîya netewetîye, di wê rojê de miletê me tên yê ku dilê wan ji hev maye hevûdû helal dikin û yekîtîyek di nav wan de çêdikin. Newroz roja yekîtîya gel e, ez hêvî dikim ku ev Newroza me her dem berdewam be û bibe roja yekîtîya giştî di nav gelê kurd de.

Newroz li tewahîya Kurdistanê niha çawa tê pîroz kirin?

Niha jî hemû kes derdikevin derve serdana hevûdû dikin. Li hev helal dikin û yên çîyayî li çîya agir dadidin. Bi taybetî jî roja çarşemê gel ji bajar, navçe û gundan derdikevin hin cihê bilind û agir dadidin. Ev kevneşopîyeke kurdan bû. Sedema wê jî dema ku hê çapemenî û teknolojî pêşneketibû gel wê demê hay jî roj û mehan tune bû. Rojname, televîzyon û teqwîm kêm bûn. Dema ku ew agir li çîyê bilind dibû êdî ji ber duxana agir gel famdikir ku Çarşema Sûrî û Newroz hatîye. Ev jî tê vê wateyê ew agir hem hesibandina roja û mehan bû hem jî pêhisandina Newrozê bû.

Ev kevneşopi li Rojhilatê Kurdistanê jî heye an na?

Na. Li Rojhilatê Kurdistanê Çarşema Sûrî 13’ê meha Adarê ye. Roja 13’ê Newrozê tu kes li malên xwe namîne. Hemû derdikevin çîya, nav dar û bera û gul gulîstanan. Ehmedê Xanê behsa vê rojê jî kirîye. Dibêje wê rojê herkes ji malên xwe derdikeve diçin nêçirê, seyranê û geştê. Roja Newrozê roja dîtîn û serdana hevûdûye, lê roja 13’ê Newrozê roja derketina derve ye.

Ger em li hemû Kurdistanê binêrin guhertin di pîrozbahîyê de çêbûye?

Niha bi gîştî mirov bala xwe didê Newroz bûye rojeke sîyasî. Ez dilnîya me ku roja Newrozê hemû sîyasetmedar û partîyên me jî ji gelê din hîn bibin vê roja Newrozê ew jî werin cem hev, li hevûdû werin û ji kêmasîyê hev derbasbin. Aşitîyekê di nav xwede bikin. Ev tiştekî gelekî grîng û pêwîste. Aşitî divê aşitîya netewî be.

Newroz di nava kurdan de çawa rengekî sîyasî wergirt û çawa hat vê merhelê? Gelo li her çar parçeyên Kurdistanê jî wisa ye?

Li her çar parçeyên Kurdistanê jî rengekî sîyasî wergirtîye, lê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê zêde polîtîze bûye. Ev jî ber astengkirinê tê û çi bê astengkirin pîroztir dibe. Bala xwe bidin çi tiştê ku hatîye qedexekirin û astengkirin ew bi me hîn şêrintir bûye û bêtir bala me kişandîye. Li Rojhilatê Kurdistanê ne ziman, ne çand ne cil û berg tiştekî kurdan nehatîye qedexekirin. Tenê di qada sîyasî de kurdên Rojhilat kêm û ji hemû parçeyên Kurdistanê di reweşeke xerabtir de bindest mane. Ji bilî vê jî hemû tiştên kurdan li gel farisan wekhev e. Ger em di mêjûyê de jî binêrin dema ebbasî hatin Îranê wan jî Newroz qedexekirin, lê dîtin ku gel bertekan dide wêca wek cejnê naskirin, serbestkirin û wek roja betlanê îlankirin. Navê wê cejnê jî kirin ‘Eydel Kurdî.’ Wateya wê cejna kurdan e.

Piştî îslamîyetê oldar, mele an şêx bi çi rengî li Newrozê nerîn?

Di dîrokê de gelek meleyên me yên ne agahdar li dijî Newrozê derdiketin, digotin ‘Newroz cejna agirperestaye û guruka diavêjin asiman, diherin bi Xwedê re şer dikin’ tiştên wisa vala û pûç digotin. Îroj meleyên me, mirovên oldar û heta xwedênenas jî Newrozê êdî wek rojekê pîroz dibînin.

Ji bilî agir figurên Newrozê wekî çi hene?

Di nav kurdan de gelek figurên Newrozê hene ya herî taybet agir e. Lê li Rojhilatê Kurdistanê jî ji bilî agir sifra heftsîn heye. Sifra xwarinê datînin û heft teamê an çêjên bi tîpa erebî ya sînê destpê dike datînin ser. Lê divê masî yek jî di nav avê de hebe ku dema masî xwe biqulipîne te wateya ku sal dizîvire. Ew nametên çêjên li ser sifrê jî wek sîr, sêv, simak û semekE yanÎ masî ye û hemû kes çavê xwe li masî zîq dike û lê dinêre. Piştî masî xwe di zîvirîne hemû kes derin destê bavê malê maç dikin û bavê malê jî xelatekê dide her kesî. Wekî din xwe avêtina li ser agir e ku ew jî kesên ku xwe ji ser agir diavêje ji agir dibêje xem û derdên min ji tere germbûn û şahî ya te ji minre. Her wiha dîsa li Rojhilatê Kurdistanê dema Newrozê yanî sala borî diçe û ya nû tê topan diteqînin û gel pê dihesînin. Gel jî bi çepika bertekan didin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev