Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

SIMKO

SIMKO

 

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” ya bi sernavê ”Simko” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 32

Rewşa li Kurdistana Îranê wî çaxî dihate meydanê, gava ew bi rewşa Kurdistana Îraqê va girêdayî bû. Lê pirsa kurda li Îranê(95) xwedî kemaleke serbixwe bû jî (ew jî ne gelekî ciddî), wek ku li welatên mayîn yên kurd lê diman. Xwesma di salên pêşin yên pey şêr ra îngilîsa bi her awahî hewl didan pirsa kurda li Îranê ji pirsa kurda li Împêratorîya Osmanîyê ya berê bidne qetandinê (Tirkîya, Îraq, Sûrîya), da ku nehêlin dewletên mayîn tevî safîkirina wê bibin û wê yekê ra tevayî hişyarbûna kurda, tevrabûna wê ya miletîyê-azadarîyê ji hev bikin û bidne sistkirinê.

Taybetîya obyêktîv, ku hinkûfî rewşa kurda li Îranê bû, alî planên dagîrkarên Brîtanîyayê dikir. Eger di dema em li ser disekinin da dereca pêşdaçûyîna civaka kurda li hemû perçên Kurdistanê da pirî-hindikî weke hev bû, lê derheqa Kurdistana Îranê da em dikarin hinekî kêmtir bêjin. Kurdên Îranê ne tenê bi nîşanên eşîrtîyê, lê herwiha bi nîşanên gêografîyê, ruhanîyê (dîndarîyê) û hela êtnîkîyê va jî ji gişka pirtir hatibûne pîre-pîrekirinê (perçekirinê). Jîyana derebegîyê vira hema bêje ser dereca berê mabû. Kurdên Azirbêcana Îranê (bîlbas, mukrî û yên mayîn) ji kurdên Erdelanê û Kêrmanşahê (caf, kulyan, sencabî, kelhor û yên mayîn) bi cûrê jîyana xwe (yên pêşin piranî riat bûn), bi zarava (li bakûr bi kurmancî dipeyîvin, li başûr-piranî bi soranî û goranî), bi dîn (li bakûr hemû sunnî ne, li Kêrmanşahê gelek şiî û elî-îlahî ne) dihatine cihêkirinê. Li Xorasanê, ku gelek kîlomêtra ji Kurdistana Îranê dûr bû, weke yek sêanîya (ji sisîya yek) hemû kurda dijîtin, ku ji eşîrên zeferanlu û şadellu bûn (ango, bi malûmatîyên resmî ji 800 hezara-240 hezar, ku bi hesabê sala 1930î ye û gelek kêm hatîye nîşandan). Tu eleqên van “kurdên nekurdistanî” bi pirsa kurda, ku li vira tê lênihêrandinê, tune, bilî alîyê wê yê êmosyonal. Problêmên wana pareke pirsa turkmena-kurda bûn li Xorasanê. Ya dawî, li Îranê lûrên (lûr di dîroknivîsarîya kurda da wek kurd tên nîşandan) bi êtnîkî nêzîkî kurda diman; li Lûrîstanê û Farsê wê demê 600 hezar lûr hebûn (4 eşîrên Poştê Kuxa û Pîşê Kuxa li Lûrîstanê û mamesanî û kuxhîluy li Farsê). Bextîyarên cînar jî (200-350 hezar) ji lûra gelek ne dihatine cudakirinê, kurd wan jî ser xwe dihesibînin. Lûr û bextîyar şiyî ne; wana gelek cara bi hukumetê ra li hev ne dikir, lê ne ser mesela têkoşîna kurda, an jî pirsa kurda(96).

Rewşa miletîyê ya tevayî jî li Îranê taybetî bû. Pirsa ermenîya li vira bendî tiştekî ne dihate hesabkirinê. Kurd bi pirsên miletîyê va pirtirîn bi azirîyên şiyî ra û aşûrîya ra diketine nava qal û cengê, ku dema şerê hemcihanê derbazî navça Ûrmîyayê bûbûn. Bilî wê, sistbûna dîwana merkezîyê, bêrûmetîya (eskerî, sîyasî û moralî) tam ya hukumeta Tehranê dema şerê hemcihanê yê pêşin da û salên pey şêr ra jî tesîra xwe li ser rewşa li Kurdistana Îranê dikir. Pey ji text ketina padşatîya Rûsîyayê tenê Îngilîs vira xwedî-xudan bû, û ewê bi her awahî hewl dida, ku nehêle hêzeke mayîn tevî safîkirina pirsa miletîyê bibe, ji bo nimûnê -problêma kurda li wî welatî.

Rewşa ku piştî şêr û çûyîna eskerên tirk yên zevtkar li Kurdistana Îranê hatibû sazkirin, em dikarin bi gotinekê bînine zimên-“anarşî” (“xweserîtî”). Tu hukumeteke pirî-hindikî xurt li wir tunebû. Li her cîya serekeşîr hukum dikirin. Xwesma li “warê sincirî” yê Kurdistana Îranê -Ûrmîyayê hal ne rehet bû. Serkanîke Îngilîs digot: li Ûrmîyayê tevlihevîke usa çê bûye, ku meriv fêm nake li wir çi diqewime. Ewî du faktorên sereke yên rewşa hundursîyasî ya li wê navça Kurdistana Îranê cihê kir: 1) nexwestina binecîya, ku aşûrî û ermenî vegerine cîyên xwe û 2) nerazîbûna kurda hindava serkarîkirina fariza da.

Li rasthatina serekên Kurdistana Îranê yên navdar, ku sibata sala 1919a derbaz bû, hate biryarkirinê serhildanê bikin. Kes dij derneket, lê biryar kirin lez nekevin, hetanî zelal be, ku daxaza dewleta hindava kurdên Îranê û paşdavegerandina ermenîya da çi ye. Berevbûyî hatine ser wê bawerîyê, ku rewşa kurdên Azirbêcanê û rêvebirina serhildanê gerekê bin kontrola Awropîya da bin(97).

Kesê herî navdar di serhildanên kurdên Îranê da di nava temamîya dema piştî şêr (berî destpêka salên 30-î) wek berê Îsmayîl axayê Simko (Smîtko) bû, serekê qebîla evdoyî ji eşîra şikakî, ku hukumdarê kela Kotûrê yê ser sînor bû(98). Bi rabûn-rûniştina xwe va ew derebegekî kurdî tam, celatekî bêy rêk û pêk, berk, sert û bi gef-gurr bû, lê bi wê yekê ra tevayî jî mêrxas û cindîyekî mêr bû. Armanca wî sazkirina dewleta kurda ya serbixwe bû li Îrana Roava bi serokatîya wî. Bi cûrê xwe ew îdêaleke derebegî bû û ew mêtodên, ku ewî di şerkarîya xwe da bi kar dianî jî, yên dewrana sedsalên navîn bûn. Lê di hêlekê da jî, têkoşîna Simko, ku di dema rûxandina sazûmana dagîrkarîyê destpê bûbû, bi rîya şerkarîya ji bo hevgirtina gelê kurd bû, ku perçe-perçe bûbû. Bilî wê, ew tevger dijî planên dagîrkarîyê yên Brîtanîyayê bûn li Îranê û Kurdistanê. Ev e qîmetê tevgera wî.

Piştî çûyîna tirka ji Îrana Roava, vira şertên destdayî peyda bûn bona pêkanîna armancên Simko. Ewî pêşîyê dixwest li ser axa Azirbêcana Îranê dewleta kurda ya serbest saz bike. Lê bona wê yekê hêza Simko têrê ne dikir. Tenê desteyên ji eşîra wî bona tevgerê hazir bûn, ku şervanîya wan jî ser dereceke bilind nîbû. Dawîya şêr şansek hebû, ku bi aşûrîyên di navça rex Ûrmîyayê cîwarbûyî ra yekîtîyekê çê bikin, lê ji wê jî tişt derneket. Ji dîwana Îranê ra (xuya ye, bi helandayîna îngilîsa) li hev hat kurda û aşûrîya rake himberî hev, û di wan pevçûna da Îsmayîl Simko di adara sala 1918a serekê aşûrîya, metran Mar-Şîmûn Benyamîn kuşt. Zûtirekê îngilîsa piranîya aşûrîya ji wir birine Îraqê(99). Hema di wan dema da navbera kurda û azirîya jî destpê kir xirab bibe (100).

Lê dîsa jî Simko pêkanîna daxazên xwe berdewam dikir. Ewî bi seîd Taha ra hevbendî çê kir û destpê kir gav bi gav kontrola xwe pêşîyê li ser xeta ser sînorê Tirkîyê-Îranê, paşê jî berbi rohilatê testîq bike. Bin destê hukumetê da ewqas hêz tunebû, ku ber xwe bide, û ji ber wê jî welîyê berê yê Azirbêcanê Mokeram ol-Molik hewara xwe li serekeşîran daxist û kuştina Simko da teşkîlkirinê. Ew plan bi ser ne ket (ji teqandina bombeyê birayê wî şehîd ket) û tenê diha zef hêrsa Simko rakir. Ewî deste berev kir û gef li Ûrmîyayê, Şahpûrê û Xoyê xwer. Mokeram, bona ber dilê Simko da bê, navê wan kesan da, ku dixwestin ew bikuştina. Simko, ku bi hovîtî ji heq-hesabên wan (û êrdeka eskerên hukumetê jî) hate der, dîsa jî axa zevtkirî hey zêde dikir, Ûrmîya, Şahpûr, Salmas hilda. Havîna sala 1919a hal li Azirbêcana Îranê û Kurdistana Îranê gelekî sert bû(101).

Hukumet mecbûr ma çarekê bibîne. Desta ordîya Îranê ya şervanîyê -desta kazakên Farizistanê bi serokatîya serdarê rûs Fîlîppov derxiste dijî wan û zora kurdan bir. Li hev hat di nava eşîra da dubendîyê çê bikin, hinek qebîl dest ji Simko kişandin. Ew mecbûr ma navça Ûrmîyayê bihêle, lê Çexrîk ji destê xwe berneda. Ser demekê hal seqirî(102). Simko di destpêka sala 1920î hêzên xwe berevî ser hev kir û bangawazîya Kurdistana serbixwe bela kir. Ewî dît, ku Fîlîppov ji qulixkirina di hukumetê da hatîye dûrxistin (bi zapitên Rûsîya padşatîyê yên mayîn), careke mayîn navçeyên ji dest xwe berdayî zevt kirin û eskerên hukumetê anîne rayê(103).

Di şerê himberî eskerên hukumeta Îranê da Simko bi tenê nîbû. Ew, ku bi sîyasî yekî dûrdîtî nîbû, bi kêfxweşîke mezin alîkarîya dijminên xwe-tirka pejirand. Him tirkên îttîhadîst, him jî yên îttîlafîst dixwestin serekê kurda yê bi nav û deng bona berjewendîyên xwe bi kar bînin, bi kêmanî bona berxwedana hindava wê xeterê da, ku dikaribû ji alîyê sînorê Îranê bihata serê Împêratorîya Osmanîyê. Sertbûna pirsa kurda li Îranê, li ku bi formalî berdevkên Îngilîs hukumdarî dikirin, dikaribû Londonê hişyar bihêle bona ew di wan hevraxeberdanên aşîtîyê da berbihêr û milahîm be, li ku qedera Tirkîyê dihate biryarkirinê. Ew motîv dikaribû di hinek şerta da nêzîkî daxaza kemalîstên miletçî bûya, ku wan dema çiqasî hêza xwe li Anatolîyayê zêde dikirin, ewqasî xurttir dibûn. A bona vê yekê jî “faktora Tirkîyê” pey betalbûna şerê hemcihanê yê yekê ra jî roleke mezin di nav wan bûyera da dilîst, ku li Kurdistana Îranê dibûn.

Gorî malûmatîyên serkanîya îngilîsa, sala 1919a di ordîya Simko da ji 400 hetanî 500 tirk hebûn, ku zapitên bi serwêrîya Mîrze Alî Ekbar serokatî dikirin, ku êmîsarê welîyê Wanê Xelîl paşa bû. Di nav eskerên Simko da hinek kesên ji Demişqê (Şamê. -N. W.) şandî jî hebûn. Ji tirka ra li hev hat Xoyê da meqera xwe çê bikin û li wira dixwestin bigihîjine Simko. Derdayîna Şêx Mehmûd li Suleymanîyê kurda mecbûr kir xwe bidne hêla tirka, ji ber ku bi bawerîya wan wê demê tenê wana dikaribû alî wan bikira(104).

Hilbet, berbirîbûna Îngilîs hindava armanc û kar û barên Simko da ya dijminatîyê bû, ji ber ku ew xeter bû bona tamtîya Îranê û bona mayîna desthilatdarîya Tehranê, ku ew jî kefîltîya hukumdarîya împêrîyalîzma Brîtanîyayê bû li wî welatî. Xwesma ew yek tirseke mezin kiribû dilê neyara, ku Simko û seîd Taha dixwestin yekîtîyekê çê bikin, ji ber ku ew yekîtî dikaribû bigîhanda damezirandina Kurdistaneke serbixwe. Tirsa îngilîsa ji wê bû jî, ku dibe hukumê tirka li ser kurdên Îranê û Îraqê zêde bibe, ya ku di hevraxeberdanên aşîtîyê da dikaribû bûbûya sebebên dijwarîyan(105).

Berbirîbûna Îngilîs hindava pirsa kurda li Îranê, xwesma li Ûrmîyayê, li ku Simko bingeh girtibû, dokûmênt-mêmorandûmeke hewaskar da tê ber çava, ku 8ê tîrmehê sala 1919a ji alîyê serdar Ê. C. Ross da li “Buroya kurdî” li Bexdayê hatîye îmzekirinê(106). Wê da dihate kivşkirinê, ku rewşa li Ûrmîyayê six (kîp) bi rewşa temamîya Kurdistanê va girêdayî ye. Sînorên niha di navbera Îranê û Tirkîyê da bona farisa, tirka û kurda dest nade û kemala wê formal e (ku gelek “milkedarên” ji Ûrmîyayê li Tirkîyê dijîn, ku eşîr aza ji sînor derbaz dibin û tiştên mayîn). Qedera Ûrmîyayê ya pêşerojê wek pareke pirsa qedera temamîya Kurdistanê, wê di dest wê da be, yê ku mandat sitend, lê berî wê lazim e vira qeyde-qanûna testîq bikin, usa, ku mafên kurda jî neyêne binpêkirinê, û fariz jî gerekê wek berê bi şêwr û temîyên Îngilîs bimeşin.

Mêmorandûm bona safîkirina problêmê varyantên cihê-cihê pêşnîyar dike. Yek ji wana -Ûrmîyayê bikine bin serkarîya dewleteke biyanî an jî komîsyona navnetewî, ango, wê bikine wek axeke binmandat. Ew biryar wê bi dilê kurda bûya, lê serketina wê tiştekî dûrî aqila bû, ji ber ku tu dewletek wê bi wê mecala demkurt ra qayîl nebûya. Varyanta mayîn -zorlêkirina kurda, ku bin hukumê Îranê da bimînin -ew jî dest ne dida, ji ber ku bona wê gelek desteyên eskerîyê lazim bûn, ku bin destê Îngilîs da tunebûn; bilî wê, piştgirîkirina hukumdarîya fariza li ser kurda, ku xwe tam bêrûmet kiribûn, wê hukumê Îngilîs li temamîya Kurdistanê bida sistkirinê. Riya here rast, wek ku Ross difikirî, ew bû, ku Ûrmîyayê ji Îranê biqetînin û wêya bikine nava dewleta kurda ya ku tê plankirinê bin kontrolîya Îngilîs da saz bikin. Ûrmîya dikaribû serbixwe jî bima, lê bi wê dewletê ra girêdayî bûya. Û ev varyant ne bi dilê Îngilîs bû jî, lê çareke mayîn tunebû, ku bikaribin usa bikin, ku mafên binecîyên ne kurd jî bêne parastinê(107).

Bîr-bawerîya Ross bi wê yekê va hewaskar e, ku weke fikra “Buroya kurdî” bû. Wek xuya ye, îdî wira fikra sazkirina dewleta kurdaye qeşmerîyê (kukla) ya “serbest” gihîştîye. Tiştekî nû bû, ku hinek komên Brîtanîya Mezin hazirin, gava lazim bibe, ji prînsîpên xwe yên derheqa yekîtîya erdê Îranê da vekişin û ji wêya pareke Kurdistana Îranê -mentîqa bi stratêjî giring- Ûrmîyayê jê biqetînin. Ango, bona serokatîya Îngilîs tu berbend li ser riya derbazkirên sîyaseta kurdî tunebû. Wana gorî demê û şerta karê xwe dimeşandin. Ya here sereke bona dagîrkarên Îngilîs ew bû, ku daxazên gelê kurd, him li Kurdistana Rohilatê, him jî perçên wê yên mayîn da, dema ji wan ra dest nede, bendî tiştekî nehesibînin. Ji ber ku plana Ross bi bingehê xwe va dijî şerkarîya kurdên Îranê ya miletîyê bû, ku navbenda wê mentîqa Ûrmîyayê bû.

Eger rastîyê keve, bîr-bawerîya Noel jî bi vî awahî bû. Ew, weke karmendên “Buroya kurdî”, dijî wê bû, ku di pirsa kurda da piştgirîya Tehranê bikin, ew jî bi ziyandayîna peywandîyên Îngilîs yên baş bi kurda ra. “Têkoşîna niha ya bona yekkirina Kurdistana Bakûr û Kurdistana Farizistanê, – wî nivîsîye,- riya tek-tenê ye, ji ber ku hîmê wê yê aborî û êtnîkîyê gelekî mehkem e”(108). Femdarî ye, ku Noel mînanî karmendên Brîtanîyayê yên mayîn li Rohilata Nêzîk, ne ku Kurdistaneke bi rastî serbixwe dixwest, lê dixwest ewê şerkarîyê bona berjewendîyên sîyaseta Brîtanîyayê li wê navçê bi kar bîne. Em wê jî bêjin, ku bi bîr û bawerîya wan, fikrên karmendên bi dereca xwe nimiz yên serokatîya Îngilîsa dagîrkar, carna rasttir bûn jî, ji ber ku ew diha nêzîkî cîyên bûyera bûn, lê her cara nîbû, ku ew fikir ji alîyê serokatîya sîyastea împêrîyê ya li Londonê û Dêlîyê da dihate hesabhildanê.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev