Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Tosinê Reşîd – “Serma”

Êlêktrîk wê sihet sê berbangê bidana û wê hingê dikaribû ji xwe re avê bikelînê û çayê çê bike. Lê hê jî sihet yanzdehê şevê bû, divêt hê çar sihetan ber xwe bida.

Serê Çila bû, sartirîn rojên zivistanê. Pêşîya ji bo vê demê gotîye:

“Orta xaç, Xidir Nebî,

Kî ne li mala xwe bî,

Qesasê serê xwe bî”.

Ê, erê, ew li mala xwe bû, lê çi fêde, wekî mal germ ne dikirin. Ew êdî serê sê mehan bû malên wan germ ne dikirin.

Ji ber nebûna êlêktrîkê têlêvîzîyonê jî kar ne dikir. Têlêfon hemîn ji mêj ve qut kiribûn. Tenê ew mabû û radîyo, tenê bi rêya radîyoyê nûçe dibihîstin.

Balkêşîya nûçan jî ji bo wî ewqas teng bibû, wekî di sînorên wê de tenê nûçeya ‘ka serma wê çiqwas be’ bi cîh dibû. Niha di jîyana wî de tiştê lapî giring rada sermê mabû.

Bê guman ew benda nûçeke mayî jî bû, nûça rawestandina şêr.

Berî şêr êlêktrîk jî hebû, mal jî germ dikirin, têlêfon jî hebû…

Bê çi tune bû!

Bi hatina şêr re her tişt birîya!

Radîyo bi şev û roj pêva bû. Ew bendê bû radîyo rojekê nûçeke xêr belev bike; divêt rojekê dawîya vî şerî bihata, divêt mirov tê bigihîştina, wekî bi kuştinan pirs çareser nabin, çiqwesî jî yek û du bikujin, dawîya dawî gerek hev rûnên, hev bên. Ê, wê hê baş nebûya hema di destpêkê de hev rûniştana û pirsên xwe çareser bikirana. Na, her alîyek dixweze ew di şêr de ser bikeve. Serkevtin jî wê ya wî alîyî be, kî zêde mirovan bikuje, zêde axa yê himber bike bin destên xwe, zêde gund û bajaran wêran bike.

Çi dinîyake zalim!

Qet dilê wan ji bo vî bajarê sar û tarî nayêşe. Qet nakeve bîra wan, ev çi bajarekî rengîn bû; bi xasbaxçên xwe, bi meydan û kolanên firehe bi ronahîyê ve tijî, bi şadirwanên distiran, bi malên xwe germ…

Niha tarî, serma û bêdengî li bajêr bibûn xwedî, seranser bajar di destên wan de bû.

Kî dîtîye, kî bînaye, wekî mirov darên xasbaxçên bajêr bibire û bişewitîne. Berê te çîqek ji darekê bişkênanda, ya nemayî dianîn serê te, lê niha ber çavên polîs dara xasbaxçe dibirî, ew berê xwe ji te diguhêze, guve nabîne.

Hevsar ji destê hukumatê jî derketîye, welat bê serî, bê xwedî bûye!

Lê radîyoyê hê jî tu nûçeyên xêrê belav ne dikirin. Qet ji bo sermê jî zarê wan ne digerîya tiştekî baş bêjin. A, êvarê gotin, wekî serma wê şev bigihîje –25 C, usane di hundur mala wî de jî, ew êdî zane, wê –10 C, heta -15 C be.

Berî sihetekê germa wî bilind bû, hêbeta germê ew bir, reş-peş hatin ber çavan. Hela dibe ber pesnan jî peyivîbe, wê yekê êdî nizane. Piştî ser xwe de hat, demekê hê jî ne zanibû, li ku ye, çi hatîye serê wî? Wek bîstekî dîsan çavên xwe girtin û temijî. Dû re çavên xwe vekirin û germa xwe pîva. Hê jî 38 C bû.

Divek ji hêbeta germê serma texmîn nekira û zede bigihîştayê. Ji ber vê jî lihêf xwe pêça û çimê wê kişande ser serê xwe.

Piştî demeke kurt xwîdanek hatê; kiras, derpên wî di xwîdanê de bûne av. Divêt kincên binî biguhastana, divêt xwîdana xwe ziha bikira. Lê na, di mal de ewqas sar bû, wekî av cemidî bû. Heta kincên xwe bêxista û biguhasta, ew xwîdanê ser wî bibûya cemed. Hê baş bû xwîdan hema ser wî ziha bibûya.

Lê xwîdan jî berî ziha bibe, ser wî sar bû û lê bû ricaf.

Ricafekê lê girt, çeqe-çeq kete nav dev diranan û dikir, ne dikir çengûyên wî ne dihatin ser hev, dikir ne dikir germ ne dibû. Çiqwas kincên wî, yên germ hebûn, gişk ser hev de li xwe kiribûn; du kirasên bambaz, du fayke, êlek, kurtik, sako. Ser van gişkan de lihêf jî li xwe pêçabû, lê disan jî germ nedibû. Serma mîna derzîyan ji lihêfê derbas dibû, ji kincên wî gişkan re derbas dibû, ji cermê wî re derbas dibû û dikete hundurê wî, nav hestuyên wî, nav dil hinavên wî û dernediket.

Tiştekî germ di gewrîya wî de biçûya xwar, dibe germ bibûya, dibe ew serma ji hundurê wî derketa. Lê ka wê ji ku bianîya?

Hê jî sihet yanzdeh û nîvê şevê bû, êlêktrîk wê sihet sê berbangê bidana û wî hingê dikaribû ji xwe re avê bikelînê û çayê çêke.

Sova wî hebû. Dema ev hele-bel dest pê bû û gaz birîn, wî sove kirî. Çiqwas jî bi kar anîna sovê li qatê sêyemînî xanîyê mezinî neh qatî ne hêsan bû, lê dîsan jî wî çarek ji bo dûkêşê dît.

Erê, sove hebû, lê di mal de êdî ardû ne mabû, tiştekî bişewitîne ne mabû.

Dest û pên wî ji mêj ve bibûn cemed, lê dû re sermê xwe avête navmila wî, pişkên wî.

Na, wî nikaribû usan bimîne, usan bima, dawîya wî wê bihata.

Sihet bû dwanzdehê şevê. Hê sê sihetan jî gerek ber xwe bida heta êlêktrîk bidana.

Wey li wê dayînê jî. Guve gerek du sihetan bidana, lê ji ber ku çi bi êlêktrîkê kar dike, xelkê gişk bi carekê ve pêva dikirin, maftûlên êlêkrtîkê, transformator, bin wê giranîyê de tap ne dikirin, dişewitîn. Rojên usan dibûn, qet nîv sihetî jî êlêkrtîk ne dima. Lê dîsan jî wî her tişt di berê de amade dikir û çawan êlêkrtîk didan, çaydana wî dest pê dikir germ dibû. Wî timê jî pê re digîhand avê bikelîne.

Lê sihet hê danzdeh bû. Hê jî dibêt sê sihetan ber xwe bida. Lê wî nikaribû, hêza berxwedanê êdî ne mabû. Usan biçûya wê di cîh de biqerimîya û bibûya darekî hişk.

Sove hebû, lê ardû tune bû, tiştên bişewitîne nemabûn; masa xwe şewitandibû, dîwanî şewitandbû, kursî şewitandibûn, textê razanê şewitandbû, delxê pirtûkan şewitandibûn…

Nivînên wî, pirtûkên wî, firax û amanên wî gişk ser erdê bûn. Di nav wan de tiştên bikaribûya bişewitîne, ne mabûn.

Erê, pirtûk…

Wî di temamîya jîyana xwe de pirtûk berev kirine. Ne hema usan berev kirine, wî pirtûkên jê hiz dikir kirîne, ew gişk xwendine. Ew gişk ber dilê wî de şîrinin.

Lê îcar çiqwas ji wan dîyarî dane wî, mirovên nav û deng pirtûkên xwe bi nivîsara dîyarî kirinê danê. Gelek ji wan mirovan niha tunene.

Ew pirtûk niha wek niviştên pîroz in!

Carana gava jê dipirsîn ka dostên te, yên nêzîk kî ne? Wî berî gişkî digot: “Pirtûkên min”. Û wî peyva min usan digot, qey bêjî pirtûkên wî ji esmana hatine, bal tu kesê mayî pirtûkên usan tunene.

*

Neferên xwe payîzê ji Yêrêvanê derxistin. Ew niha li Almanîya bi cîh bibûn. Rast e mafê rûniştandinê ne danê, lê dernaxin jî.

Jin û zarên wî gelek dixwestin ew jî bi wan re here, lê neçû.

Destê wî ji vir ne dibû. Wî jîyana xwe li vî bajarî derbas kiribû, dost û hevalên wî gişk li vî bajarî bûn. Lê ya sereke, gorên dê û bavên wî, hizkirîyên wî li vir bûn. Destê wî ji wan ne dibû. Wî nikaribû her tiştî awa bihêle û berê xwe bide koçberîyê.

Sihet danzdeh û nîvê şevê bû. Du sihet nîvan gerek ber xwe bida, gerek ber sermê tab bikira. Lê tab ne mabû. Niha wekî ew germ nebe, tiştekî germ neçe nav dilên wî, ev ê bibe dawîya wî, xwînê di tamarên wî de bibe fatereşk û wê di cîh de bibe darekî hişk.

Niha êdî wê dawîyê dest pê dikir!

Na, nabe hema usan destên xwe tev wer bike û benda mirinê bimîne. Divêt niha sovê alav bike, divêt niha navmila xwe germ bike, divêt niha tiştekî germ here nav dilên wî…

Niha, niha, niha…

Niha nebe, êdî wê tu caran nebe!

Ji cîhê pal dayî xwe kirkaş nêzîkî qûça pirtûkan kir. Yek ji wan hilda destê xwe, ber ronahîya findê vekir, çend rêz xwendin û danî alîkî. Paşê yeke din hilda. Ew jî vekir, xwend, danî alîkî, paşê ya sêyemîn, çaremîn, pêncemîn…

Rawestîya, texmîn kir pêçîyên wî êdî nikarin rûpêlan welgerînin, bûne darikên hişk. Destê xwe, yê rastê ser faykê xweyî rîs re bi lez bir, anî, wekî pêçîyên wî germ bibin, lê tu fêde nekir. Destê xwe dane dor agirê findê, lê tîna agirê findê wê çi be?

Demeke gelek kurt bê deng, bê livîn û lipat ma, paşê çavên xwe girtin û destê xwe li qûça pirtûkan pelikand. Du pirtûk hildan, rabû ser xwe, ber bi sovê çû û bêyî ku binhêre ka ew çi pirtûkin, avîtne hundur sovê. Paşê pitik ji berîka sakoyê xwe derxist, ber sovê qerefîska rûnişt, ji pirtkê rojnama kêleka sovê danîyî zîtolek qelaşt, agir dayê û zîtola alav pê ketî avête sovê.

Agir hêdî-hêdî pirtûkan girt û alavê hesnê sovê, lûlên dûkêş germ kirin. Wî çaydank danî ser, bi xwe jî pişta xwe da lûla dûkêşê, wekî navmila wî germ bibe. Ew bêtir ji serma navmilê ditirsîya. Zedek bigihîje navdilên wî, pişkên wî, êdî rabûna wî tune.

Ê, tîna pirtûkan wê çi be! Piştî alaveke xurt, agir hêdî-hêdî kêm bû. Wî vê carê sê pirtûkên mayî, êdî bi çavên vekirî ji qûça pirtûkan hildan anîn û avîtine sovê.

Gava hinekî germ bû ji nişka ve dest bi girî kir. Wî bi xwe jî nizanibû ji bo çi digrî, lê bi dengekî bilind û bê rawestan digirîya.

Piştî bêdengîya rojên dirêj, dengê girî xanîyê wî tijî kir, dengê girî ji wî re bû nîşana zêndîtîyê.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev